VersionsHêvî, hejmar 1 [Kurdî, Paris, 1983]
Hêvî, hejmar 2 [Kurdî, Paris, 1984]
Hêvî, hejmar 3 [Kurdî, Paris, 1985]
Hêvî, hejmar 4 [Kurdî, Paris, 1985]
Hêvî, hejmar 5 [Kurdî, Paris, 1986]
Hêvî, hejmar 6 [Kurdî, Paris, 1987]
Hêvî, hejmar 7 [Kurdî, Paris, 1990]
Hêvî, hejmar 8 [Kurdî, Paris, 1992]
Hêvî Hejmar 7, payiz 1990
Enstîtuya Kurdî malbendeke çandiya serbixwe ye. Di Sebata 1983 bi destê ronakbîrine kurd ên ji her aliyên Kurdistanê, hatiye danîn. Amanca wê beşdarbûna şerê ji bo parastin û pêşvebirina çanda gelê kurd e.
Civandina gencineyên çanda kurdî, çêkirina ferheng û rêzimanên kurdî, lêgerînên li ser edebiyat, pîşe û dîroka kurdî, çapkirina kovar û kitêbên kurdî, pêkanîna kaset, sêlik û filmên kurdî şaxên bingehiyên xebata wê ne. Karekî wê yî serekeyê din jî nasandina çanda kurdî bi gelên cihanê ye.
Enstîtu dixwaze bibe cîgehekî xebatê ji bo hemû zimanzan, nivîskar, dîroknas, hinermend, pîşekar û ronakbîrên kurd û dostên gelê me.
Ew ji bo jiyan û pêşveçûna xwe, hewcê alîkarî û tevkariya her Kurdê welatparêz e.
Hîmdarên Enstîtuya Kurdî : Cegerxwîn, Ordîxanê Celîl, Heciyê Cindî, Yilmaz Güney, Hejar, Kendal, Qanatê Kurdo, Remzî, Osman Sebrî, Îsmet Şerîf Vanlî, Tewfîq Wehbî, Nûredîn Zaza. Serecem
Kurmancî Mirina Heciyê Cindî, Tosinê Reşîd - Nûra Cewarî / 7 Kurdên nejibîrkirinê, Nûredîn Zaza / 19 Hevpeyvînek bi Osman Sebrî re, Firat Cewerî / 23 Şaîrê bergiriyê Şêrko Bêkes, Hiner Salim / 33 Hevpeyvînek bi Şahînê B. Soreklî re, Mehmed Uzun / 38 Trên, Kurdo Husên / 49 Henrî Armstrong çû cengê, Şahinê B. Soreklî / 53 Reş girêdan, Riza Çolpan / 65 Bîranînên Nûrî Dêrsimî / 68 Çend gilî li ser Bavê Nazê û pirtûka "Hêsir û baran", Edoyê Îbo / 72 Dr. Abdullah Cevdet, Mehmed Uzun / 75
Dumilî Zazakî Çebexçur û Palî ra sonîk, fistonîk, mesele û deyîrî, Harûn / 81 Rindan hemînî miyan di, Heyran Xanima Dunbulî / 95 Fes Mistefa û Zeyneb xanimî, O. Wedat Kaymak / 96 Di lawikê Dêrsimî, Firat / 102 Qederê keynerda padîşay, Koyo Berz / 105 Bîbliyografya dimilî (Zaza)-V, Malmîsanij / 111
Kurmanciya xwarê Pênc jimarî kovarî Kurdistan (1919-1920), Ferhad Pîrbal / 202 Belgenamey arşivî brîtanî : bizûtnewey kurd, wergeranî le îngilîziyewe, Nezend Begî Xanî / 185 Nerîtgerî yan nasyonalîzm : welamî Kurdekan bo rejîmî kemalist, H. Bozarslan / 170 H. S. Nyberg le Kurdistan, Sigrid Nyberg Kalla / 153 Paşkêşey Berzaniyekan le Iran (II), Ebû Hesenî Tefreşiyan / 141 Nawî manga kurdiyekan, Ahmedê Şerîfî / 134 Damezrandinî Dewletî Sûrî û kêşey kurd le Sûriya, Rênas, wergerandin, Xanî / 129 Tavgey zîndanî, Şêrko Bêkes / 125 Zengî goman, Ferhad Şakelî / 121 Çapemeniye tazekanî Enstîtu / 120
Sommaire
— La mort de l'ethnologue kurde soviétique Heciyê Cindî, T. Reşîd- N. Cewarî / 7 — Certains Kurdes à ne pas oublier, Nûredîn Zaza / 19 — Interviews avec les poètes Osman Sebrî, Şerko Bêkes et l'écrivain Ş. B. Soreklî / 23 — Le Train (nouvelle), Kurdo Husên / 49 — Henry Armstrong s'en va en guerre (nouvelle), Ş. B. Soreklî / 53 — Le deuil (poème), Riza Çolpan / 65 — Publications récentes / 68 — Contes, fables et chansons en dialecte dumilî de la région de Çebexçûr et de Palo, Harûn / 81 — Fes Mustafa et Zeyneb Khanim (conte), O. W. Kaymak / 96 — Deux chansons de Dêrsim, Firat / 102 — Le destin de la fille du roi (conte), Koyo Berz / 105 — Bibliographie dumilî (V), Malmisanij / 111 — Les cinq numéros de la revue "Kurdistan" (1919-1920), Ferhad Pîrbal / 202 — Archives britanniques sur le mouvement kurde / 185 — Traditionalisme ou nationalisme : réponses kurdes au régime kémaliste, H. Bozarslan / 170 — H.S. Nyberg au Kurdistan, Sigrid Nyberg Kala / 153 — La retraite des Barzanis du Kurdistan iranien (II), E.H.Tefrişyan / 141 — Les noms des mois en kurde, Ahmedê Şerîfî / 134 — La création de l'Etat Syrien et la quetion kurde en Syrie, Rênas, traduit par Xanî Şerefkendî / 129 — La chute d'eau (poème), Şêrko Bêkes / 125 — Le glas du doute (poème), Ferhad Şakelî / 121 — Nouvelles publications de l'Institut / 120 Mirina Heciyê Cindî
Yek ji ronakbîrên sereke yên Kurdên Sovyetistanê, nivîskar û folklornas profesor Heciyê Cindî roja 1 ê Gulana 1990 an, di 72 saliya xwe de, li Rewanê wefat kir. Heciyê Cindî yek ji hîmdarên Enstituya Kurdî bû. Em li jêrê nivîsandineke Tosinê Reşîd li ser jiyana wî û bendeke keça wî Nûra Cewarî li ser bibliyografya xebatên wî belav dikin.
Gelê kurd di dîroka xwe ya dûr û dirêj de eserên kulturê yên mezin dane, wekî yên Ehmedê Xanî û Şeref Xan Bîtlîsî, Melayê Cizîrî û Mestûre, Goran û Cigerxwîn û gelekên din, lê ji ber rewşa siyasî ya Kurdistanê, nexwendabûnê, bîr û baweriyê wan negihîştine ber payê hemû kesî. Gelê kurd hetanî îro beşeke mezintir ya kultura xwe di nava folklora xwe de diyar kiriye. Loma jî folklora gelê me ewqas kûr e, ewqas fıreh e, ewqas pircûre ye. Û ku îro pirsa kurd û Kurdistanê gav bi gav bilind dibe, ji bo ku em xwe bi dinyayê bidne nas kirinê, rêyek jê jî ew e ku em folklora xwe bi dinyayê bidin nasîn. Heciyê Cindî vî karî kiribû armanca sereke ya jiyana xwe ya û bê rawestan dimeşand.
Di nav van 60 salên xebatê de ewî gelek rojên reş û giran dîtin. Hate girtin û lêdanê jî xwar û bê kar jî ma, lê wî tu carî destê xwe ji folklora gelê xwe nekişand û temamiya jiyana xwe da bi vê folklorê re mijûl bû.
Heciyê Cindî di sala 1908 da li gundê Emençayîrê, qeza Qersê, ji diya xwe bûye. Di salên Şerê Cihanê Yekemîn da sêwî dimîne û sala 1919 da, pêşiyê wî didne sêwîxana Qersê, paşê jî, didin ya Gumriyê (niha Lênînakan). Ew di sala 1929 da Xwendegeha ermenî temem dike û dibe seyda û midûrê dibistana gundê kurdayî Qundaxsazê (niha Riya Teze). Lê mêla wî li ser xwendinê bû û di sala 1930 de ew dikeve Fakulta ziman û edebiyatê, ya Zanîngeha Rewanê ya dewletê û di sala 1933 de ew temam dike. Hema wê salê jî ew dikeve aspîrantûra Enstîtuya dîroka kultura Ermenîstana Sovyetî. Ew jî ji xezeba sala 1937 a nefilitî. Ewî ji kar dûr dixin û zûtirkê di adara sala 1938 de davêjne hebsê. Ew çawa "xayînê welat" hate gunekarkirinê û nava "îzbatyan" de bûn wisa jî nama ku Mîr Celadet Bedirxan bi navê kovara "Hawar" ji wî re şandibû, yek jî Kamil Bedirxan, ku hingê li Tiflisê li Zanîngeha Komûnistiyê ders dida, şevekê bûbû mêvanê wî. Rast pîştî salekê, 18 ê adarê sala 1939 a mehkema eskeriyê wî efû dike û ew ji hebsê derdikeve. Lê di nava salekê de ewî zulm û zêrandina wisa dîtibû, wekî temama jiyana wî da ji bîra wî neçû. Loma jî ew roja 1 ê adarê, roja ji hebsê derketinê, kire roja ji dayîkbûyîna xwe û her ciya paşê ew roj nivîsî.
Di sala 1940 de ew têza xwe ya bi navê Ker û Kulikê Silêmanê Silîvî pawan dike û dibe kandîdatê (doktorê) fîlolojiyê. Ew xebata wî ye, ku piştî salekê li Rewanê çap bû, bil hîmê folklornasiya kurdî li Yekîtiya Sovyetî. Lê hê di sala ... Hêvî
Kovara çandiya giştî
Hejmar 7 /payiz 1990
Espoir (Hêvî) Revue culturelle kurde No. 7 - Automne 1990
Directeur de la publication : Reşo Zîlan Réalisation : Sacha Ilitch, Xanî Şerefkendî, Mohamad Hassan
La revue Hêvî (Espoir) est une publication biannuelle de l'Institut Kurde. Elle est ouverte à tous les courants de la vie culturelle kurde.
Les textes publiés n'engagent que la responsabilité de leur auteur.
Pour toute correspondance, écrire à :
Institut Kurde de Paris 106, rue La Fayette 75010 Paris - France
Tél : (1) 48 24 64 64.
Imprimé en Italie
© Institut Kurde de Paris - 1990
ISSN : 0761 – 1242 |