Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 50 (662)


Weşan : Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Tarîx & Cîh : 1955, Êrêvan
Pêşgotin : Rûpel : 4
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 350x450 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kc. Gen. Rya. N° 50 (662)Mijar : Giştî

Rya Teze, N° 50 (662)
Versions

Rya Teze, N° 44 (656) [Kurdî, Êrêvan, 1955]

Rya Teze, N° 45 (657) [Kurdî, Êrêvan, 1955]

Rya Teze, N° 46 (658) [Kurdî, Êrêvan, 1955]

Rya Teze, N° 47 (659) [Kurdî, Êrêvan, 1955]

Rya Teze, N° 48 (660) [Kurdî, Êrêvan, 1955]

Rya Teze, N° 49 (661) [Kurdî, Êrêvan, 1955]

Rya Teze, N° 50 (662) [Kurdî, Êrêvan, 1955]

Rya Teze, N° 51 (663) [Kurdî, Êrêvan, ]

Rya Teze, N° 52 (664) [Kurdî, Êrêvan, 1955]


Rya Teze, N° 50 (662)

Mîroê Esed

Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê

Îro cimaeta sovêtîê û Qewatêd wêye Sîlihkirî derbazdikin eyda Roja flota TRSS Eskerîê-Berîê. Ew roj bona tememîya merivêd sovêtîê hesavdibe çewa eyda hemcimaetîêye tradîtsîon.
Cimaeta sovêtîê bi flota xwe kubardibe, ya ku dikeve tevî Qewatêd wêye Sîlihkirî.
Bi serkarîya û pêşîkarîya partîa Komûnîstîê, Flota Sovêtîê Eskerîêberîê pêşda hatîye ser hîmê tradîtsîaêd flota û gemîçîêd ûrisîêye qurnada mêrxas û ewteşkîl û zor bûye di şerê xweykirina welatê me ji dijmina.
Bi qûmandarîya gemîçîêd ...


Hejmara îro da

- Roja flota TRSS Eskerîê berîê / 1
- Hatina dêlêgatsîa sovêtîê hukumatîê li Varşavaê / 2
- Kelma M. A. Sûslov / 2
- Cêribandina pêş massara / 3
- Kolxozêd rêspûblîkaêda / 3
- Koçka ulm û Kûltûraê navê Î. V. Stalîn / 4
- Bona tevî spartakîada cimaetêd TRSS / 4


ROJA FLOTA TRSS ESKERÎÊ BERÎÊ

Îro cimaeta sovêtîê û Qewatêd wêye Sîlihkirî derbazdikin eyda Roja flota TRSS Eskerîê-Berîê.

Ew roj bona tememîya merivêd sovêtîê hesavdibe çewa eyda hemcimaetîêye tradîtsîon.

Cimaeta sovêtîê bi flota xwe kubardibe, ya ku dikeve tevî Qewatêd wêye Sîlihkirî.

Bi serkarîya û pêşîkarîya partîa Komûnîstîê, Flota Sovêtîê Eskerîêberîê pêşda hatîye ser hîmê tradîtsîaêd flota û gemîçîêd ûrisîêye qurnada mêrxas û ewteşkîl û zor bûye di şerê xweykirina welatê me ji dijmina.

Bi qûmandarîya gemîçîêd mezin Üşakov, Lazryêv, Kornîlov, Naxînmov gemîçîêd urisa gele û gele şara di şeerêd xweykirina wetînda miqabilî dijmina nîşandane egîtî û merxastî.

Tarîqa flota ürisîê eskerîêberîê dewlemende bi tradîtsîaêd xweye rêvolyûtsîonîê.

Flota meye Eskerîê-Berîê roleke mezin lîstîye di şuxulê altindarîya Rêvolyûtsîa Oktyabrêye Sotsîalîstîêye Mezinda.

Sala 1917-a rojêd Oktyabrê krêysêra “Avropa”, gava ku topavîte koçka padşêye zivistanê bi dengê agirkirina topêd wê 25-ê^oktyabrê li temamîya dinîaê hate elamkirinê derheqa altindarîya Rêvolyûtsîa Oktyabrêye Sotsîalîstîêye Mezin.

Gemîçîêd Kronştadtêye rêvolyûtsîonî hê wexta rojêd sovêtîêye ewlinda tevî gvardîa sor şerkirin bi mêrxasy û ji welatê me derxistin zevçîêd welatêd dereke û gvardîa spî û bi wê yekê mehkemkirin altindarîya Oktyabrê. 

Rojêd Rêvolyûtsîa Oktyabrêye. Sotsîalîstîêye ewlinda partîa Komûnîstîê û pêşîkarê wê V. Î. Lênîn fikirîn derheqa teşkîlkirina flota eskerîê-berîê. 28-ê yanvarê sala 1918 Lênîn dêkrêt qolkir derheqa teşkîlkirina Ordîya Sor, lê 14 fêvralê qolkir dekrêt derheqa teşkîlkirina Flota Eskerîê Berîê.

Di rojêd pêşdahatina xwe ewlinda  flota Sovêtîê Eskerîê-Berîê komek da Ordîya Sor bona hincirandina dijminêd welatê me: êd der û hundur, ê ku dixwestin bixeniqandina dewleta Sovêtîêye cahil û careke dinê bidana vesekinandinê dîwana kapîtalîsta û melkedaraye zulmîê.

Paşî bi altindarî kutabûna şerê cimaeta me miqabilî întêrvêntsna welatê dereke û kutabûna şerê bajarvanîê, partîa Komûnîstîê û hukumata Sovêtîê hemû mecal efirandin bona pêşdaçûyîna û mehkembûîna flota Eskerîê-Berîê.
.....


Mîroê Esed

Rya Teze, n° 50

Riya Teze

Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê
Riya Teze, N° 50 (662)
Led, 24 Îyûlê, sala 1955
Redaktor Mîroê Esed
G. Jûkov
S. Hakobyan
A. Mîrac
E. Mamêdî
B. Koçaryan
A. Xudo
V. Biro
B. Gazazyan

Adrêsa rêdaksîaê: Êrêvan,
soqaqa Alavêrdyan N° 46,
têlêfon 2-07-78. Vf 11426

Neşirxana N°2, serwerya sere,
ya senaya-polîgrafîê û neşîreta ya
Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê,
Êrêvan, soqaqa Knûnyants N°8



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar