Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Qolinc, çîrokên kurdî


Weşan : Dengê Komal Tarîx & Cîh : 1985, Stockholm
Pêşgotin : Rûpel : 96
Wergêr : ISBN : 91-86958-01-1
Ziman : KurdîEbad : 145 x 205 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Tor. Qol. N° 64Mijar : Wêje

Qolinc, çîrokên kurdî

Qolinc, çîrokên kurdî

Torî (Mehmet Kemal Işık)

Dengê Komal

Ez karim bêjim ko kurtayîya têxistîyên çîrokên min di vê helbestê de hatine gotin Li gotinê tiştek diminî. Ger ko kes nivîs- kar, nemase Kurd bî, ail dabî serhildan û liberxwedana gelê xwe, ew çi bikî, di kî- jan rewşî de bî, wê dilê vî her tim biqo- linc bî. Nikarî xwe ji vê qolincê rijgar bi- kî. Wê bi vê qolincê bitevgerî, wê bi vê qolincê bijî û bi vê qolincê xwe li bin gu- hê kûl û belaya bixî. Bi vê qolincê wê bî- rewerî tîj bibî û di talîyê de, weke hoza- nê Kurd î şoreşger Orhan Kotan gotî,"Bî- rewerî wê li tanîya zindana bêxistin".

"Ez ji Torê me. Min dabistana mamosteyîyê qedanad. Destpêka min î nivîsakrîyê bi helbestan e. Helbestên min di kovarên bêjeyî de hatin weşandin. Di vê navîyê de pirtukeke min î helbestan di nav weşanên kovarekê weşîya. Piştra min dest bi nivîsandina çîrokan kir. Ew jî di çend kovera de hatin weşandin. Min qederê du salan di rojnameke mazin de jî nivîsandan. Lê tev nivîsarê min bi tirkî bûn. Ev sê sal hene ko ez bi zimanê xwe yî dêmakî dinivîsim."


Naverok

Paşmêr / 5
Ger / 19
Dema Havînî / 31
Xwînî / 40
Qolinc / 50
Jiyana Şepirze / 65
Beşdarê Kedê / 75
Davik / 83


PAŞMER

Ismaîl derîyê odê bi hêdîka vekir. Serê xwe di ber derî dirêj kire hindirû. Xwe ji dehm de kişand dema ko kesik li hindirû nedît. Qasekê li ber dêrî rawestî. Di vê navîyê de li şibakê hawîrdora hewşê meyzand. Kesek li ber şibaka jî nedît. Ti deng jî ji hindirûwa nedihat. Bitenê çend mirîşk ji xwe re li wan dera digerîyan. Li dengê derîna, zarokna, an kes- na ji hindirû guhê xwe bel kir.

-Tu dibêjî ketine tamara mirinê, got di dilê xwe de. Ev çima deng ji kesekî nayê.

Berî ko bikevî hindirû dîsa li dora xwe meyzand. Bihurî çû li nêzîkî devê derîyê odê runişt. Hawîrdorê odê bi merşa raxistî bû. Di rexê dîwêr de balgihê kelpikî rêzkirî bûn ser merşa. Li balgiha meyzand. Cîhê anîşkê milê kesa di ser wan de nedît. Têderxis- ti bû ko şevê din kes nehati bû odê.

Çend pîr û partalê osman axa hebûn. Qet ji odê kêm nedibûn. Yek ji wana nebana jî, wê yên din li wir bana. Heta ko qenc birçî nebûwana, an demê li- mêjê nehatana, nediçûn malê xwe. Heto derengî şevê xwe li wir gêr dikirin. Li ber çûyinê ji dehm de di- rabûn diçûn. Îsmaîl kengî bihatana odê, wê liqayî wana bibana. Wî ew jî ne li odê bûn.

-Emê bêjin ew kes jî mirin, got îsmail di dilê xwe de. Ma hemû bi hev re. Çi hewala wana ye. Ew çima ne li vir in.

Qasek bihurt di navîyê de. Osman axa hat odê. Îsmaîl ji ber rabû, heta ko herî cihê xwe yî hercar rûnî. Lingekî xwe xist bin xwe û rûnişt piştî rûnişti- na axê. Çavê xwe jê neveqetand.

Destê xwe li doşeka li tanişta xwe da Osman axa, de Îsmaîl bê li ser runî. Bi ken lê meyzand. Îsmaîl tiştik ji vê cihdan û kenê tê dernexist. Serê xwe ta- wand û rabû.

-Were cem min, got Osman axa.Wilo ji min dûr nekeve. Min ji zû ve te nedîti bû. Tu li ku bûyî. Min bêrîya te kir.

-Xwedê kêmatîya te nedî, got ismaîl berî ko bê rûnî. Merşê te ji serê me zêde ne. Cihê min baş bû.

-Ev tu li ku bûyî, got Osman axa, piştî ko destê xwe danî ser milê îsmaîl. Tu çima xwîya nedibûyî. An tu jî ji min veqetayî. Tu çi dibêjî?

Îsmaîl ji roja ko xwe dîtî, her car serî li axê di- da. Lê ti carî wilo nêzîkayî nedabûyê. Çûyin û vegera wîna gelek cara nedîti bû jî. Lê ew guh nedidayê. Dîsa di çî û di hat. Diva bû ko herkes wî di nav dostê axê de berdin. Bi vêna wê bi çavekî din li xwe meyizandana. Hingî wê axê banîyana ber çavê xwe, yên ko berî xerabîyê lê bikin. Yan din, diva bû ko ew jî girêdayî deverekî bî. Xwe li vê deverê biparêzî. Nexwe kes bixweser di vî heyamî de nikari bû xwe bitevgerênî. Bere axa çûyin û vegara wî nedîtibana. Di hatina wi de bere kesik nederketana ber. Xem nedikir.

-Ez, got ismaîl. Ezê ji te veqetim. Hege xwedê nivîsandi bî, bere xera bikî. Ez kengî ji te diveqetim. Ko ez zanibim ezê li gund bitênê bimînim, ji ber vê yekê wê mala min di serê min de bihêrivênin, dîsa ez ji te naveqetim. Min xwe li cem dît. Ma em kurê rojekê ne. Me rojne din dîtin ji vê rojê xeraptir. Me xwe hingî neda alîkî. Vêca emê xwe nûha bidine alîkî. Xwezî te min bikuştana û ew xeber negotana. Mijulîya dinyayê ye. Tu karekî diqedênî, yên din der- dikevin. Nexwe ezê çima nehatama.

-Hay xwedê te bihêlî Îsmaîl. Ma ez te nasnakim. Min ji xwe got. Tu dostê dosta yî. Min heta îroj ge- lek qencîyê te dîtine. Berî ko ez bêjim, tu têderdixî û digihî hawara min. Herkes vê mêrxasîya te li her deverî dibêjî. Min çend cara di civatê de gotîye gun- dîyê xwe. Lê ew tê dernaxin. Ew dibejin ko em ji pay axê veqetin, herine deverne din, wê Osman axa qedî. Lê her carî dibînin weke zîçikekî jipîya me. Tiştik ji min nayê. Di talîyê de, dîsa ew li tiştê kirî poşman dibin. Divegerin cem min.

Ev ne cara pêşîn bû ko gundîyê ko di benda wî de der jê qerîyan bûn. Giha bûn benda din. Çend mal bitenê li cem Osman axa mabûn. Yên din xwe li Elî axa girti bûn. Yên mayî jî, ji bav û kala, bavikê li cem wa bûn. Ti carî ev bavik jî wî nediveqetîyan.

Herkes wan bavikan nasdikir. Zanibûn ko mala wana li mîratê bigerênin, dîsa ji Osman axa nediqerîyan. Lê dîsa der ji wana nediqerîyan. Hercar li wana di- xistin, de ew jî ji Osman axa biveqetin, wîna bixwe- ser bihêlin. Ew jî her piştî lêdana xwe, diçûn cem axa, gazinê xwe dikirin. De wana biparêzî. Lê her carî bi teqilik şîreta divegerîyan. Hew kari bû mirovê xwe biparêzî.

-Li min nakevî ko eqil bidime te. Lê ko ez bim, guh nadim tiştê bûyî. Bihna xwe farah bike. Tu gun- dîyê xwe ji min çêtir nasdikî. Tê dît ko ser tiştekî netişt ji te qehirîn, vegerîyana benda din. Te dît li vir, te dît li devara din. Weke gokê ne. Ji xwe re diçin û tên. Ev ne carik bitenê û ne cara talî ye. Ji dema ko tê bîra min ev wilo ye. Edî nûha der ji wana biqere. Qederekê ji xwe re li wana meyzêne. Ma hindik anîn serê Elî axa. Wana di zivinga, di deşta de derxistin. Hêj bav u birayê Elîk li deştê ne. Ev du sal hene ko Elîk vegerîyaye. Tu dibêjî ne ew bûn ewqas tişt li wan het kirin, an ne ew bûn ewqas tişt li axê xwe kirin. Wî nûha dîsa vegerîyana cem. Dûr, nêzîk wê dîsa tiştna bênin serî wî. Ew jî vê yekê xweş zanî. Wî nûha rojê xwe bi wan ra dibûhurênî. Bi eqilê xwe, divê ko cihê xwe qewin bikî. Edî ev wilo ye. Di ka bere qederekê li cem bimînin. Tu dîsa Osman axa, ew jî her tim gundîyê te ne. Maçi bi te bibî.

-Ez vanaqenc zanim Ismaîl. Bere jê ra pîroz bin. Bere hawa xwe ji wana bisitênî. Lê gotina min ne ev e. Dilê wana çawa dixwazî, bere wilo bikin. Kesik destê wana negirtî ye. Tu gazina min ji çûyina wana nîne. Cuwamêrê Elîk jî ji bav û kala axa ye. Vêga darê qentarê di destê kî de bî, yên xurt ew e.Iroj darê qentarê di destê Elîk de ye. Wî nûha ya xwe dikî. Weke ko te dîtî bêminetî ye. Yên ko ji wana bê wê bikin. Ez nabêjim nekin. Derb derba wana ye. Wê derba xwe li me bixin. Lê dema ko kirin. Derba xwe li me dan, divê em nerawestin. Em jî ya xwe bikin. Em xwe û hevalê xwe ji xerabîya wana bipa- rêzin. Ko em destê xwe li wana nehilênin, wê heval û hogirê me gazina ji me bikin. Heye ko yên mayî jî ji me biveqetin. insana, heye ko li buwerî dordestîya wana xwe nigrin. Ji ber vê yekê divê ko em wana biparêzin.

-Rast e, got ismaîl. Divê ko bitenê nemînin. Her tim destê te li ser milê wana bî. Nexwe weke te gotî, heye ko ew jî hew li ber xwe bidin. însana. Şîrê xav vexwarîye. Kesnizanî bê wê kengî, çi bikin.

-Wan rojê ha Dalînî hati bûn cem min. Tiştê ko li wana dikin, nayên gotin. Ew e ko xwe li ber wana digrin. Tu zanî ko Dalîn ne weke gundê dî ye. Kesê me yî sê çar gundê dora Dalînê xwe bi hevalê me yî Dalînî digrin. Divên ko wan hevala ji derb bixin û dostê me yî wan gunda jî bikêşinin cem xwe. Ko em arîkarîyê nedin hevalê xwe yî Dalînî, wê ew kes ji destê me herin. Dive em destê xwe ji waria jî bişon. Kelihke me ye Dalîn. Divê em wê kelihê ji destê xwe dernexin.Bi gundîyê xwe ez nakevim. Lê gundîyê din ko ji destê me çûn, hingî halê me xerab e.

Birastî hevale Dalînî hevalne hêja ne. Ne yên ko yek ji wana uiqerî. Bê kî wî eqilî kiri bî, cihê der- nekî baş neqandîye. i
-Cuwamêr xwe xef nakin. Darî çava ya xwe li wana dikin. Tu jî wana nasdikî. Cembelî û sê çar hevalê wî. Ti bêbavî namînî ko bi hevala nakin. Tiş- tê ko dikin, tu sax bî wan ra dimînî. Hey kesik na- rabî tiştekî nabêjî wana, ew e ko hevalê me nakujin.

-Ez Cindîyo û çend hevalê wîna xweş nasdikim. Her yek ji wana weke zahakî mara ye. Zû bi zû nayên qefê. Li ku dera ko tu devê li wir in. Cih û warê wana nîne. Lê biqasî ez zanim, ew û hevalê wî Ziwer axa ne. Li devê wî dimeyzênin.

-Ma Elîk hevalê kî ye. Ew jî xwe bi Zîwer axa digrî. Dîsa bi devê Zîwer axa, wan tişta dikin. Bi vê yekê Zîwer axa, cihê xwe û cihê Elîk li gunda qewîn dikî. Nexwe Elîk bixweser nikarî waqas tişta bikî.
-Ew jî rast e. Ez gelek cara dibînim. Elîk bi qeflik zilamê xwe ve diçî mala Zîwer axa.

-Çima neçî. Dewlet serê gundîyê min. Piştî ko Elîk li vir xurt bû, derhel Zîwer axa nêzîkayî dayê. Nexwe berî nûha ne diçûn û dihatin cem hev. Lê ez dibînim Cembelîyo te jî çavtirsandî kirîye. Tu evqas wasifdana wana dikî.
-Dewlet xwedê û serê te. Ma ez ji kî ditirsim ko ji Cembelîyo bitirsim. Min rewşa wana gote te. De tu wana qenc binasî min got. Nexwe ti dan û sitandina min bi wana ra nîne. Ko bikevin destê, baş e.

-Ma min ji ber çi bakire te. Me tê heta hetayê bi qaçaxkara bilebikî. Xwe li vê deverê jî şanî min bide. Wan derbê xwe yî barazî bê tu li wana jî na- xî.
-Ne ew qaçaxîyê nakin. Ev çend sal hene destê xwe ji qaçaxîyê birî ne. Naçin gundê xwe jî. Li ba- jêr dimînin.

-Ez wê jî zanim. Li deverekê dizî û şelihandin.
.....


Torî


Qolinc, çîrokên kurdî

Denge Komal

Denge Komal
Hejmar: 36/13
Qolinc, çîrokên kurdî
Torî (Mehmet Kemal Işık)

Berpirsiyar
Redaktör
Genel Yayın Yönetmeni, N. Bora

Navnişan
Kontakt Adress
İlişki Adresi, Amanuensv. 4/320
104 05 Stockholm / Sweden

Postgiro: 477 75 75-4
Tel: 08/ 16 60 21

© Dengê Komal, Torî
1985 / Stockholm

ISBN 91-86958-01-1



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2025
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar