VersionsDîwan [Kurdî, İstanbul, 1986]
Dîwan [Kurdî, Stockholm, 1987]
دیوانی شیخ احمدی جزیری [Kurdî, ههولێر, 2576]
دیوانا مهلایێ جزیری [Kurdî, بهغدا, 1977]
دیوانا مهلایێ جزیری [Kurdî, دهۆک, 2005]
Dîwan [Kurdî, İstanbul, 2013]
Dîwan
Melayê Cizîrî
Nûbihar
Melayê Cizîrî, bi Dîwana xwe ya Kurdî bûye fexra hezkerên Kurdî. wî ji meya eşqê vexwariye, şewitî û dîwaneyê wê evîna îlahî ye. Ew li ber asitanê dilberê pir nefspiçûk e; evdek e, bende û kole ye ... Lê dema ji şiîr û wêjeyê xeber dide, eyan û beyan dibêje ku "Mela" ye û tenê ew dikare muemmayan bixwîne. Bi rastî jî ew di şiîrê de "Mela" ye û ji gelek peyrewên xwe re bûye rêber. Ew hostayê gotinên xweş e, ew "Gulê baxê Îremê Bohtan, şebçiraxê şebê Kurdistan" e, loma jî pêdivî bi çûna Şîrazê tune. Şairên mezin jî li cem wî ferxik û suxte ne. Mela vî tiştî di şiîrên xwe de qet venaşêre, ew bi devê xwe, xwe wek "pîrê şe'ar" tarîf dike û ev leqeba wî di nava Kurdan de hatiye qebûlkirin û bûye şairê Kurdan yê herî mezin.
Naverok
Pêşgotin / 9
Newaya mutrib û çengê fixan avête xerçengê / 13
Ismê te ye mektûbî di dîwanê qidem da / 15
Meşşateê husna ezel çengalê zulfan tabi da / 17
Muxbeçeyên meyfuroş her seherê tên sema / 19
Çîn çîn kirin zulfên siya kesketlesa dîbaqeba / 21
Dilber şikîna şekerek fe qultu ya rûhî meta / 23
Bi narê firqetê sohtim ji ferqê ser heta pê da / 24
Serê zulfa te bi kullabê du'a / 29
Destê qudret ku hilavêti ji bejna te nîqab / 31
Lillahilhemd ji yarê me di dest came lebaleb / 33
Şah bi qesda kuştina min rim hejandin bê sebeb / 5
Min di dil kovan hezar in dax û keyber bêhisab / 37
Lew seher cewlan didit bayê sebayê rast û çep / 41
Nêrgizên şengi di mest in çep û rast / 43
Ger ji wê horîsiriştê îşweyek izhari bit / 44
Qelbê me şubih zêrî ji feyza te cela girt / 47
Mehbûbi bi dil bit me bi evrazi çi hacet / 50
Kes bi dada me nepirsit gilleh û dadi çi kit / 52
Ewwel ku yarê da me yek zerreyek 'înayet / 54
'Er'erxerama bi qedd û qamet / 56
'Umrî dayi' bû me bêdilber 'ebes / 58
Namê 'enberşikenê bêt ji 'enber meke behs / 59
Tu sehergeh bi temaşa were bazarê hudûs / 62
Şimşadîxeram û serwîxennac / 65
Dil ji 'îlacê ku biderket mîzac / 67
Dîsa ji nû bêhal e dil saqî werîn cama zucac / 67
Pur meke îsrafê di qetlê mubah : 71
Heyf di qeyda xak û gil bit 'arifê çalakê rûh / 73
'Işqê ku bidin bi yekdu erwah / 76
Ahê ji derdê dil dikit / 78
Dilberê îro seher avête cergê min du dox / 82
Heyheya reqs û semaya te çi xweş bestiye çerx / 84
Sirrê wehdet ji ezel girtiye hetta bi ebed / 85
Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e 'îd / 87
Neyşekera gerden ji 'ac dîsaji reştûzên Semed / 89
Ahî ji destê wê sirê dil ji meyê hewale kir / 91
Derê meyxaneya 'işqê seher 'arif ziyaret kir / 92
Xelqo li min kin şîretê ew dilbera zerrînkemer / 94
Cana ji cemala te muqeddes qebes im ez / 96
Tûr im û bi dil peyrewê Mûsa yim ez / 98
'Aşiq er carek ji bala lê bidit berqa mecaz / 100
Ji re'na nêrgizên te'y mest û xûnrîz / 103
Tu dizanî bi Xudê min tu xiyal î şeb û roz / 105
Şahidê cilwenuma qudsiyê feyrûzelîbas / 106
Dil yek e dê 'işqi yek bit 'aşiqan yek yari bes / 108
Îro Mela serapa lew têki bûme ateş / 110
Şebê qedrê li me rewşen ke tu rûh î were xweş / 112
Selwa sehîqed xemmilî lew kemmilî mestane reqs / 114
Şêweê dilberê bizan sunnet e şêwe 'işwe ferz / 116
Me ji bil husn û cemalê çi xercd / 118
Dîsa li bedrê katibî kêşa ji nû jengarê xet / 120
Xûn ku ji dil bi mewci bêt eşkê rewan me têne xet / 122
Mey nenoşî Şeyxê Senanê xelet / 123
Bê lebê le'lî Mela min ji meya ali çi hez / 126
Ser didit abê kewserê zemzeme û semayê zulf / 127
Îro ji şehkasa surê mey hate fincana sedef / 129
Nazika min di semayê bi serenguştê 'eqîq / 131
Min dî ji xeflet cam di kef Şahê Necef dil kir hedef / 133
Dilbera min seherê hatî bi tox û bi yedek / 136
Te'alellah zehî husna mubarek / 138
Nazikek min seherê dî bi cemala xwe ne wek / 139
Ku îşaret bi bîşaret bidirit nexmeê çeng / 140
Ger bidiya ew senema surcemîl / 143
Şahidê qudsînîşan husn e ji remza ezel / 145
Îro ji remza dêmdurê minnet ku min mesrûr e dil / 147
Şerbeta lam û bê 'yan ez bi heyatê nadim / 149
'Îd e û da 'alemê bangê sefayô xas û 'am / 151
Daneyên 'enber li nisrînan reşandin xalê xam / 152
Ya Reb în guldesteê ya nergisê têna-stî în / 153
Remzên te canan ne bi endaze dirazin / 154
Mela me l'gerdena dilber ji nû sed bûse mayin deyn / 156
Min di ber qalûbela batin vi wê ra bû evîn / 157
Senemê ji qewsê ebrû du hilalê new numandin / 159
Xeşmê li feqîran meke zû padişchê min / 160
Ez nizanim sebebê yarê çira dûri kirîn / 161
Îro ji husna dilberê dîsa helak û serxweş în / 163
Were canim ku çi nazik weres în / 166
Peyweste du ebrû li me mehbûbê kişandin / 169
Şox û şengê zuhrerengê dil ji min bir dil ji min / 170
Ji remza dilberê dîsa li min batin vejîn derde / 172
Dilberê serdarê xûban ez nizam agah heye / 175
Feleka etlesi sergeşte di cama me hubab e / 179
Muhbetê mihnet di zor in hub dibêm bêşek bela ye / 183
Dilberê serdarê xûban ez nizam ageh heye / 191
Turreya tabidari 'enber ke / 197
Ger çi bulbul cewherê zatê gul e / 199
Yarê me pur nîşan û sur sîma ji dur dêm kewkeb e / 201
Me lew fincan li ser dest e ku meh taba hilalebrû / 203
Min dî seher şahê Mecer lebsê di ber mexmûri bû / 205
Di dest da yengiyek nûbari min dî ew kemanebrû / 208
Wey sipêde ji burcê qews ebrû numan din mahê new / 209
Hê di ber qalûbelayê belku ev 'alem nebû / 210
Kes nedye sehergeh ku çi nazikweres î tu / 213
Îro ji derba xencerê lazim bi êşan î Mela / 216
Ey şahidê qudsî veke bendê ji nîqabê / 218
Ey şehinşahê mu'ezzem Heq nigehdarê te bî / 221
Xanê xanan lamiê necma te her purnûri bî / 224
Hêvî û tewqe dikim ez ji xudana heşemê / 227
Xema 'işqê perêhtim ez hebîba xemrevîn kanê / 229
Bi husna ehsenitteqwîm û zahir sûretê zat î / 232
Ey nesîmê seherê ma di mecala sibehê / 234
Ey nesîmê sibehê ma di mecala seherê / 237
Îro ji nû purateş im dîsa ji remza dilberê / 239
Latê husnê we şehê xûban î bi xwe hem xan î wc hem xaqan î / 244
Vê firqetê ebter kirîn feryad ji destê firqetê / 246
Derheq me bi şîrê xwe meke teqsîrê / 249
Mizgîn ji me ra bêt ji surşîrînê / 251
Ji mabeyna du ebrûyan dibînim qabê qewseynê / 253
Sebahulxeyri xanê min şehê şîrin zebanê min / 254
Senema sur ji Semed şewqê ji Heq daye wucûdê / 258
Senema sur ji Semed neyşekera leb ji nebat / 261
Îro mi dî weqtê seher ew dilbera sundus di ber / 266
Me bi dil nêrgizên xasse divên / 272
Allah sehergaha ezel yelmûmê 'işqê şu'le da / 278
Dil ji min bir dilberek zîbaqeba / 299
Ey mela namê te ye xemset'eşer / 300
Wellah ji herdu 'aleman min husnê canan e xered / 301
Muşa'ereya Mela Ehmedê Cizîrî bi mîrê Cizîrê Mîr 'Umadiddîn re / 302
Muşa'ereya Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran / 311
Ruba'î (17 Rubaî ) / 321
Ferd (2 Ferd) / 325
PÊŞGOTIN
Melayê Cizîrî, bi Dîwana xwe ya Kurdî bûye fexra hezkerên Kurdî. wî ji meya eşqê vexwariye, şewitî û dîwaneyê wê evîna îlahî ye. Ew li ber asitanê dilberê pir nefspiçûk e; evdek e, bende û kole ye ... Lê dema ji şiîr û wêjeyê xeber dide, eyan û beyan dibêje ku "Mela" ye û tenê ew dikare muemmayan bixwîne. Bi rastî jî ew di şiîrê de "Mela" ye û ji gelek peyrewên xwe re bûye rêber. Ew hostayê gotinên xweş e, ew "Gulê baxê Îremê Bohtan, şebçiraxê şebê Kurdistan" e, loma jî pêdivî bi çûna Şîrazê tune. Şairên mezin jî li cem wî ferxik û suxte ne. Mela vî tiştî di şiîrên xwe de qet venaşêre, ew bi devê xwe, xwe wek "pîrê şe'ar" tarîf dike û ev leqeba wî di nava Kurdan de hatiye qebûlkirin û bûye şairê Kurdan yê herî mezin.
Melayê Cizîrî di şiîrên xwe de mexlesên mîna "Ehmed, Mela û Nîşanî" bi kar anîne. Wek adet, bi pirranî di malika dawî ya şiîrê de navê xwe daye.
Kesên ku Dîwana Melayê Cizîrî bixwînin, dibînin ku bi rastî jî ew yek ji wan melayên Kurdistanê yên "diwazdeh-ilmî" ye û bi ser de jî xwediyê gelek zanistên din e; dunyadîtî ye, haya wî ji zanayên dinyayê yên dema wî û beriya wî heye, tarîxê dizane, civatê nas dike, hekîm e, arif û ellame ye ...
***
Melayê Cizîrî, li Cizîra Botan hatiye dinyayê. Li wir dest bi xwendina xwe kiriye, muhtemelen li gelek medreseyên Kurdistanê xwendiye û dawiye li Diyarbekirê îcazeya melatiyê stendiye. Piştî îcazê, li Heskîfê û dawiyê jî li Cizîrê, li Medreseya Sor dersa feqiyan daye, heta ku li wir emrê Xwedê kiriye.
Ji muşaere/danberhevên wan em dizanin ku ew hevdemê mîrê Cizîrê Mîr Umaddiddîn û şairê navdar Feqiyê Teyran e. Feqiyê Teyran di malikekê de ji Melayê Cizîrî re wiha dibêje:
Birîndarê 'işqê me dûr im ji siha bihan
Dizanin meddahê kê me d'hezar û yek û sihan
Senaxwanê Melê me li hemû erd û cihan
Li gor vê bendê, di sala 1031ê hicrî de (1622 Mîladî) Mela û Feqî bi hev re şiîr gotine.
Ji bilî van agahiyên jor, mixabin agahiyên pêbawer û berfireh derbarê jiyana Mela de tunin. Çavkaniya sereke derbarê wî de Dîwana wî bi xwe ye ku bi hesabê ebcedê agahî jê tên derxistin. Li gor çavkaniyên heyî, ew di salên (1570-1640, yan jî 1589-1664) jiyaye.
Çiqas ku agahiyên der barê jiyana wî de kêm bin jî Dîwana wî, me ji bîrûbaweriya wî û ji meşrebê wî bi berfirehî agahdar dike.
Şiîrên wî hema bibêje hemî li ser evîna îlahî ne. Di medhiyeyên wî -ku li ser mirovan hatine nivîsîn- de jî şopa evîna îlahî û tesewwifê pir eşkere xuya dike.
Kîjan evîn?
Ew evîndara ku Melayê Cizîrî behsa wê dike, pesnê wê dide û heyran û qurbanê wê ye; ne xuşka mîrê Cizîrê, ne jî Selmaya xatûna Heskîfê ye. Ew perîruxsara ku Mela behsê dike walagewherek e, ji alemeke din e, lê ji bo ku em têbigihên, di lîbasê cism û can de xuya dike.
Ew badeya ku Mela jê vedixwe û hetta bi ebed serxweş dimîne, ya alemeke manewî ye. Ew husn û sura bêdawî ku jê xeber dide, li tu benî Ademî tecellî nabe. Li go Mela, evîna dinyayî emirkin e, "mislê neqşê bêbeqa" fanî ye. Çimkî di evîna dinyayî de -ku li gor tesewwifê 'evîna mecazî' ye- mirov evîndarê bedewî û spehîtiyê ye, bedewî û spehîtiyên dinê jî hem bi sînor in, hem jî fanî ne. Melayê Cizîrî vê evînê dişibîne evîna bilbil û gula teze:
Gul heta sohr in bi tê ve bên tebessum pê ve pê ve
Bulbulê serxweş di nêv e nexme û nal û newa ye
Herçi cilwa bû ji navê nû gulek dî girt xunavê
Wî ji dil çû muhbeta vê ew bi ya dî ra teba ye
Der barê vê xebatê de
Ji ber ku Dîwana Melayê Cizîrî berhemeke edebî ye û kevn e, bivê-nevê wê peyvên Erebî û Farisî ku di edebiyata rojhilata navîn de hakim bûn; tabîr, musteleh û derbûmesel tê de hebin. Jixwe mirov nikare bifikire ku berhemeke edebî ji peyvên biyanî xalî be.
Ev nusxeya han ji nusxeya Mela Ehmedê Zivingî hatiye latînîkirin.
Ji ber ku min nusxeya Zivingî esas girtiye, min eynen wergerandiye. Eger min bi hemd guhertinek çêkiribe, min ew jî destnîşan kiriye.
Di vê xebatê de min peyvên Erebî û Farisî û herwiha bi ihtîmala ku wê herkes nizanibe hinek peyvên Kurdî jî îzah kirin. Eger peyvek ji yekê bêtir maneyên xwe hebin, min ew îhtîmal jî nivîsîne. Bi giştî, min tenê maneyên sereke dane da ku peyv bê zanîn, şiîr were fêhmê. Xweberdana nava kûraniya şiîrê, êdî li ser têgihîştin û zanîna xwendevan e. Peyvên ku ez negihatim çavkaniya wan, an jî ji wan bi guman bûm, min ji el'Eqdu'l-Cewherî ya Mela Ehmedê Zivingî neqil kirine û di nava kevanan de gotiye (li gor Zivingî) ...
Ev xebata min spasdarê kekê hêja Suleyman Çevik e. Eger ne ji teşwîq, alîkarî û israrên wî bûna ev xebat pêk nedihat. Herweha spasiya xortên hêja Mihemed Jiyan û Huseyn Şemrexî jî dikim ku di pêvajoya mîzanpaj û teshîhê de li ser kîtabê hûr bûn.
Selman Dilovan
22.10.2010, Essen
1Newaya mutrib û çengê fîxan avête xerçengê
Were saqî heta kengî neşoyîn dil ji vê jengê
Heyata dil meya baqî binoşîn da bi muştaqî
Ela ya eyyuhe's-saqî edir ke'sen we nawilha1
Ku katib dêmi cedwel kit şikestexet muselsel kit
Ji yek herfan mufessel kit kî ye vê muşkilê hel kit
Dizanî rûd û 'ûd ewwel çi tavêtin surûd ewwel
Kî 'işq asan nimûd ewwel welê uftadi muşkilha2
Ji mihra wê şefeqse'dê şîrînle'lê şekerwe'dê
Dinalim şubhetê re'dê 'ecîb im lê ji vê ce'dê
Kî dil ra tabê her çîneş bi kufrê mîbered dîneş3
Zi tabê ce'dê muşkîneş çi xûn uftadi der dilha4
Di vê taqê di vê xanê me'eyş û êminî kanê
Kesê dest dit ji dewranê nihalik vê gulistanê
Der axûşeş çû mîared kî ez dil caneş buspared5
Ceres firyadi mîdared kî ber bendîdê mehmilha6
newaya mutrib dengê stranbêj.
çeng aletekî muzîkê yê pirtê!.
xerçeng kevcal, burca kevcalê
saqî kesê ku vexwarinê (av, mey, bade...) digerîne, meyger.
bi muştaqî bi kêfxweşî.
1 Meyger! Tasa meyê bigerîne tu bıde min jî.şikestexet muselsel kit xetê şikestî bi hev ve zincîr bikit, bi hev ve bikit
muşkil pirsgirêk, zehmetî.
rûd kemançe, têla sazê.
ûd aleteke muzîkê ku dişibe tembûrê.
2 Evîn pêşî bi hêsanî dest pê dike, lê paşê zehmetiyên wê derdikevin.mihr evîn, hezkirin.
şefeqse'dê mîna stêrka nîşana bext û siûdê Zuhreyê ronîdar.
re'd xurxura ewran ya dema ku brûsk dikeve.
ce'd porê kurîşkî, gustîlokî.
3 Roniya guliyên wê ji dîn derdixe.
4 Jı têhna guliyên miskî bê çi dil xwînî bûne!taq felek, ban.
'eyş jiyan.
dewran gerdûn, dinya.
nihal şitil, fîdan.
5 Çi dema dide ber sînga xwe ku canê xwe bispêre
6 Zingil lê dixe û dibê êdî barê xwe girêbidin.
Melayê Cizîrî
Dîwan
Nûbihar
Nûbihar
Nûbihar: 69
Klasîkên Kurdî: 13
Dîwan
Melayê Cizîrî
Amadekirin: Selman Dilovan
Editor: Süleyman Çevik
Serastkirin: Mihemed Jiyan
Berg: İHB reklam ajansı
Rûpelsazî: Dawud Rêbiwar
Baskı ve Cilt:
Alioğlu matbaacılık bas. yay. ve kağ. san.
tic. ltd. ști, orta mah. fatin rüştü sk. no: 1-3/A
Bayrampaşa / İstanbul
Tel: 0212 612 95 59
Çapa yekem: 2010
Çapa sêyem: 2013
Pak ajans yayıneılık ltd. ști.
Büyük Reşitpaşa cad.
Yümni iş merkezi no: 22/29
Vezneciler - İstanbul
Tel & Faks: 0212519 00 09
www.nubihar.com
email: nubihar@gmail.com
Yayın sertifika no: 16919
ISBN: 978-9944-360-76-0