Çîrokên hezar û şevekê
Mîr Şahriyar û birayê wî Mîr Şahzeman
Tê gotin -lê belê wek her carê û niha Xwedê zanatir, bi aqiltir û bi rehmtir e- ku di destpêka çêbûna dunyayê û hungura demê de, mîrekî bi nav û deng û xwedî hêz li welatê Sasan, di navbera giravên Çîn û Hindistanê de dijiya. Ordiyên wî, yên mezin û hêzên xurt yên di xizmeta xelkê de hebûn. Herweha gelek xulam di qesra wî ya mezin de, di xizmeta wî de bûn. Du kurên wî, yekî mezin û yekî piçûk, hebûn. Her du jî siwarên jîr û merxas bûn; lê belê kurê mezin di warê siwarîbûnê de ji yê piçûk jîrtir bû. Yê mezin welat bi edalet îdare dikir; ji ber ve yekê jî xelkê jê hez dikir. Navê wî Şahriyar, ango şahê bajêr bû; birayê wî yê ku navê wî Şahzeman, ango şahê zeman bû, li Semarkand el-Ecamê mîr bû.
Sal di ser salan re derbas bûn; herdu Mîran jî, welatên xwe bi edalet û xweşî idare dikirin û di nav xweşî û bereketê de dijiyan. Lê belê piştî bist salan birayê mezin bi awayekî nedîtî bêriya biraye xwe kir û emir da wezirê xwe da ku biçe birayê wî bîne. Wezîrî got: "Ser seran û ser çavan" û bi rê ket. Bi îzna Xwedê, bê dijwarî, wezîr gîhaşt cem birayê piçûk. Ji birayê piçûk re "silavên Xwedê li te bin" got û sebebê hatina xwe diyar kir.
Şahzemanî got: "Ser seran û ser çavan." Emir da pêşkar û xulaman da ku haziriya birêketinê bikin. Kon, zexîre, hêstir, deve û pewistiyên rê yên din hatin hazirkirin. Paşê Şahzemanî îdareya welet da destê wezîrê xwe û bi rê ketin.
Lê êvarê, dema bêhnvedanê, hate bîra Şahzemanî ku tiştek li qesra xwe ji bîr kiriye û bi nehînî vegeriya wir. Wî, di qesrê de, jina xwe li ser dîwanê veketî, di hembêza koleyekî xwe î reşik de, dit. |