La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şakarên Muzîka Kurdî - II


Auteur : Zeyneb Yaș
Éditeur : Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Date & Lieu : 2016, Amed (Diyarbekir)
Préface : Pages : 598
Traduction : ISBN : 978-605-9886-08-6
Langue : KurdeFormat : 165x245 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Yas. Sak. II N°Thème : Musique

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Şakarên Muzîka Kurdî - II

Versions


Şakarên Muzîka Kurdî - II

Zeyneb Yaş

Şaredariya Amedê


Hunermend Șemâl Celal Saîb, di sala 1931 ê de li Silêmaniyê çavên xwe li jiyanê vedike. Ew ji malbatek berniyas û rewşenbîre li Silêmaniyê ye. Bavê wî qeymaqam bûye, ji ber wê çendê jî ew li gelek deveran digerin. Ji ber van geryanan zarokatiya wî di nav hemarengiya jiyanek bi kultur, sirûşt û pirrengiya jiyana gel de têrûtije derbas dibe. Meyla wî ya muzîkê hêşta di zarokatiya wî de lê peyda dibe, di dibistana seretayî de beşdariyê di koma sirûd û mûzîkê ya dibistanan de dike.
Piştî dibistana seretayî ew li Bexda li koleja bi navê Melik Feysel ku kolejek taybet e ji bo qutabiyên serkeftî û zimanê xwendina wê...



Zeyneb Yas, di sala 1974'an de li bajêrê Sêrtê, li gundê Eynberan çavên xwe li jiyanê vekiriye. Heta dibistana navîn li gund xwendiye, li Stenbolê lîse û zanîngeha Marmarayê Beşê Zimanê Fransî û Perwerdehî qedandiye. Di sala 1989'an de bi berhevkirina destanên Kurdî ji ser zarê babê xwe dest bi xebatên berhevka-riya zargotina kurdî kiriye. Di sala 2003'an de bi Zaningeha Bergen / Norweçê re, li ser babeta ‘Rola Jina Kurd di Çanda Kurdî de’ dest bi xebatek meydanî kiriye, jê û pêve jî lêkolîna li ser çanda Kurd ji xwe re kiriye karê asasî. Di sala 2003'an de bi hevkarî ligel Enstîtûya Kelepûrê Kurdî ya ku li Silêmaniyê berdewam kiriye. Di heman wextî de li Enstîtûya Kurdî ya Amedê jî beşdarî gelek xebatan bûye. Di sala 2007'an de, li Enstîtûya Kelepûrê Kurdî beşê Duhok, beşa Lêkolîn û Berhevkariyê damezrandiye û heta sala 2011'an de birêve biriye. Di sala 2012'an de projeya wê ya lêkolîn û berhevkariyê ya li ser hunermendên muzîka Kurdî ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêveberiya Duhokê ve hatiye qebûl kirin. Heman wext berfirehiya vê projeyê ku ji 2 Cild pirtûkên "Şakarên Muzîka Kurdî" hatî ama-dekirin kirin ji aliyê Şaredariya Bajarê Amedê a Mezin, Daîreya Çand û Turîzmê ve ji bo çapê hâte qebûlkirin. Ji sala 2012'an ve, li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê,li Muzeya Bajêr a Amedê li Qesra Mala Cemîlpaşa xebatên xwe berdewam dike.

Berhemên wê:
- Bajarê Ku Razên Xwe Ji Bircên Xwe Re Dibilîne, Werger,
(Nivîskar; Şêxmûs Diken), Wesanxaneya Lîs, 2005.
- Ez Eyşe Șan im, Lêkolîn, Enstîtûya Kelepûrê Kurdî, Silêmanî, 2008.
- Mihemed Şêxo, Lêkolîn, (li ber çapê ye).
- Koleksiyon û lêkolînên li ser jiyan û berhemên hunermendên Kurd ên wekî; Eyşe Şan, Meyrem Xan, Nesrîn Şêrwan, Gulbihar, Tehsîn Taha, Mehmûd Hesen Kirorî, Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yûsif ji aliyê dezgehê Enstîtûya Kelepûrê Kurdî ve hatine çap û belav kirin.

 



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues