The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bîra Birînê


Author : Fatma Savci
Editor : Avesta Date & Place : 2010, Istanbul
Preface : Pages : 86
Traduction : ISBN : 978-605-5585-28-0
Language : KurdishFormat : 120 x 195 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Sav. Bir. N° 4861Theme : Literature

Bîra Birînê
Versions

Bîra Birînê [Kurdî, Istanbul, 2010]

Ber bi Binxetê ve: Rojnlvîska Rojava [Kurdî, İstanbul, 2012]


Bîra Birînê

Fatma Savcı


Avesta


Gere te ji bîr nekiribaya ku
em ê li her derê xerîb bin

xem nake.
belkî em di xewna şevê de
li beharekê
liqayî siwariyê berê werin
ew çîrokên li dûr
xeyalên kûr bikin paşila me...

piştî siwariyan
genim bide newqa me,
em milek şoqila çûkan bidin hev
beybûn li cil û rûyê me vedin...

ji destên te, bîna kevzê tê,
tu ji kîjan çemê xewnê tê dîsa?

Fatma Savcı, di sala 1974an de, li gundê Girêmîra ku li ser Nisêbînê ye, hatiye dinê. Dibistana seretayî li Grrêmîra xwendiye. Demekê şervanî kiriye û di sala 1992an de hatiye girtin. Di dadgehâ de, parastina xwe bi zimanê kurdî kiriye û panzdeh sal ceze wergirtiye. Çîrokên keç û kurên heşt girtîgehên ku lê maye dane hev. Di sala 2003yan de, bi dîwaneke helbestan ku li ser pelên cixarê nivîsîbû, ji bo bikaribe veşâre, derketiye derve. Dîwana “Gulên Qasid" ku di sala 2006an de, ji weşanxaneya Avestayâ derket, encama vê xebatê ye. Di sala 2007an de pirtuka wê ya duyem ya helbestan “Xewnên Zivin" jî ji heman weşanxaneyê derçûye. "Bîra Birine" pirtuka wê ya sâyem e. Niha di çavên xerîbiyê de nivîsâ didomîne.




Naverok

Wêneyên Reş û Spî / 111
Siwarî / 13 
Destarhêr / 15 
Derwêş / 17 
Mitirb / 18

Nehwirînek, li ser kêlên destanên bêxwedî / 21

Straneke zîvîn, li ber dergehê xewnê / I41
Xewna hilatî / 43 
Xewna deqandî / 45 
Xewna xwînşîrîn / 47 
Biskên xewnê / 49 
Çemê xewnê / 50 
Xewna deştî / 52 
Xewna lal / 54

Lorinek li ser dergûşa birînê / 157 
Kendalê birînê / 59
Sî û mij / 61 
Deriyê zîlanî / 63 
Gula nefiyê / 64 
Gula birînê / 66 
Dilobêjeke qedîfeyî / 68 
Hewara birînê / 70 
Agirekî şîn / 72 
Gustîlk / 74
Sewîlkekî derizandî / 76 
Bîra birînê / 78 
Guharekl egalî / 80 
Kedera qurnefîlî / 83 
Kevirê firuze / 84


ŞI’R

Ev helbestên xakî,
Ji bavê min Hesê Osik re,
Yê ku negihiştim rûyê wî bibînim...
Lê peyvên xwe wek neynikeke zîvî hiştin ji min re...
Ji diya min Sara Aliya Reş re, ya ku bi bêdengiya xwe,
Gerdûneke dilovan bexşî min kiriye
diyariyeke piçûk e.

Wêneyên Reş û Spî
Siwarî

Çaxê reza ye,
Zerî ji qurafa tirî tê.
Payiz li ser kirasê wê
Li nav wan kulîlkên biharê
Dixeniqe...

Li keviya binê pirê,
Hîna nû destê xwe dike nav ava Dijlê
bi ser neynika rûyê wê de ditewe
Li pişt xwe dengê simê hespekî dike.
Çawa li pişt xwe dinêre
Du çavên reş î kildayî yê fêrisekî
Dilê wê jê didize...

Siwarî bi bayê bezê winda dibe
Li şûna wî cengbazî desmaleke sor şîn tê...
Zerî wek ku bihingive birînekê,
Wek ku rahêje qerenfîlekê
Wê desmalê radike,
Derbasî qesra li kendêl dibe...

Li ber pencere rûdine,
di rûpela şeveqa xwe de
tu gihiştinan naxwîne,
reşbînî dilê wê dorpêç dike,
bêdeng agirê nava xwe
Bi xwişka xwe Dijleyê re par dike

Wê qasekî din,
Zînê jî were
li wê keviyê mûman pêxîne
Û wan herdu çavên Mezopotamya
Ji girî ziwa bike...


Fatma Savcı

Bîra Birînê

Avesta

Weşanên Avesta
Avesta | Şahmaran:326 | 18
Bîra Birînê
Fatma Savcı

Edîtor: Rûken Bağdu Keskin
Berg: Azad Aktürk
Rastkirin û Mizanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 2010, Stembol

Çap: Berdan Matbaası
Sadık Daşdöğen D avut paşa Cad.
Güven San. Sit. C Blok, No: 239
Topkapı / İstanbul
Tel: (0212) 613 12 11

© Weşanên Avesta. 2010
Ji xeynl danasînê bêyî destura weşanxanê
bi tu awayî nayê zêdekirin

Sertifika no: 13193

Avesta Basın Yayın
Reklam Tanıtım Müzik Dağıtım Ltd. Şti.
Şehit Muhtar Mahallesi
Atıf Yılmaz Caddesi
Öğüt Sokak No: 7
Beyoğlu / İstanbul
Tel: (0212) 251 44 80
Fax: (0212) 243 89 75

Ekinciler Caddesi
Nurlan Apt. Giriş Katı No: 2
Ofis / Diyarbakır
Tel Faks: (0412)223 58 99

www.avestakitap.com
info@avestakitap.com

ISBN: 978-605-5585-28-0

bira_birine_f_savci.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals