VersionsSeyfulmuluk [Kurdî, Wien, 1972]
Seyf-ul Milûk û Melke Xatûn [Kurdî, İstanbul, 2006]
Seyf-ul Milûk û Melke Xatûn
Siyahpoș
Nûbihar
Li ser Lewhê Qelem gerya ji heq da
Tulu'ê fecrê 'ussaqan sefeq da
Ji bêhna xunçeyê baxê meya saf
Mu'etter bû gulistan qaf ta qaf
SIYAHPOȘ Û JIYANA WÎ
Siyahpoș ji yek ji wan șairên me yên klasik e, ku di edebiyata Kurdî ya Klasik de çawa di derheqê gelek șairan de agahdarî û nîșanî bi dest me neketine, di derbareyê cihê Siyahpoș lê hatiye dunyayê de ji tistên ku me pistrast bikin mixabin ninin. Profesor Qanadê Kurdo, di berhema xwe Tarixa Edebiyata Kurdî de hema em bêjin tu agahdariyan nade di derheqê vî șairî de. Derbareyê wextê jiyana wî her çend tarixa ku me ji vê berhema wî derxistî hebe jî, di derheqê bajar û herêma Siyahpoș de gotinên cûrbecûr hene. Li gor hindekan ew ji Dîyarbekirê ye, li gor Celîlê Celîl û Feqi Huseyn jî ew ji devera Urmiyê ye. Celîlê Celîl dibêje ku navê wî yê rast Muhemmed Cewad e û ew xelkê derûdora Urrniye, Têrgever, Mêrgever û Salmasê ye1. Birastî ji mirov her cend di vê babetê de nikare tiștekî bêguman û bêșik bibêje jî mirov gava berhemên wî dixwîne dihête ditin ku îhtimal heye ku ew ji herêma aliyê Urmiyê û Mêrgeverê be. Lewra her cend ev șaira șairek klasik be jî di dema jina wî de li herêma Diyarbekirê ziman û diyalektek wisa ihtimalek zeîf e ku hatibe karinan. Lê disa ji tenê ji ber zarave û devokan mirov nikare sairekî li ser cihekê mohr û qeyd bike, anko di derbareyê cihê jidayikbûna Siyahpoș mixabin em xwedi agahdariyên pistrastker ninin. Lê eger wekî Feqe Huseyn neqil kirî Siyahpoș li gel vê mexlesa xwe mexlesa "Îranî" ji bikarînabe wêgavê ji Kurdistana Iranêbûna wî qahimtir dibe ku weki di vê malikê de derbas dibe:
"Ksrê șem'ê her sewet e muhbetê sohtinê ye
Lew disojitin Îranî șubhetê perwaneyê"
Li gor lêkolineran Siyahpoș ji bo perwerdeyê heta Bexdayê cûye û li wê derê maye. Jixwe ji vê berhema wî jî kifș e ku wî perwerdeyek bas ditiye; lewra em dibînin ku jibili Kurdiya xwe ya xweș Erebi, Farisi û Tirkî ji bikarinaye.
Di derheqê cihê wî de her çend gengeșî û alozî hebin jî di derheqê sedsala ku ew têda jiyaye de guman ninin. Lewra her kijan șair be ku hema bila tenê șairek klasik be mirov dikare ji berhema wî tarixekê derbiêxe; çunkî di edebî'yata klasîk de, çi di ya Kurdan û ya Faris û Tirk yan jî ya gelên di de, șairê klasik bi mecbûrî divê dirokekê li berhema xwe de diyar bike. Wêca di ve berhema Siyahpoș de ji tarix ew e ya ku sair di 373yemîn malika vê berhema di destê we de ye ișarek kirî:
"Bi dil wî șahe 'Asim yek xezel xwoș
Reqem da 'așiqe bidil Siyahpoș"
Weca gava sairekê klasik eger di berhema xwe de tarîxek eșkera kir wê bi awayek veșartî nabêje, her weki Ehmedê Xanî di Mem û Zîna xwe de bi askerayî tarixa jidayîkbûna xwe û wextê xilasbûna nivisina Mem a Zîne gotiye. Lê her wekî bi piranî di berhernên sairên girêdayî yên teriqetên tesewufi de dîyar dibe hindek sair hindek tarixan gelek xwes di berhemên xwe de vedișêrin. Lê em vegerin li ser tarixa ku Sîyahpos ji me re așkera kirî, eger em ve rêza duyê ya ve malika li jorî ye bixwînin li gor hesaba ebcedê ew tarî'xa derdikeve:
Peyvên "reqem da" (...200+...100 +...40+ , ...4+ ...1) = 345
Peyva "așiq" (...70+...1+...300+...100) = 471
Peyva "bidil" (...2+...4+...30) = 36
Peyva "Siyahpoș" ji (...60+...10+...1+...5+...2+...6+...300) = 384 dike
û temarniya wan jî (345+471+36+384)= dike 1236
Weca 1236 ji tarixa Hicri ye û li hemberê wê bi Mîladi ji dike 1820.
Belê ev dîroka ku Siyahpoși di vê berhemê de diyar kiriye 1820 e anko sedsala 19ê. Heke ev tarixa ku Celilê Celîl di derheqê mirina Siyahpoș de daye rast be Siyahpoș pisti ku Seyf-ul Milûk û Melke Xatûn: nivîsi, 11 salan jiyaye. Lewra tarixa nivisîna vê berhemê 1820 e û li gor Celîlê Celîl mirina șairi 1247ê Hicrî/1831ê Mlladi ye. Heta niha di derbareyê jiyana Siyahpoș de agahdarîyên cûrbecûr hatine nivisin û gotin lê îdî em pê bawer in ku ev berhema wî ya giranbiha tenê cihê Sîyahpoș e ku heta niha xalî bû tiji nake, her wisa ewê van gengeșî û seralozîyên li ser tarixa jiyana wî de ji dê bibirîne. Ligel wê Siyahpoș behsa cend sairên beriya xwe dike; her weki Eli Herirî û Melayê Ciziri:
"Mekkî û Eli Heriri
Bên li dengê min feqirî"
û
"Kirme hibba zemherirê
Kanê Melayê Cizîrê
Xemrî gîs û herîrê2 "
Belê wekî gelek șairan Sîyahpoș jî ji sairên beriya xwe tesîrek li ser xwe dîtiye û çawa ku hema piraniya sairên Kurd ên li dûv Melayê Cizîrî hatine ji Cizîrî îstifade kirine Siyahpoș ji bi gelek awayên honandin û vegotinên siira xwe ve Melayê Cizîrî nișan dide. Lê tișta ku balkêș ew e ku xezelek Siyahpoș ku di vê berhemê de cihgirtiye, gelekî dișibe xezelek Melayê Batêyî. Ew ji ev xezel e ya ku destpêka wê wisa ye:
"Ey hebiba qelb û ruh î wey qerara cenê ma
Dê çi bîtin cerekê ger tu bibî mîhmenê ma"
Belê bêguman gava ku hûn herdu xezelan hevber bikin hûn dê bibêjin ku ev herdu xezel ji qelemekê hatine nivisin ku ewqas wekhevî di navbera wan de heye. Eger em cihê Siyahpoș herêma Urmîyeyê qebûl bikin wêgavê her çend demên jiyana herdu șairan nêzik hev nebin ji wê gavê em dikarin bibêjin ihtimalek mezin Siyahpoș ev siira Bateyî xwendiye û je re nazîre nivisiye3.
Gotina dawî ku divê em ji bo Siyahpoș bibêjin ew e ku her wekî di vê mesnewiya wî Seyf ul Milûk û Melke Xatûn de xûya dibe Sîyahpoș hema mîrasa șairên bera xwe hemûyan wergirtîye ku zewq û ta'mek xweș êxistîye siîra xwe. Di vê berhemê de gelek kompozisyon û daireyên alegorik ên xweș ava kirine ku hema bi gelek sanahi xuya dibe. Li gel wê misalen nemaze beytên ku têda behsa felekan dike gelek balkês in ku ev malik li rêzikên wisa dê ji bo xebatkarên wê babetê bibine gavên nû, û em pê bawer in ku ev xezela wî ya nêzîk zarava Soranî dê di gelek șiirhezkeran ve bête jiberkirin ii xwendin; ya ku ewilin malika wê ev e:
"Ey xoncelabe talibê dîdarê tu em ez
Çavnere leb û le'lê șekerbare tu em ez"
.........
Birasti ji amadekarê wê û berhevkarê wê karek gelek baș aniye meydanê û ev berheme daxilê kitabxaneya Kurdi kir û mala wî ava. Berîya kuberhem bihête capkirin me ji ligel destnivisa wê ya ku Zeynelabidîn Amedî nivisîye hevber kir û hin jêrenor le zêde kirin.
Xebat ji me alikari ji Xwedayê mezin...
Nûbihar
1- Celîlê Celîl, Keșkula Kurmanci, Wien 2004.
2- Feqi Huseyn Sagniç, Diroka Wejeya Kurdî, Weșanên Enstîtuya Stenbolê, Stenbo12002.
3 Ji bo hevberkirina herdu xezelan binêrin:
a- Mewlûda Melaye Beteyî, r. 184-185, amadekar: Mela Ebdulbasit, ilon 2003e m. Stenbol.
b- Kitêba Bateyî ya ku Muhsin İbrahim Doskî û Tehsîn İbrahim Doskî amadekirî, r.96-97
Bismillebirrehmenirrehim1- Li ser Lewhê Qelem gerya ji heq da
Tulu'ê fecrê 'ussaqan sefeq da
2- Ji bêhna xunçeyê baxê meya saf
Mu'etter bû gulistan qaf ta qaf
3- Me lew hatin bi nezmê in hikayet
Ji neqlê rawiyan min kir rlwayet
4- Der eyyamê Suleyman peyamber
Di Misrê da hebû sahek muzeffer
5 Ji 'edl û dadê wî 'alem bi rahet
Nebû qet kes bi zehrê wî qebahet
6- Pez û gur ew bi hevra çûn çêregah
Nebû zehrê guran ez heybetê Șah
7- Bi çengalê serê Sînanê zehrab
Pezê bêçare raket ez serê xwab
8- Te'alellah ji wî hukm û 'edalê
Ji wê cah û celal û îqbalê
9- Xweda dabû ji bo 'Asim bi rehmet
Xwedêtirsi yû text û tac û dewlet
Siyahpoș
Seyf-ul Milûk
Melke Xatûn
Nûbihar
Nûbihar
Weșanên Nûbihar: 30
Rêza Kurdî: 17
Seyf-ul Milûk û Melke Xatûn
Siyahpoș
Berhevkarî û Tîpguhêzî:
Bedirxan Amedî
(Ev werger, ji ber nusxeya destnivisa
Muhyeddînê Kurdî yê Xîzanî hatiye wergirtin ku di tarixa
21/03/1971e Newrozê de qedandiye)
Amadekariya çapê: Nûbihar
Editor: Süleyman Çevik
Çapxane: Kilim matbaacılık
Teshîh: Ayhan Geverî
Capa yekem: 2006
Nûbihar yayınları
Pak ajans yayıncılık ltd. ști.
Büyük Reșit Pașa cad.
Yümni iș merkezi, no: 22129
Vezneciler - İstanbul
Tel & Faks: (0212) 5190009
ISBN: 975-00053-4-1