Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page
Kovar Kovar

Hawar [hejmar 1–9]


Weşan : Hawar Tarîx & Cîh : 1987, Stockholm
Pêşgotin : Mihemed BekirRûpel : 340
Wergêr : ISBN : 91-970863-0-4
Ziman : KurdîEbad : 155x220 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku. Kl. 245Mijar : Giştî

Hawar [hejmar 1–9]
Versions

Hawar, hejmar 1-26 [Kurdî, Şam, 1935]

Hawar, hejmar 27-57 [Kurdî, Şam, 1941]

Hawar [hejmar 1–9] [Kurdî, Stockholm, 1987]

Hawar, cild 1, hejmar 1-23 [Kurdî, Stockholm, 1998]

Hawar, cild 2, hejmar 24-57 [Kurdî, Stockholm, 1998]

Hawar [hejmar 1 – 23] [Kurdî, Hewlêr, ]


Hawar

Armanc, awayê xebatê û nivîsandina Hawarê:

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.
Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zmanê me dê bide nas kirin.
Lewma ko zman şerta heyînê a pêşîn e.

Hawar jû pêve bi her tiştê ko kurdanî û kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe. Tinê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê.

Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zman, hiner û sinhetê de dê bixebitin.

Awayê xebatê: Karekî ko bikare biçe serî, divêt jê re pronivîsek ango programek bête çêkirin. Me pronivîsa xwe ser bingehên jêrîn lêkiriye.

1- Belavkirina elfabêya kurdî di nav kurdan û hînkirina wê. Senifandina zmanazîna kurdî û hin bi hin di komelê de belav kirin û pêşdetir di şiklê kitêbê de derêxistin.
2- Sehîtîya zarên kurdî û berhevdanîna wan. Sehîtî ser mirovatîya zmanê kurdî digel zmanên din ên arî. Sehîtî ser bingehên zmanê kurdî, ser dîrok û awayê rabûn û pêşveketina wî.
3- Berhevkirina çîrok, çîrçîrok û her texlît laje û stranên kurdî û birêve belavkirina wan.
4- Senifandin û belavkirina dîwanên kurdî. Bi van ve jînenîgarîyên şair û mirovên bijarte jî dê bên belav kirin.
5- Sehîtî ser reqs û qeydeyên stranên kurdî.
6- Sehîtî ser her texlît rêzikên kurdî û Kurdistanê, yên zemanê borî û yên îro û senifandina wan. Sehîtî ser hatinên Kurdistanê û pîş û sinhetên kurdî.
7- Dîrok û erdnigarî:
Sehîtî ser tevayîya dîrok û erdnigarîya welatê Kurdistanê û ser dîroka eşîran, berî, paşî û di wextê Mîr-Şeref de.

Awayê nivîsandinê: Di heqê zmanê me de heta niho gelek tişt hatine gotin. Di nav van gotinan de tiştinen rast û nerast jî hene.

Ez ko kurd û kurdmanczman im û zmanê xwe rind dizanim û min ew bi heft heşt zmanên din daniye ber hev, kitkitên wî hûrhûnandine; qeydeyên wî ji hev derêxistine, dikarim ji biyanîyan bêtir û qenctir dehkera wî bidim xuya kirin û zanîn.

Zmanê me îro hem freh hem teng e.

Freh e: Bi her tiştê ko kurd pê mijûl bûne, dest dane wan, di wî warî de zmanê kurdî hing zmanên din û ji hinan bêtir pêş ve çûye û kemiliye, û ji tu zmanên kemilî bi şûnde ne maye.

Teng e: Herçî ko ji kurdan nenas mane û kurd pê mijûl ne bûne, di wî warî de zmanê me rawestiyaye, pêş ve ne çûye, di cihê xwe de maye. Lê zmanê me ji wan zmanan e ko ber her tiştê nuh, pirsên nuh dizên û birêve pirsên nuh ji wan çar dibin.
.....

Naverok

Pêşgotin / VII
Not / XXVIII
Kitêbxana Hawarê / XXX

Hawar
Hejmar 1 / 1
Hejmar 2 / 11
Hejmar 3 / 23
Hejmar 4 / 33
Hejmar 5 / 43
Hejmar 6 / 55
Hejmar 7 / 67
Hejmar 8 / 79
Hejmar 9 / 93

Ferhengok / 111

Navên nivîskar û şairan / 120

Hawar, nixseya eslî / 127

Hawar
Dengê zanîn û xwenasînê

Hawar kovara ziman û çanda kurdî bû. Xwedî û berpirsiyarê wê, rewşenbîr û zimanzanê bi nav û deng, mîr Celadet Alî Bedir-Xan bû. Hawar li Şamê derdiket, lê li gelek deverên Kurdistanê dihate belavkirin û ronakbîrên kurd ji gelek aliyên Kurdistanê nivîsar jê ra dişandin.

Jimara pêşîn di 15-yê Gulana 1932-an da derket. Jimara dawîn, a 57-an di 15-yê Tebaxa 1943-yan da hate belavkirin. Lê umrê Hawarê yê rastîn, ne 11 sal, belku kêmtirî 5 salan bû. Jimarên Hawarê bi vî awayî derketine:
Jimar 1 15.5.1932
Jimar 23 25.7.1933
Jimar 24 1.4.1934
Jimar 26 18.8.1935
Jimar 27 15.4.1941
Jimar 57 15.8.1943

Tevî ku heta jimara 27-an, xebata Hawarê du caran hatiye rawestandin, lê mixabin, piştî ku Hawarê, ji nû ve dest bi xebatê dikir, tenê behsa rawestandinê dikir, bi tu awayî sebebên wê nedidane xuyakirin. (1)

Hawar bi du zimanan derdiket, bi kurdî û firensizî. Bi gelemperî her jimarek 20 rûpel bû . Birê firensizî tenê ji 2 heta 4 rûpelan bû. Birê kurdî, di destpêkê da (jimar 1-23), bi du elfabeyan dihate belavkirin (bi elfabeya latînî-kurdî û bi ya erebî-farisî). Piştî jimara 23-yan, tenê elfabeya latînî- kurdî hatiye bikaranîn.

Gelek rewşenbîr û nivîskarên me yên bi nav û deng, naveroka Hawarê bi zanîn, tecribe û hunermendiya xwe dewlementir û tekûztir dikirin. Va ne çend ji wan:
— Celadet Bedir-Xan, Rewşen Bedir-Xan, Dr. Kamiran Bedir-Xan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mistefa E. Botî, Qedrî Cemîl Paşa, Dr. Nuredîn Zaza (Yusif), Lawê Fendî, Ehmed Namî, Hesen Hişyar, Bişarê Segman, Nêrevan, Reşîd Kurd ...
— Goran, Tewfîq Wehbî, Evdil Xaliq Esîrî, Şakir Fetah, Hevindê Sorî, Pîrot, Lawêkî Kurd....

Hawar demeke dirêj nedikete destan. Tenê çend nisxeyên wê, li cem hin camêran û li nik hin kitêbxaneyên cîhanê, parastî mabûn. Di sala I976 an da, Hemreş Reşo, birekî wê (jimarên 24-57) ji nû ve da çapkirin(2).

Ez bi xwe jî, li ser birê pêşîn (jimarên I-23) dixebitim. Ew jimar di sê cildan da, bi vî awayî dê bêne çapkirin:
— Cild I: Jimar (I-9)
— Cild 2: Jimar (I0-I6)
— Cild 3: Jimar (I7-23)

Gelek sipas ji xanima hêja Rewşen Bedir-Xan ra, ku destûra çapkirina vî birê Hawarê da min. Hêvî û daxwaza Xanima me ya delal, ji xortên kurd ew e ku, ew jî bidin ser şopa Hawarê û ji bo pêşvebirina ziman û çanda kurdî bixebitin.

Qedir û rûmeta Hawarê di dilê her kurdekî da, gelekî bilind e. Gelo sebeb çî ye? Gelo armanca Hawarê çi bû?

"Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.

Hawara me berî her tiştî heyîna zmanê me dê bide nas kirin. Lewma ko zman şerta heyînê a pêşîn e.

Hawar jû pêve bi her tiştê ko kurdanî û kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe. Tinê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê. "(3)
Bi wan gotinên girîng, Hawar dest pê dike û doz, daxwaz û armanca xwe, bi xwendevanan dide nas kirin: Belê zanîn û mêranî bê xwenasîn kêm û bêkêr in. Dîroka Kurdan vê yeka han, bi xweşikî, ji me ra dide xuyakirin.

Berî 300 salî Ehmedê Xanî dîtiye ku Kurdistan ketiye sergêjiyeke ecêb. Hin mîr û karbidestên Kurd bûne "hevalbendên" Eceman, birekî din yên Tirkan. Di nav xwe da jî bûne sed perçe û her yekî şerê yê din dikir. Di şerê Tirk û Ecaeman da jî dîsa ew di pêşiyê da bûn. Bi vî karê kambax, wan fedakarî û mêraniya miletê xwe, ne ji bo pêkanîna Kurdistaneke serbixwe, belku ji bo xurtkirina biyaniyan û qelskirina xwe û miletê kurd bi kar anîne.

Ev mêraniya bê xwenasîn bû.

Zana, şair, dîroknivîs, zimanzan û hozanên Kurdan hîngê ji yên miletên din ne kêmtir bûn. Ev in çend nimûne: Ibni-I-Esîr, Ibin Xelkan, Şeref-Xanê Bidlîsî, Idrîsê Bidlîsî, Ebû-l-Fidayê Eyûbî, Fizûlî.(4)

Lê wan her tiştên xwe bi zimanê biyaniyan, bi erebî, farisî û tirkî dinivîsîn. Ew ziman, zimanên dîn, hikim û dewletê bûn. Zimanê kurdî her jibîrkirî mabû.

Holê van kurdên ha, zanîna wan miletan di her warekî da dewlementir û geştir dikirin. Lê, rewşa miletê kurd di wan waran da, roj bi roj, qelstir û xerabtir dibû. Van kesên jîr, lê ne dûrbîn, bi vî awayî, heyîna miletê xwe, bi destên xwe, berbi wendabûnê têve didan.

Ev zanîna bê xwenasîn bû.

Ehmedê Xanî, yê dûrbîn, çiqas kire hawar, çiqas bi hunermendî û hozanî, derdê Kurdan dane rave kirin, lê dîsa jî kesî nedibihîst, nedidît. Kurdan, ne xwe û ne jî dost û dijminê xwe nas dikirin.

Hawara Hawarê jî, ji hawara Xanî bû. Rewşa kurdan, di sala 1932-an da, ji rewşa wan a ku di zemanê Xanî da gelekî xerabtir bû. Şoreşên Kurdan yek bi yek bi hovîtî hatibûn pelçiqandin. Kurdistan hatibû parve kirin. Milet şerpeze û bê hêvî bûbû.

Hawarê dît ku xebateke dûr û dirêj gerek e. Xebateke ku bingehê wê zanîn û xwenasîn be. Kurdan bêtirî hezar salî, dîrok, huner, ziman û edebiyata xwe bê xwedî hiştine. Serê wan bi çanda ereb, tirk û eceman hatiye dagirtin. Bi vî awayî şexsiyeta kurdî hatiye guhartin.

Celadet Bedir-Xan, bi çavê bijîşkekî jîr, mirovê kurd ji me re holê dide nasîn:
"Xorto! Armanca te rizgarî ye. Rizgariya welat û miletekî ye. Navê armanca te kurd e, kurdanî ye, Kurdistan e. Armanca te li ber te sekiniye. Di şiklê mirovekî de ye. Tu lê dinihêrî, ecêbmayî dimînî. Herê tu dibînî, dest, ling, mil, pol, parsû, parhan, her tiştên wî hene. Lingê wî yê rastê berepêş, yê çepê berepaş diçit. Laş di cihê xwe de ye. Xwe ne dide pêş, ne jî paş. Ji ber ku ji alîkî ve pêş ve, ji aliyê din paş ve tête kişandin. Tu zanî çira xorto? Lewma ko her du ling ne yek in. Navbera wan de yekîtî nîne. Divêt, tu bixebitî van her du lingan bi alîkî ve bilivînî. "(5)

Hawar, gelek nexweşiyên vî mirovê kurd, rave xortan dike. Hêviya miletê me ya geş, xortê kurd e. Lewra Hawar dixwaze derdên miletê me bi wan bide naskirin da ku ew bikarin xwe ji wan derdên dijwar û cankuj vegirin. Hin ji wan derdan ev in:
"Xorto! Bi ser kela me de girtine. Ji der ve dijmin dirêjî me kiriye. Ji her mêlê êriş. Di hundirê kelê de şerekî din, bê eman û ji yê pêşîn mezin û dijwartir heye. Şerê me bi hevûdû re. Di mal de jî dijmin. Herê xorto! Birîna me a mezin û xedar dexs e (hesûdî), berberî ye, jana dexsê ye. Em sîngjar in. Ji der ve serma li me dixe. Li hundir em bi janê dikevin "(6)

Hêviya Hawarê ji xortên kurd ev e:
"Xorto! Holê bixebite: An bi xwe çêke, an arîkariya ewan bike ko çê dikin, ava dikin ...

Di dinyayê de tutişt nîne ku tekûz bêt. Di her tiştî de, nemaze di karên nû destpêkirî de, pirîcar, kêmanî hene. Heke te kêmanî dîtin, hema drêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya daniyan bikî û wan kêmaniyan biedilînî. Hilweşandinastûnekê hêsanî ye. Huner di rastkirina stûna xwêl de ye. "(7)

Armanca Hawarê ew bûye, ku vê şexsiyeta nexweş û şaş hilweşîne, şexsiyeteke rast û bikêr pêk bîne. Bingehên ayîneke nuh "Ayîna kurdaniyê" ava bike.

Gelo xebata Hawarê ji bo pêkanîna vê armanca girîng çi bû û bi çi awayî bû?

Hawarê di destpêkê de pronivîseke (program, birnamic) gelekî fereh û hêja daniye. Em dikarin wê pronivîsê bi van çend niqteyan rave bikin:
— Sehîtî ser zman û zarên kurdî.
— Edebiyat û folklora kurdî.
— Dîrok û erdnigariya Kurdistanê.
— Jîna kurda ya rojîn (rojane).

Xebata Hawarê ya giringtirîn di warê ziman û edebiyata kurdî da bûye. Ezê jî, hinekî bêtir, li ser wê xebatê binivîsim.

Ziman û Milet
Dîtina Hawarê li ser zimên ev bû : "zman şerta heyînê a pêşîn e".

Belê tiştê ku heyîna Kurdan heta îro parastiye, ne mêranî û zanîna wan, belku zimanê wan bûye.

Gelo çima wezîfeya zimên di jîna miletan da evqas bingehîn û giring e? Bersiv ev e:
"Herwekî nas e, fikr û his di dora zmanî de digehînîn hev, û her zman fikr û hisên xwe û awayê gotina xwe bi xwe re hildigire û ew pê re diguhêzin, û pey zmanên xwe dikevin. Bî vî awayî digel zmanî fikr û hisên biyaniyan jî tên dikevin nav me, di dil û hişê me de cih dîgirîn, û rû û gonê me ên manewî diguhêrînin, diheşifînin. "(8)

Lê ne tenê ji bo heyîna miletê kurd, belku ji bo yekîtiya wî jî, rola zimên bê hempa ye.
" Yekbûna Kurdan jî bi yekîtiya zmanê kurdî çê dibe. Yekîtîya zmanî jî bi yekîtiya herfan dest pê dike. "(9)

Di warê yekîtiya elfabeyên kurdî da hin xebat hatibû kirin. Lê sed mixabin ku wê xebatê jî, ji ber hin sebeban tu havil nedaye. Xebata pêşîn, li Şamê berî derketina Hawarê dest pê kiriye. C. Bedir-Xan û Zimanzanê bi nav û deng, Tewfîq Wehbî, hîngê xwestine elfabeyên xwe yên ku li ser bingehên elfabeya latînî, durist kiribûn, bikine yek. Lê berî qedandina vî karê hêja, T. W. vegeriye Îraqê û ew karê hêja neçûye serî. (10, 11)

Heyf e ku zmanzanên Kurdan ew kêsa zêrîn, ji destê xwe berdane. Hîngê di destpêka salên 1930 da, pejirandina elfabeyeke latînî-kurdî, ji bo Kurdên Kurdistana Îraqê jî, gelekî hesantir bû. Nîrên wê wextê jî, ji yên îro gelekî baştir bûn. Lê Kurdan ne tenê ew kêsa, belku pir kêsên holê, ji destê xwe berdane.

Hawarê ji bo yekîtiya zaravayên kurdî jî xebateke hêja kiriye. Rewşenbîrê kurd, Hevindê Sorî, di pênc jimarên Hawarê da (12) ev pirsa girîng, bi awakî pir hêja tehlîl kiriye. Li dawiyê, ew van pirsên jêrîn ji xortên kurd dike:
"1- Zmanê kurdî çawan xwerû û pak dibit?

2- Bi çî awayî zarên Kurdistanê ên cihê dikevin nîzingî hev û zarekî welê tête pê ko kurd hemî di zarên hev digehin (zarên hev fehim dikin).

3- Zmanê kurdî çawan pêş ve diçit û bi çî awayî biser dikevit? " (13)

Dîtinên ronakbîrên kurd ên wek: Osman Sebrî, Cegerxwîn, Elî Seydo Gewrî (Goranî), Lacê Henî (Mihemed Elî Ewnî), Pîrot û yên hin camerên din, li ser vê pirsa giring di çend jimarên Hawarê da hatine belavkirin.

Belê, Hawarê dîtiye ku, çeka miletê kurd ya tevî xurt, zimanê wî ye:
"Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin. Ol yek. Zman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bi tenê ye û bend tenê zman e." (14)

Lê ev çeka han jî ne çekeke temam, belku nîvçek e. Zimanê kurdî, wek zimanên miletên din, pêş ve neçûye. Ew bê xwedî û bê avdan maye. Gelo xebata Hawarê ji bo pêşvebirina zimanê kurdî çi bû?

Bi dîtina Hawarê, hîmê zimanan ji sê hêmanan (unsir, element) pêk tê:
- Elfabê
- Rêzman (gramêr)
- Ferheng

Xebata Hawarê di wan waran da, bi kurtî, ev bû:

Elfabê
Hawar kovara pêşîn bû ku ji bo nivîsandina zimanê kurdî, hîmê elfabeyeke latînî-kurdî danî. Dema rewşenbîrên kurd dest bi weşandina rojname û kovaran kirine, hîngê dîtine ku elfabeya erebî-farisî bi kêrî nivîsîna zimanê kurdî nayê. Ev yeka han di kovara "Jîn"-ê da baş xuya dike (15). Di zimanên samî da, hin dengdar û dengdêrên ku di kurdî da hene, nîn in. Dengdêrên kurt, bi gelemperî, nayine nivîsîn. Vê yekê, nivîsîna zimanê kurdî bi elfabeya erebî - farisî xistiye belayeke mezin.

Heta berî pêncih salî jî ev komên gotinên kurdî, bi elfabeya erebî-farisî wekhev dihatine nivîsîn:
Ker, kir, kur
Şêr, şîr
Şor, şûr

Tevî ku zmanzanên kurd , di van çend dehsalên dawîn da ser û binê gelek tîpên erebî bi îşaretên rengareng xemilandine, disa jî xwendin û nivîsîn bi elfabeya erebî-farisî dijwar e. Denganiya (fonêtik) erebî û kurdî di gelek dengan da dûrî hev in. Ji vê yekê pê ve jî, piraniya tîpên elfabeya erebî li gor cihên wan di bêjeyê (di destpêk, nav an paşiya gotinê) da bi awayên têvel têne nivîsîn. Gelek caran mirov dikare gotinekê bi çend awayên têvel binivîse. Ev sebeb hemî, nivîsîn û xwendinê bi elfabeya erebî-farisî, gelekî dijwar dikin. (16) Hînbûna vê elfabê, bi hemî endazeyên wê ve, ne karekî hesan e.

Hawarê bi xebitandina elfabeya latînî-kurdî, xwendin û nivîsîna zimanê kurdî gelekî hesan û zelal kir. Sed carî mala Celadet Bedir-Xan ava be.

Mîr Celadet, di panzdeh jimarên Hawarê da, li ser elfabeya xwe dinivîse:
- C. Bedir-Xan tîpên elfabê yek bi yek bi xwendevanan dide naskirin. Bi ferehî li ser dengên hember wan tîpan disekine û xweserîtiya her dengekî dide zanîn. C. B. wan û yên hin zimanên din jî dide berhev û her carê sebeba hilbijartina tîpekê ji xendevanan ra zelal dike. Di vê helbijartinê da, C. B. elfabeyeke fonêtîkî pêk aniye. Yanê hember her dengekî tîpeke tenha û hember her tîpekê dengek daniye. Vê yekê xwendin û nivîsîn bi elfabeya Hawarê gelekî hesan kiriye. Celadet di helbijartina tîpan da, qasî ku mimkin bûye, xwe nizîkî elfabeya tirkî kiriye. Daxwaza wî ew bûye, ku Kurdên Kurdistana Bakur, bi hesanî, hînî elfabeya Hawarê bibin.

- Dengên kurdî yên bingehîn, li gor dîtina C. B. 31 in. Ew vê dîtina xwe holê dide zanîn:
"Sehîtiya ko di her sê zarên kurdî de hatine çêkirin xuya kirine ko di zmanê kurdî de dengên bingehî ev sih û yek in. Ew jî bi van sih û yek herfan hatine nîşan kirin." (17)

Celadet dengên "h, x" dengine biyanî hesab kirine. (18) Lê ew di Hawarê da, hatine bikaranîn.
Li ser, jimara fonêmên kurdî, heta îro jî micadeleyeke tûj heye (19). Gelo (ç', k', l', p', r', t) rengên (ç, k, l, p, r, t) ne, an jî ew fonêmine serxwe ne? Gelo divê dengên (x, h) têkevine elfabeya kurdî, an na?

Ev pirseke bingehîn û dirêj e. Em nikarin di vê pêşgotinê da bi ferehî li ser bisekinin.

Rehmetî C. Bedir-Xan du guhartin xistine elfabeya Hawarê:
1- Di jimara 24-an da tîpên "q" û "k" bi hev guhartin. Ji jmara (1-23) "Kurd û Kurdistan " holê dihate nivîsîn: "Qurd û Qurdistan".

2- Ji jimara 27-an û heta dawiyê, "ê" û "î", dema di pê wan ra "y" tê, kurt hatine nivîsîn:
Dê dêya min (Jimar 1-26)
Diya min, deya min (jimar 27-57)
Birazî birazîyê min (Jimar 1-26)
Biraziyê min (Jimar 27-57)
Bi vî awayî elfabeya Hawarê ji 31 tîpan pêk hatiye û kemiliye

Rêzman
Zimanê kurdî bê xwedî ma bû û gelek caran jî, bi awakî şaş dihate bikaranîn. Rastnivîsîn bê rêzmana zimên naçe serî. Ji jimara 27-an da, Hawarê dest bi belavkirina rêzmana zimanê kurdî jî kiriye.

Di bîst û du jimaran da, "Bingehên gramêra kurdmancî" hatine danîn. Lê heyf e, ku umrê Hawarê yê kurt, rê nedaye, ku ev gramêra ha temam bibe. Benda dawîn di jimara 54 an da hatiye belavkirin. Celadet bi wezîfeya gramêrê, dengan û elafabê, dest pê kiriye. Bi dirêjî li ser van hêmanên gramêrê nivîsiye:
Navdêr û tewanga wan, pronav, rengdêr û jmarnav.

Heta îro jî, ev nivîsarên Celadet li ser gramêra kurdî, bê hempa ne. Zanîna wî gelekî kûr û fereh bû. Celadet di tehlîla xwe da, ne tenê li ser devokekî, belku li ser piraniya devokên kurmancî sekiniye.

Ferheng
Hêviya Celadet ew bû, ku ferhengekî jî ji zimanê kurdî ra saz bike. Ew hêviya şêrîn bi cih nehat. Lê Hawarê xebateke hêja di vî warî da kiriye. Hawarê giringiya ferheng ji bo pêşveçûna zimên xweş nas kiri bû. Wek bijîşkekî jîr, Hawarê, qelsî û nexweşiyên zimanê kurdî di warê ferhengî da nas kiri bûn.

"Îrû di zmanê me de du texlît kêmanî hene: Wendabûna pirsinen kurdî û ketina pirsinen biyanî nav zmên. "(20)
Hawarê ew pirsên ku ji zarekî ketine, ew ji zarên kurdî yên têvel, ji stran, mamik, medhelok û çîrokên kurdî kom kirine û ew di ferhengoka Hawarê da, hin bi hin belav kirine. Li cihê pirsên biyanî, Hawarê, herçend jê hatiye ewçend, pirsine nuh çêkirine û xebitandine. Pirsa "çand" yek ji wan pirsan e.

Belê, ji bo danîna ferhengeke kurdî, ferhengoka Hawarê, bingehekî gelek hêja û bikêr e.

Edebiyat û folklor
Edebiyata miletekî, jiyana wî bi temamî ye. Hêvî, serpêhatî, fikir, his, bawerî, diltengî, kêfxweşî, xebat, adet, rabûn û rûniştina wî, her tiştên ku ew pê mijûl dibe, ji edebiyata wî miletî têne naskirin. Edebiyat jî, devkî û nivîskî ye. Edebiyata kurdî ya devkî ewqas bilind, dewlemend û rengîn e, ku hempayê wê di nav edebiyatên cihanê da gelekî kêm in.

Lê Kurdan dewlemendiya vê gencîneyê nas nekiri bûn. Kurdnasên biyanî, berî kurdan, ev dewlemendiya ha nas kirine û li hember vê edebiyata devkî ecêbmayî mane. Wan hê tiştekî wisa spehî û rengîn nedîti bûn. Hema dest bi komkirina folklora kurdî kirine û ew wergerandine zimanên ewripayî: Rusî, elmanî, firensizî, ingilîzî, îtalî  hd. Bi xebata wan camerên biyanî, birekî hêja ji folklora miletê me hate parastin. Destana Memê Alan, yek ji wan e.

Xebata A. Jaba, H. Makas, O. Mann, Hadank, B. Nîkitîn (Nikitine), R. Lêsko (Lescot), D. N. Makênzî (Mackenzie) û gelek camerên din, di vî warî da, qet nayê jibîrkirin. Di van salên dawîn da, zanayên kurd jî, nemaze H. Cindî, C. Celîl û E. Evdal, xebateke hêja di vî warî da kirine.

Hawar di ferhengoka xwe da (hejmar 30), folklorê holê bi me dide zanîn:
"Tevayîya adet, çîrok û stranên miletekî ye. Ew adet, çîrok û stranên ko ji nav xelkê derketine û di dora nifşan de bi ser ve ketine û gihaştine nifşên nû (zanîn — zanistiya xelkê ye)".

Xebata Hawarê di vî warî da pir giring bû. Hawarê folklora kurdî tesnîf kiriye. Ji her rengekî, qasî mimkin bûye, ewqas nimûne berhev kirine û di Hawarê da belav kirine. Rûpelên Hawarê bi medhelokên têvel, bi çîrok, çîrçîrok û stranên rengareng hatine xemilandin. Hawar stranên kurdî bi vî awayê jêrîn tesnîf dike: (21)

Li gor demdariya stranan:
1- Stranên ku demeke dirêj dijîn û li gelek aliyên Kurdistanê têne strandin.
2- Stranên ku demeke kurt, pirîcaran, tenê salekê dijîn.
Li gor meqamê stranan:
1- Lawik: Stranên lîrîk û evînê
2- Şer :Stranên li ser şer û cengê (Delal)
3- Dîlok: stranên govend û dîlanê
4- Lavij, lavijok, laje: Stranên dînî.
5- Bêrîte, bêlîte: Stranên şagirtên dibistanên dînî.
6- Beste: Stranên tevî giran.

Belê, dema mirov bixwaze miletê kurd baş nas bike, hîngê baştirîn rêber ev edebiyata devkî ye.

Dema mirov edebiyata kurdî ya nivîskî dide ber ya devkî, dibîne ku ferqeke pir mezin di nav wan da heye. Ew ne kêmtirî ferqa ku di navbera mirovekî gihîştî û zarokekî da ye. Meqsed ne ew e ku ev edebiyata nivîskî pûç û bêkêr e, belku bê xwedî û bê avdan maye. Ji roja ku ola îslamî cihê xwe di Kurdistanê da xurt kiriye û heta zemanê Hawarê, tenê çend camêrên kurd bi zimanê xwe nivîsîne. Jimara hemî rûpelên ku heta zemanê Hawarê hati bûn nivîsîn, ji çend hezaran ne bêtir bû. Ew jî -bi gelemperî- tenê şiir bûn. Lê tevî vê yekê jî, eserên hin şairên kurd, ji eserên cîhanî yên tevî hêja têne jimartin. Mem û Zîna Ehmedê Xanî, yek ji wan e. Ji xwe, yek ji sebebên ku Xanî Mem û Zîn, bi kurdî nivîsîye, ev bûye: Bikêrhatina zimanê kurdî di warê edebiyat û zanînê da, bi miletê xwe û bi cîhanê, bide naskirin.

Hevindê Sorî, di "Edebiyatî Kurdî" da (J. 5, 7, 8), li ser gelek pirsên edebiyatê sekiniye. Yek ji wan, pirsa dîroka edebiyatê ye, koçên (merhele) ku edebiyata miletên Hindo-Ewripayî tê ra derbas bûye. Ew sê koçan bi nav dike:
1- Edebiyata goranî (stranvanî)
2- Edebiyata çîrokî
3- Edebiyata komêdî (temsîlî, temaşayî, tiyatro)

Dîtina Hevind ew bûye, ku edebiyata kurdî, ketiye koça dudiyan lê hê negihiştiye ya sisiyan. Ji bo pêkhatina edebiyata temaşayî, divê nîrên civakî li Kurdistanê, bêtir pêş ve herin. Li dawiyê, Hevind bawer e ku edebiyata kurdî, bilind e, qabiliyeta wê ya pêşveçûnê mezin e. Herçend medeniyet li Kurdistanê pêş ve here, ewçend ew edebiyat jî dê bilintir û tekûztir bibe.

Xebata Hawarê, di warê geşkirin û pêşvebirina hêmanên edebiyata kurdî ya nivîskî da, xebateke hêja û bi zanîn bûye:
"Bi bîst hejmarên kovara me ko heta niho belav bûne, me dil dikir, em her awayê nivîsandinê biceribînin û bêxin zmanê xwe. Herwekî awayên bingehî, nezm û nesir û çend şiklên nesrê kêm û zêde di Hawarê de belav bûne. Tenê awayê temaşayê hebû ko hêj neketi bû zmanê me. Mîna ko xwendevanên me di vê hejmarê de dê bixwînin, me ew şikl û awa jî ceriband û xiste zmanê xwe. Temaşake kiçik bi navê (Hevind)". (22)

Xebata Hawarê di vî warî da li ser du stûnan bûye. Ferehkirin û tekûzkirina warê edebiyata kurdî, ku ew jî wek edebiyata miletên din, hunerên edebî yên têvel wek çîrok, roman, temaşa û rengên din jî bi kar bîne, yanê ne tenê li ser lingekî -şiir- raweste.

Klasîkên Kurd
Ji çend mele û rewşenbîran pê va, kêm kesan eserên klasîkên kurd nas dikirin. Hawarê ew ji nû ve vejandine. Birekî hêja ji dîwana Melê Cizerî û Memo-Zîna Ehmedê Xanî jî belav kirine. Lê berî ku ev eserên giranbiha bi temamî bêne çapkirin, Hawar nema derketiye.

— Dîwana Melê, Qedrî Cemîl paşa (J. 35-57)
— Memozîna Xanî, Herekol Azîzan (J. 45-57)

Hawarê li ser klasîkên din jî, wek Elî Herîrî, Feqehê Teyran, Melayê Bate, Smaîlê Beyazîdî, Şeref-Xan, Mirad-Xan, Siyehpûş, Axayok, Mewlana Xalid, mela Yehyayê Mizûrî, mela Xelîlê Sêrtî, Şêx Evdilqadirê Gêlanî, Nalî, Şêx Riza, Hacî Qadirê Koyî û û gelekên din, bi kurtî, nivîsiye.(23)

Hawar dide zanîn ku xebateke dûr û dirêj, li ser klasîkên kurd gerek e. Ew hêvî dike ku hin camêrên kurd bi vî karê giring rabin. Hawarê zanîna xwe li ser klasîkên kurd, holê peyda kiriye:
"Di vê babetê de di destên me de tu wesîqe nînin. Tiştên ko ez pê dizanim, min pirê wan ji şêxê rehmetî, Evdirehamanê Garisî bihîstine. Ji milê din, di kitêba kurdîzanê ûris Eleksandr Jaba de der heqê edebiyata kurdî hin not hene. Jaba ji melakî kurdmanc re di heqê edebiyata me de bendek da bû nivîsandin. Melayê kurdmanc, ji xêra Xwedê re, benda xwe ne bi erebî, ne bi farisî û ne jî bi tirkî, lê bi kurdmancî nivîsandiye. "(23)

Warê wergerandinê
Hawarê gelek nivîsarên hêja ji zimanên biyanî wergerandine kurdî:
— Hin perçe ji seyahetnama Ewliya Çelebî, wergêr: Dr. K. Bedir-Xan (J. 16)
— Kardûx û welatê wan, Ksênofonê Yûnanî, wergêr: C. Bedir-Xan (J. 32)
— Bawerî bêganeyêk, Mêcer Hey, wergêr: Hevindê Sorî(J. 17)
— Kurd û Kurdistan bi çavê biyaniyan, M. Hartman, Moltke, wergêr: Celadet Bedir-Xan (J. 19, 23, 24)
— Tefsîra Quranê û hedîsên pêxember, wergêr: Dr. K. Bedir-Xan (ji jimara 27-an da dest pê dike)
— Çarînên Xeyam, wegêr. Dr. K. Bedir-Xan (J. 17-24)

Nûredin Yûsif (Dr. N. Zaza) jî hin nivîsarên hêja wergerandine kurmancî. Ev çend ji wan in:
— Derketî, Lamenneais, (J. 29)
— Ji xortan re, Rudyard Kipling, (J. 29)
— Stêrk, Alphonse Daudet, (J. 33, r. 4-6)
— Xatûn an piling, Frank Stockten, (J. 44)

Di birê firensizî da, Hawarê nivîsarên gelekî girîng li ser ziman, edebiyat, dîrok û jîna Kurdan a civakî belav dikirin. Ev in çend nimûne:
— Zimanê kurdî, C. Bedir-Xan (J. 1, 2, 3)
— Elfabeya kurdî, C. Bedir-Xan (ji jimara pêşîn da dest pê dike)
— Folklora kurdî, C. Bedir-Xan (J. 3, 4)
— Memê Alan: Celadet Bedir-Xan ev destana kurdî, bi ferehî, di gelek jimaran da belav kiriye (ji jimara 4-an da dest pê dike)
— Mêvandariya Kurdan, Dr. K. Bedir-Xan (J. 6)
— Çend têbînî li ser Mishefa Reş, Dr. K. Bedir-Xan (J. 14-16)
— Rêzmana kurdî, C. Bedir-Xan (ji jimara 16-an da, dest pê dike)
— Jina kurd, Dr. K. Bedir-Xan (J. 19)
— Gelek çîrok û stranên kurdî.

Hawar û xwendevanan
Rûpelên Hawarê ne tenê ji nivîskarên bi nav û deng ra, belku ji nûgehiştiyan ra jî vekirî bûn. Gotina Hawarê di heqê wan camêran da, ev bûye:
"Lê di wê çendê de hin nivîsarên nûgehiştiyan dihatin û digihane me. Bivê nevê, heqê nûgehiştiyan jî di Hawarê de hebû. Ji xwe Hawar, ji me bêtir, ya wan e."(24)

Hîngê, kurdên ku xwendin û nivîsîn dizanîn kêm bûn. Feqeh ji wan kesan bûn. Rehmetî Celadet Bedir-Xan, peywendî digel wan daniye û quncikek di Hawarê da "Stûpa feqehan" ji wan ra vekiriye. Hawarê, bersiva pirsên wan jî, dida. Dr. Ehmed Nafiz bi kurmanciyeke pir zelal, di du jimarên Hawarê da (J. 2, 3) li ser ta, tawî û tabir ji wan ra nivîsiye.

Para zaroyên kurd jî di Hawarê da hebû. Stûneke xweser "Stûna zarowan" ji wan ra hati bû danîn. Di vê stûnê da, C. Bedir-Xan û Osman Sebrî, bêtirî herkesî din, ji zaroyên kurd ra nivîsîne.

Rewşen Bedir-Xan, ji jinên kurd ra, çend nivîsarên hêja nivîsîne.

— Kebanî û mamoste, Rewşen Bedir-Xan (J. 27)
— Jin û bextiyarî, Rewşen Bedir-Xan (J. 28)

Di stûna "Rewşa dinyayê" da, Hawarê, xwendevanên xwe serwextî nûçeyên dinyayê dikirin.

Çi dema rojnameyek, kitêbek an kovarek li aliyekî Kurdistanê derdiket, Hawarê, zûka ew nûçeya şêrîn belav dikir. Çi dema komeleyeke (civat) civakî an rewşenbîrî dihate sazkirin, Hawarê ew mizgîna delal pêşkeşî Kurdan dikir û piştgîriya karên wisa ji wan dixwest:
— Civata arîkarîyê ji bo kurdên Belengaz (J. 3)
— Zarê(Zarî) Kurdmancî (J. 7)
— Rêya Teze (J. 8)
— Şihir û edebiyata kurdî, Refîq Hilmî (J. 34)
— Di radyowê de Weşînekên Kurdî (J. 27)
— Roja Nû (J. 53)

Tarîx, erdnigarî û jîna kurdan a civakî
Di wan waran da jî, Hawarê gelek nivîsarên hêja belav kirine:
— Siltan Selahedînê Eyûbî, Celadet Bedir-Xan (J. 13)
— Kardox û welatê Kardoxan, Hrekol Azîzan (J. 23)
— Kurd û Kurdistan bi çavê biyaniyan, Herekol Azîzan (J. 19, 23, 24)
— Kurdên Ecemistanê û halê wan, Herekol Azîzan (J. 35)
— Tarîxa Kurdistanê, Osman Sebrî (J. 28-30)
— Zerdeşt û rêya Zerdeşt, Dr. K. Bedir-Xan (J. 26)
— Navên Kurdmanc û cihên Kurdistanê, Hişyar (J. 28)
— Kurdistana Bakur — bajarên wê, Hişyar (J. 37)
— Newrûz, Herekol Azîzan (J. 42)
— Jêliyan ji eşîrên Botan, Herekol Azîzan J. 32)
— Agirî, Osman Sebrî (J. 36)
— Mirdêsan û gawestiyên wan, Osman Sebrî (J. 52)
— Çiyayên Silîvan, Mihemed Cemîl paşa (J. 39)

Kitêbxana Hawarê
Hawarê gelek kitêbên hêja jî didane çapkirin û belavkirin. Di sala 1943-an da Jimara wan kitêban gihiştiye 17-an. Ez kopiya(resim, sûret) wê rûpelê, ku behsa wan kitêban dike, dixim dawiya pêşgotinê.

Hawarê roj bi roj cihê xwe di dilê miletê kurd da ferehtir dikir. Hîmê zimanê kurdî xurtir dikir. Gelek kes hînî elfabeya Hawarê bûbûn, pê dinivîsîn. Zimanê kurdî yê nivîskî, roj bi roj geştir dibû, baweriya milet bi zimanê xwe û bikêrhatina wî kûrtir dibû. Gelek rewşenbîr û xortên kurd, ji her hêleke welêt, nivîsarên giranbiha ji Hawarê ra dişandin. Hawarê bingehê xwenasîn û zanînê her ferhetir û xurtir dikir. Hawar bûbû nîveka(merkez) tevgereke rewşenbîrî û welatparêzî.

Ez hez dikim vê bendê, bi çend gotinên Hawarê yên giring biqedînim:
"Kurd ji hev cuda dilopên baranê ne, cihê cihê têne daqurtandin. Ko gihane hev dibin lehî, lehîke boş. Tu kes, tu tişt li ber wan nikare bisekine. Felata welatê me di rabûna vê lehiyê de ye "(25).

Celadet Alî Bedir-Xan
Celadet Bedir-Xan nevîyê mîr Bedir-Xan paşa û kurê Emîn Alî bû. Bedir-Xan paşa bi xwe, ji malbata Ezîzan bû. Piştî hilweşîna dewleta Zengî, hikimdariya Cizîra Botan kete destê Ezîzan. Bedir-Xan paşa di 18 saliya xwe da (sala 1821) bû mîrê Cizîra Botan. Di sala 1842-an da wî piraniya Kurdistanê ji zordariya karbidestên osmanî rizgar kiri bû. Di sala 1848-an da, leşkerê osmanî zora hêzên Bedir-Xan paşa birin. Bi vî awayî Tirkan emareta kurdî ya dawîn, emareta Botan jî hilweşandin. (26)

Gelek kurên Bedir-Xan paşa di warê rewşenbîrî û welatparêziyê da, xebateke giring kirine. Ev in çend nimûne:
— Serhildana Kurên Bedir-Xan paşa Osman û Husên Kenan (1879) û di pê ra, Serhildana Medhet û Emîn Alî Bedir-Xan di sala 1889-an da.(26)

— Derxistina rojnama kurdî ya pêşîn: Di 22 yê Nîsana 1898 an da, Medhet Bedir-Xan rojnameya kurdî ya pêşîn "Kurdistan" bi kurdî û tirkî, li Qahîrê derxist. Sala 1900, birayê Medhet, Evdirehman, Kurdistan li Cinêv û Folkston derxist. Sureya Bedir-Xan jî, ew li Stenbolê (piştî îlankirina meşrûtiyetê) û di pê ra, li Qahîrê- di zemanê Şerê Cîhanê yê Yekemîn da. (27)

— Komelên welatparêzî: Emîn Alî Bedir-Xan yek ji sazkerên " Komela Hevkarî û Pêşketina Kurdistan", 19.9.1908, "Komela Pêşketina Kurdistan", 1918 û "Komela Vêkxistina Civakî", bû. Gelek Bedir-Xaniyên din jî endamên wan komelan bûn(28). Celadet Bedir-Xan bi xwe jî endamê vê komela dawî bû.

Gelek çavkaniyên ku behsa Bedir-Xaniyan dikin, didin xuyakirin ku, Celadet li Stenbolê, di (26.4.1893) da hatiye dinê (29). Karbidestên osmanî rê nedidan Bedir-Xaniyan ku biçine Kurdistanê. Lewra Emîn Alî, mamoste, mitrib, çîrokbêj hd. ji Cezîra Botan tanîn Stenbolê, da ku danûstandina wan digel welêt, ziman û adetên kurdî her geş bimîne. Rast e, Celadet, ne li Kurdistanê mezin bûye, lê ew di heyameke kurdistanî da xwedî bûye. (30)

Emîn Alî beg Hakimê ceza bû. Ew herheyamekê li bajarekî ji bajarên dewleta Osmanî yên wek Ekka, Nablus, Salonîk û Edirne, dima. Lewra Celadet jî li dibistanên gelek welatan xwendiye. Ji dibistanê pê ve, bavê wî mamosteyên xisûsî yên zimanên yûnanî, farisî, firensî û rûsî, jê ra tanîn malê. Zimanên erebî û tirkî wî di dibistanan da, hîn kirine. (31)

Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn da, herdu bira, Celadet û Kamiran, bûne serbaz (zabit). Celadet digel ordiya osmanî ya Qefqasê û Kamiran digel a Belqanê, çûne şer. (31)

Di sala 1919-an da berî ku peymana "Sèvre" di navbera impratoriya osmanî û Hevalbendan da bête morkirin, Celadet û Kamiran Bedir-Xan, Ekrem Cemîl paşa û mêcerê inglîzî Nowel, ji bo naskirina daxwaz û dîtinên miletê kurd, çûne Kurdistanê. Vê serdana welêt, fikra danîna elfabeyeke latînî-kurdî xistiye serê Celadet Bedir-Xan:
"Di sala 1919 de, me da bû çiyayên Meletyê. Em keti bûn nav eşîra Reşiwan. Mêcer Nowel (ingilîzek) jî digel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanî bû, dixebitî ko hînî zarê bakur bibe, û ji xwe re her tişt dinivîsandin. Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin. Carinan me li nivîsarên xwe çavên xwe digerandin, dixwendin û diedilandin. Min bala xwe dida Mêcer, bi bilêvkirineke biyanî, lê bê dişwarî destnivîsa xwe dixwend. Lê belê ez, heta ko min (û, و) ji (o, و ) û (î, ى) ji (ê, .ى) h.p. derdixistin, diketim ber hezar dişwarî. Ma çiman?.. Ji ber ko mêcer bi herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yekê, di cih de min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên latînî elfabêyek lêkanî. Êdin min bikariya destnivîsa xwe paş hezar salî jî bê dişwarî û weke xwe bixwînim, ji ber ko her deng cihê cihê li ser kaxezê dihat sekinandin. "(32)

Ji ber vê yekê, Celadet dest bi danîna elfabeyeke latînî-kurdî kiriye. Ji ber ku tîpên elfabeya latînî tenê 26 in, wî hin tîpên hevedudanî wek (ou, ch, ai. . . hp). bi kar anîne. Lê paşê, Celadet ew tîpên hevedudanî bi tîpine serxwe ji elfabeya yûnanî û rûsî guhartine. Bi vî awayî, tîpên wê elfabê bûne 36.

Sala 1922-an, dema Kemalîstan fermana kuştina gelek welatparêzên kurd deranî bûn, navê Emîn Alî Bedir-Xan tevî hersê kurên wî: Sureya, Celadet û Kamuran jî, di wê fermanê da hebû. Lewra wan bi lez, Tirkiyê bi cih hiştin. Emîn Alî tevî Sureya çûn Misirê, Celadet û Kamiran jî çûn Elmanya(33). Li Elmanya jî, elfabeya kurdî ji bîra Celadet neçû bû:
"Sala 1924 a de, li Elmanyayê min careke din çavê xwe li elfabeya  xwe gerand, hûr lê mêze kir û mideke xweş li ser xebitîm. Min bala xwe dida û didît ko ev sê texlît herf qenc li hev ne dihatin, herfên yûnanî û rûsî yekrengîya elfabêyê xirab dikirin. Jû pê ve tê de du herf hebûn ko ji me re ne gerek bûn. Ji lewra min elfabêya xwe ji nû ve senifand: Herfên zêde jê avêtin, hin herfên latînî bilindek li wan bar kirin û di şûna herfên yûnanî û rûsî de êxistin. Bi vî awayî elfabêke bi sih û çar herfan û yekreng hate pê. "(32)

Celadet lîsansa huqûqê qedand û di sala 1925-an da, vegeriya Misirê. Hîngê Suraya gelekî nexweş ketibû. Kamuran li Elmanya ma û doktora temam kir. Celedet pir li Misirê nema, ew hat nik apê xwe Xelîl Ramî yê ku hîngê li Libnanê bû. (34)
Şoreşa Şêx Seîd di sala 1925-an da, ji bo daxwaza mafên gelê kurd, dest pê kir. Lê ji kêmhaziriyê û ji ber hin sebebên din, ew şoreş serdest nebû.

Di sala 1927-an da, gelek hêz, komele û welatparêzên kurd, Komela "Xwêbûn" saz kirin. Celadet jî, yek ji sazkerên wê komelê bû (35). Xwêbûnê xwe ji şoreşeke mezin ra amade dikir. Bi vî awayî, şoreşa Agrî, bi serokatiya Ihsan Nûrî paşa, di sala 1930 da, dest pê kir. Tirkan ew şoreş jî, bi hovîtî pelçiqandin.

Kurdistan bi vî awayî, di nav pênc salan da, du caran hate wêran kirin û şewitandin, bi sed hezaran Kurd hatine kuştin û ji welêt bidûrxistin, bi hezaran welatparêzên kurd welêt bi cih hêştin û derbasî perçeyên Kurdistanê ên din bûn.

Dr. Ehmed Nafiz û birayê xwe Nûredîn Zaza jî, hîngê ji wan kesên ku neçar bûbûn welêt berdin û derbasî Sûriyê bin bûn. Dr. Nûredîn Zaza li ser nîrên wê demê holê dinivîse:
"Piştî ku, bi arîkariya Kurdên Şamê, Firensizan bext da me û rê ji me re vekir ku em li Sûriyê bimînin, em jî ji Helebê çûn Şamê...

Gava em hatin Şamê, mevanên Elî Axa, li ba xwe ji me re cî peyda kirin û bi dilxweşiyeke mezin em hewandin …

Heçî mêvanên derve, ji min û brayê min pêve, ji van peyan pêkhatibûn: Mîr Celadet Bedir-Xan, Qedrî, Ekrem û Mihemed Cemîl paşa û Hemzeyê Miksî. Ev hemî, bi Haco û zaroyên wî ve, endamên Civata Xwêbûnê bûn. Berî hatina me Sûriyê bi çend mehan, gava Ihsan Nûrî paşa li Axrî şerê Tirkan dikir, evan jî hilgirtibû ser xwe ku ji aliyê Sûriyê êrişî Tirkiyê bikin û bavêjine ser bajarên Mêrdîn, Mîdyat, Diyarbekir, Urfa û hin din. Lê ji ber kêm haziriyê, nedikarîn karê xwe bibine serî û bi şûnde vegeriyabûn. Firensizan jî, bo xatirê Tirkan, ew girtibûn, ji sînor bi dûr xistibûn û ew anîbûn Şamê.

Herwekî armanca wan bi cî nehatibû û rê li ber tevgera wan a siyasî hatibû girtin, peyva van camêran, hîngê, ji her tiştî bêtir, li ser pirsên çandî û nemaze li ser xwendin û nivîsandina zimanê kurmancî bû. Her êvar gava mezela rûniştinê dihate dagirtin, bi kêfxweşiyeke mezin, min guhdariya dan û standin û temaşeya pevçûna wan dikir. Celadet Bedir-Xan, elfabeke kurdî, bi tîpên latînî, pêk tanî û dil dikir ku bi van kovarekê derêxe. Ekrem Cemîl paşa, Hemzeyê Miksî û hinekên din tê de pir kêmasî didîtin û bi hişkî lê radibûn. Lê herwekî rehmetî Celadet bi gelek zimana dizanî, pir li Ewripa mabû, bi ser de jî zor zîrek, bi hiş û huner bû, bala xwe dida rexne û gotinên xelkê û dixebitî ku şaşiyên xwe binase, elfabeya xwe li gora dengên zimên pêk bîne û li gor şîwe û zaravayên têvel rêz û dûzanên bingehîn derêxe. Ew ji zû da li vî tiştî hûr dibû, lê li Şamê ev karê ha, bûbû mijûlahiya wî ya hergavî. "(36)

Belê, Hawar zaroka wê rewşa dijwar bû, stêrka wê ezmanê reş û tarî bû. Hîngê gelek rewşenbîrên kurd xweş bîrbiri bûn ku, rizgarkirina welêt û milet bi hevgihan û xebata çend malmezin, şêx, axa û rewşenbîran naçe serî. Bê hişyarbûna gel, bê zanîn û xwenasîn, ev karê girîng û pîroz, tu havilên hêja nade. Tevî nîrên wê demê yên dijwar û tehil, tevî perîşanî û destengiyê, tevî ku çoyê Firensizan di ser serê Kurdan ra, her diçû û dihat, Hawar ji bo belavkirina hişyarî û zanînê di nav gelê kurd da, bê west xebitiye.

Celadet pir ziman dizanîn, gelekî geriya bû, çanda gelek miletan baş nas dikir. Wî ew zanîna xwe bi temamî, tenê ji bo xizmeta ziman û çanda kurdî bi kar aniye. Ji roja ku hatiye Sûriyê û heta roja ku çûye rehma Xwedê, ji bo vê armanca bilind, xebateke bê west kiriye. Celadet çîrok, çîrçîrok, destan, methelok û stranên kurdî kom dikirin. Ew bi danîna bingehên rêzmana kurdî mijûl dibû. Wî nivîsar, folklor, qeydeyên elfabê û rêzmana kurdî werdigerandin firensizî. Celadet nivîsarên rengareng ji zimanên biyanî werdigerandin kurmancî û nivîsarên ku dihatin ji Hawarê ra, rast dikirin û ji çapê ra amade dikirin.

Ji navê xwe pê ve, Celadet bi çend navên din jî nivîsarên xwe belav dikirin:
Herekol Azîzan, Xweyîyê Hawarê, Hawar, Stranvan, Stranvanê Hawarê, Bavê Cemşîd, Bavê Cemşîd û Sînem-Xan(37).
Di herdu jimarên Hawarê yên pêşîn da, nivîsarên Celadet bê nav in.

Di ber karê Hawarê ra, Celadet gelek kitêbên hêja jî nivîsîne. Hinek ji wan di nav kitêbên (Kitêbxana Hawarê) da hatine belavkirin. Eserên Celadet yên wekî din ev in:
— Doza Kurdî: Ev kitêb di sala 1930 da, bi firensizî hatiye belavkirin. Nivîskar navekekî nehînî (Dr. Bileç Şêrkoh) ji xwe ra daniye. Paşê ew kitêb bi erebî jî, bi navê "El-Qediyye-l-Kurdiyye" li Qahîrê hatiye çapkirin. Dîroknivîsê kurd Dr. Kemal Mezher dibêje ku nivîskarê wê Celadet Bedir-Xan bû. (38)

Doza Kurdî bi navê "Belavoka Komela Xwêbûn a pêncan" hatiye belavkirin. Çapa kitêbê ya erebî ji 113 rûpelan pêk hatiye.
— Dema rojhilatnasê firensî Roger Lescot, di salên 1941-1944 an da li Şamê bû, ew û Celadet bi hev ra xebitîne ku rêzmana kurdî ya ku berê C. B. di Hawarê da belav kiri bû, firehtir bikin û di şiklê kitêbekê da -bi firensizî- bidin çapkirin. Lê berî qedandina vê xebata hêja, R. L. vegeriye Firensa. Di sala 1970 da wî ew kitêba giranbiha daye çapê. Birê kitêbê yê dawî (syntax, hevoksazî, ristesazî) xebata R. Lescot ye.(39)

— Celadet destnivîsa ferhengekî Kurdî-Firensî jî amade kiri bû, lê hê ew neda bû çapê. Rewşen xanimê ew destnivîs, sala 1971-an, pêşkeşî "Ekadêmiya Kurdî" ya Bexdadê kiriye. (40)

Kovara Ronahî
Di yekê Nîsana 1942-an da, Celadet Bedir-Xan dest bi derxistina kovara "Ronahî" kiriye. Ronahî birek ji Hawarê -birê wênekirî- bû. Jimarên wê yên pêşîn bi wêne û nûçeyên Şerê Cîhanê yê Diwemîn hatine dagirtin. Lê piştî çend jimaran, para edebiyat û folklora kurdî jî, her ferehtir dibû. Ronahî piştî girtina Hawarê jî her derdiket. Jimara Hawarê ya paşîn di 15-yê tebaxa 1943-an da derketiye. Jimara Ronahiyê ya dawî (28) di Adara 1945-an da, derketiye. Lê mixabin, bi tu awayî, sebebên rawestandin an girtina wan kovaran nehatine ravekirin.

Di dawiya jimara 24-an da, Hawarê nameyeke vekirî, "Name bo lawanî kurd le Îraqa" ji xortên Kurdistana Îraqê ra, belav kiriye. Di wê nivîsarê da, Hawar dide xuyakirin ku, karbidestên Îngilîz nema rê dane Hawarê, ku li Îraqê bête belavkirin. Di wê nivîsarê bi xwe da, Hawar dide zanîn ku nivîsar û şiirên xortên Kurdistana Îraqê, wek berê (heta jimarên 15-16) nagehine kovarê û ew ji wan hêvî dike, ku ew Hawarê ji nivîsar û şiirên xwe bêpar nehêlin û dest bi dest digel Hawarê ji bo xizmeta ziman û çanda kurdî bixebitin.

Baweriya Dr. N. Zaza ev e:
"Di sala 1941 an da, Îngilîz ketibûn Sûriyê û dixwestin Kurdan bi aliyê xwe da bikişînin û ji bo tirsandina Tirkan, navbera xwe bi wan re xweş bikin. Ji lewre rê dan ku ji Bêrût û ji Ammanê kurmancî û soranî bêne weşandin û ku Hawar jî, ji nû ve bête derêxistin. "(41)

Lê vê dostaniya Îngilîz û Kurdan pir dirêj nekiriye. Dr. Zaza her dibêje:
"Elman li Rûsiya her dihatin şikênandin û Tirkiya jî, hêdî, hêdî xwe. ji wan bi dûr dixist. Li ber vê guhartina ha, Kurd ji qiymet diketin û Îngilîz jî vedigeriyan dijminitiya xwe ya berê hember Kurdan. Jê bi şûn da pir derbas nebû ku balafirên Îngilîz Kurdistana Îraqê dida ber bomban"(41)

Weşanxana "Jîna Nû" kovara Ronahî ji nû ve da çapkirin (42)

Kebaniya Celadet, Rewşen Bedir-Xan, dotmama wî ye. Rewşen xanim ji wê demê da, yek ji rewşenbîrên zemanê xwe bû. Ew mamosteya zimanê erebî û midûra dibistanê bû. Hin nivîsarên wê, di Hawarê da dihatine belavkirin. Lê Rewşen xanimê, bi zimanê erebî bêtir nivîsiye. Yek ji xebatên wê yên tevî hêja kitêba Sefehat mîn el-Edeb el-Kurdî "Hin Rûpel ji Edebiyata Kurdî" ye. (43)

Di salên (1936-1939) da, Celadet gelekî desteng bûye, Hîngê wî digel xebata xwe ya bingehîn ya li ser ziman û çanda kurdî, karekî din jî kiriye. Di sala 1936-an da, di dibistana sen'etan da li Şamê, bûye mamosteyê zimanê firensizî û di sala 1939-an da, abokatî kiriye. (44)

Piştî Şerê Cîhanê yê Diwemîn, destengiya Celadet roj bi roj her xurtir dibû. Tevî ku hevalên wî yên halxweş gelek bûn jî, lê wî alîkariya kesî qebûl nedikir.

Di sala 1951-an da, Celadet razî bû ku, zeviyên Husên Îbiş (hevalekî wî — ji Kurdên Şamê), bi nêvî, biçîne. Ew zevî li gundê Hecanê (35 kilometran dûrî Şamê) bûn. Celadet didît ku, eger ew zevî bêne avdan, hatina wan dê gelekî bêtir bibe. Lewra, wî dest bi kolana bîrekê kir. Tevî ku av li wê herîmê zû tê der, lê wê bîra, ku Celadet navê "bîra qederê" lê kiri bû ava xwe dernedixist. Roja 15-yê Tîrmeha 1951-an, piştî qezakê di wê bîrê da, Celadet çû rehma Xwedê.(45)

Lê navê Celadet Bedir-Xan, xebata wî û eserên ku ji me re hiştine, qet ji bîr nabin.

Karê min li ser Hawarê
Di destpêkê da min bawer dikir, ku wergerandina nivîsaran ji elfabeya erebî-farisî, karekî ne ewqas dijwar e. Lê paşê xuya kir, ku dîtina min şaş bû. Ji karekî holê giring ra, ne mirovek an du mirov, belku komîteyeke ku zanîna wê di warê ziman, devok, edebiyat û folklora kurdî da kûr û bilind gerek bû. Ji ber ku pêkanîna komîteyeke waha, li derveyî welêt, ne hesan e, lewra min ji çend camêran tika kir, ku alîkariya min ji bo xebata li ser Hawarê bikin. Ji bo wergerandina nivîsarên Hawarê yên ku bi Kurmanciya Bakur hatine nivîsîn, Mele Behrî, ji herkesî din bêtir xwe bendewarî wê xebatê kir. Mehmet Uzun, Reşîd Simo, Reşo Zîlan, Rojen Barnas, Malmisanij û Hanefî Celeplî jî bi awayên têvel alîkarî kirin. Ji bo Kurmanciya Başûr(Xwarû, Jêrîn) Dr. Cemşîd Heyderî û mamoste Ferhad Şakelî alîkariyeke hêja pêşkêş kirin. Zirav Cilo jî gelek alîkarî di warê nivîsîna nivîsarên da pêşkêş kir. Ez van hemû camêran û gelek camêrên din jî, yên ku xwe bendewarî vê xebatê kirin, spas dikim. Bi alîkariya wan, xebata li ser Hewarê gelekî baştir û hesantir bû.

Gelek spas ji Meclîsa Çanda Swêdî "Statens Kulturråd" ra ku alîkariyeke hêja ji bo çapkirina Hawarê pêşkeş kir.

Di vê wergerandinê da, gelek tişt hene ku mirov li hember wan şaş dimîne. Sebeba mezin, elfabeya erebî ye. Weke ku min di destpêkê da jî goti bû, dengdêrên kurt (e, i, u) bi vê elfabê nayine nivîsîn. Dengdêrên (o, û), (ê, î) jî, wekhev têne nivîsîn. Em gotinekê(nimûneyekê) bînin: Gotina "îro". Ev di gelek cihan da, di Hawarê da, "îrû" hatiye nivîsîn. Bi tîpên erebî, ev ferq xuya nake. Ji bo rastnivîsîna gotinên holê, ez vedigerîm nivîsarên wî nivîskar, yên ku bi elfabeya Hawarê hatine nivîsîn û min ew ji xwe ra, dikirin nimûne. Lê mixabin, ne hercar ev yeka ha dikete destan. Hîngê mirov şaş dima. Tiştên holê gelek in:
Bihar, buhar hingî, hingê, hîngê biha, buha roj, rûj ...

Dema mirov bixwaze gotinekê bi awakî rast û durist wergerîne, divê wergerandina wê jî, bi temamî, wek bilêvkirina wê gotinê, di devokê wî nivîskarî da be, an na, ew wergerandin wezîfeya xwe ya bingehîn -parastina devokên kurdî- wenda dike.
Elfabeya Hawarê, mirov dixe hember hin dijwariyan, nemaze, ji bo wergerandina nivîsarên ku bi Kurmanciya Başûr hatine nivîsîn. Di elfabeya Hawarê da, hemî dengên wî zarî nayine dîtin.

Hincaran, şaşiyên çapnivîskî jî, karê mirov hîn dijwartir dikin. Di Hawarê da, kêm caran, behsa wan şaşiyan hatiye kirin. Ev şaşî di hin nivîsarên ku bi Kurmanciya Başûr û bi elfabeya Hawarê hatine belavkirin da, ecêb pir in. "Edebiyatî kurdî" ya Hevindê Sorî yek ji wan e. Eger mirov, ji bo her şaşiyekê têbîniyek (not) binivîsanda, nivîsar bi temamî, ji têbîniyan, dê bihatana dagirtin. Ji ber ku nisxeya Hawarê ya eslî jî di vê çapê da heye, lewra min hebûna têbîniyan ewqas girîng nedît. Min ew gotin, yekser rast nivîsîne.

Min çend nivîsar wernegerandine:
— Jimar 1: Celadet bi kurtî, li ser elfabeya Hawarê, bi erebî, farisî û tirkî nivîsiye.
— Jimar 6: "Cewabname, Helîm Rifqî".
— Jimar 6 û 9: "Ferhengok". Ferhengok di van herdu jimaran da, ne kurmancî-kurmancî, belku kurmancî-erebî ye. Ew ji bo hin kurmancên Şamê yên ku baş bi kurmancî nizanin hatiye danîn.

Ji ber hin sebebên teknîkî, min cihê çend nivîsaran guhartiye. Di dawiya gelek jimaran da, min rûpelek an çend rûpelên yekstûnî nivîsîne -ew nivîsar, di rûpelên dustûnî hilnedihatin. Nivîsarên wergerandî jî, qasî mimkin bûye, min ew xistine dawiya her jimarekê. Wekî din xebata min ew bûye ku hertiştên nisxeya eslî weke xwe bimînin. Ji bo vê yekê jî, min hin navên ku diviya bûn bi tîpeke girs dest pê bikin, lê ji ber ku ew di nisxeya eslî da, bi tîpeke hûr hatine nivîsîn, min ew neguhartine. Ev in çend nimûne: Xwedê, Yezdan...

Di ferhengoka Hawarê da, tenê gotinên Kurmanciya Bakur hene. Ji ber vê yekê, min ferhengokeke biçûk, ji gotinên Kurmanciya Başûr ra jî, durist kir. Di wê ferhengokê da hin gotinên din jî têne dîtin.

Ji bo hesankirina karê xwendevanan, min nivîsar û şiirên ku di Hawarê da hatine belavkirin (jimar 1-9), tevî navên nivîsakar û şaîran, di dawiya vê çapê da belav kirine.

Ji ber çend sebeban, nemaze ji ber van du sebebên jêrîn, ez neçar bûm ku birê Hawarê yê ku bi elfabeya Hawarê hati bû nivîsîn, careke din jî, binivîsim.

1- Min "q" û "k" bi hev guhartin. Bi vî awayî, xwendina Hawarê hesantir dibe. Hawar bi temamî, yekrengî dibe.
2- rewşa nisxeya eslî ku di destê min da ye, ne ewqasî baş e. Hin tîp bi zorê xuya dikin û bi dijwarî tên xwendin.

Ez hêvîdar im ku cildê diwemîn jî, di demeke kurt da, bigehe xwendevanên hêja.

Mihemed Bekir

(1) Xweyîyê Hawarê, Hawar, j. 27, r. 4, Sê tarîxên Hawarê.
(2) Hawar, Belîna Rojava, çapxana Durshlag, Ilona 1976 an.
(3) Hawar, j. 1, r. 1, Armanc, awayê xebat û nivîsandina Hawarê.
(4) Ensîklopêdiya Îslam (Kurd, Kurdistan, B. Learned and written literature) r. 481
(5) C. Bedir-Xan, Hawar, j. 17, r. 1-6 (bi tîpên erebî), Xwe binas.
(6) C. Bedir-Xan, Hawar, j. 17, r. 1-6 (bi tîpên erebî), Xwe binas.
(7) C. Bedir-Xan, Hawar, j. 17, r. 1-6 (bi tîpên erebî), Xwe binas.
(8) Dr. K. Bedir-Xan, Hawar, j. 1, r. 5, Edebiyata welatî.
(9) C. Bedir-Xan, Hawar, j. 3, r. 4, (bi tîpên erebî), Bi hinceta pîroznamekê.
(10) Pîrot, Hawar, j.10, r. 1, Eksî seday Hawar.
(11) Xweyîyê Hawarê, Hawar, j. 10, r. 5, Li ser yekîtîya ...
(12) H. Sorî, Hawar, j. 11-15, Yekyetîman.
(13) H. Sorî, Hawar, j. 16, r. 1, Ey lawanî kurd.
(14) C. Bedir-Xan, Hawar, j. 20, r. 1, Heyîneke yeksalî.
(15) M. E. Bozarslan, kovara Jîn (pêşgotin), Cild 1, r. 6, çapa Swêd 1985.
(16) Dr. Cemal Nebez, Zimanî Yekgirtûy kurdî, r. 83.
(17) C. Bedir-Xan, Hawar, j. 2, r. 5, Elfabêya kurdî.
(18) C. Bedir-Xan, Hawar, j. 1, r. 2, Elfabêya kurdî.
(19) Instîtuya Kurdî, Kovara Hêvî, j. 1, r. 8, Pirsên elfabeya kurdî, Parîs 1983.
(20) Hawar, j. 1, r. 2, Armanc, awayê xebat û nivîsandina Hawarê.
(21) C. Bedir-Xan, Hawar, j. 3, 4 (birê firensizî), Le folklore Kurde
(22) C. Bedir-Xan, Hawar, j. 20, r. 2, Heyîneke yeksalî.
(23) H. Azîzan, Hawar, j, 33, r. 6, Klasîkên me.
(24) Hawar, Hawar, j. 17, r. 3, Dersxane.
(25) Hawar, j, 2, r. 2, Lehî.
(26) El-Qediyye-l-Kurdiyye, r. 40-51
Dr. Bletch Şhirguh, La Question Kurde, ses origines et ses causes
(27) Dr. Celîlê Celîl, Jiyana rewşenbîrî û siyasî ya Kurdan, r.32, 41, çapa Swêd 1985, weşanxana Jîna Nû.
(28) Çavkanî 15 r. 20
(29) Dr. Kemal Mezher, Mêjûy Mêjû, r. 187, çapa Bexdadê 1983
(30) Mehmed Uzun, Celadet Bedir-Xan, kovara Svenk-Kurdisk Journal, nr. 1-2/1986
(31) Sadiq Behaiddîn, Celadet Bedir-Xan, kovara Korî Zanyarî Îraq, Destey Kurd, cild 7, Bexdad 1980, r. 257
(32) Hawar, jimar 13, Pêşgotinek, r. 1-2
(33) Çavkanî 29
(34) M. Uzun, Arşîva Celadet Bedir-Xan
(35) Çavkanî 26
(36) Çavkanî 2
(37) Çavkanî 31, r. 282
(38) Çavkanî 29
(39) Emir Djeladet Bedir Khan et Roger Lescot, Grammaire Kurde(dialecte kurmandji), Paris 1970
(40) Çavkanî 31, r. 283
(41) Dr. N. Zaza, pêşgotina çapa Hawarê li Elmanya, 1976
(42) Tîrmeh 1985, Swêd
(43) Çavkanî 31, r. 272-273
(44) Çavkanî 31, r. 261
(45) Çavkanî 31, r. 285

Mîr Celadet Alî Bedir-Xan

Hawar

Sal 1 / Hejmar 1-9
Anné 1-Numéros 1-9

15 Gulan 1932-30 Ilon 1932
15 Mai 1932 / 30 Sept. 1932

Kovara Kurdî / Revue Kurde

Xwedî û berpirsiyarê kovarê
Mîr Celadet Alî Bedir-Xan

Cild 1 / Volume 1

Çapxana Tereqî
Şam 1932

Nisxeya eslî:
Hawar, Kovara Kurdî
Hejmar 1-9

Şam
1932

© Mîr Celadet A. Bedir-Xan

The original:
Hawar, Revue Kurde
No. 1-9

Damascus
1932

Ji elfabeya erebî-farisî wergerandin û ji nuh ve nivîsandin:
© Mihemed Bekir
Weşanxana Hawar

Hawar Förlaget
Stavbygränd 29
163 70 Spånga
Sweden

Printed in Stockholm / Sweden
Författares Bokmaskin

June 1987

ISBN 91-970863-0-4

 


 

Kitêbxana Hawarê

1 — Rêzana elfabiya kurdî, C. A. Bedir-Xan.
2 — Rupelnine elfabê, C. A. Bedir-Xan.
3 — Dilê kurên min Dr. K. A. Bedir-Xan.
4 — Bîyişa Pêxember. Bi kurdiya dumilî, bi dîbaca C. A. Bedir-Xan
5 — Nivêjên Êzediyan bi dibaca C. A. Bedir-Xan
6 — Mektûb ji Mistefa Kemal paşê re
7 — C. A. Bedir-Xan
1 — Mesela Kurdistanê, Bazil Nikitîn
8 — Ji mesela Kurdistanê, C. A. Bedir-Xan
9 — Elfabeya kurdi, Dr. K. A. Bedir-Xan
10— Xwendina kurdî, Dr. K. A. Bedir-Xan
11— Elfabeya min, Dr. K. A. Bedir-Xan
12— Dersên şerietê, Dr. K. A. Bedir-Xan
13— Çarînên Xeyam, Dr. K. A. Bedir-Xan
14— Proverbes Kurdes / Medhelokên Kurdi, Lucy Paule Margueritte û Emir. K. A. Bedir-Xan, Paris - 1937
15— Le roi du Kurdistan / Qralê Kurdistanê,. Emir K. F. Bedir-Xan û Adolphe de Falgerolle, Paris - 1937
6— Der adler von Kurdistan / Eyloyê Kurdistanê, Prinz K. A Bedir-Xan û Herbert Örtel, Berlin, 1937
17 — Der sehnee des lichtes / Berfa ronahiyê şihrên kurdi, Prinz. K. A. Bedir-Xan û Dr. Curt Wunderlich, Berlin, 1937.



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar