Dîwan, Gulzara Xemlandî
Mele Mistefayê Hilêliyê
Ektra
Bo Serok Mesûd Barzanî Û bo Seydayê Mela Ebdullahê Xerzî Û bo hemû mamostayê ol û mirovayî Û bo miletê Kurd tevayî û bo şehîdên
Kurdistanê û bo çi kesê Qencîya milet dixwaze û bo kesê Riya rast digirin û rê didin Ber milet û bi doza yekîtîya millet ba dikin Binavê Yezdanê dilovan û mihriban Naverok
Danêr rûpel Diyarî Pêşgotina Dîwana Hişyar Bersîva bo Seydayê Mele Ebdula Mele Reşîd Li Ser Jîyana M. M. E. Hişyar Bi Navê Xweda Qencî û Dana Xwedê Vegera ji Guneha Qesîde di Pesnê Pêxember ya Seydayê Batî Pesnê Pêxember Bi Hebûna Xwendinê û Xwendin Serketinê Dana Evîn û Eşqê Pesnê Mele Mistefa Berzanî Qehremanîya Bav û Law Mîr Bedirxan Axaftin bi Pênûs re Karê Dujmin Jîna Bindestî Pesindara Dîlber Êşa Welat Qedera Xweda Dengê Kurdan Gerdûna Dijwar Kurdistan û Sedam û Emerîka Mexapin Bi Hêza Dujmin Welatê Min Kurdistan Nexweş e Nalîna Kurdistan Stema li Kurdên Cizîrê Ey Felek Xapên Gerdûnê Mêzebikin li Pîlanê Stemkara Bibîranîna Dîroka Kurda Felek Biderdê Xortê Çeleng Mizgînî Xameî Mirina bi Azadî Ala Kurdistan Gazina bo Welat Şêrîna Dil Mêranîya Kurda Serhatina Kurdistan Xezala Min Dilzarim Hişyarîya Milet Gazina ji Bextê Reş Nêçî li ser Felekê Tevgera Neyaran Can Firot Daxwaza ji Mêcir Ingilîzî Gulxermanê Gulîstan Denbêjê Cîhan Cejna Newroze Rêzan ku Qijik bê Daxwa a Ji Koma Yekîtîya Miletan Pend li Mezina Îşa Penceşêr Gera Serbaz Dilşikêre Şîyarbûna Dil Milet Rabin Yara Berzî ye Yara Kubar Dîlbera Reng Bextrê Şerbeta Lelû Gotina Êwerga min tu Nêne Şêst Sal li Min Buhurî Yara di Bircê de Dira Meyxaneê Ez û Yarê Bûn Temaşa Serê Tîpa Hebîba Min Hebîba Nazenîn Xezala Delal Axaftin bi Dîlberê re di xwu de Ayina Bilbil bi Gul re Dîlbera Çehvreş Qîza Keleş Yara Seyrangeh Dîlbera Cegerpola Dîlbera Şox û Şepal Dîlbera Wek Fenere Sala Nexweşîya min Dîlbera Baxê Hêşîn HebîbaDil Evîdarê te me Kurdistana Jibir Ez û Kurdistanê Çûne Rex Canê Qencan Kurdistan Qêrîn Şox û Şemala Dîlber Kurdo Zû Rabe Qesta Dîlber Dîlberê Mestim Tarîxa Biharê Aşiq û Maşûq Aşiqê Gulê Şehlunda Şêrîn Kurdistana Şêrîn Baxê Gulan Hişyar Bixem Dujminê Welat Derdê Bilbil Welat Bûka Cîhan Dîlbera Bûka Cîhan Bijijk Abidîn Hevalê Rêka Dûr Serhildana Gel Dildara Horî Jinika bi Rûmet Jinanîn Kesê bê Dewlet Kê me Daye Paş Terîqa Neqşîbendî Pesnê Şêx Ehmedê Xiznewî Pesnê Şêx îbrehîm Heqî Qesîda Şêx Mihemed Şefîq Heqî Diaê Melheq bi Zimanê Erebî ew Hindek Kurdî Dilovanîya Xweda Pesnê Seîdê Nûrsî û Seydayê Botî Pesnê Seîdan Dîroka Jîyana Bedîul Zeman Pendên Mezinan Nêçî Bav li ser Law Hêvîdarîya ji Yezdan GULZARA XEMILANDÎ Û MELE MISTEFA YÊ HÎLÊLIYÊ
Xwendevanên hêja, dema dîwana Seyadayê Mele Mistefa ya binavê Gulzara Xemilandî spartine min kû ez pêşgotina wê binivsînim û nêrîn û dîtina xwe li ser diyar bikim. Ez dilgeş û pir kêfxweş bûm. Lê min zanî kû ew barekî pir girane kete ser milê min. Ez pir kêfxweşbûm lewra dîwanek ji helbestên zanyarek mina Seydayê Mele Mistefa kû şayeste bibînin ji bo ez pêşgotina wê binivsînim. Ji bo min cihê rûrnet û şanaziyê ye lê gelo ez bikaribim vî barê giran hilgirim û ew durr û gewherên di wê deryayêda veşartî derînim û raxime pêş çavên xwendevanan. Min hêvîya xwe ji Xwedayê xwe qut nekir û dest avête xwendina dîwanê. Dema min ger û geşta xwe di dîwana Seyda da qedand min baş zanî kû bi rastî deryaye û ji çanda Kurd tijî durr û gewherên lê di kûratiya wê da veşartîne.
Gelo bi yek ger û geştekî ezê bikaribim xwe berdima nav gerînekên kûr û wan gewherên bihagiran jê derînim. Xwendevanên hêja dîwana Seydayê Mele Mistefa bi xwe gulzareke xemmlandiye çewa kû navê wê jî gulzare. Angû nav û navdayî wek hevin lewra çewa navê wê Gulzara Xemmlandîye ew bi xwe jî gulzareke xemlandîye. Hemî rengin sorgul û kûlîlkan têda hene. Deme merif li helbestên Seyda di nihêre hostayeke pir mezin di hûnandina helbestan da dibîne. Wê çaxê merif dizane kû Seyda; di zanîn, raman û di nivîsandina helbestanda pisporekî dema xwe buye û ji bo axa Kurdiatanê evîndarekî pir mezin û di hemî jiyana xweda bi êş û derdê welat ve jîyana xwe borandîye. Tim û tim bi derdê gelê Kurd êşîyaye û bi wî derdî tim qîr û hewar kiriye û divê rê da kar û xebateke bê hempa kiriye û bi pênûsa xwe ya pîroz ewî karê xwe yê pîroz û pir bi rûmet ji netewê Kurdara hiştîye. Dîwana Seydayê Mele Mistefa berhemeke evîndarîyê ye. Çewa Seyda evîndarê welat e her wisa evîndarê Seydayê nemir Mele Mistefa Berzanî buye û bi evîna wî û evîna welat da ji kûraya dilê xwe helbest nivîsandîye û hemî dem û gavê di kesera welat da jîyana xwe borandîye. Lê her çenda jîyana wî bi kul û keser borî be jî bes rûmetek pîroz li pey xwe hiştîye. Dema merif dîwana wî dixwîne ew rûmeta pir xweşik diyar dibe.
Ji ber kar û xebat wî dê Seydayê Mele Mistefa her tim bi rûmet bê bîranîn û ewê di nava gelê Kurd da nemir bimîne. Dilovanîya Yezdan li ser wî be wek tavîyê baranên baharan. Fermo hûn û Dîwana Seyda ya binavê Gulzara Xemilandî bi sirûdê bê deng. 28.03.2012
Seydayê Xelatî
Mele Mistefayê Hilêliyê
Dîwan Gulzara xemlandî Bi sirûdên bê deng
Ektra
Ektra Matbaacılıksye Dîwan Gulzara xemlandî Bi sirûdên bê deng Mele Mistefayê Hilêliyê
Amedekar Mele Seîd (Seydayê Xelatî)
Çap Ektra Matbaacılık Ambalaj Davutpaşa cad. Güven iş merkezi B blok no: 323 Topkapı - Zeytinburnu / İstanbul Tel: 0212 567 51 63 Faks : 0212 567 51 64
ISBN : 978-605-89217-3-3
|