K'urd - yek ji kevntirîn miletê Rohilata Navîne. Walatê wan - K'urdistan berêda p'aravekirîbû nava du dewletê mezin: Îrana Sasanî û împaratoriya Byûzandî, lê paşwextiyê ew p'erçe-p'erçe bû nav herçar dewletê Rohilata Navîn: Îranê, Îraqê Sîriyayê û T'urk'îyayê (Romê), Jimara t'emamya k'urdê ko li ser xal'iya kal û bavê xwe dijîn, bi jimara neyî t'am, roja îr'oyin 16 mîlîyonî zêdetire.
Sedsaliya navînda K'urdistan, weke p'ira bû navbeyna Rohilatê û Roavayê. Wê hênê li ser xalîya K'urdistanê leşkerê horoma û byûzandî; ordîyê t'et'er-monxola û t'urk-sêlcûka diçûn-dihatin. Sedsal ya navinda t'evgera k'urda di ber serxwebûnêda berdewam bû çewa dijt împêratorıya Osmanî, usa ji diji Îrana Sêfêvî...
Stranê bêngîtîyê 51-490. Dilok / 322 491. Êlê zalim / 389 492. Meyrê / 391 493. Navê lêwik Ûsibe / 391 494 Xanê / 392 495. Dîkê nîvê şevê dixulxuland / 393 496. Tarboxaz / 394 497. Sîyar ji k'u tê? / 394 498. Bilbil bû mêvanê gulê / 395 499. Herê lê-lê / 396 500. Wey dil / 396 501. Fata Mellê / 397 502. Te şal reşo / 398 503. H'esenîk / 398 504. Serayê / 399 505. Sincane Te'lo / 399 506. Zewal gede / 400 507. Min ne dîbû ji duh û pêrva / 400 508. Navê dosta min Bêyaze / 400 509. Dîyarbek'irê devê sûka / 401 510. Ç'îya bilindin, te nabînim / 401 511. Gula gevez / 401 512. Sulêyman K'umbet / 402 513. Serê min serê xêrnedîya ( şaxa 1) / 403 514. Şûşa dila nacebire (şaxa 2) / 404 515. Ç'e'vê tê belekî / 404 516. Wey dil / 405 517. Lawko lo / 406 518. Wêy-lê lê / 406 519. Tu dînî / 407 520. H'alê minê çewa be? / 407 521. Min çi gotîye, dilê te maye? / 408 522. Ç'emê P'ayê / 409 523. K'ûra ç'îyayê / 410 524. Welatê Serhedê / 411 525. E'yşê / 411 526. Hey-lo Nenê / 412 527. Sîneka H'esinîya / 412 528. Eman, eman / 412 529. Dîlber / 413 530. De wey-lo Dilber / 414 531. Were Dîlber / 414 532. H'elîyame Dîlber, narîna min Dîlber / 415 533. Gozê ( şaxa 1) / 416 534. Gozê .(şaxa 2) / 416 535. Êlê Gozê (şaxa 3) / 417 536. Gozel rebenê ( şaxa 4) / 418 537. Seyrana Melle Mûsa ( şaxa 1) / 418 538. Seyrana Melle Mûsa ( şaxa 2) / 418 539. Seyrana Melle Mûsa (şaxa 3) / 419 540. Ne li virim, ne li wême / 420 541. H'eso / 421 542. Minê xewnekî dîtîye / 421 543. Xinûs xweşe, Bîngol berda / 422 544. Yareke min heye, navê wê Seyran / 422 545. Mala bi zerîya, zerîya hanê / 423 546. Ha wer, were / 423 547. Şîrin canê, bejna te diware / 423 548. Dêran / 424 549. Xezalê qurba / 424 550. K'eleş lawkê min şivane / 425 551. Wey-lo, wey-lo / 425 552. Qemerê / 426 553. H'eso me'rimo / 427 554. Kalê / 428 555. Hey-lo delal / 429 556. Şênî / 430 557. Meyayê / 430 558. Lê-lê, lê canê / 433 559. Hey-la kinê / 433 560. Hey-lê Nenê / 434 561. E'bereşo / 434 562. Şivano / 435 563. Delal ( şaxa 1) / 436 564. Herê delal (şaxa 2) / 436 565. H'alê me wê çawa be? / 437 566. Ji sîyara mame peya / 437 567. Simo / 438. 568. H'esen-beg / 439 569. E'lo-p'adşa / 441 570. Hay dil / 442 571. Wey zalim / 443 572. Seraya Meh'med-axa / 444 573. Domamê / 445 574. Gênco / 447 575. Bêrîvanê ( şaxa 3) / 447 576. Bêrîvanê ( şaxa 1) / 451 577. Bêrvanê (Şaxa 2) / 452 578. Peyayo (şaxa 1) / 453 579. Peyao (şaxa 2) / 455 580. Peyao (şaxa 3) / 457 581. Peyao (şaxa 4) / 457 Stranê govenda 582. Hoy Narê' / 458 583. Lê k'oçerê / 459 584. Hey-lir Xanê / 460 585. Wey-lê, lê qemerê / 460 586. Xezalê / 461 587. De wer, .wer / 462 588. Herê Gulê / 463 589. Wey Nûrê / 464 590. Lê bizinê / 465 591. Hewar, bêrî / 466 592. Ham dîl bana / 467 593. Li sera / 468 594. Mêrgêda / 469 595. Hat kawranek / 470 596. Dû şivana / 472 587. Ne bi holim, ne bi holvanim / 472 598. Her bêşe / 473 599. Ham holek danî, lê-lê Holê / 474 600. Ha nerme, nerme, nerme / 475 601. Çing, hay, cing / 476 602. Çil gûz, ber gûz, ber gûzanê / 476 603. Ez hatime yalîyê weda / 477 604. Lûr ke / 478 605. Nikam bêm / 479 606. Xezalê / 480 607. Ha gula zer / 481 608. Xevtano / 482 609. Ha mi go: “Xevtano” / 483 610. Çûme. dîwanê / 484 611. Hoy lele / 485 612. Vî mişkî çi kir, çi kir / 486 613. Her gul-gulî, gul-gulî / 487 614. Kara bizna beleke / 488 Stranê şînê 615-710. / 490
Pêşgotin
K'urd - yek ji kevntirîn miletê Rohilata Navîne. Walatê wan - K'urdistan berêda p'aravekirîbû nava du dewletê mezin: Îrana Sasanî û împaratoriya Byûzandî, lê paşwextiyê ew p'erçe-p'erçe bû nav herçar dewletê Rohilata Navîn: Îranê, Îraqê Sîriyayê û T'urk'îyayê (Romê), Jimara t'emamya k'urdê ko li ser xal'iya kal û bavê xwe dijîn, bi jimara neyî t'am, roja îr'oyin 16 mîlîyonî zêdetire.1
Sedsaliya navînda K'urdistan, weke p'ira bû navbeyna Rohilatê û Roavayê. Wê hênê li ser xalîya K'urdistanê leşkerê horoma û byûzandî; ordîyê t'et'er-monxola û t'urk-sêlcûka diçûn-dihatin. Sedsal ya navinda t'evgera k'urda di ber serxwebûnêda berdewam bû çewa dijt împêratorıya Osmanî, usa ji diji Îrana Sêfêvî.
Destpêbûna sedsaliya XVII çewa şah Abbasê I, usa jî pêşîyê wî, ji bona sarkirina, şerpezekirina h'eja k'urdaye milettyê – azadarîyê, yêk li K'urdistanê destpêbûbûn û ji bona qewînkirina sînorê dewleta Qecera ji alîye bakurê diji êl-e'şırê k'oçera Asya Navîn, bi darê zora çend e'şirê k'urda ji K'urdistanê rakirin û bere wan dane berb bakur û bakur-rohilata Îranê.2 Axiriyê, pey gele sirgûn kirin, k'oç kirin, neçarî û barkirina hine êl e’şîrê k'urda sedsalîyê derbazbûyîda hatin gihiştin h'eta t'opraxa bakur-rohilata Îranê (Xorasanê) û li rêspûblika T'urk'mênîyayê, h'eta t'opraxa rêspûblîkayê: T'RSS Pişqavqazê.
Hejmara binelîyê (danişwan) k'urd nava împêratoriya Ûrisêtê diha zêde bû piştî şerê (cenga) ûris û e'cem sale 1804-1813 û şerê 1826-1828, çaxê pey imzakirirıa paymanê Gulistanê û T'urkmençayê xweliya (xakê) Ermenistana Rohilata binelîyê k'urdava derbazt U'risêtê bû. K'urd li Pişqavqazê diha p'ir bûn piştî cenga ûris û romê sala 1853-1856 û cenga ûris û romê sala 1877-1878. Prosêsa werguhastina k'urda berb Ûrisêtê berdewem bû t'a sala 20-î ya sedsalîya me. Bi vî teherî warguhastina k'urda ji rohilata T'urkîyayê berb rêspûblîkayê Ermenistana û Gurcistana sovetîyê ji vir sed û pêncî sal berê destpê bûye. Warguhastî bûn h'îmlî k'urdê Sarîqamişê, Êrzirûmê, Bazîdê, îgdirê, Muşê, Bitlîsê, Wanê Dîyarbek'irê. Roja îroyîn k'urd h'îmlî hersê rêspûblîkaya Pişqavqazê û Asya Navîn: Qirqizstanê, Qazaxistana T'urk'mêniyayê dijîn. Hejmara te'mam ya k'urdê T'ifaqa Sovêtîyê bi hejmara 15 k'anûna paş sala 1970, resmî, 89 h'ezar e.3
Çewa xwayê tiradîsîyê zanyarîya sincî û zengîn, k'urda kirineke mezin kirine dîroka pêşveçûna rewşenbîriya (kûltûra) miletêd Asîya Navîn û Şaristanetîya cihanî.4 Akadêmîk Î. A. Orbêlî dinivîse: “Gelo dik'eve sere k'ê, wekî Silh'edînê awqa serêşî û çetinayî xaç-p'arêzara (selibîyara) çêkir k'urd bû, ko nemirê dîroka Ermenîstanê û Gurcistanê, nemir nek t'enê çewa serdarê leşkera, lê nemir usa jî çewa hostê pêkanîna, sazkirina 'rewşenbîrîyê êmîr ç'epildirêja k'urd bûn, k'urd bûn Şedadîda, yêk bona sazkirina dewleta xwe li Qavqazê Gurcistanêra k'etibûne h'ucetê û xwe jî serwêriya Îranê dikirin, e'slê xweda bi nivî k'urd bû şayirê nav û deng (gewre) Nizamî, yêk bi farizî nivîsî”.5
Rik'nê xweda k'urd bûn usa jî şayîr û nivîsk'arê e'rebaye nav û deng Sidqî az-Zahawî ; Ah'med Şawqî, Me'rûf Risafî, Meh'mûd T'êmûr6 û yêd mayîn.
Akadêmîk N. Y. Mar xebata xweye bi sernivîsara “Dîsa li ser peyva ‘çêlêbî’” - da, yêk ser pirsa nirxî rêwşenbîrîya miletê k'urdane li dîroka Asya Pêşînda, hate ser fikireke wa, weki “êl-e'şîrê k'urda, çewa bere usa jî vê gavê faktoreke serxwene, qewateke mexlûqetîyê û rewşenbîrîyê li wane”. K'ilîta ve pirs N. Y. Mar digo zargotina k'urdaye zengînda, govend û dîrokê wêda bigerin.7
Fe'mdarîye, ko çima zargotina, k'urda t'imê ber guhê gele rohilatnasê dinê e'yan rêwîyê Rohilatê Roavayê bûye, û ew ji alîyê wan hêjayî gilî gotinê qenc bûye.
Zargotina k'urda bext û mirazê milet, çerx û feleka wê bi h'elalî p'aravekir. Ewê xwe li ber gele 'te'lîtengîya li ber gele çetinaya girt, û nek t'enê xwe girt, lê bi dur û cewahirê nûva xwe xemiland.
Piştî gera xwe di K'urdistanê sala 1914 pofêssor V. F. Mînorski nivîsî, wekî k'urd xweyê e'debîyetekî (lîtaratûra) gelêre gelekî zengînine, bal k'urda c'îrok serpêhatî, cîâzî û stran p'irin.8 Rohilatnasê sovêtyê Î. O. Farîzov pêşgotina ko ewî bona k'itêba V. P. Nîkîtîne “K'urd” nivîsî bû divêje, wekî zargotina k'urda p'iranîya nimûn ( janr) û syûjêa xweva nava zargotina miletêd Rohilata Pêşîn û Navînda cîyê pêşin digre.9
Zêna rohilatnasa û rêwîya berb zargotina k'urda bi wê yekêva tê Şirovekirin, wekî zargotina k'urdada mina ç'ilkeke avê rabûn-rûniştandina milet, xu-xeysetê wê hatîye xanê kirin, milet, ko bi sedsaliyava bindest bûye, lê îro şerê xweye azaye, nebindestîyê û serxwebûnê dike.10 Kakilê p'iranîya serpêhatyê êpîkîyê, stran û gilî-gotina ji qewimandina jîyînê, ji mêrxasî û e'gîtîya qîz û xortê k'urdane.11 Bêfitîya, gele serpêhatîyê êpîkîyê, stran, cîazî û gilî-gotinê gel ji k'ûraya qurna : tên û şopa jîyîna miletê ya sedsaliya lêye, ew şe'dê jîyîna berêye, şe'dê gele e'rf û e'detê k'urda û `rûpêlê mijûyî wêye.
E'frandarê zargotina k'urda bere pêşin gundî û cotka'rin, yêk şevê zivistanêye dirêj li odada berev divin distirên û divêjin. Di nav wanda gele dengbêjê profêsîonal,12 aşiq û ç'irokbêj hene. Dengbêj bêy zurne, meya, dut'ar û t'ambûr distirên, ew bi deng, t'ek' bi deng distiren, lê aşiq saz dixin û pêra distirên.
Çewa akadêmîk V. A. Gordlêvskîy şe'detiyê dide, helbestê civakî, li K'urdistana bakur rojava, dibistanê stranada dihatine xwendinê. Di van helbestanada strana davêtine ser mêrxas û gernasê milet. Mamosta suxtê xwe hînî helbeste berêva dikire nas, wan hînî fena pêkanîna helbesta dikir û hostatîya xwe, zanebûnêd xwe dida wan.13 Nava k'urdê mukrîda xwendegehê xas dirust kiribûn û stranvan lê hîn dikirin. K'urdistana xwarûda yêk ew dibistana xilas dikirin, wanara digotin sayîr.
T'ifaqa Sovêtıyêda aşiq û zanîyarê zargotina k'urda nek t'enê ji alîyê milet têne h'iz kirinê, lê zanebûn û me'rîfeta wana ji alîyê hukumetê bilind tê qîmet kirin. Sala 1938 aşiq û dengbêj Ah'me Çolo û Celîlê Reşo bûne endamê K'omela nivisk'arê Ermenistanê.
Litêratûra dereca têk'stê zargotina k'urda ser du p'ara, ser du benda tê p'aravekirin.
Ser para pêşin ew p'irtûk û wit'ar têne hesabê, yêko t'ene ji bona hînbuna zimanê k'urdî hatine çap kirin. Litêratûra vê p'arêda nimûnêd zargotinê her t'enê çewa matêriyalê runkirinê (naskirinê) hatine k'aranîn…
Zargotina Kurda
Berev kirin, hazir kirin, nivîsarnasî û pêşgotin nivîsîn Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl
K'itêbê em pêşkêşî dê-bavê xwe Xanima Rizgo dikin û Cesimê Celil.
Neşirxana “Naûka” Rêdaksîya sereke ya edebîyata rohilatê Moskva 1978