Sorê gulê
Êvareke dawiya payîzê bû. Roj gihabûn ku baş kin û şev jî baş dirêj û tarî bibin. Hîna ne qeşa ketibû, ne jî berfa pêşî. Lê gava rojê carnan serê xwe bi şermokî di nav ewran re derdixist, ji rengê wê yê çilmisî û dûrbûna wê xuya dibû ku zivistan nêzîk bûye, êdî li ser rojan e. Nema ne tu germ û ne jî tu tahm tê de mabû. Êdî wek rohniyeke ji dûr ve bû, wek stêrikeke mezin bû. Dinyê zûtir di vê yekê derxistibû; piraniya daran gihabûn ku pelên xwe zer bikin û biweşînin. Gava ba radibû, hin ji ên mayî jî bi ber diketin û diweşiyan. Di bin nigên mirov de dibû xişt xişta wan û mirov ji rewşa dinyê haydar dikirin. Êdî payîza pîr bû. Dinyê, xwe ji rojên dijwar re kar dikir. Jîna sirûştê sist bûbû, êdî wek lebat û nerînên pîreke sedsalî bû. Lebata wê bi hêdî û xemgînî bû, wek a bedeneke extiyar û westiyayî bû. Wek ku dinya ji ber kul û kovan û xemên bi jan û êş, bêdeng rawestiyabû. Lê jîn û lebata mirovan bi xwe, hîna jî wek berê bû, hîna jî geş û germ bû, li gor darê havînê bû. |