VersionsHêvî, hejmar 1 [Kurdî, Paris, 1983]
Hêvî, hejmar 2 [Kurdî, Paris, 1984]
Hêvî, hejmar 3 [Kurdî, Paris, 1985]
Hêvî, hejmar 4 [Kurdî, Paris, 1985]
Hêvî, hejmar 5 [Kurdî, Paris, 1986]
Hêvî, hejmar 6 [Kurdî, Paris, 1987]
Hêvî, hejmar 7 [Kurdî, Paris, 1990]
Hêvî, hejmar 8 [Kurdî, Paris, 1992]
Hêvî hejmar 8, havîn 1992
Enstîtuya Kurdî malbendeke çandiya serbixwe ye. Di Sebata 1983 bi destê ronakbîrine kurd ên ji her aliyên Kurdistanê, hatiye danîn. Amanca wê beşdarbûna şerê ji bo parastin û pêşvebirina çanda gelê kurd e.
Civandina gencineyên çanda kurdî, çêkirina ferheng û rêzimanên kurdî, lêgerînên li ser edebiyat, pîşe û dîroka kurdî, çapkirina kovar û kitêbên kurdî, pêkanîna kaset, sêlik û filmên kurdî şaxên bingehiyên xebata wê ne. Karekî wê yî serekeyê din jî nasandina çanda kurdî bi gelên cihanê ye.
Enstîtu dixwaze bibe cîgehekî xebatê ji bo hemû zimanzan, nivîskar, dîroknas, hinermend, pîşekar û ronakbîrên kurd û dostên gelê me.
Ew ji bo jiyan û pêşveçûna xwe, hewcê alîkarî û tevkariya her Kurdê welatparêz e.
Hîmdarên Enstîtuya Kurdî : Cegerxwîn, Ordîxanê Celîl, Heciyê Cindî, Yilmaz Güney, Hejar, Kendal, Qanatê Kurdo, Remzî, Osman Sebrî, Îsmet Şerîf Vanlî, Tewfîq Wehbî, Nûredîn Zaza. Serecem
Kurmancî Bîranînên Nûredîn Zaza / 5 Ewliya Çelebî li Diyarbekrê, Reşo Zîlan / 21 40 saliya bîranîna Mîr Celadet Bedirxan, Konê Reş / 42 Welatê xerîbiyê..., Mehmed Uzun / 46 Jina şivên, Henry Lawson (wergrandin şahînê B. Soreklî) / 61 Karbidest, Çîrokek folklorî, Ferhadê Çelebî / 69 Emer, Joyce Blau / 72
Kurmanciya xwarê Witûwêj le gel Mamosta Hejar, Ahmedî Şerîfî / 202 Beyanî hikûmetî Birîtanî û Iraq le salî 1922 da derbarey hikûmetî xwarûy Kurdistan, Hawar / 185 Rojname û govarî kurdî le kîtêbxanekanî şarî Lenden, Enwer Sultanî / 170 Kurte pêşekiyek bo serhildanî şanoname le edebiyatî kıırdî da, Ferhad Pirbal / 153 Mêjûy Kurdnasî le Danmark, Rêbwar Sîweylî / 141 Cegay Kurdistan le serfernamey Nasir Xusrow da, Mensûrî Tokmeçî / 134 Kurteyek le jiyanî T. S. Eliot û şeîrekî wergerdiraw, Nezend Begîxanî / 129 Raman, Mihsîn Ahmed Omer / 125
Sommaire
— Les mémoires de Nûredîn Zaza / 5 — Le voyageur turc Evlia Çelebi (XVIIème siècle) à Diyarbekr, Reşo Zîlan / 21 — 40ème anniversaire de disparition de l'émir Djeladet Bedir-Khan, Konê Reş / 42 — L'exil, essais, Mehmed Uzun / 46 — La femme du berger une nouvelle de Henry Lawson, traduit par Ş. B. Soreklî / 61 — Le sans papier, une nouvelle, Ferhadê Çelebi / 69 — Emer, conte populaire recuilli par Joyce Blau / 72 — Un entretien avec le poète kurde Hejar, Ahmedî Şerîfî / 202 — La déclaration des gouvernements britannique et irakien de 1922 sur le gouvernement de sud du Kurdistan, Hawar / 185 — Les journaux et périodiques kurdes dans les bibliothèques de Londres, Enwar Sultanî / 170 — L'introduction du théâtre dans la littérature kurde, Ferhad Pirbal / 153 — L'histoire de la kurdologie au Danmark, Rêbwar Sîweylî / 141 — Kurdistan dans les livres des voyages de Nasir Xusrow, Messûrî Tokmeçî / 134 — Un regard sur la vie de T.S. Eliot et et un de ses poèmes, Nezend Begîxanî / 129 — Raman, une nouvelle de Mihsîn Amhed Omer / 125 Bîranînên Nûredîn ZAZA
Ronakbîr û welatparêzê navdar Dr. Nûredîn Zaza yek ji hîmdarên Enstîtuya Kurdî bû. Ew di 7. 10. 1988 de çû rehmetê. Xanima wî, Stî Gilberte Zaza, ku bi xwe nivîskar û rojnamevaneke swîsî ya bijare ye, destnivîsa bîranînên wî bi kurmancî, ji Enstîtuyê re diyarî kir. Ev bîranîn roniyek nû davêjin ser hin şexsiyetên kurd û bûyerên dîroka me ya nêzîk, em dê wan di kovara Hêvî de belav bikin.
Gihaştina min a mala Mihemed Elî Wanlî
Saet yanzdehê şevê me li deriyê wan da. Derî di cî de venebû. Me li dora xwe nêrî di kolana (cada) teng de tu kes nîn bû. Li hember deriyê mala Mihemed Eli Wanlî dîwarên bilind, bê pencere bûn. Herwekî derî venedibû, careke din, me hin xurtir li zingilê xist û bêhn çikayî, sekinîn. Bîstekî din, li hundir çira vebû û pêjin bi ser me ket. Pişt re bêî ku tiştekî ji me bê pirsîn derî vebû. Li pêşiya me, bi pîjama û çav li xew, bavê Ebû Adil, pê xweşhatinî da me û em dibirin hundir. Em ketin oda pêşîn, a ji aliyê derî. Bi roj ev ode ya mêvana bû. Lê, xuya kir ku bi şev, Ebû Adil, bi jin û neviya xwe ya piçûk ve, li wê radiza.
Gava em çûnê, Diya Adil nivîna wê ji erdê rakiribû û ji bo min nivîneke din datanî. Ewê dil dikir ku nivîna mêrê xwe jî bibe oda piçûk a bi wî alî, li ser rêza odê em tê de. Ew odeya ha gelek teng bû, û digel vê yekê du kur û keçeke wan a gihaştî tê de radizan. Bi hêvî û rica min kir ku Diya Adil û bi neviya xwe Hêvî ve here oda din û nivîna mêrê xwe li cem a min bihêle. Piştî ku ewê nivîn û neviya wê ya di xew de birin oda din, bi tebsiyeke xwarinê dîsa vegeriya cem me. Tevê ku ji êvarê de min tu tişt nexistibû devê xwe, dilê min nediçû xwarinê. Bi kotekî, min û Mihemed Xeyr me du sê parî nan û penêr xwarin û hew...
Her wekî ez bê pîjama bûm, Diya Adil geriya ku tiştekî peyda bike ku ez li xwe bikim. Ebû Adil û zaroyên wî tev de merivên hûrik bûn. Welê xuya dikir ku di laşê wan de ji reh, damar û çerm pê ve tu tiştê din nîne. Ji lewre pîjamayên wan... Hêvî
Kovara çandiya giştî
Hejmar 8 / havîn 1992
Espoir (Hêvî) Revue culturelle kurde No. 8 - Eté 1992
Directeur de la publication : Reşo Zîlan Réalisation : Sacha Ilitch, Xanî
La revue Hêvî (Espoir) est une publication biannuelle de l'Institut Kurde. Elle est ouverte à tous les courants de la vie culturelle kurde.
Les textes publiés n'engagent que la responsabilité de leur auteur.
Pour toute correspondance, écrire à :
Institut Kurde de Paris 106, rue La Fayette 75010 Paris - France
Tél : (1) 48 24 64 64. – Fax: 47 70 99 04
© Institut Kurde de Paris - 1992
ISSN : 0761 – 1242 |