Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page
Kovar Kovar

Jîn (1918-1919) - I


Weşan : Deng Tarîx & Cîh : 1985, Uppsala
Pêşgotin : Mehmet Emin Bozarslan Rûpel : 422
Wergêr : Mehmet Emin Bozarslan ISBN : 91-970702-0-3
Ziman : Kurdî, TirkîEbad : 165x240 mm
Hejmara FIKP : Liv. K. A. L. 308, IMijar : Giştî

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Jîn (1918-1919) - I

Versions


Jîn, kovara kurdî-tirkî & kürdçe-türkçe dergi (1918-1919), cild I

Pêşkêşî
Beş I
Haydarîyên giştî di heqê kovara "Jîn" da
Zana û xwendayên kurd di despêka sedsala XX. da

Di despêka sedsala XX. da serbajarê dewleta Osman Stanbol, ji alîyê sîyasetê û çandeyê ve merkezeka pirr giring bû. Gelek xwenda û zana û xwendekarên Kurd jî, wek en gelên dî yên bindestê Osmanîyan li wî bajarî civîyabûn. Ew zana û xwenda û xwendekarên Kurd dixebitîn ku tovê bîr-bawerîya welatevîniyê, tovê fikra Kurdîtîyê di nava gelê Kurd da biçînin û paşê ji riya tevgereka neteweyî vekin, tevgereka neteweyî saz bikin. Her weha wan dixwest ku pêşewayîya wê tevgera neteweyî bikin û bi wê tevgerê Kurdistanê ji binê nîrê dewleta Osmanî rizgar bikin. Jibo gîhana we amance jî, dixebitîn ku ji hemî keys û fersendan mefadar bibin.

Sala 1900'î komela Kurdan a pêşîn li Stanbolê hatîye sazkirin. Navê wê komelê "Komela Vîna Zexm a Kurdistanê" (Kürdistan Azm-i Kavî Cemiyeti) bûye. Sazkerê komelê Fikrî Efendîyê Amedî (Dîyarbekrî) bûye. Em ji endamên wê, tenê navê Kurdîzade Ehmed Ramiz Licî dizanin.(1) Belam ew komele, di binê rejima Sultan Hemîd da umirdirêj nebûye. Careka dî keys û fersend, piştê sazkirina meşrûtîyetê di dewleta Osmanî da ketîye destê zana û xwenda û xwendekarên Kurd. Meşrûtîyet, yan jî bi peyveka dî rejima meşrûtî, bi pêşewayîya "Komela Yekîtî û Pêşketina Osmanî (Osmanlι, ittihad ve Terakki Cemiyeti) di sala 1908'an da hatîye sazkirin. Di despêka rejimê da, azadîyeka hema-hema bêsînor hatibû nava dewleta Osmanî. Jixwe prensip û sloganên rejima nû "azadî, biratî, wekhevî" (hürriyet, uhuvvet, müsavat) bûn. Ev hersê peyvik bûbûn slogan û li her derê împaratorîyê belav bûbûn, wek benîşt ketibûn devê her kesî.
.....



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar