La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ferheng: Kurdî – Tirkî / Türkçe - Kürtçe


Éditeur : Koral Date & Lieu : 1992, Istanbul
Préface : Pages : 496
Traduction : ISBN : 975-7780-16-2
Langue : Kurde, TurcFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Tur. Tor. Fer. N° 6202Thème : Linguistique

Ferheng: Kurdî – Tirkî / Türkçe - Kürtçe

Kurdî – Tirkî / Türkçe - Kürtçe

Mehmet Kemal Işık – Torî

Koral

A: Alfabenin ilk harfi. Dişil, aidiyet takısı.
Abone: n. (fr) Abone işine konu olmak.
abor: n. Geçinmek eylemi,
aborandin : I. Geçindirmek. Geçinmesini sağlamak,
aborbûn: I. Geçinmek,
aborî: n. Geçim. Geçinme eylemi, geçinme araçları, geçinme.
aborkar: r. Tutumlu. Tutumlu davranan.
aborkarî: n. Tutumluluk. Tutumlu olma hali.
adan 1: r. Verimli. Verimi çok olan.
adan 2: r. Doğurgan. Çok doğuran.
adanî 1: n. Verimli olma hali,
adanî 2 : n. Doğurganlık. Çok doğurma hali.
adar: n. Mart. Yılın üçüncü ayı.
.....


PÊŞGOTIN

Kurdî, navê zimanê Kurda ye. Li gora hin rojhilatzana zimanê Mada, zimanê Kurda ên nûha ye. An jî ji kêmasî, Kurdiya nûha ji hîmê zimanê Meda tê. Netewa Med berî mîladê di sadsalan nehan de derketine qada dîrokê. Hege em nasîna Kurdî ji wê berwarê bigirin, em karin bi hêsanî bibijên ko heyîna Kurdî digihêjî berî mîladê sadsala nehemîn. Lê dema ko em li Kurdî hûr bûn, emê bibînin ko di Kurdî de gelek zarawa hene. Heyina van zarawayan herçend daxwîyaneke dewlemendiya Kurdî jî bî, bi me xwe didî pejirandin ko Kurdî ne bitenê ji bingehekî, ji çend bingehan tê. Ev bingeh ji zarawayên têvel ko ji , alîyê êl û eşîrên Kurda têne şiketexiîn in.
Ev êl û eşîr Gutî, Lulu û Kassiyî ne ko ji alêyê gelek dîrokzanan ripinên Kurda batine pejirandin. Ev hersê êl berî mîladê 3700 an de, li hêla çiyayê Zagrosê û li navçeyên rajora robara Dide de dijîyan û ji bi zimanên xwe ve digihêjine Hurrî, Mîttani, Nahrî, Urartuyî û Mannaiyan ko li hêla rajora robara Dicle, li derdora gola Wanê, Urmîya (Razaîye), di sêçika robara Xabur, Diyala û Gola Wanê de dijîyan û ji alî nîjadê xwe ve Arî ne. Zimanê gelên Arî jî layî ko tê zanîn, zimanekî Îndo-Awrupî ye. Tê vê yekê ko Kurdî zimanekî Indo-Awrupî ye û bi Persîya kevin, Sogdînî, Belûcî û Paş toyî ra dikevî nav liqê Iranî kcrdi nav şaxê zimanên Indo-Iranî de cih digrî.

Li gel vê, cihgirtina Kurdî di nav zimanê Îndo-Awrupî ji tawangbarîya wê tê. Bi gotineke din, hin wûşeyên Kurdî layî xwe namînin. Li gora rawşa têde, xwe diguherênin. Binyada wûşeyên Kurdî servekeran an dawîneyan disitênin. Bi vê sitandina serveker an dawîneyan ev binyad texlît û ramanên xwe diguherênin. Ji van binyada wûşene nû radikişin. Ev wûşeyên hêsan pêşgir û paşgira disitênin. Bi sitandina van pêşgir û paşgiran ev wûşe raman an jî awayên xwe diguherênin. Di Kurdî de 13 pêşgir, 25 paşgir hene. Bi arîkarîya van pêşgir û paşgiran wûşeyên Kurdî didamazerin. Hin ji van wûşa di rawşina de dengên xwe bi dengine din ra diguherênin an jî hin wûşe xwe ji binî duguherênin.

Bi vê daxwîyana xwe Kurdî xwe xweş dîyar dikî ko zimanekî îndo- Awrupî ye û vê malbatê de cihekî bixweser digrî û bi xetne sitûr xwe ji zimanê navçeya xwe diveqetênî. Zimanê Îndo-Awrupî, nexasim şaxê zimanê Îranî, ji seba ko di qeflekê de ne, bi teybetkî ji alîye wûşeyane wê bigihêjine hevdu. Bi vê gihiştinê, ne ew e ko hin ji van zimana ji zimanine din yê wê malbatê tên.

Li gel tev vana Kurdî ji alîyê hejmara wûşeyên xwe de, di dehma bersivdayina pêwistiyên heyama me yê zanistî û teknîkî de, em nûha nikarin tişteki bibêjin. Lê ne ew e ko Kurdî wê di vî rawşî ds bimînî. Teqez wê rojekê di nav zimanê pêşveçûyî de cihê xwe yê hêja bigirî. Ew e ko em hewl bidine zimanê xwe û zimanê xwe ji aliyê wûşeya dewlemend bikin.
Di warê dewlemendkirina ziman ji alîyê wûşeya, girêdayî rêzikina ye. Divê em van rêzikan di aferandina de her tim li ber çavên xwe bigirin.

A) Mirov bi hêmanê zimanê xwe wûşeya radikişênî. Ev rakişandin diveqetin sê bira.
a) Bi hêmanê ko berî nûha di ber destê me de heyî, wûşe têne rakişan. Bi gotineke din, wûşe bi pêşgir û paşgirên ziman û wûşeyên hêsan dirakişin. Layî ko me li jor gotî, di Kurdî de sêzdeh pêşgir û bîst û pênc paşgir hene ko wûşeyên Kurdî ji van pêşgir, paşgir û wûşeyên hêsan dirakişin. Lê bi vî awayî rakişana wûşeya, seba ko dijwar e, kêm bikar tên. Ji dêta vêna, ji wûşeyên bêgane wûşe têne sitandin.

b) Bi wûşeyên hanûha, yên hêsan, wûşeyên yekbûyî wûşe li dar dibin.
c) Rakişana wûşeya, yekbûyina wûşeya, an jî rakişan û yekbûyin bi hev re dibine sedema çêkirina wûşeya. Di vî awayî de rakişan û ji nû ve aferandin wûşeya her tim tê kirin.
B) Mirov ji nawçeya tê de, jî komnetewekan an jî ji zarawayên din yê ziman wûşe têne guheztina zimanê giştî. Di Kurdî de gelek zarawa hene. Di pêwistiyê de ger wûşe ji dêla ji zimanine din bi qerz bêne sitandin, ger ji zarawayên din yân Kurdî wûşê bâne sitandin. Dema ko yên yekî hebin, çima ji zimanine din wûşe bâne sitandin.

Li gora Prof. Tewfîq Wehbî zarawên Kurdî:

1) Zaza.

2) Goran.
a) Hawramî
b) Zengene
c) Kakeyî
d) Bajelan.

3) Lurhî
b) Kelhorî
c) Feytî
d) Lakî
e) Baxtiyarî

4)Kurmancî.
1) Kurmancîya başur.
a) Seneyî
b) Suleymanî
c) Sorhanî.
d) Mukrî

2) Kurmancîya bakur.
a)Bahdînan
b) Hekarî
c) Asthî
d) Bohtan
e) Beyazidî

3) Wûşe bi rêya analojî, bi gotineke din, bi serveçûn ö bi berhevanînê jî wûşe têne rakişan. An jî wûşe ji nû ve têne aferandin.
4) Wûşe ji zimanên din tâ sitandin. Ev wûşe neguhertî, an jî bi guhertina dengen wanan ji wî zimanî, bi qerz têne sitandin. Dema wûşe ji zimanekî din tâ sitandin, bi piranî dengên wê wûşeyê tê guhertin. Herwekî, wûşeya •otomobîl", di zimanê Kurdî de dengên xwe guhertiye, bûyiye" tirimbêl".
Layî ko di ferhengê de wê bê dîtin, min wûşeyên xwe ji wûşeyên navçeyên din nebijartin. Bitenê min wûşeyên bêgane ko di zimanê min de qenc cih girti bûn, min ji dêla wanan ji zarawayên din Kurdî wûşe sitand. Ev sitandin jî, ii gora pêwistiyên min in. Min cih neda wûşeyên hevraman û wûşeyên gelek bêgane. Min ev xebat ji xwe re nekire erk. Ew erk ger yên amojgeh (enstîtû) û aqademiyên lêkolana kalçarê Kurdan bi.

Em vêna xweş zanin ko amadekirina ferhengan, karê lêgeran û idkolaneke kûr 0 farah e. Ger bi sadan pertuk, kover û rojname bêne xwendin, ji wana wûşe bêne berhevkirin. Ger mirov gund zaving nehêlî, dakevî nav gelê xwe, ji wana wûşeya berhev bikî. Wana bikî baq û di ferhanga xwe de pêşkêşî gele xwe û tev gelen din bikî. Lê gelek mixabin, ez ji tev vana gelek dûr im. Pertuk û kovarên ko bi Kurdî haiî weşandin gelek kêm in.Hejmara yên heyî, ji hejmara tilihên du desta wê de naçin. Bi vanan ra min berjewendîyeke giring ji çend kesen ko bi zarawayen din yên Kurdî di axiftin, dît. Di berhevkirina wûşeyan de hewl dane min. Ez bi dilekî germ, ji bonî her wûşeyî ko min ji wanan sitandin sipasdarê wan kesan û nivîskarê wan pertuk, ferheng û weşankarê wan kovara me.

Kurdî - Tirkî

A
A: Alfabenin ilk harfi. Dişil, aidiyetfakısı.
Abone: n. (fr) Abone işine konu olmak.
abor: n. Geçinmek eylemi,
aborandin : I. Geçindirmek.
Geçinmesini sağlamak,
aborbûn: I. Geçinmek,
aborî: n. Geçim. Geçinme eylemi, geçinme araçları, geçinme.
aborkar: r. Tutumlu. Tutumlu davranan.
aborkarî: n. Tutumluluk. Tu-tumlu olma hali.
adan 1: r. Verimli. Verimi çok olan.
adan 2: r. Doğurgan. Çok doğuran.
adanî 1: n. Verimli olma hali,
adanî 2 : n. Doğurganlık. Çok doğurma hali.
adar: n. Mart. Yılın üçüncü ayı.
adir: n. Nöbet. Zaman zaman ortaya çıkan aynı cinsten fizyolojik bozuklukların topu. Sara nöbeti.
adroyî: r. Saralı. Sara has¬talığı olan kimse.
afer: n. Yaradılış. Bir şeyin ya- radılırken kazanmış olduğu özellikler bakımından hali.
aferandin : I.Yaratmak. Yok¬tan var etmek. Olmasına yol açmak.
aferin: I.Yaratılmak. Yaratmak. ’ aferînek 1: n. Yarattık. Yaratılmış canlı.
aferînek 2: n. Huy. İçgüdü halini almış alışkı.
afir 1: n. Yem. Hayvan yemi,
afir 2: n. Yemlik. Ahırda hayvan yemi konulan yer. afirandin : I. Yemlemek. Hayvana yem verip yedirmek,
afnik: n. Küf. Rutubet ve ısının etkisiyle meydana gelmiş mantar,
afnikbûn: I.Küflenmek. Küf bağlamak.
afnikî: r. Küflü. Küf bağlamış,
afnikkirin: I. Küflendirmek. Küf bağlamasına yol açmak,
afra: n. Güreş. Güreşme işi.
agah: r. Agah. Bilir, bilgili, haberli, uyanık, öngörülü.
agahdar: n. Danışman. Kendisine danışılan kimse,
agahdarî: n. Danışmanlık. Danışmanın yaptığı görev,
agahdaridrln: I. Haberdar etmek.
agahî: n. Öngörülü. Bir işin ilerisini kestirme.
.....


Mehmet Kemal Işık – Torî

Ferheng: Kurdî – Tirkî / Türkçe - Kürtçe

Koral

Koral Yayınları
Koral: 37
Ferheng: Kurdî – Tirkî / Türkçe - Kürtçe
Mehmet Kemal Işık – Torî

ISBN: 975-7780-16-2

Birinci Baskı: Mayıs 1992
Baskı: Gül Ofset
Dizgi: Şilan Dizgi
Tel: 518 84 48
Kapak Taşanm: Mavi Kare
Tel: 511 22 18

© Bütün hakları yazarına aittir.

Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi
Nakilbent Sokak
No: 49/1
Sultanahmet - İstanbul
Tel: 517 31 35
518 84 48



Fondation-Institut kurde de Paris © 2025
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues