Ev hejmara di roja 21 sibatê, roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî de derdikeve. Ev roj bi taybetî bo me kurdên Bakûrê welêt, ên Anatoliyê û li derweyî welêt, rojeka girîng e ku divê em hinek li ser dawestin.
21ê sibata sala 1999an de bi biryara UNESCO ku organeka Yekitiya Netevan (YN) e, bi navê IMLD International Mother Language Day, yanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî (RZDN) li ser pêşniyaza Bangladeşiyan hat diyarkirin. Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê Pakistanê yê fermî, urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xistibûn. Polîs êrîş biribû ser xwepêşandaran û 11 kes hatibûn kuştin. Bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin. Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakistanê bibin zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî de qonaxeka girîng e. Ji ber vê yekê UNESCOyê ev roj pejirand. Bangladeş 1971an ji Pakistanê veketiya û bû welatekî ...
Naverok / içindekiler
Ji Bîrnebûnê - Alî Çiftçî / 6 Parastinabi kurdî:Çîyazajêmişkekket! - Nuhê Hecî Malê Herşîd / 7 Hevdîtînên li Îmraliyê - Alî Çiftçî / 9 Kongra KURD-DERê - Mem Xelîkan / 13 Zilma îlonê li Anatotyê - Muzaffer Özgür / 16 Li Bakur dersên hilbijartî - Amed Tîgrîs / 20 Helbest - Seyfî Dogan / 24 Mim kî yim? - Esîn Akgul Güneş / 26 Hestên Mehkûm - Xizan Şîlan / 29 Çend xwazka - Nuhê Hecî Maiê Herşîd / 31 Ma ez jî dikanim kurdî binivisînim? - Buco Demirsoy / 33 Şopên dema xatirxwastinekê-lll - Nuhê Hecî Malê Herşîd / 36 Bîranîna Dr. Nebî Kesen - Alî Çiftçî / 43 Kurmancîya malê, yan kurmancîya mamostayî/ê? - Remzî Kerîm / 45 Parsekên Kurdistanî li îskandînavyê - Rohat Alakom / 56 Hevpeyvînek bi Zagros Çetinkaya re - Alî Çiftçî / 62 Li teniştê jîyanê - Zagros Çetînkaya / 66 Alamura - Zagros Çetînkaya / 68 Zerdeştî - Seyfî Doğan / 70 Ji Şoreş Reşî du kitêp / 72 Weşanxaneya RÛPELê bi du berhemên girîng dest bi weşanê kir! / 73 Amed: erdnîgarî, dîrok, çand, derket / 77
JI BÎRNEBÛNÊ
Ev hejmara di roja 21 sibatê, roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî de derdikeve. Ev roj bi taybetî bo me kurdên Bakûrê welêt, ên Anatoliyê û li derweyî welêt, rojeka girîng e ku divê em hinek li ser dawestin.
21ê sibata sala 1999an de bi biryara UNESCO ku organeka Yekitiya Netevan (YN) e, bi navê IMLD International Mother Language Day, yanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî (RZDN) li ser pêşniyaza Bangladeşiyan hat diyarkirin. Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê Pakistanê yê fermî, urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xistibûn. Polîs êrîş biribû ser xwepêşandaran û 11 kes hatibûn kuştin. Bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin. Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakistanê bibin zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî de qonaxeka girîng e. Ji ber vê yekê UNESCOyê ev roj pejirand. Bangladeş 1971an ji Pakistanê veketiya û bû welatekî serbixwe.
Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin. Ji bo ku girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê, pirzimanî û pirçandî, bêt parastin û pêşxistin, konferans, civînên taybet û festîval tên organize kirin.
Armancên vê rojê ev in: - Balkişandina ser mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî (dayikê) - Bilindkirina famdariya ji bo civakeka pirçandî - Bilindkirina toleransa li hember mirovên cihêreng
Sekreterê giştî ya UNESCO, îrina Bokova ji bo vê rojê dibêje;
"Pirzimanî kaniya hêz û îmkana mirovahîyê ye. Ev aliyên me yên pirçandinî, fikirandin, nûkrina dîtinan, tolerans û guhartinan pêş dixe "
Programa IMLDya 2013an wek tema; bi destxistina materialên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê hêsan be, hemû welatên endamên YN haydar dike ku bo pêşdabirina perwerdeya bi zimanê zikmakî li hemû dezgehên perwerdeyî; ji hêlîna zarokan bigrê heta zanîngehan û medya, bên peydakirin, divê bên dijîtalîzekirin û çapkirin.
Di derbarê vê rojê de li seranserê dinyayê bi hemû zimanên din meriv di malperên UNESCOyê de rastî adahdariyan dibe. Di malpera UNESCO ya Tirkiyê de, li ser vê rojê ti agahdarî tune ne. Pir balkêş e ku heta niha, ne ji aliyê UNESCOya navend ve û ne jî ji aliyê kurdan ve ev nehatiye rexnekirin û bal nehatiye kişandin.
Di vê hejmarê de li ser ziman û perwerde û herwiha nivisên ji pênûsên nû yên balkêş hatine weşandin.
Bi hêviya ev roja zimanê dayikê bi serkeftî be, bimînin di xêr û xweşiyê de!
Alî Çiftçî
Parastina bi kurdî: Çîya za jê mişkek ket!
Nuhê Hecî Malê Herșîd (Nuh Ateș)
Bi guhêrîneke di pêşnûmaya qanûna dadgehkirinê (mehkemekirinê) da, beyî ku navê kurdî tê da derbas bibe, goya rê li ber parastina (berevaniya) bi kurdî jî bê vekîrin.
Li gorê vê guhêrînê zimanê dadgehkirinê dîsa tirkî ye. Tenê ji xwendina îdîanameyê û miteleya esasî bi şûn da tawanbarkirî (sucdar) dikane bi devkî parastina xwe bi kurdî bîne ziman. Sewa vê gereke ku ew van şertan bicîh bîne: Qasî ku xwe pê ifade bike bi tirkî bizane û wergêrekî (tercumanekî) bi xwe ra bîne û bedelê wî ji kîsê bide.
Ma tawanbarkirîyê xizan ê wergêrekî kurdîzan ji ku derê peyda bike? Tu dibêjî qey zaningeha wergêran ya zimanê kurdî li Tirkîyê heye. Li ber tawanbarkirî yê tirkîzan du rê hene, ya ew ê ji parastina devkî ya bi kurdî fereget bike yan jî wergêrekî ji xwe ra peyda bike û bedelê wî helnê ser xwe. Berdana bedelê wergêr bi ser tawanbarkirî da meriv dikane wekî cezakirineke ji ber bikaranîna îmkana parastina bi kurdî va bihesibînê û wekî bêqimetkirina zimanê kurdî bibîne.
Wer xuya dike, ji guhêrîneke bi vê şeklê yek armanc jî ew e ku, tu belgeyên bi kurdî nekevin dosyayên dadgehê. Tawanbar dê parastina bi kurdî û bi devkî pêşkêş bike û wergêr jî wê bi devkî wergerîna ser zimanê tirkî.
Wer tê fehmkirin ku kurdekî tawanbar û tirkînezan, ji ber şerta tirkîzanîyê, nikane ji vê îmkanê istifade bike. Lê di pratîkê da kurdekî tawanbar yê ku tenê çar gotinên tirkî dizane dê wekî tirkîzan bê qebulkirin û bikane ji vê imkanê istifade bike, bêyî ku ew îdîaname û mitaleya bi tirkî fehm bike.
Ma hetanî niha jî ne weng bû? Tawanbarên kurd yên ku di eslê xwe da tirkînezan, lê ji ber ku dikanîn bi tirkî bibêjin „erê" û „na", li ber dadgehan wekî tirkîzan tên û dihatin qebulkirin. Û ew bêyî ku îdîanema û mitaleyan fehm bikin tên û dihatin dadgehkirin. Yanê tawanbarkiriyên hana dê li ...
Alî Çiftçî
Birnebûn, n° 55
Apec
Apec Förlag Birnebûn, hejmar 55, 2013 Alî Çiftçî
Tidskriften utkommer 4 nummer per ar. Sc mchan carekê dcrdikcve / Uç ayda bir çikar. Utges av Apec Förlag AB hejmar 55 | 2013
Ansvarig utgivare: Ali Çiftçi Edîtor: Ali Çiftçi, Sejyfi Dogan, Muzaffer Özgür
Koma redaksryonê Alî Çiftçî, Dr. Mikaîlî, H. Erdogan, M. Bayrak, i. Turkmen, M. Duran, Muzaffer Özgtür, Nuh Ateş, Sefoyê Asê, Vahit Duran, Mem Xelîkan, Mustafa Mih, Özgür Kara û Yusuf Polat
Adress Navnîşana li Swêdê Box: 81 21 , SE 1 63 08, Spanga/Sverige Tclcfaks:0046-(0)8-761 24 90
Türkiye Istanbul Selahattin Bulut/Medya Kitapevi İstiklal Caddesi, Elhamra Pasaj No: 1 30/6, Beyoğlu
Biha/Fiyatı: Europa:5 Euro Türkiye: 5 YTL
Abone Swêd: 400 SEK Almanya 40 Euro Welatên din ên Ewropayê: 50 Euro
İsveç hesap numarası: (Bîrnebûn) bankgiro: 402-2224 Ji bo aboneyên li derveyî Swêde / isveç dişmdaki aboneler için APEC, "Bîrnebûn"Bankgiro-Stockholm/Sweden SWIFT: HANDSESS IBAN: SE07 6000 0000 0002 6588 5078
Çap / Baskı: Apec-Tryck AB
Hernivîskar berpirsê nivîsa xwe ye. Mafê redaksiyonê heye ku nivîsên ji Bîrnebûnê re tên, serrast û kurt bike. Ger nivîs çap nebin jî, li xwedîyan nayên vegerandin.
Waqfa Kurdên Analoliya Navîn li Swêdê û Komela Ziman li Almanyayê pişlgirên kovarê ne.