Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şakarên Muzîka Kurdî - I


Nivîskar : Zeyneb Yaș
Weşan : Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tarîx & Cîh : 2015, Amed (Diyarbekir)
Pêşgotin : Rûpel : 448
Wergêr : ISBN : 978-605-9886-07-9
Ziman : KurdîEbad : 165x245 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Yas. Sak. I N°Mijar : Muzîk

Şakarên Muzîka Kurdî - I
Versions

Şakarên Muzîka Kurdî - I [Kurdî, Amed (Diyarbekir), 2015]

Şakarên Muzîka Kurdî - II [Kurdî, Amed (Diyarbekir), 2016]


Şakarên Muzîka Kurdî

Zeyneb Yaş

Şaredariya Amedê


Evdalê Zeynikê, di sala 1803an de li bajarê Agiriyê, li gundê Cemalwêrdiyê yê bi ser navçeya Dutaxa Agiriyê ve çavên xwe li jiyanê vekirine. Kurê Mistefayê Hesenê Silêman û Zeynikê ye. Di 3 saliya wî de babê wî emrê xwedê dike, dayîka Evdal, Zeynê, jinek bedew û kêrhati bûye, gelek kesî xwestiye pê re bizewice lê piştî mirina mêrê xwe ew li ser kurê xwe Evdal maye û ew xwedî kiriye. Dayîka Evdal di nav civatê de jinek bi qedr û qîmet bûye lewra Evdal bi navê dayîka xwe, Zeynikê hatiye naskirin.
Evdal du caran zewiciye, ji her du jinan 6 zarokên wî çêbûne. Hamê, Kewê, Pûlê ji yekê û Incî, Dûrê û Mihê jî ji ya din bûne. Her weha ew Temoyê yêtîm jî wekî lawê xwe dibîne. Li gorî berhevkirina lêkolîner Ahmed Aras secereya Malbata Evdalê Zeynikê weha ye:
.....



Zeyneb Yas
, di sala 1974'an de li bajêrê Sêrtê, li gundê Eynberan çavên xwe li jiyanê vekiriye. Heta dibistana navîn li gund xwendiye, li Stenbolê lîse û zanîngeha Marmarayê Beşê Zimanê Fransî û Perwerdehî qedandiye. Di sala 1989'an de bi berhevkirina destanên Kurdî ji ser zarê babê xwe dest bi xebatên berhevka-riya zargotina kurdî kiriye. Di sala 2003'an de bi Zaningeha Bergen / Norweçê re, li ser babeta ‘Rola Jina Kurd di Çanda Kurdî de’ dest bi xebatek meydanî kiriye, jê û pêve jî lêkolîna li ser çanda Kurd ji xwe re kiriye karê asasî. Di sala 2003'an de bi hevkarî ligel Enstîtûya Kelepûrê Kurdî ya ku li Silêmaniyê berdewam kiriye. Di heman wextî de li Enstîtûya Kurdî ya Amedê jî beşdarî gelek xebatan bûye. Di sala 2007'an de, li Enstîtûya Kelepûrê Kurdî beşê Duhok, beşa Lêkolîn û Berhevkariyê damezrandiye û heta sala 2011'an de birêve biriye. Di sala 2012'an de projeya wê ya lêkolîn û berhevkariyê ya li ser hunermendên muzîka Kurdî ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêveberiya Duhokê ve hatiye qebûl kirin. Heman wext berfirehiya vê projeyê ku ji 2 Cild pirtûkên "Şakarên Muzîka Kurdî" hatî ama-dekirin kirin ji aliyê Şaredariya Bajarê Amedê a Mezin, Daîreya Çand û Turîzmê ve ji bo çapê hâte qebûlkirin. Ji sala 2012'an ve, li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê,li Muzeya Bajêr a Amedê li Qesra Mala Cemîlpaşa xebatên xwe berdewam dike.

Berhemên wê:
- Bajarê Ku Razên Xwe Ji Bircên Xwe Re Dibilîne, Werger,
(Nivîskar; Şêxmûs Diken), Wesanxaneya Lîs, 2005.
- Ez Eyşe Șan im, Lêkolîn, Enstîtûya Kelepûrê Kurdî, Silêmanî, 2008.
- Mihemed Şêxo, Lêkolîn, (li ber çapê ye).
- Koleksiyon û lêkolînên li ser jiyan û berhemên hunermendên Kurd ên wekî; Eyşe Şan, Meyrem Xan, Nesrîn Şêrwan, Gulbihar, Tehsîn Taha, Mehmûd Hesen Kirorî, Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yûsif ji aliyê dezgehê Enstîtûya Kelepûrê Kurdî ve hatine çap û belav kirin.

 


Naverok


2 / Diyarî
4 / Jiyanameya, Zeyneb Yaş
5 / Spasdarî
6 / Pêsgotin

20-27 / Evdalê Zeynikê, (1803, Agirî- 1913, Agirî)
26 / Hekîmo
27 / Qulingo

28-33 / Xosrof Malool, (1880-1, Amed - 1971, New Jersey)
32 / Kurd Havasi- 1
33 / Kurd Havasi - 2

34-41 / Seyîd 'Elî Ezxer, (1882, Sine - 1937, Sine)
40 / Awazî av û Ata
41 / Canî Cananim Were

42-49 / Sêwe, (1882, Hewlêr (Koy Sincax) - 1962, Hewlêr (Koy Sincex)) 48 Hare Gulê - Şakar

50-57 / Mella Kerîm Efendî, (1885, Mihabad - 1938, Bexda)
53 / Demekew Bêne - Meqam Ûrfa
54 / Agirbarane
56 / Goranî Behar

58-67 / ElîXendan, (1877, Bokan - 18.09. 2009, Bokan)
61 / Mewal - Here Gulekem
63 / Mujdeye Bihar Bê
65 / Na Na Razî Nabim b'ew Maça

68-75 / Şêroyê Biro, (1888, Ixdir - 1970, Tiflîs)
72 / Çiya Bilind e
73 / Gidîno
74 / Destmala min

76-87 / Kawîs Axa, (1889, Mûsil - 1936, KoysancaxHewlêr)
83 / Çemê Çetelê(De Xalo)
84 / Gêne Xelîl
85 / Lawiko - Bi Kelê Kaşxana Ketim
86 / Mîvano

88-97 / Tahir Seîdê Ebo, (1893, Zaxo - 19... Zaxo)
91 / Tenga Banikê
92 / Hey Nêrî Nêrî
94 Kirasê Te Melese
96 / Lo Lawo Çeto
97 / Şemsîxanê

98-109 / Elmas Muhamed, (1894, Şirnex - 1974, Bexda)
103 / Ji Teyra
104 / Êmo 106 Gulşênî
108 Lorke Lorke

110-115 / Ostad Elahî, (11.11.1895,Kirmanşan - 19.10.1974,Tehran)
Reng û rûyê hunera Elahî – Enstumental
Tembûr - Enstumental

116-117 / Neçoyê Babasî (Neçoyê Cernai), (1896, Qers - 1970, Êrîvan)

118-119 / Ferzê, (1900, Mûş - 1965, Mûş)

120-131 Meyremxan, (1904, Botan- 1949-1994, Bexda)
127 / Lê Lê Wer Helîmê
128 / Domamê
130 / Qumrîkê

132-141 / ElîMerdan, (1904, Kerkûk - 24.07.1981, Kerkûk)
137 / Çawekem (Miqamî Ay Ay)
138 / Ketan Ketane
140 / Kolan Be Kolan
141 / Heste Ba Biçeyn Biçin Bikeyn Temaşa

142-153 / Se’îd Axayê Cizîrî (Se’îdê Hemo), (1905, Silopî - 1957, Cizîra Botan)
148 / Ew Bexdayê Paytexte
150 / Ew Milkê Kurda
152 / Derwêşê Evdî
153 / Ehmedê Mala Mûsa

154-163 / Resoyê Gopala, (1906, Erzerom- 1983, Mûş)
159 / Emro
160 / Lo Mîro
161 / Serayê
162 / Nêçîrvano

164-169 / Pîr Guro, (1907, Mêrdîn (Nisêbîn) - 1998, Şingal)
166 / Esmer
168 / Xezal

170-171 / Adîk, ( 1907, Afirîn - 1.06.2007, Afirîn)
Tembûr 1 – Enstrumental
Tembûr 2 - Ensturmental

172-177 / Evdilhadiyê Arzûoxlî, (1908, Mûş - 1979, Amed)
174 / Dayê Dêranê
176 / HêdîBajo
177 / LoBira

178-189 / Karapetê Xaço, (1908, Bişêrî - 16.01.2005, Yêrîvan)
185 / Gêne Xelîl
186 / Derwêşê Evdî
188 Lawkê Metînîl Lê lê Dayê)

190-203 / M. Arif Cizîrî, (1912, Cizîr - 17.12.1986, Duhok)
197 / Befir Barî
198 / Kejê
200 / Lê Lê Xifşê

204-211 / Xudadad Elî, (1912, Xaneqîn - 1987, Xaneqîn)
207 / Derewyane
208 / Giyanekem Miryem
210 / Elwen - Rast - Do (Girdan)

212-217 / BaqîXido, (1913, Koban - 14.02.2009, Koban)
216 / Were Bêmal

218-219 / Qale Merre, (1914, Bokan - 21.05.2009, Bokan)
Bilûr 1 – Enstumental
Bilûr 2 - Enstrumental

220-221 / Hesenê Çûçê, (1915, Konya - 1989, Konya)
Bilûr - Enstumental

222-233 / Hesen Cizîrî, (1917, Cizîr - 09.08.1982, Zaxo)
226 / Hatim Deryok Dadayî
228 / Sosin Sosin
230 / Kevok im
232 / Ez Nexweş im

234-243 / Fexrî Bamernî, 1920, Bamernê (Duhok) - 1991, Mûsil)
237 / Xerîb im Ez
238 / Esmer Tu ya Delalî
240 / Mastfiroş

244-255 / Hesen Zîrek, (1921, Bokan - 1972, Bokan)
250 / Can û Ciwana Leyla 252 Yalla Sofêr Yalla 254 Newroz

256-261 / Silo Koro, (1921, Dêrika Hemko - 1989, Dêrika Hemko)
259 / Koçerê
260 / Mencê
261 / Xirabo

262-271 / Mehmûd Baran, (1922, Dêrsim - 24.07.1975, Dêrsim) 266 Tew lê Tew Lê
269 / Axdad Bivêso
270 / Derdo

272-281 / Tahir Tofîq, (1922, Koyê-Hewlêr - 1987, Koyê-Hewlêr)
276 / Seyran Mangî Nîsan e
278 / Şilere
280 / Wey Zalim

282-289 / Egîdê Têcir, 126.02.1922, Elegez - 24.04.1988, Talîn Êrîvan)
287 / Dîlber Cane
288 / Kerr û Kûlik
289 / Sîncanê Talo

290-299 / Resûl Gerdî, (1922, Hewlêr - 1994, Hewlêr)
296 / Xizêm
298 / Heyran - Miqamê Beyat)

300-305 / Ahmed Şemal, 1922, Silêmanî - 03.03.1997, Silêmanî
302 / Meylencêne
305 / Xanûmanî

306-313 / Îsmaîl Mesqetî, (1922, Kirmanşan - 2008, Kirmanşan)
309 / Derdî Dûrî
310 / Şore Jin
312 / Yarî Dil

314-321 / Mehmûd Hesen Kirorî, (1923, Şirnex - 1963, Colemêrg)
317 / Gulê Narînê
318 / Keleç Meyremokê - Hosta Henna
320 / Kezîzer

322-327 / Refîq Çalak, (1923, Silêmanî - 30.11.1973, Silêmanî)
325 / Ey Kiçe Ciwaneke
326 / Diyar im Diyarî Eşq e
327 / Raçilakîn û Wirya Bûn

328-335 / Belga Qado, (1924, Talîn - 1980-Rûsya-Gorkî)
330 / Gede Lawik 332 KewHêlûn 334 Lîlane

336-347 / Sûsika Simo, (1925, Elegez - 1977, Êrîvan)
340 / Evdalê Zeynê
341 / Memê Alan
342 / Meyro
344 / Yar Gulê Gulê 346 Zilfanî

348-355 Mihemedî Mamlê, (1925, Mahabad - 1997, Mahabad)
351 / Were Qurban
352 / Bilwêrî Şivan
354 / Şemam û Şilêr

356-361 / Fewziya Mihemed, (1926, Amediyê Duhok - 1992, Bexda)
359 / Ez Keç im Keça Gundanim
360 / Dayê Landikê Bihejîne

362-367 / Îbrahîm Hesen Bamernî, (1926, Bamernê - 29.12.2001, Duhok)
365 / Mazîçinê
366 / Eyşanê

368-375 Reşîdê Baso, (1.08.1926, Ermenîstan - 12.04.2006, Bielefeld)
371 / Felekê
372 / Sê Zerî
374 / Peyayo

376-383 / Hesen Sîsawe, (1926, Şeqlewa - Hewlêr - 10.01.1915, Şeqlewa)
378 / Hey Gerde Gerde 380 Heyran

384-389 / Efoyê Esed, (01.12.1927, Talîn (Ermenîstan)-19.01.1999, Stavrapol)
387 / Bêrîvanê
388 / Domam
389 / Ehmedo Ronî

390-395 / Qadir Dîlan, (24.05.1928, Silêmanî - 18.03.1999, Prag)
392 / Baran Barane
393 / Berî Beyana Ronake Aso
394 / Firîşte
395 / Qjj Kalî Lêw Âlî

396-405 / Nesrîn Şêrwan, [1929, Şirnex - 10.10.1990, Bexda)
400 / Guiê Hey Nar
402 / Hesenîko - Hesen Hesene
404 / Xanê Tu Xanî Rebenê

406-421 / Gulbihar, (1929, Qolçniyas (Colemêrg) - 25.02.2010, Bexda)
414 / Dilo Dilo
416 / Ez Keç im Keça Gundanim
418 / Bilbilo Bixwêne

422-429 / Xelîl Sedîqî, (1930, Mehabad - 1970, Mehabad)
425 / Berhelbêne
426 / Lankole
428 / Fatîme

430-437 / Hesenê Mamlê, [1930 Mahabad - 1984 Şino)
432 / Baxî Sêwan
434 / Car Care Dîdim Zare
436 / Ey Xwida Hawar

438-445 / Elî Tico. (1930, Afirîn - 2012, Afirîn)
Enstrûmental
442 / Dayê Min Pêde
445 / Lê Șawiyê


PÊŞGOTİN


Muzîka Kurdan, li ser warê qedîm şahidiya hemû dewr û zemanan dike. Zarbêj, dengbêj, çîrokbêj û hunermendên her serdemê reng, hizr, bîr, bûyer, qewimîn, ser-hatî û hemû çîrokên jiyanê, bi soz û awaz kirine.

Di dinyayê de kêm qewm hene ku şîn û şahiyên xwe tev bi strandinê pêk anîbin, yek ji wan gelê Kurd bixwe ye. Çand, dîrok û serhatiya hemû reng û rûyê jiyana kurdan di temamê dîrokê de zar ji ser zar gihiştiye heta roja me ya îro. Û heta li gorî ol û baweriyên ku Kurdan perestine, zerdûştî û êzîdiyatî, veguhastina zargotinê bi nivîskî qedexe bûye ji bo ku her ferdek bi qasî ku bi karîna xwe, şarezayiya xwe bigihîne nifşekî din xwe ji jiyanê berpirsiyar bibîne. Ji ber wê çendê jî Kurdan heta vê gavê jî li hember mirin, tirs, zilm û zordariyê bi aheng û ritmên hunerane hêza xwe nîşanî dost û dijmanan dane. Hezkirin, hestnazikî, qedr û qîmet, rûmeta mirovantiyê tevde bi muzîkê xemilandine ku gava yek behsa çanda Kurda dike, berî her tiştî newayeke muzîka kurdewar li ber çavan awêne dibe. Ji harmoniya rengên newa û awazên kurdewar gelek miqam, selîqe û awa hatine afirandin. Bi saya serê hunermendên şareza, dengê xencera gewriya wan, şêwaz û selîqeyên ku pê newayên herî bi çoş, şox û şeng, newayên herî xemgîn, newayên hizn û cemalê, newayên dilnermî û diltengiyê geh bi xulxulandin, geh bi nalîn, geh bi laveyî û geh jî bi qîrîn û berxwedêrî jiyana raborî bi awayê herî zîndî û berbiçav gihandine roja îro.

Gelê Kurd yek ji wan gelê qedîm e li ser axa Mezopotamyayê ku heta vê gavê jî zimanê vegotina awazên wan bûye çandeke hevpar di nav gelên din de jî. Ermenî, Asûrî, Ereb û gelek netewên din, dehwet û dîlanên xwe bi stran, dûrikên kurdî yên coş gerandine, sohbet û civatên xwe bi kilamên kurdan xemilandine, miriyên xwe bi lorikên şînê yên dilsotîner bi oxir kirine. Belkî jî ji ber wê yekê ye ku bê dîrokek nivîskî, bê dewletek desthilatdar Kurdan karîbû heta vê gavê jî rengê xwe rabigre û biparêze.
Ji ber koçberiyek mecbûrî ku malbata min jî wekî her malbatek Kurd bi derberî ji welatê xwe dûr ketibû. Her cara min bêriya welatê xwe dikir, min dixwest ji welatê xwe, ji axa xwe, ji zimanê xwe, ji hebûn û tunebûnê dûr nekevim; hingê muzîka kurdî, wekî fanosekê bi dengê hunermendên kurdan pêsiya min ronî dikir. Tişta di her hal û haletî de min nêzîkî hebûna min dikir awaz, newa, hest û pestên ji ser zarê hunermendên kurd ên stranbêj û dengbêj bixwe bûn. Min ji wê çaxê û heta vê çaxê, her xwe deyndarê wan didît. Bi vê xebatê min xwest çawa wan riya me, ji bo niştimanperweriyê ronî dikir, ez jî bi piçek be jî berperê jiyan, huner, berhem, renc, ked û emeka wan, wan hunermendên leheng di çanda Kurdan berçav bikim, nirxên wan ên talankirî piçek be jî wekî mîrasa çandî ronî bikim da ku nifşên nû wan bi her hawî baştir nas bikin.

Di sala 2005an de, serokê Enstîtûya Kelepûrê Kurdî birêz Mezher Xaliqî xebatek li ser Eyşe Șan berdestî min kir. Ku wan Koleksiyon ji stranên berhemên hunermendên Kurd amade dikirin û dixwestin li ser Eyşe Şanê jî xebatek wisa pêk bînin. Mamoste Hilmî Akyol, 24 stran û nîv rûpel jî jiyanameya hunermenda hêja Eyşe Șanê ji vê xebatê re berhev kiribû. Eyşe Șan, hunermendeke Kurd bû ku hemû Kurdan ew nas dikir, lê guhdar dikir. Lê tişta ecêb ew bû ku gava min xwest li ser berperê jiyan û hunera vê hunermenda navdar lêkolînê bikim, ji çend hevokên pesn, jan û zehmetiyên wê pêve ne nivîs hebûn ne jî pêzanînên berhevkirî. Ha ji wê demê ve min biryar da ku ez li ser her hunermendek kurd çi peyda bikim, bikim arşîv û heta ji min bê wan binivîsim û tevî dengê wan berdestî gelê xwe bikim da ku ji talan û windabûnê rizqar bibin. Ev pengav bû destpêka xebata vê pirtûkê.

Di sala 2008an de piştî xebata 3 salan, li ser jiyan, huner û berhemên Eyse Șanê ku Mamoste Hilmî bingeha vê xebatê danîbû, belgepirtûkek û ji stran û kilamên wê jî 12 CD wate 150 Kilam û Stranên wê min amade kirin û Enstîtûya Kelepûrê Kurdî çap û belav kir. Li dûv vê xebatê, min bi heman sêweyî pirtûk û koleksiyona berhemên hunermend Mihemed Sêxo jî pêk anî. Her weha, xebatên min ên li ser hunermendên Kurd yên weke; Gulbihar, Tehsîn Taha, Meyrem Xan, Nesrîn Şêrwan, Mehmûd Hesen Kirorî, Kawîs Axa, Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yûsif û hwd. berdewam kir ku Enstîtûya Kelepûrê Kurdî ev berhemên wan ên bi deng çap û belav kirin. Pê re jî li ser çi hunermendek ku min pêjna wî / wê kiribûya min wekî li jor jî behs kirî xebata xwe ya lêkolîn û berhevkariyê li ser wan berdewam kir heta roja îro û ez bawerim heta hebim jî ez ê vî karî berdewam bikim. Min xwest, bi vê xebatê bidim nîşandan ku, em çiqas ji war û welatê xwe bên qeşitandin, dûrxistin jî, çiqas çand û welatê me bê dagirkirin jî lê dê ala hezaran sala di destê me de bangî dîrokê bike û jê re bi kurdî bistrê.

Ev xebata li ber destê we, serboriya jiyan û hunera bêtirî 100 hunermendên muzîka kurd ên ku mixabin îro ne li jiyanê ne, lê bi xwe re muzîka kurd ragirtine û pêşve birine, hatiye amadekirin. Ev xebata ji du cildan pêk tê, cilda yekemîn ji bûna Evdalê Zeynikê 1803an dest pê dike heta bi sala 1930Î, ku xebata li ser 52 huner-mendan e li xwe digre. Cilda duyemîn jî ji 1931ê destpê dike û berdewam e ku ew jî ji 50 hunermendî bêtir li xwe digre.

Pirtûk ji lêkolîna li ser serboriya jiyan, huner û berhemên hunermendên kurd ên ku bi kurmancî, soranî, dimilî strane û li her beşeke Kurdistanê an jî li warên din dijîn hatiye amadekirin. Naverok, ji rûpelekê heta bi 5 rûpelî jiyaname, ji dariştina tekstê 3 stranên wan wate 10-15 deqîde ji dengên wan, notayên stranên wan ên beste, belgenameyên li ser jiyan û hunera wan û ji wêneyên dîrokî yên muzîka kurd pêk tê. Her weha hemû dengên ku tekstên wan hatine nivîsîn û yên enstrûmental in dê li nav DVDyan de di qalikê pirtûkê de werin danîn. Pêzanînên li ser jiyana çend hunermendên ku min dengê wan peyda nekirine jî nivîsandiye, ji ber ku dîroka qeydkirina dengên stranên kurdî ya ku me peydakirî ya herî kevn sala 1912an e. Bêguman e ku bi hezaran hunermendên kêrhatî bê ku dengê wan bên tomarkirin ji vê jiyanê koç kirine, wekî Homerosê Kurda Evdalê Zeynê, Gulêya Bavfile, Sîno, Edlê û hwd. ji van çend nimûne ne. Ji bo yadweriya Evdalê Zeynê min stranên wî ji ser zarê hunermendên şopdêrên wî Şêroyê Biro û Resoyê Gopala li şûna wî danîn. Lê mixabin dengê dengbêjê navdar Ferzê, Neçoyê Babasî min peyda nekir, lê min li ser jiyana wan nivîsî ji bo ku qet nebe şohreta wan winda nebe. Navê gelek Şakarên vê hunerê li ber destên min in lê ji ber ku ji bo vê xebatê nekemilîn min li nav danîn, kengê xebata li ser wan temam bû, di çapên nû de car din ez ê bi serve zêdekim. Her weha min çend hunermendên ku bi amûrên muzîkê newayên muzîka kurd bi navûdeng kirine jî li nav danîne. Stranên hunermendan ku hatine hilbijartin berhemên wan ên herî navdar in, gelek ji wan jî yên ku wan bi xwe afirandine û bi nav û deng dane.

Divê bê gotin ku dema min ev xebat kir, gelek dost û hevalên ku ev hunermend ji min baştir nas dikirin wan bi xwe lêkolîn û berhevkarî li ser wan kir, min jî ew lêkolîn li gorî xebata xwe û pêzanînên li ber destên xwe car din ji nû ve ristin û nivîsîn, ji ber wê çendê jî bi rihetî dixwazim bibêjim her çendî navê min li ser be jî lê ev pirtûkek komxebatî ye û bi saya van hevalan ev pirtûk dewlemend bûye.

Wekî ku hûn ê jî bibînin, ev xebat stranên hunermendên sê zaravan; kurmancî, soranî û dimilkî li xwe digre. Min tekstên soranî bi çend hevalan dan nivîsîn, lê mixabin encama min hêvî dikir ku deng wekî heyî bixim ser kaxizê pêk nedihat, ya yekê ew bû ku qeydên dengan gelek kevn bûn baş nedihatin fêhmkirin û ya din jî nivîsîna alfabe û tîpên bi alfabeya erebî û latînî pirsgirêkên din derdixistin. Ji ber wê çendê jî stranên bi zaravayê bi soranî min wek heyî nivîsîn tevî kêmasî û kurtasiyan. Yên kurmancî jî dîsa min dan nivîsîn û heman pirsgirêkên dengan derketin tevî cudahî û nefêmkirina devokan, min dîsa ew jî nivîsîn û birêz Hoşyar Pêşeng berehûrd kirin. Dîsa di van stranan de jî ji ber qeydkirina xirab û kevnbûnê hin cî nehatine fêmkirin û me li şûnê (....) daniye. Bi zanebûn li binê stranê min pêzanîn dananîne, ji ber ku bi raya min divê sedî sed mirov ji wan pêzanînan bawer be ku mirov binivîse. Ez hêvîdar im, akademîsyen û şarezayên vî karî jî rabin û van lêkolînan ji xwe re bikin kar.

Bi xebata vê pirtûkê, çi arşîvên li ser van hunermendan jî hebûn û min karibû peyda bikim min berhev kir. Lê bila ev yek jî neyê fêmkirin ku ez li ser hunermendên li jiyanê ne jî naxebitim. Berevacî, bi raya min gerek em qedr û qîmetê hunermendên li jiyanê ne bêtir bigirin, li ser wan kar bikin, arşîv û pêzanînên wan yek bi yek ji ser zarê wan qeyd bikin, bikin berhem û bi wan şanaziyê bikin.

Zeyneb Yaş
2015, Amed



Evdalê Zeynikê

Evdalê Zeynikê, di sala 1803an de li bajarê Agiriyê, li gundê Cemalwêrdiyê yê bi ser navçeya Dutaxa Agiriyê ve çavên xwe li jiyanê vekirine. Kurê Mistefayê Hesenê Silêman û Zeynikê ye. Di 3 saliya wî de babê wî emrê xwedê dike, dayîka Evdal, Zeynê, jinek bedew û kêrhati bûye, gelek kesî xwestiye pê re bizewice lê piştî mirina mêrê xwe ew li ser kurê xwe Evdal maye û ew xwedî kiriye. Dayîka Evdal di nav civatê de jinek bi qedr û qîmet bûye lewra Evdal bi navê dayîka xwe, Zeynikê hatiye naskirin.
Evdal du caran zewiciye, ji her du jinan 6 zarokên wî çêbûne. Hamê, Kewê, Pûlê ji yekê û Incî, Dûrê û Mihê jî ji ya din bûne. Her weha ew Temoyê yêtîm jî wekî lawê xwe dibîne. Li gorî berhevkirina lêkolîner Ahmed Aras secereya Malbata Evdalê Zeynikê weha ÿe:
.....


Zeyneb Yaş

Şakarên Muzîka Kurdî

Şaredariya Amedê


Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
Çand: 49
Şakarên Muzîka Kurdî 1
Cilda1
Salên 1803-1930
Lêkolîn û Amadekirin: Zeyneb Yaş

Hevkarên Xebatê:
Prîskê Mihoyî, Hilmî Akyol, Mehmûd Ebdila (Begîk), Babê Mêvan,
Berekat Ozmen, Kamîran Berwarî, Sekvan Evdilhekîm, Semîr Zaxoyî.
Rêkêş Amêdî, Hesen Bîbo, Kamîran Hirorî, Brahîmê Eminkî, Mistefa Gazî,
Ahmed Dogrû, Mehmet Şîmşek, Babê Salah, Mehmûd Qizil, Gulbihar Amêdî,
Hemkoçerê Cezawir, Pîr Rûstem, Sevinç Tanyildiz, Kakşar Oremar,
Tosinê Reşîd, Aslîka Qadir, Alî Çiftçî, Xelef Hecî Hemed,
Ehmed Zéro, Alî Heyder Çavli, Orûç Ejder Çetîn

Notadanîn: Mihemed Ferha, Evren Koç
Pêdeçûna Nota: Evren Koç
Paqîjkirina Deng: Mihemed Ferha, Zeyneb Yaş
Pêdeçûna Nivîsan: Omer Dilsoz, Amed Çeko Jiyan
Dariştin û Berawirdkirina Peyvên Stranan:
Zeyneb Yaş, Hoşyar Pêşeng, Roşan Lezgîn
Wergera ji Erebî û Tîpguhezî: Hozan Emin
Şêwirmendên Projeyê: Mûharrem Cebe,
Adil Hesen, Cevahîr Sadak Duzgun,
Şêrko Kanîwar, Evren Koç, Mustafa Demir

ISBN: 978-605-9886-07-9
Çapa 1emîn: 2015

Çapxane: Gün Matbacilik
Reklam Film Basin Yayin Tan. San. Tic. Ltd. Şti.
Beşyol Mevki Akasya Sk. No: 23/A
Küçükçekmece / istanbul
Tel: 0212 580 63 81
Sertifika No: 12667

Sêwîrandina Grafîkê:
Naturel Reklam (0412 251 61 98)

Serokatiya Daîreya Çand û Turîzmê
ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
Cadeya Elazixê Avahiya Xizmetê
ya Saredariya Bajarê Mezin, Amed
Tel: 0 412 223 49 42 Fax: 0 412 229 30 52
E-poste: kultur@diyarbakir.bel.tr
web: w.diyarbakir.bel.tr
w. turizm.diyarbakirbel.tr

© Saredariya Bajarê Mezin a Amedê
Her cure mafê weşanê aîdî
Saredariya Bajarê Mezin a Amedê ye.
Bêyî destûra Șaredariya Bajarê Mezin a Amedê
bi tu awayî beşek jê yan jî
bi tevahî nayê weşandin an jî zêdekirin.

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar