Xezal [Kurdî, Êrêvan, 1961]
Xezal
Bihar bû. Bihara Elegezê ya kin û bi gulan xemilandî, bû. Yên çûne Elegezê dikarin wê wextê wek cinetê xweş bi bîr bînin. Ew dikarin wê dema ku kulîlkên bînxweş dibişkifin, wê dema ku bîna gul û sosinan li her alî belav dibe, bi bîr bînin. Ew gulçîçekên ku ji meriv ra dibişirîn. Lê ew xulexula ava kaniyên sar, ku li deşt û mêrgan belav dibe û heta digihîje ber perrê çiya û baniyan? Ew cîhê ku çîveçîva çivîk û qebeqeba kewan jê kêm nabe, dengê çivîkan, qebeqeba kewan tevî dengê stranên qîz û xortan dibin û bi pêlên hewayê ra diçin, heta ku digihîjine cîhên dûr... Ew ciyê wek cinet, gundê Elegezê ye. Çarnikalên Elegezê çiya û banî ne, ku kolxozên çîl û qerqaş ji meriv va têne xuyakirin. Ew çiyayên Elegezê... Xelkên wir gişk xebathez in û bi marîfet in. Serê siban, şeveqê herkes bi lez û bez, ber bi xebatê va, ber bi deşt û cîhê kolxozê va diçe... XEZAL
Bihar bû. Bihara Elegezê ya kin û bi gulan xemilandî, bû. Yên çûne Elegezê dikarin wê wextê wek cinetê xweş bi bîr bînin. Ew dikarin wê dema ku kulîlkên bînxweş dibişkifin, wê dema ku bîna gul û sosinan li her alî belav dibe, bi bîr bînin. Ew gulçîçekên ku ji meriv ra dibişirîn. Lê ew xulexula ava kaniyên sar, ku li deşt û mêrgan belav dibe û heta digihîje ber perrê çiya û baniyan? Ew cîhê ku çîveçîva çivîk û qebeqeba kewan jê kêm nabe, dengê çivîkan, qebeqeba kewan tevî dengê stranên qîz û xortan dibin û bi pêlên hewayê ra diçin, heta ku digihîjine cîhên dûr... Ew ciyê wek cinet, gundê Elegezê ye. Çarnikalên Elegezê çiya û banî ne, ku kolxozên çîl û qerqaş ji meriv va têne xuyakirin. Ew çiyayên Elegezê... Xelkên wir gişk xebathez in û bi marîfet in. Serê siban, şeveqê herkes bi lez û bez, ber bi xebatê va, ber bi deşt û cîhê kolxozê va diçe. Sibeyeke biharê ya xweş bû, kolxozvanên gundê Elegezê ber bi xebatê va dilezandin. Du heval, Karê û Xezalê jî bi lez diçûne xebatê. Lê Karê melûl bû. Xezalê lê nihêrî ku Karê melûl e û xeber nade. Hema jê pirsî, got: – Karê, tu çira wisan î? Ma diya te û bavê te nahêlin? Xeberdana Xezalê hê di dev da Karê got: – Ax Xezal, ez îşev qet ranezame. Me heta nîvê şevê wisan di ber hev daye; bavê min nahêle. – Wî kitêbên min gişk qelaştin, tu çi bêjî anî serê min û diya min. Bavê min dibê, "Na, nabe ku qîza min êdî bixwîne, wê heta koma… Sîma Semend Çîrok
Tîpguhêziya ji kirîlî: Şefîk Kaya Weşanên Nûdemê
Weşanên Nûdem: 26 Xezal Çapa Yekem: Êrêvan 1961 Çapa Duwem: Stockholm 1996
© Weşanên Nûdem Pergala bergê û rûpelan: Nûdem Wêneya bergê: Isbn: 91 88592-26 X
Navnîşan: Termov. 52, 2tr. 176 77 Järfälla-Sweden
Tel û Fax: 8-583 564 68
Sîma Semend di sala 1933’an de li navçeya Axbaranê (Sovyeta kevin) hatiye dinyayê, di sala 1958’an de fakulteya filolojiyê li unîversîteya Êrêvanê xelas kiriye û paşê bûye redaktora beşa kurdî ya radyoya Êrêvanê. Ew heta niha jî di wî karê xwe de dixebite.
Sîma Semend bi prosayê dest bi nivîskariyê kiriye û nivîskariya xwe bi prosayê jî berdewam dike. Wê heta niha du pirtûkên çîrokan nivîsandiye û di antolojiyan de jî cih girtiye. Weşanxaneya me Xezal ku cara pêşî di sala 1961'ê de bi tîpên krîlî li Êrêvanê hatibû weşandin, bi niyeta teşwîqkirina keç û jinên kurd, bi serbilindî pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî dike. |