The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîwan


Editor : Fırat Date & Place : 1986, İstanbul
Preface : Zeynelabidîn ZinarPages : 320
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 135x195 mm
FIKP's Code : Liv. Ku. 2517Theme : Poetry

Dîwan
Versions

Dîwan [Kurdî, İstanbul, 1986]

Dîwan [Kurdî, Stockholm, 1987]

دیوانی شیخ احمدی جزیری [Kurdî, هه‌ولێر, 2576]

دیوانا مه‌لایێ جزیری [Kurdî, به‌غدا, 1977]

دیوانا مه‌لایێ جزیری [Kurdî, دهۆک, 2005]

Dîwan [Kurdî, İstanbul, 2013]


Dîwan

Sirê Meygêr

Newaya mitrib û çengê, fîxan avête Xerçengê
Were saqî heta kengê, neşoyin dil ji vê jengê?
Heyata dil meya baqî, binoşin da bimuştaqê
Ela ya eyyuhes'saqî, edir ke'sen we nawil ha

Ku katib dêmî cedwel kit, şikeste xet mûselsel kit
Ji yek herfan mufessel kit, ki ye vê muşkilê hel kit?
Dizanî rûd û 'ûd ewel, çi tavêtin surûd ewel?
Ke 'işq asan nimûd ewel, welê uftadî muşkil ha
.....

Naverok

Sirê meygêr / 15
Eksîrê evînê / 17
Şanên te yên rind / 18
Muxbeçeyê meyfiroş / 20
Kanê ehd û peyman? / 22
Dilê hêsîr / 24
Agirê cudabûn / 25
Daxwazî / 30
Dîdara Evînê / 31
Dizanim û te dibîni / 33
Şehsuwarê Kurd / 34
Ezê bextreş / 36
Rast û çep / 40
Çep û rast / 42
Ji ber perdê bête der / 43
Qelbê me şibhê zêr e / 45
Em hene! ew çima? / 47
Feryad dê çi kit? / 49
Paya me / 51
Yara nazenîn / 53
Temenê beyhûde / 54
Behsê meke / 55
Bazara dinê / 57
Binefşa nazenîn / 60
Bext û text / 62
Newroz û sersal / 64
Xwînê merêj! / 66
Heyfa zanayên jîr / 68
Pêwîstiya yekbûnê / 70
Afat û bela / 72
Ax û ox! / 75
Heyheya dîcle / 76
Zana û qenc be / 77
Cejna pîroz / 79
Bayê şîmal / 82
Haleya kesk û sor / 83
Yarê mede bi dînarî / 84
Birca Belek / 85
Tu dizanî çi kes im ez? / 87
Bi dil tûr im / 88
Serfîrazî / 90
Barbariya Cengiz / 92
Nalîna bi şev û rojan / 94
Turkên xwînrêz me kirin zêr û zeber / 95
Zinar û çelîpa / 97
Qedrê gulê çi zane? Kerbeş divê kerê reş! / 99
Kuştina Zengî / 101
Derdê Melê / 102
Pêwîstiya zimên / 103
Çi xerez / 104
Malê me / 105
Pêlên xwînê / 107
Yexma û talan / 108
Ger hûn rewanbexş in / 111
Muşkîleyên dûr û dirêj / 112
Tîrên Xan Şeref / 113
Soriya xwîna me / 115
Yar hat û mest / 117
Zeyd û ‘emr xeyal in / 122
Murada min bibexşîn / 124
Ahî ji biska te / 126
Ceger, şubhetê barût e / 128
Dijmin rê nade / 130
Lew me ji hev dikin! / 132
Wehya neyê / 133
Tu ‘ebd î! / 135
Hêsîrê dilan / 136
Berg û tîrêj / 137
Stêra karwankuj / 138
Derbên li canê me / 139
Sed bûse bi deyn man / 141
Bêkes û dermande / 142
Şêr û piling / 144
Xeşmê li feqîran meke / 145
Çira dûr kirin? / 146
Tîrên qewsê malzirav / 147
Rast û çep bezî / 150
Dil û hestî herişandin / 152
Kuştime, nakit yeqînê / 153
Durrên nasufte nefiroşin / 155
Qey roj bi perdê xef dibe? / 158
Tu dil bişo ji nîfaqê / 161
Tenê bo min xela ye? / 164
Radikin ew qetl û xwînan / 173
Turreya tabîdar / 181
Hêjî dax kul e / 183
Xweşbende / 185
Ez numa bûm di şerqê da / 188
Xemra helal / 190
Kemîna xedar / 196
Meha nû / 197
Sermiyan bade bû / 198
Roja li şerqê / 200
Text û bext û rext / 203
Ta kengê weh bimînit? / 206
Ne tenê tebrêz û Kurdistan li ber hukmê te bûn / 208
Pesndana Xan Şerefê Cizîrî / 210
Texmîsa laxer ber xezela Şêx Ehmed / 213
Dê li kî erz bikim? / 215
Ew bi şûr tên talanê / 217
Di işqê Şêxê Sanî me / 221
Tu çarê ji ser dêmê hilîn / 225
Bes li esîran xedrê ke / 227
Kuştim bi derba xencerê / 229
Şehê Kurdistanê / 234
Dinya bû mij û xumam / 236
Xewna me / 240
Şi'ra me çû maçînê /  242
Di vê dewrê, bi vê tewrê / 243
Tu bi rojê ra hevdeng î / 244
Sefera Şam û Îraqê / 249
Me serî daniye rê / 252
Hêj nabirrim qet hêviyan / 255
Şebçiraxê şebê Kurdistan im / 262
Zêdekirina daxwazê / 267
Çarîneyên Melê / 269
Felsefa Melê / 270
Cewr û cefa / 294
Tu ji dehlê were der / 295
Xerez girtin û berdan e / 296
Daneberheva Melê û Mîr Emadeddînê Cizîrî / 297
Daneberheva Feqiyê Teyran û Melê Cizîrî / 307

PÊŞGOTIN*

Çaxê ku mirov çavên xwe dide dîroka dinê, tê de gelek tişt têne xwiyakirin. Hingê îcar mirov dikare li wê gorê her miletekî bipîve û biha bidê. Lewra çi hindik çi pir dîroka wan bi nivîs ketiye ser kaxez û rewneqa wan tê xwiyakirin. Lê sed mixabin ku diroka Kurd û Kurdistanê ne wisan e û di nav ya dinyayê de bi niviskî kêm e û bi ruhniyeke melûl diîse. Bêguman ew kêmasî, ne ji ber nebûn û kêmbûna niviskarên Kurd çêbûye: ji ber vegirtina Kurdistanê û dabeşkirina wê ye. Herweha ji 1639’an ve heta îro ji kuştin û cihêlkirina Kurdan zêdetir, ew hovîtî û xwînxwariya dijminan li çand, dîrok, ziman û torreya kurdî jî bêhempa hatiye Kirin. Lewra çiqas nivîsên kurdî hebûne bi piranî hatine mihûkirin û ew talan kirine. Û ji 1925'an ve ye jî, ku dewleta Tirk zimanê kurdî qedexe kiriye.

Îcar li pêşberî hewqas zordestî û hovîtiyan, eger ne ev zimanê kurdî yê bi bingeh bûna, ger ne ev miletê Kurd yê xwedîbinyat û kevnare bûna, belkî niha kurdek tenê jî bi zimanê xwe nedipeyivî. Her çiqasî ku gelek siqûmatên mezin bi ser zimanê kurdî ve hatine jî, dîsa em serbilind in ku niha bi dehhezaran pirtûkên bi du-sê zaravayên kurdî hene û refên pirtûkxaneyên gelek dewletan, xasma yên Ewrûpayê bi wan hatine dagirtin.

Ha yek ji wan pirtûkên kevn û giranbiha, Dîwana Melayê Cizîrî ye. Û em deyndar in ji Melayê Cizîrî û gelek rewşenbîrên mîna wî yên din re, ku ji me re gelek berhemên kevnare diyarî hiştine.

Navê Melayê Cizîrî Şêx Ehmed e, navê bavê wî Şêx Mihemed e û ew ji eşîra Bextiyan e. Lê belê hinekan gotiye, ku navê Melê bixwe "Şêx Mihemed" e. Belam Melê di Beşa 35'an, malika paşî de navê xwe bi "Ehmed" nivîsiye. Û ew li nav Kurdan bi "Mele Ehmedê Cizîrî" hatiye naskirin.

Mela di 1570'î de li Cizîra Botan hatiye dinê. Pêşî wî li cem bavê xwe xwendiye. Piştre ew çûye Diyarbekir û li gundekî bi navê Sitrabas li cem Mele Taha xwendiye û jê destûrnameya xwendinê wergirtiye. Mela piştre çûye li gundekî bi navê Sirba yê Diyarbekir meletî jî kiriye. Û dûre ew ji wir çûye, di Xwendegeha Heskîfê de ders daye feqiyan. Piştî demekê Mela ji wir çûye Cizîrê û di Mizgevta Sor de dersdarî kiriye, heta ku di 1640’î de çûye dilovaniya xwe. Niha gora Melê ya pîroz, di binê Mizgevta Sor de ye û pîrozgeha Kurdan e.

Bêguman Kurd hemû ji nêz ve Melayê Cizîrî dinasin; qedr û giranbihatiyeke pir zêde didin wî û ji xwe re gora wî devera gihaştina daxwaz û miradan dibînin. Timî xelk diçe ser û jê re daxwazên xwe yên nihênî pêşkêş dikin. Herweha çi dema ku bêjeya "mele" tê bihîztin, berî her kesî, pêşî Mele Ehmedê Cizîrî tê bîra mirov.

Li Kurdistanê cihekî taybetî yê Melayê Cizîrî heye. Her çend pir kesên rewşenbîr ji nav Kurdan rabûne jî, lê giranbihatiya Melê cihekî taybetî girtiye. Cizîrî di ilmê olê, tesewufê, dîrok, felsefe, edebiyat, cografiya, astronomî û gelek şaxên zanistîyê yên din, herweha di têgihiştina rewşa qata serdet û ya bindest de gelek zana bûye.

Çewa ku ji pirtûkên dîrokê tê zanîn, Melayê Cizîrî hêj ji zarûktiya xwe ve mirovekî jîr, zana tîjîfehm û bi bîr û bawer bûye. Ew hêj piçûk bûye, ji Cizîrê derketiye û li gelek medreseyên Kurdistanê geriyaye. îcar piştî kutakirina xwendinê, ew şûnde vegeriyaye Cizîrê û li wir heta dawiya jiyana xwe maye.

Pirtûka Melayê Cizîrî ya herî mener, ev Dîwan e. Belam berhemên wî wekî din hebin nebin me ageh je nîne. Lê gelek helbestên wî hene, ku ne ji yên Dîwanê ne û li nav xelkê belav bûne. Her beşeke Dîwanê bi serê xwe zanistiyek e; ji tarîxê bigir heta felsefê, ji barbariya Cengiz û Tîmûrleng heta teoriya Iqlîdes û Istoqusê Yûnanî, ji astronomiyê heta tevgera dinyayê û ji gelek tiştên wisa yên din behs dike. Erê Dîwana Cizîrî di warê zimanê kurdî de jî, gencîneyeke pir dewlemend e.

Melê di helbestên xwe de hin bêjeyên farisî, erebî û çend bêje tirkî jî bi kar anîne û gelek caran behsa Tirk û Farisan jî kiriye, ku êrîş anîne ser Kurdan û hovîtiya wan eşkere kiriye. Wek nimûne ji wan du helbes ev in:

Turkên xwînrêz û xumarî, me bi yek xemzeyekê
Zuhdê çilsale li min zêr û zeber kir ji esas
Geh dil û geh can dibin Turkên te tên
Nakirin yexma û talanê xelet!

Melayê Cizîrî di zanîn û têgihîştia zanistiyê de gelekî kûr û hûr bûye, pir jî hosta û xweşzan bûye. Lê çewa ku tê zanîn di dema wî de pêplûka helbestvanan û ristina helbestan bi nivîsandina bi zimanekî hişk û sergirtî dihate binirxkirin. Ha ji ber wê yekê Cizîrî jî hin helbestên xwe pir hişk, bi peyvên kin û bi manene kûr ristine. Yek ji wan ev e:

Me cewher 'unsurek xas im numa îro di tali'da
Di vê teqwîmê însanî li tali' bûne fal ebrû.

Herweha di warê şîret û lixwehaydariyê de jî, Cizîrî weha gotiye:

Belkû dîwarî bi guh bin, bi Xwedê kî bi Xwedê
Bi tu rengî negerî eşkere esrarê hudûs.

Belam çewa ji naveroka hin helbestên Cizîrî tê zanîn, çaxê ku wî ev Dîwan nivîsiye, temenê wî çil sal bûye û di destpêka sedsala yazdehan a Hicrî de bûye. Hin malikên ku îşaretê wê yekê ne, ev in:

Xweş bi dora camê işaret kir hîlalê saqiyan
Mahîtabê zuhresîma çarî deh salî temam
Kuştiyên dîdar û dînê bêxeta her deh sed in
Her seher dîsa. ji nû wên têne kêrê sed celeb

Mixabin heta niha tarîxa jidayikbûna Melayê Cizîrî rind nehatiye zanîn. Her çiqasî hin nivîskar û gerokan lê kolane, kêm zêde wan hin tarîxine cihê cihê dane pêş û bi newekhevî nivîsîne. Ha wisan, tarîxa wefata wî jî rind nehatiye zanîn. Lê helbesteke Feqiyê Teyran nîşan daye, ku Cizîrî kengê çûye dilovaniya xwe. Û Dr. Kemal Fuad ew malik bi hesabê Ebcedê pişkaftiye û eşkere kiriye, ku ew di 1050 î (1640) de wefat kiriye.

Belam çaxê wergerandina Dîwanê, em li malika dozdeyan ya di beşa destpêkê de ketin gumanê, ku tê de tarîxek heye. Malik ev e:

Ji herfan mah û salê ma, nehat der şiklê xalî ma
Kuca danendê halê ma, sibikbaranê sahil ha.

Me vê malika li jor, li gor hisabê Ebcedê pişkaft. Lê ji ber ku Dîwan gelek caran hatiye çapkirin, bêguman di bêjeyan de hin guhartin jî çêbûne. Îcar ev "şiklê xalî" di hinek çapan de bi "şiklê falê" hatiye nivîsandin. Lê di Çapa Dîwana Baxdadê de, bi "şiklê xalî" nivîsiye. Ew çap jî, ya Mihemed Elî Ewnî ye. Me xwe bi vê piştrast kir û tarîxa jidayikbûna Melê ji bêjeya "herfan" û "xalî'"yê derxist holê, ku dike 980. Îcar eger ev tarîx ya Hicrî be, beramberî ya Mîladî dike 1570. Bêguman ji ber ku ew malik di beşa destpêka Diwanê de ye jî, bêtir mirov dehf dide bi bal rastiya wê ve!

Dîwan Melayê Cizîrî ya asasî, ew e ku ya bi navê "Çapa Cizîrê" hatiye binavkirin. Ew çap ji 115 beşan amade ye. Lê hinekan guman kiriye ku beşa 115'an, ne ji eslê Dîwanê ya "çapa Cizîrê" ye. Herweha mîna hinek helbestên Melê hene û piştre ku ew ketine nava Dîwanê.

Îcar eger em beşa 114'an ji Dîwanê re ya paşî bihesibînin, di malika sisiyan ya wê beşê de tarîxeke din jî heye, ku mirov jê gumana tarîxa kutakirina Dîwanê dike. Ew malik ev e:

Lew elif tên me di herfên falan
Ku li şiklê reqemê sersalan

Me bêjeya "şikl", "reqem" û ya "sersal"an li gor hisabê Ebcedê pişkaftin, ji wan tarîxa 1041 derket. Ku li hember ya Mîladî dike 1631. Îcar eger ev tarîx rast be, Melê nivîsandina Dîwana xwe di 1041'ê de kuta kiriye. Û ji bêjeya ku gotiye "elîf tên me" tê zanîn, ku "elîf' didu ne û herduyên ku di bêjeya "falan" de ne.

Amaca Melê ji bêjeya "herf’an, roj in. Çewa ku Ehmedé Xanî jî di paşiya NÛBARa xwe de, bêjeya "herf'an roj dane kifşkirin. Ha li gor van herdu elîfan ku dibin reqemên serê salan, tarîxa kutakirina Dîwana Cizîrî rastê 1.1.1041'ê dibe.

Nexwe ha wisan eşkere bû, ku Melayê Cizîrî di 1570'ê de çêbûye, di çilsaliya xwe de dest bi nivîsandina Dîwanê kiriye, di 1621'ê de bi Feqiyê Teyran re helbesta daneberhevê ristiye, di 1631'ê de nivîsandina vê Dîwana xwe kuta kiriye û di 1640’î de jî çûye dilovaniya xwe. Îcar li gor van tarîxan Cizîrî 70 salan temen kiriye. Lê hinekan gotiye ku 73, hinekan jî gotiye 75 salan temen kiriye.

Li destpêka 1985'an, min pêwendî bi welêt re danîn û pirtûkên kilasîk yên bi zaravayê kurmancî dane berevkirin. Ewçax gelek kilasîk bo min hatin. Çapeke Dîwana Melayê Cizîrî jî di nav wan de hebû. Lê xwediyê wê ne diyar bû ku kî ew daye çapkirin, li kur û kengê çap bûye.

Ev çapa Dîwanê ya ku me wergerande tîpên Latênî, ji 123 beşan û 1810 malikan avakirî ye. Hinek malik beyt in, hinek çarîne ne, hinek şeşîne ne, hinek heştok in, hinek dehrêz, dozderêz, şazderêz û bîstusêrêz in. Di malikên pirrêz de qafiye di rêzên paşî de ne. Lê me "Texmîsa Şêx Remezan" ku di paşiya Dîwanê de ye, nexist vê çapê.

Belam ew 114 beşên çapa asasî ya Dîwana Melê, hemû rewan in û gelek xweşkêşan in, qafiyeyên wan jî li gorî rêza alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî ne, ku di wê demê de Kurdan ew ji xwe re bi kar dianîn. Ew tîpên alfabeyê ku di qafiyeyan de hene 28’in. Alfabeya qafiyeyên Melê ev e:

A=elîf, B=bê, P=pê, T=tê, S=sê, C=cîm, 'H=hê, X=xê, D=dal, R=rê, Z=zeyn, S=sîn, Ş=şîn, "S=sad, "D=dad, "T=ttê, "Z=zzê, F=fê, Q=qaf, K=kaf, G=ge, L=lam, M=mîm, N=nûn, H=hê, W=waw, L=la, Y=yê.

Me wergerandina Dîwanê bi tîpên Latênî, li ber çapa Mamoste Hejar, ya Mamoste Sadiq Behaeddînê Amêdî û ya Bênav çêkir. Ev çapa bênav, di van salên dawî de li Stembolê çap bûye. Mamoste wê çapa xwe li ber 14 çapên cuda çêkiriye. Lê me di wergerandinê de ji xwe re çapa bênav kir bingeh. Û heşt beşên ku di çapa Cizîrê de nînin lê di çapa bênav de hene, me ew jî wergerandin tîpên Latênî û di vê çapa xwe de nivîsîn. Di navbera beşa 115 û ya 116'an de du beş hene ku me ew nehesibandin. Yek helbesta Ehmed Paşa ye, yek jî ya Xizir Paşa ye, ku wan ew li ser helbestên Melê ristine. Lê me ew herdu beş danexistin vê çapa duyemîn.

Me li ser her beşekê nimreyek (weke BEŞ- 1 ...) û sernavek nivîsîne û li têbiniyê jî hin bêje mane kirine. Hin ji wan bêjeyan bi gelek aweyan têne manekirin, lê bipiranî me mana wan ya li gor ku di helbestê de diselihin nivîsîne.

Karê wergerandina Dîwana Melayê Cizîrî bi tîpên Latênî, barekî pir giran e. Her çiqasî mirov ji heqê wê nayê der, lê bi dil û daxwaz tiştê ku ji me hat destengî nehatiye kirin. Edî ji niha û şûnde wê her kurdekî nenasê tipên erebî, karibe bihêsanî Dîwana Melayê Cizîrî bixwîne. Herweha ew ji rêzimana kurdî re û ji kurdnas û gerokan re jî hêsantir dibe.

Em bi kutakirina Dîwanê gelekî şad in, ku bo me ev firset çêbû û me vî karê pîroz gihande dawî. Herweha em gelekî spas dikin ji heval û dostên alîkar re, xasma ji xwediyên wan Çapên Dîwanê re, ku me bi gelek tiştan agahdar kirine. Û em bi daxistina Dîwana Melayê Cizîrî di nav refên pirtûkxana Kurdistanê de jî kêfxweş û şad in.

29.12.1986
Zeynbidîn Zinar

Melayê Cizîrî
Dîwan

Fırat yayınları

Fırat yayınları: 15
Şiir dizisi: 3

Kapak: Umut Germeç
Baskı: Gül Ofset

Genel dağıtım :
Fırat yayın - dağıtım
Divanyolu cad. Binbirdirek işhanı no: 15
Sultanahmet - İstanbul
Tel: 5160591 Far. 5188415

 


 

Melayê Cizîrî - Mela di 1570'î de li Cizîra Botan hatiye dinê. Pêşî wî li cem bavê xwe xwendiye. Piştre ew çûye Diyarbekir û li gundekî bi navê Sitrabas li cem Mele Taha xwendiye û jê destûrnameya xwendinê wergirtiye. Mela piştre çûye li gundekî bi navê Sirba yê Diyarbekir meletî jî kiriye. Û dûre ew ji wir çûye, di Xwendegeha Heskîfê de ders daye feqiyan. Piştî demekê Mela ji wir çûye Cizîrê û di Mizgevta Sor de dersdarî kiriye, heta ku di 16401 de çûye dilovaniye xwe. Niha gora Melê ya pîroz, di binê Mizgevta Sor de ye û pîrozgeha Kurdan e.

Pirtûka Melayê Cizîrî ya herî menşûr, ev Dîwan e. Belam berhemên wî wekî din hebin nebin me ageh jê nîne. Lê gelek helbestên wî hene ku ne ji yên Dîwanê ne û li nav xelkê belav bûne. Her beşeke Dîvanê bi serê xwe zanistiyek e; ji tarîxê heta felsefê, ji barbariya Cengiz û Tîmûrleng heta teoriye Iqlîdes û Istoqusê Yûnanî, ji astronomiyê heta tevgera dinyayê û ji gelek tiştên wisa yên din behs dike. Erê Dîwana Cizîrî di ware zimanê kurdî de jî, gencîneyeke pir dewlemend e.

 


Berhemên Zeynelabidîn Zinar:
1 - İşkencede 178 gün, bi zimanê Tirkî, Komkar, Köln 1, 1987, rûpel: 240.
2 - Xwençe cild I, gotinên pêşiyan, kilam, dîlok û çîrok, weşanxana Çanda Kurdî, Stockholm, 1989, rûpel: 287.
3 - Xwençe cild II, kilam, dîlok û çîrok, weşanxana Çanda Kurdî, Stockholm, 1990, rûpel: 285.
4 - Xwençe cild III, kilam, meselok û çîrok, weşanxana Çanda Kurdî, Stockholm, 1991, rûpel: 297.
5 - Xwençe cild IV, kilam, lavija mesîh, meselok û çîrok, Stockholm, 1990, rûpel: 262.
6 - Xwençe cild V, kilam, meselok û çîrok, Stockholm, 1991, rûpel: 297.
7 - Nimûne ji gencîneya çanda qedexekirî, Stockholm, 1991, rûpel: 377.
8 - Mîrate, leyztikên zarûkan, ji çapê re hazir e.
9 - Çarmix, helbestên işkencê, ji çapê re hazir e.

Pirtûkên klasîk yên ku Zeynelabidîn ji tîpên erebî wergerandine tîpên latênî:
1 - Nûbar, Ehmedê Xanî, RN, Stockholm, 1986, rûpel: 75.
2 - Mewlûd, Mele Ehmedê Bateyî, RN, Stockholm, 1987, rûpel: 63.
3 - Nehc-ul enam, Mele Xelîlê Sêrtî, weşanxana Kurdistan, Stockholm, 1988, rûpel: 54.
4 - Dîwana rûhî, Ş. Evdirehmanê Axtepî, JN, Uppsala, 1988, rûpel: 125 (bi alikariya hevalekî).
5 - Mirsad-ul ethal, Ş. Kerbela, JN, 1988, Uppsala, rûpel: 175.
6 - Iqdê durham, Ş. Eskerî, Apec - tryck, Stockholm, 1989, rûpel: 203.
7 -  Herdubat, M. Zahid, Apec -tryck, Stockholm, 1989, r: 73.
8 - Rêberê sanî, şerha Eqideya Ehmedê Xanî, M.Ehmedê Qoxî, Dengê yekîtiyê, Germany, 1990, r: 174.
9 - Sirmehşer, Feqe Reşîdê Hekarî, Dengê yekîtiyê, Germany, 1990, rûpel: 112.
10 - Dîwan, Pertew Begê Hekarî, Rewşen, Bonn 1, 1991, r: 271
11 - Rewdneîm, Ş. Evdirehmanê Axtepî, Stockholm, 1991, rûpel: 440 (Bi alîkariya hevalekî di 118 beyta de)
12 - Diwan, Ş. Kerbela, ji bo çapê li JN ye.
13 - Dîwançe, Ş. Eskerî, ji bo çapê li JN ye.

 

PDF
Downloading this document is not permitted.


Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals