Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çîroka masîgir û masîya zêrin


Nivîskar : A. S. Pûşkîn
Weşan : Înstîtûta kurdzanîyê Tarîx & Cîh : 2012, Wien
Pêşgotin : Rûpel : 22
Wergêr : Casimê CelîlISBN : 3 - 902185 - 27 - 9
Ziman : KurdîEbad : 130x190 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku.Mijar : Wêje

Çîroka masîgir û masîya zêrin
Versions

Çîroka masîgir û masîya zêrin [Kurdî, Wien, 2012]

Masîvanê kal û masîyê sor [Kurdî, Danmark, 1989]


Çîroka masîgir û masîya zêrin

A. S. Pûşkîn

Înstîtûta kurdzanîyê

Mesîgirekî kal jina xweye pîr
Kêleka bera mezinda diman.
Ji berê kalê tim mesî digirt,
Pîrê jî malda teşî badida.
Awa tevayî wana emir kir,
Holika kevnda sîsê sal temam.
Û rojekê jî kalê çû berê,
Ku mesî bigre bi tora berê.
Kalê şa û eşq tor avît avê,
Û cara ewlin lîl derxist tenê.
Cara duda jî tor avît berê,
.....

MASIYA ZÊRÎN

Mesîgirekî kal jina xweye pîr
Kêleka bera mezinda diman.
Ji berê kalê tim mesî digirt,
Pîrê jî malda teşî badida.
Awa tevayî wana emir kir,
Holika kevnda sîsê sal temam.
Û rojekê jî kalê çû berê,
Ku mesî bigre bi tora berê.
Kalê şa û eşq tor avît avê,
Û cara ewlin lîl derxist tenê.
Cara duda jî tor avît berê,
Bi gîhê berê tor hat vê carê.
Lê cara sisya çaxê tor avît,
Dikarin bêjin qe kalê çi dît?
Mesîke zêrîn torê derxist xwera
Qîza zêr û zer ew qîza padşê,
Mîna dîlekî ket tora kalê,
Qîza padşayê mesîyê tev bera.
Mesîya belengaz tewaqe dikir,
Bi zarê merîya jê hîvî dikir:
- Min berde kalê, berde bêzirar
Ezê bidim te pir hebûn û kar,
Çi ku bixwezî, çi emir bikî,
Bawarke tuê ji min bistînî.
Kalê metel ma û gele tirsya,
Ew ewqas sala mesîgir bû,
Derheqa mesîyê ne bihîstibû,
Wekî xeberde mînanî merya.
Xwedê tera be, here, - go kalê,
Lazimî min nîne xizna te, male,
Here, bigere nav pêlêd avê,
Li paşla berê û kûraya wê.
Kalê vegerya, hate mala xwe,
Jina xwera got ecêba dîtî,
- Zanî çi, jinik? îro ji berê,
Mesîke zêrîn min girt nişkêva,
Ez zêr dibêjim, temiz zêrê zer,
Ecêba awa kesî nedîtye,
Wê xeberdida eynî mîna me.
Û hîvî dikir berdim wê ese:
"Berde bêzirar, berde min berê,
Ezê pir xizne bidime dewsê",
Lê min ji mesîyê tu tişt jî nexast,
Min gotê, here, here, aza be,
Here bona xwe bera kaw û şîn,
Çawa dixwezî usa jî bijî. . .
Çaxê ku pîrê ev yeka bihîst,
Gelekî dilê kalê feqîr ket,
- Bêfem, bêaqil, - jinê got kalê,
Qe na mesîyêra teê bigota,
Teşteke teze bida boy malê,
Ya me şkestîye îdî kêr nayê.

.....

A. S. Pûşkîn

Çîroka masîgir û masîya zêrîn

Înstîtûta kurdzanîyê


Weșanên înstîtûta kurdzanîyê
Çîroka masîgir û masîya zêrîn
Ji pirtûkxana Casimê Celîl 6
A. S. Pûşkîn

Wien 2012

Çapkir înstîtûta kurdzanîyê - Wien (IKW)

A. S. Pûşkîn: Çîroka masîgir û masîya zêrîn

Werger Casimê Celîl
Rêdaktorî kir Emînê Evdal
Weşana pêşin Yêrêvan 1937
Karê kompyûtêrê Lûsika Gêrman
Mîzanpaj Cemal Celîl (Alionis)

ISBN 3 - 902185 - 27 - 9



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar