Dara gozê
Serdar Roșan
Nefel
Êvara newrozê, piþtî ko tariyê erd hilçinî, di saet heþtan de, li navenda tiyatroyê operaya Memê Alan dest pê kir. Li salonê cihekî tenê jî vala ne mabû. Li gel ko navenda tiyatroyê ciheke mezin e jî, cardin mirov dil dikir ko saloneke mezintir dê çêtir bana. Ji ber ev cara yekemîn bû ko destana Memê Alan li bajarê Amedê bi awayeke rêkûpêk li pêþ çavan mîna tabloyeke rengîn ko hunermendek rengên xwe li ser tabloyê bi sebir û diqet bi cih bike dihate vejandin.
Herçiqas êvara newrozê bi sedan kes li ber deriyê navenda tiyatroyê, ji bo ko bilêtek bi dest bixin civiyan jî, çi mixabin hêviya wan bi cîh ne hat. Ji xwe bilêtin vê þevê du meh berê xilas bû bûn. Dihate gotin ko vê carê peyayên bazara reþ, reþfiroþ bêkar mabûn. Ez pir dilþikestî me, ji ber ko ez nikarim vê Operayê bi nivîsê, bi hemî huner û xweþiya wê û di wexta temaþekirinê de ew hestên bi mirovî re peyda dibin, bînim ziman. Lê belê gava mirovî temaþayî operayê dikir, mirov diçû dinya û jiyaneke din. Li wê dinyayê mêr hebûn bi xof û heybet ... Nêverok
Nameyek ji bircên Amedê / 7 Êvara newrozê / 7 Li asîmanê Amedê / 8 Roja newrozê / 9 Piyes / 11
Dara gozê / 12 I - Dêwê Gola Qorqor / 16 II - Bro û »dibistan« / 20 III - Bihar û eskerên reþ / 24 IV - Evîn, xweþî û zilm / 27 V - Epîlog, Dara gozê / 33
Çiyayê Zêrkan / 34 Çîrokên Çiyayê Zêrkan / 36 1 - Bajarê qedîm / 36 2 - Þêrko / 38 3 - Pîra Esma / 40 4 - Newala cinan / 42 5 - Hahîîîhîîî / 46 6 - Xwe gij bike / 48 7 - Heqê mesrefê / 49
Komûtan / 51 Jiyaneke weha bê mane ye! / 55 Dergeha Evîndaran / 58
Beșê kırmanckî (zazakî)
Bircanê Diyarbekirî ra mektubêke / 71 Șewa newrozî / 71 Di asîmanê Diyarbekirî de / 72 Rocê newrozî / 73 Piyes / 75
Gozêre / 76 1 - Hûtê Gola Qorqorî / 80 2 - Bro û »dibistane« / 84 3 - Wesar û eskero siya / 88 4 - Hezkerdiþ, rindî û zilm / 91 Epîlog - Gozêre / 97
NAMEYEK JI BIRCÊN AMEDÊ
Biracan, Belê, newroz îsal ji salên berê guhertî hate pîrozkirin. Çend meh berê Belediya Diyarbekirê li ser daxwaza rûniþtvanên bajêr biryar dabû, da ko newroz bi þêweyeke dewlemend bête pîrozkirin. Vêca ez dê li gorî ko zimanê min bigere, taqeta min ya nivisînê dest bide, ji we re þahî û þêweya pîrozkirina newroza îsal binîm ziman. Bi nivîsê, bi kelîmeyan liberçavraxistina þahiyên newrozê bi hemî xweþî û rengan di vê nameyê de dijwar e. Lê ji ber xusûsiyeta namenivisînê van rêzên han dinivîsim. Heke paþê wextê we hebe û hûn li fîlmên þahiyên newrozê temaþe bikin, hûn dê têbigêhin mebesta min çi ye.
Ez dixwazim þahî û pîroziyên vê rojê di bin çend xalan de nîþan bikim. Li vir ev tiþtên, ez dê ji bo we bînim ber çavan ne yên ko tenê min bi xwe dîtine, herweha þahiyên ko li cihên din çêbûne jî bi rêya hevalên xwe ez dê ji we re diyar bikim. Bêî ko dirêj bikim û serê we biêþînim, de ka werin em bi hev re rasterast herin temaþeya operaya Memê Alan.
Êvara newrozê Êvara newrozê, piþtî ko tariyê erd hilçinî, di saet heþtan de, li navenda tiyatroyê operaya Memê Alan dest pê kir. Li salonê cihekî tenê jî vala ne mabû. Li gel ko navenda tiyatroyê ciheke mezin e jî, cardin mirov dil dikir ko saloneke mezintir dê çêtir bana. Ji ber ev cara yekemîn bû ko destana Memê Alan li bajarê Amedê bi awayeke rêkûpêk li pêþ çavan mîna tabloyeke rengîn ko hunermendek rengên xwe li ser tabloyê bi sebir û diqet bi cih bike dihate vejandin.
Herçiqas êvara newrozê bi sedan kes li ber deriyê navenda tiyatroyê, ji bo ko bilêtek bi dest bixin civiyan jî, çi mixabin hêviya wan bi cîh ne hat. Ji xwe bilêtin vê þevê du meh berê xilas bû bûn. Dihate gotin ko vê carê peyayên bazara reþ, reþfiroþ bêkar mabûn. Ez pir dilþikestî me, ji ber ko ez nikarim vê Operayê bi nivîsê, bi hemî huner û xweþiya wê û di wexta temaþekirinê de ew hestên bi mirovî re peyda dibin, bînim ziman. Lê belê gava mirovî temaþayî operayê dikir, mirov diçû dinya û jiyaneke din. Li wê dinyayê mêr hebûn bi xof û heybet ...
Serdar Roșan
Dara gozê
Nefel
Weșanxaneya Nefelê Çîrok Dara gozê Serdar Roșan
Nefel Stockholm 2002
© Serdar Roþan û Nefel Çapa dîjîtal: 2002
Grafîka pirtûkê: Arif Zêrevan Wêneyê nivîskarî: Arif Zêrevan
Weșanxaneya Nefelê Sandfjärdsgatan 10, 11 tr. 120 57 Årsta / Sweden
www.nefel.com info@nefel.com
Bêyî destûreka nivîskî ti kes nikare vê pirtûkê ji nû ve bi ti awayî çap bike, kopî bike yan li ber wê zêde bike.
ISBN: 91-89687-00-0
PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.
|