The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Destanên Kurdî


Editor : Weqfa Kurdî ya Kulturî Date & Place : 1996, Stockholm
Preface : Pages : 184
Traduction : ISBN : 975-6282 -30-4
Language : KurdishFormat : 160x230 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Zil. Des. N° 5141Theme : Literature

Destanên Kurdî

Destanên Kurdî

Reşo Zîlan,
Serdar Roşan

Weqfa Kurdî


Ev pirtûk bi alîkarîya SIDAyê (Swedish International Development Cooperation Agency), Dezgeha Swêdîya ji bo Pêşdebirin û Hevkarîya Navneteweyî, ji alîyê Weqfa Kurdîya Kulturî li Stockholmê ve wek proje hatîye bi rêk xistin. Proje bi xwe wek zincîreyekê ji 28 pirtûkên kurdî pêk têt ku hin; wan bi zaravayê kurmancî û hin jî bi zaravayê zazakî (kirdkî, dimilî) ne.
Ew pirtûk û herweha hemû pirtûkên vê projeyê ji alîyê Weqfa Kulturîya Kurdî li Stockholmê û Enstîtuya Kurdîya Stembolê ve bê pere tên belav kirin.
Bi zimanê xwe biaxive, bixwîne û binivîse!

Naverok

Sîyabend û Xecê / 7
Dimdim / 55
Zembîlfiroş / 89
Kerr û Kulik / 103
Ristemê Zal / 125
Binefşa Narîn / 141
Stî û Ferxî / 165

TÊBINÎ

Di amadekirina van destanan de me ji berhevokên Hecîyê Cin-dî, Celîlê Celîl, Ordixanê Celîl, Albert Socin û Eugen Prym û herweha ji stranên hin dengbêjên kurdan îstîfade kir. Em ber-hem û keda wan bi çavekî bilind dinirxînin û spasdarîyeke ji dil û can pêşkêşî wan dikin.

Sîyabendê Silîvî û Xecê

Hebû tune bû, bi navê Ahmed û Mihemed du birayên hev hebûn. Jina Ahmed bi zarok bû. Şeş mehên wê qedîyan, Ahmed mir. Neh meh û neh rojên wê qedîyan, Xwedê kurek da wê, navê wî danîn Sîyabend.
Du salên kurik qedîyan, bila hûn xweş bin, dêya kurik jî mir. îcar hingê jinapa wî rabû ew di pêsîra xwe de kişand, kir pêsikanê xwe. Hem ap û hem jî jinapa wî pir ji wî hez kirin.
Gotin:
- Êdî ev ji me re bû kur.
Gundê Silîva sed û pêncî mal bûn, dema hilbijartina muxtarê gund hatibû; gundîyan got, em kî bikin muxtarê gund, kî nekin muxtar. Di nav xwe de gotin ji Mihemed pê ve di dinyayê de kesekî qenc tune ye. Zilamekî feqîr e, pir bi rehm e, em ê wî ji xwe re bikin muxtarê gund. Mihemedê apê wî kirin muxtar. Wî qedirê gundîyan pir zanibû, gundîyan jî qedirê wî zanibû.
Sîyabend kurekî pir delal bû, lê di emrê Xwedê de serê wî Gurrî bû û ji lewra jî navê wî ma Gurrî.
Emirê Gurrî bû diwazdeh salî, Gurrî û zarok diçûn bênderan û ji xwe re dilîstin. Gurrî şemaq li zarokan dida, sawa xwe dixist dilê zarokên gund. Zarok her gava ku çav bi Gurrî diketin, ditirsîyan û ji tirsa wî dilerizîn.
Gurrî ji wan re got:
- Gelî zarokan!
Gotin:
- Belê, kerem bike!
Got:
- Apê min Mihemed, muxtarê bavê we ye, ez jî muxtarê we me. Ji îro û pê ve, her gava ku em herine çolê, divê kesek ji we destvala neyê, hûn ê hêk û ji mirîşkan bînin. Em ê li çolê bipêjin, bixwin, kêfa xwe bikin, dinya çawa çûye, bila wisan here.
Zarok jê tirsîyan, ne hêk bi gundîyan ve hiştin, ne jî mirîşk. Dêya wan, bavê wan bi wan hesîyan ku ev hêk û ev mirîşk bi kû ve diçin, digihîjine kê.
Rojekê ji rojên Xwedê, gundî tev çûne oda apê wî û gilîyê Gurrî li ba apê Gurrî kirin.
Gotin:
- Êdî di destê te û kurê te de îdare nabe. Eger hûn weha bikin, em ê te ji muxtarîyê derînin. Tu muxtarê me yî, îcar çi heqê birazîyê te heye, ku wisa li serê zarokên me dike, ne hêk û ne jî mirîşk bi me ve hîştine. Tu wî ji gund dertînî, derîne, ku tu dernaînî, em ê ha vê gavê te ji muxtarîyê daxînin.
Apê Gurrî got:
-Bi Xwedê, ez bi mesela Gurrî nehesîyame, eger Gurrî bi rastî jî weha wek we gotî be, bi Xwedê, Gurrî ji vir û pê ve hew dikare li mala min nanekî bixwe û avekê vexwe. Ez ê Gurrî ji malê biqewitînim.
Êvarê wî şemaqek li Gurrî da û jê re got:
- Lawo, destê min naçe ez te bikujim, lê bizanibe ku ez gundekî bi te nadim. Tu di mala min de ji îro û pê ve hew dikarî nanekî bixwî û avekê vexwî, derkeve ji mala min.
Gurrî terka malê da û ji xwe re terkeserî dinyayê bû, çû. Tu mecala Gurrî tune bû. Gurrî çû ji xwe re kevir anîn, xanîyek li ber sergoyekî çêkir. Di xanîyê xwe de serê xwe datanî, radiza û mitale dikir.
Rojekê bihar bû, ewran kire girregirr, birûskê li dara çinarê da. Dara çinarê ji qurmê ve rakir, toz û dûman ji qurma darê hilatin. Bi emrê Xwedê, şîşa birûskê di darê de sekinî. Gurrî ji xanî derket, çû ser …

Reşo Zîlan

Destanên Kurdî: ji Zargotina Kurdî

Weqfa Kurdî

Weqfa Kurdî ya Kultirî li Stockholmê
Ji Zargotina Kurdî
Sîyabend û Xecê
Dimdim
Zembîlfiroş
Kerrû Kulik
Ristemê Zal
Binefşa Narîn
Stî û Ferxî
Amadekar:
Reşo Zîlan
Serdar Roşan

- Sida
This Publication was finacialliy supported by thi Swedish
International Development Cooperation Agency, (Sida).

Navê pirtûkê: Destanên Kurdî
© Tekst: Reşo Zîlan, Serdar Roşan
© Wêne: Abdullah Saltan, Mehmet Kolçak

Komîteya birêvebir ya projeyê: Salih Ince. Naile Aras,
Hüsamettin Aslan, Harun Eliaçik, Bilal Görgü.
Birêvebirê projeyê: Bilal Görgü.
Redaksîyon: Hüsamettin Aslan, Mûrad Ciwan, Mahmûd Lewendî,
Serdar Roşan, Amed Tigris, Reşo Zîlan.
Komita referensê: Mûrad Ciwan, Mahmûd Lewendî,
Serdar Roşan, Reşo Zîlan.
Weşîner: Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê.
Hevkara projeyê li Tirkîyê: Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
Weşandina vê pirtûkê ji bal Sidayê hatîye fînansekirin.
Çapxane: Ekspres Grafik Baski Sistemleri Matbaa ve Yayincilik
San. Tic. Ltd. Şti. Yiizyil Mah. Matbacilar Cad. No: 34 (Turk Petrol Arkasi)
Bagcilar, Istanbul.
Tel: 90 212 430 88 13 (pbx)
Fax: 90 212 430 88 16
e-mail: info@expressgrafik.com

Belavkirin: ZEND Bilim Kultur EQitim Basin Yayin Tic. Ltd. Şti.
Namik Kemal Cad. Gençotjlu Iş Merkezi No: 19/6 Aksaray- Istanbul.
Tel: (0212) 586 39 73-84
Fax: (0212) 586 39 90

Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê
Box 12097
102 23 Stockholm - Sweden
Tel: +46 8 650 62 68
E-mail: info@kurdisk-kultur.com
www.kurdisk-kultur.com

ISBN: 975-6282 -30-4

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals