Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Heyv li esmanê Diyarbekirê


Nivîskar : Rojen BarnasMultimedia
Weşan : Invandrarförlaget Tarîx & Cîh : 1983, Borås
Pêşgotin : Rûpel : 120
Wergêr : ISBN : 91-85242-69-1
Ziman : KurdîEbad : 145x209 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. 258Mijar : Helbest

Heyv li esmanê Diyarbekirê
Versions

Li Bandeva Spêde [Kurdî, İzmir, 1979]

Heyv li esmanê Diyarbekirê [Kurdî, Borås, 1983]

Milkê evînê [Kurdî, Stockholm, 1995]

Kadiz [Kurdî, İstanbul, 2013]


Heyv li esmanê Diyarbekirê

….
Bi xêr hatî Cumhûriyet (!)
Û tu jî Demokrasî (!)
Ku hun birçî ne
Malhazirî
Hêkerûn heye
Ku we bivê

Hunê bi xêr
Kengê herin gelo?

Naverok

Mefer / 3
Bi avê bi nan / 5
Bîbik diresin / 9
Nizanim kengê / 14
Stranên me / 19
Berêz Hoto Hemoto / 22
Asiwayî / 27
Ezimandin / 29
Helbet / 32
Jê ve bla binive / 35
Ku xwezî / 36
Em / 37
Şeyê felekê / 38
Kirîv / 39
Ameda min / 40
Rom ! / 42
Zarokên me / 43
Bazara dîplomasî / 45
Bê te / 46
Rojbaş roza / 47
Rûpelekî din / 59
Carîcarna / 62
Kuştin sotin talan / 63
Tarî / 65
Gul û bilbil û evîn / 66
Dilo lo / 70
Tevmedin / 71
Ev şepe / 72
Roj heye / 73
Serdeq / 74
Li kelebesta / 75
Resamê kurd / 76
Li berûberê Senê / 77
Celad! / 78
Dahatû / 79
Heyv li esmanê Diyarbekirê / 81
Naverok / 117
Kurteferhengok / 118

Bi avê bi nan

Bi avê
Bi nan
Bi serîhildana Roja mefermend
Di serê Sîpan
Û bi karîna me
Ewê
Bi zarî
Û bi nemana qidûm di çokan
Serî deynin
Ji Dehak
Ji Çar
Ji Şah
Rebentir bûn.
Ma nayê bîra wan
Mêran jinên xwe
Dê weledan
Davêtin ji xezeba me
Û revîn
Tu cî nivîn
Li wan sitarî nekirin
Bi avê
Bi nan
Bi jîn bişkifîna di bûtikên kulîlkan
Fermandarên fermandaran, her em in:
Bîhna me fereh e,
Lê,
Em neyên xezebê carekê...
Bila bi bîr bînin
Me,
Çiyayê Pentagonê
Mîna arvan
Bi hê ran
Çawa hêra li Vîatnamê,
li Îran
Û me
Çeka di destê Hîtler çawa kir dijminê serê wî
Û me çawa hejand Mûsolînî
Mîna dewkula li sêpiyê-
Li daran...
Bi avê
Bi nan
Bi dilopa xwêdana eniya xebatkaran:
Bê mefer û xemgîr mebin!
Nezîk e, bibişkife felatî
Di gerûya Rojê
Bi sariya
asiwayê
di navsera
SÎPAN
de.

Rojen Barnas
Heyv li esmanê Diyarbekirê

Invandrarförlagt
Immigrant-Institutet
Ser. B. Dikter, noveller, essäer.
Nr 31. Heyv li esmanê diyarbekirê / Rojen Barnas

© 1983, Rojen Barnas

Invandrarförlaget
Kvarngatan 16
502 44 Borås
Sweden

ISBN 91-85242-69-1
ISSN 0347-5360

Sjuhäradsbygdens Tryckeri AB, Borås 1984



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar