VersionsBîra Birînê [Kurdî, Istanbul, 2010]
Ber bi Binxetê ve: Rojnlvîska Rojava [Kurdî, İstanbul, 2012]
Bîra Birînê
Fatma Savcı
Avesta
Gere te ji bîr nekiribaya ku em ê li her derê xerîb bin
xem nake. belkî em di xewna şevê de li beharekê liqayî siwariyê berê werin ew çîrokên li dûr xeyalên kûr bikin paşila me...
piştî siwariyan genim bide newqa me, em milek şoqila çûkan bidin hev beybûn li cil û rûyê me vedin...
ji destên te, bîna kevzê tê, tu ji kîjan çemê xewnê tê dîsa?
Fatma Savcı, di sala 1974an de, li gundê Girêmîra ku li ser Nisêbînê ye, hatiye dinê. Dibistana seretayî li Grrêmîra xwendiye. Demekê şervanî kiriye û di sala 1992an de hatiye girtin. Di dadgehâ de, parastina xwe bi zimanê kurdî kiriye û panzdeh sal ceze wergirtiye. Çîrokên keç û kurên heşt girtîgehên ku lê maye dane hev. Di sala 2003yan de, bi dîwaneke helbestan ku li ser pelên cixarê nivîsîbû, ji bo bikaribe veşâre, derketiye derve. Dîwana “Gulên Qasid" ku di sala 2006an de, ji weşanxaneya Avestayâ derket, encama vê xebatê ye. Di sala 2007an de pirtuka wê ya duyem ya helbestan “Xewnên Zivin" jî ji heman weşanxaneyê derçûye. "Bîra Birine" pirtuka wê ya sâyem e. Niha di çavên xerîbiyê de nivîsâ didomîne.
Naverok
Wêneyên Reş û Spî / 111 Siwarî / 13 Destarhêr / 15 Derwêş / 17 Mitirb / 18
Nehwirînek, li ser kêlên destanên bêxwedî / 21
Straneke zîvîn, li ber dergehê xewnê / I41 Xewna hilatî / 43 Xewna deqandî / 45 Xewna xwînşîrîn / 47 Biskên xewnê / 49 Çemê xewnê / 50 Xewna deştî / 52 Xewna lal / 54
Lorinek li ser dergûşa birînê / 157 Kendalê birînê / 59 Sî û mij / 61 Deriyê zîlanî / 63 Gula nefiyê / 64 Gula birînê / 66 Dilobêjeke qedîfeyî / 68 Hewara birînê / 70 Agirekî şîn / 72 Gustîlk / 74 Sewîlkekî derizandî / 76 Bîra birînê / 78 Guharekl egalî / 80 Kedera qurnefîlî / 83 Kevirê firuze / 84
ŞI’R
Ev helbestên xakî, Ji bavê min Hesê Osik re, Yê ku negihiştim rûyê wî bibînim... Lê peyvên xwe wek neynikeke zîvî hiştin ji min re... Ji diya min Sara Aliya Reş re, ya ku bi bêdengiya xwe, Gerdûneke dilovan bexşî min kiriye diyariyeke piçûk e.
Wêneyên Reş û Spî Siwarî
Çaxê reza ye, Zerî ji qurafa tirî tê. Payiz li ser kirasê wê Li nav wan kulîlkên biharê Dixeniqe...
Li keviya binê pirê, Hîna nû destê xwe dike nav ava Dijlê bi ser neynika rûyê wê de ditewe Li pişt xwe dengê simê hespekî dike. Çawa li pişt xwe dinêre Du çavên reş î kildayî yê fêrisekî Dilê wê jê didize...
Siwarî bi bayê bezê winda dibe Li şûna wî cengbazî desmaleke sor şîn tê... Zerî wek ku bihingive birînekê, Wek ku rahêje qerenfîlekê Wê desmalê radike, Derbasî qesra li kendêl dibe...
Li ber pencere rûdine, di rûpela şeveqa xwe de tu gihiştinan naxwîne, reşbînî dilê wê dorpêç dike, bêdeng agirê nava xwe Bi xwişka xwe Dijleyê re par dike
Wê qasekî din, Zînê jî were li wê keviyê mûman pêxîne Û wan herdu çavên Mezopotamya Ji girî ziwa bike...
Fatma Savcı
Bîra Birînê
Avesta
Weşanên Avesta Avesta | Şahmaran:326 | 18 Bîra Birînê Fatma Savcı
Edîtor: Rûken Bağdu Keskin Berg: Azad Aktürk Rastkirin û Mizanpaj: Avesta Çapa Yekem: 2010, Stembol
Çap: Berdan Matbaası Sadık Daşdöğen D avut paşa Cad. Güven San. Sit. C Blok, No: 239 Topkapı / İstanbul Tel: (0212) 613 12 11
© Weşanên Avesta. 2010 Ji xeynl danasînê bêyî destura weşanxanê bi tu awayî nayê zêdekirin
Sertifika no: 13193
Avesta Basın Yayın Reklam Tanıtım Müzik Dağıtım Ltd. Şti. Şehit Muhtar Mahallesi Atıf Yılmaz Caddesi Öğüt Sokak No: 7 Beyoğlu / İstanbul Tel: (0212) 251 44 80 Fax: (0212) 243 89 75
Ekinciler Caddesi Nurlan Apt. Giriş Katı No: 2 Ofis / Diyarbakır Tel Faks: (0412)223 58 99
www.avestakitap.com info@avestakitap.com
ISBN: 978-605-5585-28-0
bira_birine_f_savci.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document
|