Xwişk birayên ezîz, kal û pîrên dilzîz û keç û xortên dilovan; di nava van keft û leftên sîyasî de, ji paytexta dilan, ji Amedê silav ji bo we hemûyan. Silav ji her çar perçeyên; ku îro di malzaroka xwe de hêvî û neviyên pêşerojê dihewînin. Em car din bi hejmareke bi dilê we li gel we ne. Di vê hejmarê de em ê we geh bibin çiya û baniyên Xorasanê û cil û bergên Kurdên Xorasanê yên rengorengo li bejn û bala we ya tenik û zirav bikin; geh em ê we bibin zozanên Serhedê xwarinên Mûşa şewitî bi we bidin nasîn; da ku hûn tilî û pêçiyê xwe jî pê re bixwin. Em ê ji wir berê we bidin Farqîna rengîn; cih û warê Zembîlfiroş, Siyabend û Xecê, em ê we li landika periyan a demê siwar bikin û we bibin zaroktiya we ya şîrîn; da ku hûn bi darqîtik, gogê bilîzin bi vîzvîzokê li dora xwe bigerin û gêj bibin. Em ê we geh bibin şevbihêrkan bi çîrokên kal û pîran şa bikin û em ê çend şîretên pêşiyan li we bikin da ku şevên me veguherin rojan. Lê ku hûn bi vana yekê jî qîma xwe neyînin em ê nav û nûçikên eceb li we kin û em ê tonek nifiran li we bibarînin. Lê na, em qêmîşê we canik û ciwanmêran nabin, bila di şûna we de stûyê neyar û xêrnexwazan ...
Naverok
3 / Ji Edîtoriyê 4 / Di Zargotina Kurdan de Gotinên Pêşiyan û Biwêj, Jêhat Rojhilat 13 / Çiklikçadir, Riduan Tay 14 / Kulturê Ma ra Tay Numûneyê Mîtolojîkî, Sedef Kandemir 16 / Eliyê Pîrê, Jana Dila 24 / Elîyo Kor, Mehmet Topal 25 / Çîrokên Çêbûna Sewalan, Mustafa Gazî 28 / Navê Pez û Dewarên Kedî û Alav û Amûrên Wan, Şêxmûs Aslan 32 / Hîkayeya Şuware, Ugur Sermiyan 34 / Çend Xwarinên Mûşê , Ozan Aktekin 40 / Çend Dûrikên Kurdîji Derdora Gimgimê, Cîhan Roj
44 / Dirûkê Maya Ehmedî, Zehra Gultekîn 46 / Elî Tico, Zeynep Yaş 50 / Nifirên bi Tîpa "D" yê, Asmîn Ûyanik 52 / Gûevendê Cindûn, Veysî Şimşek 54 / Kincên Kurdên Horasanê, Şoreş Reşî 58 / De Wayê (Wey Dil), Stranek Şakiro, Fadil Botan 62 / Şamî (Werd), Surya Hûman 64 / Çîrokên Navlêkan 6, Mem Mukriyanî 69 / Baweriyên Gel, Bahoz Baran 71 / Siûd, Denîz Maya 74 / Kulî û Çîvê, Mahpûs Serhedî
81 / Mintiqaya Şankuşî ra Tay Fiqrayî, M. Mamet Qetekonıj 83 / Lîstikên Zarokan ên Herêma Farqînê, Leyla Sancar 86 / Elik û Fatik, Wîldan Seuîm 88 / Zîzanê, Feratê Dengızî 90 / Sosê û Besê, Omer Tekîn 92 / Numûneyê Bawerîyanê Qedîman Zîyarî, Serhat Kılıç 94 / Hedlilîkê û Medlilîkê, Feqiyê Dînık 96 / Jehr ji Merê Kor, Tenduristîji Xwedayê Dilovîn, Hasan Akboga 98 / Uateyê Uerênan, Semra Bîrtane 100 / Melayê Gulê, Mehmet Emîn Hezer 102 / Mamik, Mewlûd Bawer 103 / Dekî, Leyla Gultekîn
JI EDÎTORIYÊ
Dostno
Xwişk birayên ezîz, kal û pîrên dilzîz û keç û xortên dilovan; di nava van keft û leftên sîyasî de, ji paytexta dilan, ji Amedê silav ji bo we hemûyan. Silav ji her çar perçeyên; ku îro di malzaroka xwe de hêvî û neviyên pêşerojê dihewînin. Em car din bi hejmareke bi dilê we li gel we ne. Di vê hejmarê de em ê we geh bibin çiya û baniyên Xorasanê û cil û bergên Kurdên Xorasanê yên rengorengo li bejn û bala we ya tenik û zirav bikin; geh em ê we bibin zozanên Serhedê xwarinên Mûşa şewitî bi we bidin nasîn; da ku hûn tilî û pêçiyê xwe jî pê re bixwin. Em ê ji wir berê we bidin Farqîna rengîn; cih û warê Zembîlfiroş, Siyabend û Xecê, em ê we li landika periyan a demê siwar bikin û we bibin zaroktiya we ya şîrîn; da ku hûn bi darqîtik, gogê bilîzin bi vîzvîzokê li dora xwe bigerin û gêj bibin. Em ê we geh bibin şevbihêrkan bi çîrokên kal û pîran şa bikin û em ê çend şîretên pêşiyan li we bikin da ku şevên me veguherin rojan. Lê ku hûn bi vana yekê jî qîma xwe neyînin em ê nav û nûçikên eceb li we kin û em ê tonek nifiran li we bibarînin. Lê na, em qêmîşê we canik û ciwanmêran nabin, bila di şûna we de stûyê neyar û xêrnexwazan bi heft cihan bişikê, derdê bêderman bikeve canê wan û dermanê wan goştê canê wan be! Bi kin û kurtasî, bi şertê ku hûn tê de nefetisin, kerem bikin bikevin nava behra zargotina me ya şîrîn û tê de bi kêfa dilê xwe avjeniyê bikin.
Heta hejmarek din bibînin di nav xêr û xweşiyê de.
Di Zargotına Kurdan de Gotınên Peşıyan û Biwej
Kurte Di zargitina hemû gelan de rol û mîsyona "gotinên pêsiyan û biwêjan" ciyekî xwe yê pir girîng heye. Em ê di vê gotarê de, di destpêkê de hem balê bikişînin ser vê xalê; hem jî em ê bi kurtasî bi nêrîna zanista folklorê bala xwe bidin pêvajoya derketina holê ya gotinên pêşiyan û biwêjan û kemilandina wan. Herwiha em ê bigîştî li gor erdnîgariyê, belavbûn û bikaranîna gotinên pêşiyan û biwêjan û gotinên herî zêde bi van qaliban re tên tevlihevkirin, destnîşan bikin. Di beşa herî dawî de jî em ê gotinên pêşiyan û biwêjan ji alî naverok û têşê ve li ser çend xalên esasî binirxînin da ku cudabûn û hevpariya wan derkeve holê û bi hev re neyên tevlihevkirin. Ji bo ku nivîsa me pir dirêj nebe; me mînakên gotinên pêşiyan û biwêjan rave nekirine.
Destpêk Li gor lêkolînên li ser zimên û mirovahiyê, yê ku heta roja me hatine kirin, ne wek îro be jî, ziman herdem amûrekê sereke yê tekilî û têgihîştinê bûye. Herdem daxwaz û xwestek, kefxweşî, şîn û şahî, hest û raman bi zimên hatine hûnandin û ji nivşekê gihîştine nivşekî din. Bi demê re peşketina hizr û raman bi xwe re ziman û bi giştî vegotin jî xurtir kiriye. Vê pêşketinê jî rê daye ku sînor û bergehê peyvê û gotinê berfirehtir bibe. Bi vî awayî ji derveyê wateya wan a rasteqîn, hin wateyê din jî lê hatine bar kirin. Ji van qalibên zimên re biwêj û gotinên pêşiyan tên gotin...
Gultan Kışanak
Folklora Kurdan, n°7
Șaredariya bajarê mezin a Amedê
Șaredariya bajarê mezin a Amedê Kurdî-Der Navend Folklora Kurdan Kovara Folklorê ya Sê Mehane Sal: 2, Hejmar: 7, Tirmeh - Gelawêj - Rezber, 2016 Li ser navê Şaredariya Mezin a Amedê xwedî: Gultan Kışanak