Sorê gulê
Êvareke dawiya payîzê bû. Roj gihabûn ku baş kin û şev jî baş dirêj û tarî bibin. Hîna ne qeşa ketibû, ne jî berfa pêşî. Lê gava rojê carnan serê xwe bi şermokî di nav ewran re derdixist, ji rengê wê yê çilmisî û dûrbûna wê xuya dibû ku zivistan nêzîk bûye, êdî li ser rojan e. Nema ne tu germ û ne jî tu tahm tê de mabû. Êdî wek rohniyeke ji dûr ve bû, wek stêrikeke mezin bû. Dinyê zûtir di vê yekê derxistibû; piraniya daran gihabûn ku pelên xwe zer bikin û biweşînin. Gava ba radibû, hin ji ên mayî jî bi ber diketin û diweşiyan. Di bin nigên mirov de dibû xişt xişta wan û mirov ji rewşa dinyê haydar dikirin. Êdî payîza pîr bû. Dinyê, xwe ji rojên dijwar re kar dikir. Jîna sirûştê sist bûbû, êdî wek lebat û nerînên pîreke sedsalî bû. Lebata wê bi hêdî û xemgînî bû, wek a bedeneke extiyar û westiyayî bû. Wek ku dinya ji ber kul û kovan û xemên bi jan û êş, bêdeng rawestiyabû. Lê jîn û lebata mirovan bi xwe, hîna jî wek berê bû, hîna jî geş û germ bû, li gor darê havînê bû. Wêneyekî jînê
Êvareke dawiya payîzê bû. Roj gihabûn ku baş kin û şev jî baş dirêj û tarî bibin. Hîna ne qeşa ketibû, ne jî berfa pêşî. Lê gava rojê carnan serê xwe bi şermokî di nav ewran re derdixist, ji rengê wê yê çilmisî û dûrbûna wê xuya dibû ku zivistan nêzîk bûye, êdî li ser rojan e. Nema ne tu germ û ne jî tu tahm tê de mabû. Êdî wek rohniyeke ji dûr ve bû, wek stêrikeke mezin bû. Dinyê zûtir di vê yekê derxistibû; piraniya daran gihabûn ku pelên xwe zer bikin û biweşînin. Gava ba radibû, hin ji ên mayî jî bi ber diketin û diweşiyan. Di bin nigên mirov de dibû xişt xişta wan û mirov ji rewşa dinyê haydar dikirin. Êdî payîza pîr bû. Dinyê, xwe ji rojên dijwar re kar dikir. Jîna sirûştê sist bûbû, êdî wek lebat û nerînên pîreke sedsalî bû. Lebata wê bi hêdî û xemgînî bû, wek a bedeneke extiyar û westiyayî bû. Wek ku dinya ji ber kul û kovan û xemên bi jan û êş, bêdeng rawestiyabû. Lê jîn û lebata mirovan bi xwe, hîna jî wek berê bû, hîna jî geş û germ bû, li gor darê havînê bû. Êvara rojeke wilo, ji rojan şemî bû, şahiyeke dîn û jîndar li saloneke ji hezar salonên bajarê Stockholmê li dar bû. Dinya sayî bû û baş hênikbû. Stockholm mest û geş bûbû. Ezman bi stêrikan xemilî bû. Li hêla bakur her heftên Ursa Mayor - bi navê din Hirçê- diçirisandin. Lebata bayekî nerm û dilovan di hewayê de hebû. Jîn û seyran xweştir dikir. Gazin jê nedibûn... Sorê Gulê Süleyman Demir
Nûdem Weşanên Nûdem: 32 Sorê Gulê Çapa Yekem: Stockholm 1997
© Weşanên Nûdem Pergala bergê û rûpelan: Nûdem Wêneya bergê: Claude Monet Isbn: 91 88592-32 4
Adres: Nûdem Termov. 52 176 77 Järfälla-Sweden
Tel û faks: 8-583 564 68
Süleyman Demir di sala 1956'an de li Hebîsê (gundê Nisêbînê) hatiye dinyayê. Wî xwendina xwe ya destpêk, navîn û lise li Nisêbînê xelas kiriye û du salan jî dibistana mamostetiyê xwendiye. Demir ji sala 1986'an û vir de li Swêdê dijî. Sorê Gulê berhema wî ya pêşî ye. Di siya evîna Serdar û Gulê de; Demir, rewş û guhertinên herêmeke civaka kurdî bi rengên xwezayê û bi zimanekî rewan radixe ber çavan. |