Sîyabend û Xecê
Siyabendê Semend
Roj
Bihar bû, bihar, gul-sosina bîndabû, Ji baranê, kesksorê şax vedabû, Avêd berfêd belekîya pêldida, Ji qûntarêd çîya dikişîya. Pêlêd sipî diketine nav gelîya, Dilezyan, xwe digîhîandine çayra, Xwe digihîande deşt û zozana, Nolî kamçûyê dest huba yara.
Bîna cinetê ketye mêrg-çîmena, Çîya xweşkiribûn bengzê zozana, Dinîya ji xewê rabû tevi rihana; |