La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ji nav şiîrên min


Éditeur : Avesta Date & Lieu : , İstanbul
Préface : Pages : 63
Traduction : Rûken Bağdu KeskinISBN : 975-7112-31-3
Langue : KurdeFormat : 120x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3681Thème : Poésie

Ji nav şiîrên min
Versions

Küçük aynalar [Türkçe, İstanbul, ]

Ji nav şiîrên min [Kurdî, İstanbul, ]


ŞIÎRA BÊKES

Serhildana tevgera Ruwange, ji nûkirina şiîra kurdî ya nûdem re pêngava duwemîn bû. Yek ji pêşengên vê tevgerê şaîrê bi nav û deng Şêrko Bêkes e. Pêngava yekemîn di navbera herdu şerê cîhanê de hat avêtin. Di wan deman de komek xortên şaîrên kurd, ji wan; Evdila Goran, Reşîd Necîb û Şêx Nûrî Şêx Salih, şiîra kurdî ji kevnîtî xelas kirin, ew xelaskirin tenê nebû jêkirina kot û bendê wezn û erûza erebî ji şiîra kurdî. Lê ji aliyê naverokê ve jî şiîra kurd kete qonaxeke nû. Bi vê yekê kêşê şiîra folklorî ya netewî ket şiîra kurd. Zimanê şiîra kurdî di zemanên bûrî de zimanek tevlîhev bû. Xwendevanê kurd nikaribû bi hêsanî jê kêm bike. Ew ziman li ser destê Goran û hevalên wî bû zimanekî zelal û ronî.

Di destpêka heftê yên vê sedsalê de Xwendingeha Goran di şiîra kurdî de xwe pirr dide xuyan. Tevgera Ruwange piştî beyana 11'ê Adara 1970'yan ket şûna wê xwendingehê. Qonaxek nû di jiyana siyasî ya kurd de dest pê kir û serdemek nû ji bo jiyana edebiyata kurdî bi xwe re anî. Şiîra kurdî pencereyek mezin li ber bayê şiîra cîhanî vekir. Ji aliyê din ve jî şaîrên kurd ketin ser şopa feydegirtinê ji folklor, efsane û edebiyata devkî ya kurdî.

Şêrko Bêkes kurê şairê welatparêzê mezin Faîq Bêkes e. Ji piştî 1970 û pê ve pêşevanê şiîra kurdî a nûdem e. Di sala 1987'an de ji aliyê PEN Klûba Swêdî ve xelata Toxolîskî wergirtiye. Piştî damezrandina Hikûmeta Kurd li Başûr, Şêrko Bêkes bû yek ji parlamenterê kurd û piştî hingê jî bû wezîrê kulturê, niha jî li Swêdê jiyana xwe didomîne.

Şiîrên ku di vir de ji soranî (kurmanciya jêrîn) hatine wergerandin şiîrên kurt in ku Şêrko Bêkes bi xwe çêkerê ev cûre şiîrê ye di edebiyata kurdî de. Bêkes ji vê cûre şiîrê re dibêje "şiîra poster." Xeynî vê cûreyê, Bêkes bi gelek awayên din jî şiîran dinivîse.

NAVEROK

Şiîra Bêkes / 7

BI HEV RE
Avahiya Rojê / 11
Gore / 12
Eger / 13
Êş / 14
Derb/15
Daneyek Xîçik / I6
Hêvî /17
Şîret / 18
Piste Pistek / 19
Tarîtî / 20
Lehî / 21
Mirin / 22
Eşq / 23
Perde / 24
Bexîl/25
Payîz / 26
Şîn / 27
Piyano / 28
Bask / 29
Li Welatê Min / 30
Zîndan / 31
Evîna Te / 32
Keştî / 33
Berf / 34
Mêvandarî / 35
Bi Hev re / 36
Otonomî / 37
Berber / 38
Aşiq / 39
Jimartin / 40
Bîranîn / 41
Keman/42
Xwînekola / 43
Reh/44
Hingiv / 45
Sêva Dil / 46
Şehîd / 47
Çar Zarok / 48
Ji Bo Îsmaîl Beşîkçî / 49
Kor /50
Sal/51
Mîrat / 52
Ard û Şiîr / 53
Dergûş / 54
Mifte û Derî / 55
Diz / 56

HIN ŞIÎR JI BO HELEBÇE
Helebçe (1) / 59
Bajar (2) / 60
Bejn (3) / 61
Helebçe (4) / 62

Eger ji nav şiîrên min
gul.bavêjin derve ji çar werzan
werzeke min dimire.
Eger yar bavêjin derve
duduwê min dimirin.
Eger nan bavêjin derve
sisiyên min dimirin.
Eger azadî bînin der
sala min dimire û
ez bi xwejî dimirim.

ŞÊRKO BÊKES • Ji Nav Şiîrên Min
avesta / ŞIÎR: 1 / 1

Ji Nav Şiîrên Min
Şêrko Bêkes
Wergera ji Soranî:
Rûken Bağdu Keskin
Bedran Hebîb

Edîtor: Abdullah Keskin
Dizayna Bergê: Ahmet Naci Fırat
Tîprêzî: Songül Keskin
Tashîh û Mîzanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 1995, Stenbol
Çapa Duwem: 2001, Stenbol
Çap: Berdan Matbaacılık

© Weşanên Avesta, 1996

ISBN: 975-7112-31-3

Ji xeynî danasînê bêyî destûra nivîskar û weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin

AVESTA BASIN YAYIN
REKLAM TANITIM MÜZİK DAĞITIM LTD. ŞTİ.
Meşrutiyet Caddesi
Özbek İşhanı 136 / 4
BEYOĞLU / İSTANBUL
TeI-Faks: (0212) 251 71 39
(0212) 251 44 80

İstasyon Caddesi, K. İsmail Paşa 2.Sokak
Abdi Paşa Apt. Giriş Katı
OFİS / DİYARBAKIR
Tel–Faks: (0412) 222 64 91

Ev şiîrên di vê kitêbê de, ji dîwana Şêrko Bêkes hatine bijartin

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues