VersionsRya Teze, N° 44 (656) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 45 (657) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 46 (658) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 47 (659) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 48 (660) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 49 (661) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 50 (662) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 51 (663) [Kurdî, Êrêvan, ]
Rya Teze, N° 52 (664) [Kurdî, Êrêvan, 1955]
Rya Teze, N° 50 (662)
Mîroê Esed
Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê
Îro cimaeta sovêtîê û Qewatêd wêye Sîlihkirî derbazdikin eyda Roja flota TRSS Eskerîê-Berîê. Ew roj bona tememîya merivêd sovêtîê hesavdibe çewa eyda hemcimaetîêye tradîtsîon. Cimaeta sovêtîê bi flota xwe kubardibe, ya ku dikeve tevî Qewatêd wêye Sîlihkirî. Bi serkarîya û pêşîkarîya partîa Komûnîstîê, Flota Sovêtîê Eskerîêberîê pêşda hatîye ser hîmê tradîtsîaêd flota û gemîçîêd ûrisîêye qurnada mêrxas û ewteşkîl û zor bûye di şerê xweykirina welatê me ji dijmina. Bi qûmandarîya gemîçîêd ... Hejmara îro da
- Roja flota TRSS Eskerîê berîê / 1 - Hatina dêlêgatsîa sovêtîê hukumatîê li Varşavaê / 2 - Kelma M. A. Sûslov / 2 - Cêribandina pêş massara / 3 - Kolxozêd rêspûblîkaêda / 3 - Koçka ulm û Kûltûraê navê Î. V. Stalîn / 4 - Bona tevî spartakîada cimaetêd TRSS / 4
ROJA FLOTA TRSS ESKERÎÊ BERÎÊ
Îro cimaeta sovêtîê û Qewatêd wêye Sîlihkirî derbazdikin eyda Roja flota TRSS Eskerîê-Berîê.
Ew roj bona tememîya merivêd sovêtîê hesavdibe çewa eyda hemcimaetîêye tradîtsîon.
Cimaeta sovêtîê bi flota xwe kubardibe, ya ku dikeve tevî Qewatêd wêye Sîlihkirî.
Bi serkarîya û pêşîkarîya partîa Komûnîstîê, Flota Sovêtîê Eskerîêberîê pêşda hatîye ser hîmê tradîtsîaêd flota û gemîçîêd ûrisîêye qurnada mêrxas û ewteşkîl û zor bûye di şerê xweykirina welatê me ji dijmina.
Bi qûmandarîya gemîçîêd mezin Üşakov, Lazryêv, Kornîlov, Naxînmov gemîçîêd urisa gele û gele şara di şeerêd xweykirina wetînda miqabilî dijmina nîşandane egîtî û merxastî.
Tarîqa flota ürisîê eskerîêberîê dewlemende bi tradîtsîaêd xweye rêvolyûtsîonîê.
Flota meye Eskerîê-Berîê roleke mezin lîstîye di şuxulê altindarîya Rêvolyûtsîa Oktyabrêye Sotsîalîstîêye Mezinda.
Sala 1917-a rojêd Oktyabrê krêysêra “Avropa”, gava ku topavîte koçka padşêye zivistanê bi dengê agirkirina topêd wê 25-ê^oktyabrê li temamîya dinîaê hate elamkirinê derheqa altindarîya Rêvolyûtsîa Oktyabrêye Sotsîalîstîêye Mezin.
Gemîçîêd Kronştadtêye rêvolyûtsîonî hê wexta rojêd sovêtîêye ewlinda tevî gvardîa sor şerkirin bi mêrxasy û ji welatê me derxistin zevçîêd welatêd dereke û gvardîa spî û bi wê yekê mehkemkirin altindarîya Oktyabrê.
Rojêd Rêvolyûtsîa Oktyabrêye. Sotsîalîstîêye ewlinda partîa Komûnîstîê û pêşîkarê wê V. Î. Lênîn fikirîn derheqa teşkîlkirina flota eskerîê-berîê. 28-ê yanvarê sala 1918 Lênîn dêkrêt qolkir derheqa teşkîlkirina Ordîya Sor, lê 14 fêvralê qolkir dekrêt derheqa teşkîlkirina Flota Eskerîê Berîê.
Di rojêd pêşdahatina xwe ewlinda flota Sovêtîê Eskerîê-Berîê komek da Ordîya Sor bona hincirandina dijminêd welatê me: êd der û hundur, ê ku dixwestin bixeniqandina dewleta Sovêtîêye cahil û careke dinê bidana vesekinandinê dîwana kapîtalîsta û melkedaraye zulmîê.
Paşî bi altindarî kutabûna şerê cimaeta me miqabilî întêrvêntsna welatê dereke û kutabûna şerê bajarvanîê, partîa Komûnîstîê û hukumata Sovêtîê hemû mecal efirandin bona pêşdaçûyîna û mehkembûîna flota Eskerîê-Berîê. ..... Mîroê Esed
Rya Teze, n° 50
Riya Teze
Mînstrîa Kulturaê RSS Ermenîê Riya Teze, N° 50 (662) Led, 24 Îyûlê, sala 1955 Redaktor Mîroê Esed G. Jûkov S. Hakobyan A. Mîrac E. Mamêdî B. Koçaryan A. Xudo V. Biro B. Gazazyan
Adrêsa rêdaksîaê: Êrêvan, soqaqa Alavêrdyan N° 46, têlêfon 2-07-78. Vf 11426
Neşirxana N°2, serwerya sere, ya senaya-polîgrafîê û neşîreta ya Mînîstrîa Kulturaê RSS Ermenîê, Êrêvan, soqaqa Knûnyants N°8
|