Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bi xatirê sîlehan


Nivîskar : Ernest Hemingway
Weşan : Nûdem Tarîx & Cîh : 2000, Stockholm
Pêşgotin : Rûpel : 346
Wergêr : Serdar RoşanISBN : 91 88592-50 2
Ziman : KurdîEbad : 115 x 185 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Hem. Bin. N° 6600Mijar : Wêje

Bi xatirê sîlehan

Bi xatirê sîlehan

Hemîngway

Nûdem

Xelatgirê Nobelê Ernesr Hemingway (1898-1961) yek ji nivîskarên sedsala buhurî yê heri bi nav û deng e. Wî bi stîl û hosteriya xwe tesîreke mezin hem li nivîskarên hevdemên xwe, hem jî li nivjê li dû xwe kiriye. Bi xatirê sîlehan, Zengil ji bo kê lêdikeve, Kalentêr û derya hinek ji berhemên Hcmingway yên navdar in.
Bi xatirê sîlehan ku li ser motîva şerê cîhanê ê yekemîn hatiye avakirin û serpêhatiya nivîskêr bi xwe ye, di siya şer de evîna du ciwanan tîne zimên. Ev berhema gerdûnî ku heta niha zimanê kurdî jê bêpar bû, bi wergera Serdar Roşan bûye malê zimanê kurdî jî. Bi hêviya ku wê bi dilê we be...


BEŞÊ YEKÊ

Di dawiya wê havînê de em li gundekî diman. Gund di navbera deşt û çem de bû û li çiyan mêze dikir. Kevirên hûr yên sipî ku li kêlekên çem bûn li ber tavê zuha bûbûn. Ava çem ya zelal û şîn bi xumînî diherikî. Di ber mala ku em lê diman, tabûrên eskeran dibihurîn; toza ku ji ber meşa wan radibû pelên daran sipî kiribûn. Wê salê pelên daran zû weşiyan. Me li eskerên ku dibihurîn û pelên weşiyayî dinêrî. Heke em pelan nehesibînin piştî çûyîna eskeran rê xewle dima.

Ji hêla zad ve deşt bi bereket bû; derûdor bi baxçeyên fêkiyan raxistî bû. Çiyayên ku di dawiya deştê de bilind dibûn rût û tazî di rengê axê de bûn. Carinan li çiyayan şer çêdibû; me bi şev şewqa agirê topan didît. Di nav tariyê de mîna birûskan lê didan. Lê bi şev hênik bû û çu elameta firtoneyê tune bû.

Yek caran bi şev di nav tariyê de me dibihîst ku vaye esker bi erebeyên topan di ber malê re dibihurin. Çûn û hatin bi şev pir bû. Hêstirên ku di heqîbeyên wan de cebilxane hebû û kamyonên ku esker dibirin, dawiya wan ne dihat; kamyonên ku ser wan bi cawê konan hatibû pêçan hêdî hêdî diçûn. Topên mezin jî hebûn; li paş traktoran bûn; me ew bi piranî bi roj didîtin. Lûleyên wan yên dirêj bi şaxên kesk û pelan hatibûn nixumandin; ev erebeyên topan bi mêwan hatibûn veşartin. Li hêla bakûr ji newalê wêdetir li paş daristaneke şambelûtan li rexê vî alî yê çem, me çiyayek didît. Li wî çiyayî carinan şer çêdibû; lê bi ser ne diketin. Gava payîz dihat baranê dest pê dikir û pelên daran diweşiyan. şaxên daran bê pel diman bi baranê re qurmê daran reş dibû. Bi payîzê re hatina rezan kêm bû û mêw hişk bûn. Çiya di bin ewran de û çem jî di bin mij de bû. Ji ber tekerên kamyonên ku dibihurîn çamûr dipijiqî û cilên eskeran dilewitand. Tifingên wan jî şil bûbûn. Di bin pelerînên wan de bi palaskaya wan ve du qutiyên fîşekên 6,5 hebûn. Bi vê rewşê dişibiyan jinên ducanî yên şeşmehî.

Cîpên piçûk yên gewr ku bi lez dibihurîn jî hebûn; piranî li pêş, li kêleka şofêr, efserek rûdinişt; li paş jî hin ef- serên bi wazîfe rûdiniştin. Ji ber tekerên van cîpan çamûr bêtir dipijiqî.

Efserê ku di navbera du generlan de li dawiyê rûdinişt qet rûyê wî xuya ne dibû; bi tenê şewqeya wî û pişta wî di- xuya. Dibe ku ew Qiral bû. Qiralê ku li Udîneyê dima, ji bo teftîşa karûbar her roj di vê riyê re diçû; lê her çawa be jî rewş ne baş bû.

Di destpêka zivistanê de bi barana bê navbir re kolera jî derket. Piştî mirina heft hezar eskeran bi zorê pêşî li kolerayê hate girtin.

Beşê Diduyan

Dotira salê gelek serkeftin pêk hatin. Çiyayê ji newalê wêdetir û daristana şambelûtan bi dest xistin; li zozanên ji deşta hêla başûr wêdetir jî serkeftin çêbûn. Di meha tebaxê de em çûn aliyê din yê çem û li Gorîzîayê li malekê bi cih bûn. Li baxçeyê vê malê ku bi dîwarek doriêpêçayî bû, şadirvanek hebû; dîwarê xanî yê kêlekê bi leflefokên xemrî xemilandî bû.

Niha şer ji me bi qasî mîlek wêdetir li çiyayan dest pê kiribû. Qezaya ku mala me lê bû gelekî sipehî bû. Çem di ber me re dibihurî; qeza bi rehetî girtibûn lê ne dikarîn li çiyan bi ser bikevin. Bi hizira ku dê piştî şer rawestanê cardin werin qezayê ez kêfxweş dibûm. Di eslê xwe de ev malwêranî û şewitandin bi tenê çav tirsandin bû. Xelk ji xwe re mîna berê dijiya; li meheleyên qerax nexweşxane, qehwexane û erebeyên topan hebûn. Herwisa du kerxane jî hebûn, yek ji bo efseran ya din ji bo eskeran bû.

Di dawiya havînê de bi şevên hênik re li çiyayên paş qezayê şer dest pê kir; pira riya hesin gelek derb girtin; tunelê xirabûyî û dar... Li qezayê keçik jî hebûn. Û paşê Qiralê rîh nêrî bi erebeya xwe bihurî bû; ji ber bombebaranê hilweşîna dîwarê xaniyekî. Li hêla Carsoyê ji cepha şer xeberên baş dihatin; vê jî şikileke guhertî dida payîza me. Êdî şer jî hatibû guhertin.

Daristana darmazî ya li paş qezayê telef bûbû. Gava em havînê hatin ev der tev hêşîn bû. Lê niha ji bilî qurmên darên bi erdêrekirê û axa serûbinkirî tiştekî din nîne. Di dawiya payîzê de gava ez çûm cîhê ku berê daristana darmazî bû, çavên min bi ewrên tarî ketin ku bi ser çiya de bi lez dihatin. Rojê rengekî zer î mat wergirt; herder tarî bû; asîman hat girtin pê re jî berf hat. Di mideteke kurt de top di bin çarşefeke sipî de man.
Gava ez vegeriyam qezayê ez çûm kerxaneya efseran û min ji wê derê li dahatina berfê nêrî. Min û hevalekî xwe, me Astî vedixwar li berfê dinêrî û em gihiştin wê qeneetê ku êdî dawiya salê ye. Piştî ku çiyayên li milê din yê çem ne hatin girtin nexwe ev kar ji sala bê re dima.

HevaJê min, Keşeyê yekîneyê ku Ji derve dimejiya dît. Keşe pir bi îtîna dimeşiya da ku cilên wî qirêj nebin. Hevalê min hêdî hêdî destê xwe li pencereyê xist; Keşe li me nêrî. Piçekî bişirî. Hevalê min îşaret da wî da ku bê ba me. Keşe serê xwe bi maneya na rakir û meşiya çû. Wê êvarê şîva me makarne bû. Hinan ji me hîn ne dizanî ka mirov makarneyê çawa dixwe. Me carinan şerab jî vedixwar. şerabeke xwînesor e xweş bû. Piştî şîvê Kapîtan dest bi henekan kir. Bi Keşe re dipeyîvî.

Ruyê Keşeyê ciwan tavilê sor bû. Ji xwe zêde ferqa me ji wî tune bû; bi tenê li ser unîformayê li sînga wî li hêla çepê ji şîfoneke sor xaçek hebû, ewqas. Kapîtan mîna ku ji bo ez fam bikim bi îtaliyeke xirab dipeyîvî.
Pêşîn li Keşe paşê li min nêrî û: ”Keşe îro bi keçikan re,” got. Keşe ewil bişirî paşê serê xwe bi herdu hêlan ve hejand. IA her çawa be jî Kapîtan ne dikarî bi wî henekan neke.

”Ma ne rast e?” Kapîtan jê pirsî. ”Min îro te li kerxane- yê bi keçikan re dît.”
Keşe: ”Derew e!” bi qêrîn got.

Xuya bû ku efserên din jî bi van henekan kêfxweş di- bûn. Vêca Kapîtan berê xwe da min, piştî qedeha min bi ...


Hemîngway

Bi xatirê sîlehan

Nûdem

Weşanên Nûdem
Weşanên Nûdemê: 50
Bi xatirê sîlehan (roman)
Hemîngway
Werger: Serdar Roşan

Çapa yekem: Stockholm: 2000

© Kurdiya wê: Weşanên Nûdemê
Pergala bergê û rûpelan: Nûdem
Wêneya bergê: Behrem Haco

Navê orjînal: A Farewell to Arms
Çap: Nina Tryckeri

ISBN: 91 88592-50 2

Navnîşan:
Nûdem: Box 177
177 2j Jarfalla
E-mail: nudem@telia.com
Tel û feks: 08-58013162 / 08-58356468

PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2025
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar