VersionsHêvî, hejmar 1 [Kurdî, Paris, 1983]
Hêvî, hejmar 2 [Kurdî, Paris, 1984]
Hêvî, hejmar 3 [Kurdî, Paris, 1985]
Hêvî, hejmar 4 [Kurdî, Paris, 1985]
Hêvî, hejmar 5 [Kurdî, Paris, 1986]
Hêvî, hejmar 6 [Kurdî, Paris, 1987]
Hêvî, hejmar 7 [Kurdî, Paris, 1990]
Hêvî, hejmar 8 [Kurdî, Paris, 1992]
Hêvî Hejmar 5, gulan 1985
Enstîtuya Kurdî malbendeke çandiya serbixwe ye. Di Sebata 1983 bi destê ronakbîrine kurd ên ji her aliyên Kurdistanê, hatiye danîn. Amanca wê beşdarbûna şerê ji bo parastin û pêşvebirina çanda gelê kurd e.
Civandina gencineyên çanda kurdî, çêkirina ferheng û rêzimanên kurdî, lêgerînên li ser edebiyat, pîşe û dîroka kurdî, çapkirina kovar û kitêbên kurdî, pêkanîna kaset, sêlik û filmên kurdî şaxên bingehiyên xebata wê ne. Karekî wê yî serekeyê din jî nasandina çanda kurdî bi gelên cihanê ye.
Enstîtu dixwaze bibe cîgehekî xebatê ji bo hemû zimanzan, nivîskar, dîroknas, hinermend, pîşekar û ronakbîrên kurd û dostên gelê me.
Ew ji bo jiyan û pêşveçûna xwe, hewcê alîkarî û tevkariya her Kurdê welatparêz e.
Hîmdarên Enstîtuya Kurdî : Cegerxwîn, Ordîxanê Celîl, Heciyê Cindî, Yilmaz Güney, Hejar, Kendal, Qanatê Kurdo, Remzî, Osman Sebrî, Îsmet Şerîf Vanlî, Tewfîq Wehbî, Nûredîn Zaza. Serecem
Kurmancî - Zaneyê mezin Qanatê Kurdo - Joyce Blau / 7 - Me Seydayê Hişyar wenda kir - Temo Zêrîn, Lokman Polat / 16 - Hérnin ji mir - Joyce Blau / 19
Belge - Bîranînên Îhsan Nûrî Paşa (IV) / 25
Kurdnasî - Nêrînek li ser jiyan û xebatên Basile Nikitine - Helkewt Hekim / 41
Edebiyat - Serdar - Tosinê Reşît / 48 - Enwerê Mayî û berhemên wî - Dildar Berwarî / 60 - Hemîdo û Avûkat - Firat Cewerî / 62 - Neviyê Kalê Siyamend - Kalo / 68 - Şelmaqa Coxrafyayê - Çerkezê Reş / 69
Pirtokên nû / 70 - Keremê Reş û pirtûka wî ya nû - Têmûrê Xelîl Mûradov / 82
Dumilî - Dumilkî (zazakî) ya Batûmî - Qanatê Kurdo / 85 - Qawxê Nêrib û Hênî - Arêkerdox : Peter Ivanovîç Lerch / 88 - Heme be herri û xwi ra cêr diyayey - Enver Gökçe / 92 - Bilbliyografya dimilî (zaza) - III - Malmîsanij / 95 - Hîrî Gonî - Heyder / 97 - Dayê Welat bol şîrîn o - Xortê Kurd / 100 - Bêbextî - Umero Adırın / 101 - Folklorê Dersimî ra - II - Arêkerdox : Firat / 105 - Mehmed Şerîf Efendiyo Goruzij - Ahmet Say / 112
Kurmanciya Xwarê
- Beşek le mêjûy rexney edebî kurdî - Sebahî Xalib / 203 - Awarey fermêsky dayikî şehîd - Hawar / 189 - Gelaz - Siyamend Şêxaqayî / 187 - Mafî diyarîkirdinî çarenûsî millî le tîorî marksîstî da - Horace B. Davis / 167
Sommaire
En Kurmanci - Hommage au linguiste Qanatê Kurdo - Joyce Blau / 7 - La mort de l'écrivain Hişyar - Temo Zêrîn, Lokman Polat / 16 - Et celle du poète Hêmin - Joyce Blau / 19 - Souvenirs d'Ihsan Nouri Pacha sur la révolte d'Agrî (IV) / 25 - Un regard sur la vie et les travaux du kurdologue B. Nikitine - Helkewt Hekim / 41 - Vie et œuvres d'Enver Mayî - Dildar Berwarî / 60 - Hemîdo et l'avocat (nouvelle) - Firat Cewerî / 62 - Poèmes inédits - Kalo, Çerkezê Reş / 68 - Les publications récentes / 70 - Le nouveau livre de Keremê Reş - Têmûrê X. Mûradov / 82
En Kurde Dumilî - Le dialecte dumilî de Batoum - Qanatê Kurdo / 85 - Textes dumilî recueillis par Peter I. Lerch / 88 - Bibliographie dumilî (III) - Malmîsanıj / 95 - Poèmes inédits - E. Gökçe, Heyder, Xortê Kurd, / 97 - Trahison (nouvelle) - Umero Adırın / 101 - Le folklore de Dersim (II) - Firat / 105 - Vie de Mehmet Şerif Efendi de Goruzij - Ahmet Say / 112
En Kurde Meridional - Une introduction à l'histoire de la critique littéraire kurde - Sebahi Xalib / 203 - Poème inédit - Hawar / 189 - Gelaz (nouvelle) - Siyamend Şêxaqayi / 187 - Le droit des peuples à l'auto-détermination dans la théorie marxiste - Horace B. Davis / 167 Mirina zaneyê mezin Qanatê Kurdo
Di şeva 31.10.1985 de zane û welatparêzê navdar Qanatê Kurdo li Lenîngradê wefat kir. Bi mirina wî gelê kurd yek ji hêjatirîn zaneyên xwe, Enstîtuya Kurdî, carek din, hîmdarekî xwe yî giranbiha winda kir.
Q. Kurdo di sala 1909 de li gundê Sûsizê, nêzikî Qaxizmanê, di navçeya Qersê de hatibû dinê. Ev navçe, ku niha di tixûbên Komara Tirkiyê de ye, hindê li jêr hikmê Rûsya tsarî de bû. Bavê wî, Keleş Xidir, gundiyekî belengaz î ji eşîra yezîdî ya Şerqî bû. Şerê Cihanî yê yeka vê navçeyê serobînî kiribû û xesareke mezin gihandibû rûniştevanên wê yên kurdî. Malbata Qanat ji ber şer û ji ber hovîtî ü xwînrêjiya ordûyên osmanî mecbûr ma axa bav û kalên xwe biterikîne û ber bi Bakur ve here. Ew pêşiyê li Cinkanîyê (Koblaxê), di navçeya Aparanê cîwar dibe, lê pêşveçûna leşkerên Osmanî mihacirên kurdî mecbûr dike ku hê dûrtir herin. Malbat, di dawiyê de, xwe dighîne Tîflîsê û li wir, pey çend mehan, di 1921 de bavê Qanat, Keleş dimire. Mala wan belangaz û şerpeze dimîne.
Cîwarbûna berebereyî ya rejîma Sovyetî hêdî hêdî jiyana wan û ya hemû cemaeta kurdî ya Qafgasyayê diguherîne. Hagop ("Lazo") û Olga Gazaria ji bo xortên kurd ên bajarê Tîflîsê yekemîn xwendegeha kurdî vedikin. Ji bo hînkirina wan Lazo ji tîpên ermenî alfabeyeke kurdî çê dike. Qanat jî diçe vê xwendegehê û gava ku ew di 1928 de wî diqedîne, Ereb Şemo, ku bi çend salan ji wî mestir bû, ji Partiya Komunîst a Ermenîstanê heşt bûrs stendibû ji bo xwendekarên kurd herin Zanîngeha Lenîngradê xwendina bilind bixwînin. Qanat dibe yek ji wan bûrsdaran. Ew di îlon 1928 de diçe Lenîngradê û li wir, li ber destên A.A. Frejman û I.A. Orbelî, çêtirîn rohelatnasên sovyetî yên wê demê û hîmdarên kurdnasiya sovyetî, dibe xwendekarê irannasiyê. Ew wisa jî li cem I. I. Zarubîn fêrî belûçî û zimanên pamîrî û tevî N. Y. Marr hînî zimanevaniya giştî dibe... Hêvî
Kovara çandîya giştî
Hejmar 5 /gulan 1985
Espoir (Hêvî) Revue culturelle kurde No. 5 - Mai 1985
Directeur de la publication : Rojen Barnas Réalisation : Ali Bucak, Îbrahîm Ghazagh, Mohamad Hassan
Collaborateurs : Ibrahim Ahmed (Angleterre), Ferat Cewerî (Suède), Dr. Kemal Fuad (Berlin), Dr. Cemşîd Heyderî (Suède), Kendal (France), Malmîsanij (Suède), Ferhad Şakelî (Suède), Hesen Seyf (Suède).
La revue “Espoir” est une publication biannuelle de l'Institut Kurde. Elle est ouverte à tous les courants de la vie culturelle kurde.
Les textes publiés n'engagent que la responsabilité de leur auteur.
Pour toute correspondance, écrire à :
Institut Kurde de Paris 106, rue La Fayette 75010 Paris - France
Tél : (1) 48 24 64 64.
Imprimé en Italie
© Institut Kurde de Paris - 1986
ISSN : 0761 – 1242 |