VersionsLabîrenta Cinan [Kurdî, İstanbul, 2000]
Labîrenta cinan [Kurdî, Huddinge, 1994]
Labîrenta cinan
Mamoste Kevanot, tevî xanima xwe Nêrgisa Koçer diçe Gundê Dînan. Cihê fesadî, dek û dolab û virekiyê. Û gundî; ji aliyekî ve ciwamêr, dilgerm û paqij, ji aliyê din ve; nezan, korfam û serhişk. Mamoste jî dizane ku du rê li ber hene: An wê dakeve pivana wan û li wî aliyê wan î paqij rast bê an jî xwe ji wan dûr bixe û rastî aliyê wan î korfam bê. Kevanot bi zimanê wan dipeyive û dide ser riya yekemîn. Lê li wî gundê ku pîrebok û cin, însan û şeytan tevlihev dibe wê gotina Gebranê Baço rast derkeve:
"Ku tu dakevî pîvana wan, bawer bike tu ê li wir bimînî: tu ê di pîvana wan de bihetikî xoce... tu ê di pîvana wan de bifetisî û biçî. Di pîvan û dunyayên wan de ev kuçên gund ê li teng û zirav bibin... ev kuçên vî gundê ha ê li te bibin labîrenteke cinan û tu ê ji nav dernekevî..."
Hesenê Metê di romana xwe de me li labîrent û dehlîzên tarî ê civakeke derengmayî digerîne, civakek ku labîrenta herî tarî û tevlihev mêjiyê însanên wê bi xwe ye.
Roman
Şeytan xwedê ye û Xwedê jî şeytan ez hatim hînkirin ku herduyan jî bihewînim yekî bi babetekî yê din bi babetekî din lê babet her yek bûn ..... Gunnar Ekelöf
Weke bayên payîzên hersalîn îro jî ba tê, bi qasî çend rojên din, dibistan ê vebin, zarok ê dîsa li hewşên dibistanan bilîzin, qêrîn û giriyên zarokane ê bilind bibin. Ev serê salekê ye ku mamoste Kevanot li bendî bersivekê ye, ew bersiva ku wî bi dilpekîn dipa, îro nû gêhîştiye destê wî, anuha li bajêr, li ser sekûka eywana mala xwe rûniştiye, ew kaxeza bersivê girtiye destê xwe, bi tirseke bênav diricife û dixwîne, piştî xwendinê êdî bi çavên xwe jî ewle dibe ku ew wan tiştên li ser kaxezê rast dixwîne, ji nişka ve tiştekî weke tîrê xwe di serê wî de badide, ricifîneke bêmane bi laşê wî digire, dilê xwe bi xwe dişewitîne, lêvên wî dilerizin, av bi çavên wî dikeve û di dilê xwe de: "Rast e, ez bi kêrî hîndayînê nayêm. Serê min bûye weke hêkeke genî, tevgerên min êdî ne tevgerên mamosteyekî ne. Lê ez anuha têdigêhîjim. Ew gunda... av û kuçên wî gundî..." dibêje, wê kaxeza bersivê hêdîka datine kêleka xwe û bi raman vedigere ser wan salên xwe yên buhurî. ..... Hesenê Metê Labîrenta cinan
Avesta
avesta | Edebiyat: 70 | 13 Labîrenta cinan Hesenê Metê
Edîtor: Abdullah Keskin Dîzayna bergê: Ahmet Naci Fırat Tashîh û mîzanpaj: Avesta Çapa yekem: 1994, Stockholm, W. Welat Çapa duwem: 2000, Stenbol Çap: Berdan Matbaacılık Hejmara Çapê: Du hezar
© Hesenê Metê-Avesta Ji xeynî danasînê bêyî destûra nivîskar û weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin
Nivîskar, ji bo mafê telîfe ê çapa duyemîn a vê kitêbê "lepek titûna Bedlîsê" xwestiye
Avesta basın yayın reklam tanıtım mûzik dağıtım ltd. şti. Asmalı mescit sokak Şahin han 35 / 403 Beyoğlu / İstanbul Tel - faks: (0212) 251 71 39
İstasyon caddesi, K. İsmail paşa 2. sokak Abdi paşa apt. giriş katı Ofis / Diyarbakır Tel - faks: (0412) 222 64 91
ISBN: 975-7112-78-X
Hesenê Metê - (1957) Ji Erxaniya Diyarbekrê ye, ev bi qasî 20 salan e ku ji wan deran dûr e, li Swêdê dijî. Kitêbên wî yên ku heta niha çap bûne ev in: Smîrnoff (çîrok, 1991), Labîrenta Cinan (roman, 1994), Epîlog (çîrok, 1998). Hin kurteçîrokên gelêrî bi formeke edebî hûnandine û bi navê Ardû (1991) çap kirine. Ji xeynî van kitêban Keça Kapîtan (1988) a Pûşkîn, çend kurteçîrokên Çehov bi navê Mirina karmend (1989), romana Dostoyevskî Merivên reben (1991) wergerandiye kurdî. Smîrnoff, Labtrenta cinan û Epîlog di nav weşanên Avesta de ji nû ve têne çapkirin.
PDF
Destûra daxistina; vê berhêmê nîne.
|