Labîrenta cinan
Mamoste Kevanot, tevî xanima xwe Nêrgisa Koçer diçe Gundê Dînan. Cihê fesadî, dek û dolab û virekiyê. Û gundî; ji aliyekî ve ciwamêr, dilgerm û paqij, ji aliyê din ve; nezan, korfam û serhişk. Mamoste jî dizane ku du rê li ber hene: An wê dakeve pivana wan û li wî aliyê wan î paqij rast bê an jî xwe ji wan dûr bixe û rastî aliyê wan î korfam bê. Kevanot bi zimanê wan dipeyive û dide ser riya yekemîn. Lê li wî gundê ku pîrebok û cin, însan û şeytan tevlihev dibe wê gotina Gebranê Baço rast derkeve:
"Ku tu dakevî pîvana wan, bawer bike tu ê li wir bimînî: tu ê di pîvana wan de bihetikî xoce... tu ê di pîvana wan de bifetisî û biçî. Di pîvan û dunyayên wan de ev kuçên gund ê li teng û zirav bibin... ev kuçên vî gundê ha ê li te bibin labîrenteke cinan û tu ê ji nav dernekevî..."
Hesenê Metê di romana xwe de me li labîrent û dehlîzên tarî ê civakeke derengmayî digerîne, civakek ku labîrenta herî tarî û tevlihev mêjiyê însanên wê bi xwe ye.
|