Destpêk: Herkes dimire; bira û birazî, yar û evîndar, heval û dost, hogir û rêger, nêz û nas.. hemû wefat dikin. Dora min jî hat, niha jî dora min e.
Di rûpela yekemîn a deftereke biçûk de, bi destnivîseke gelek xweşik û xwar, weha hatiye nivisîn. Di vê şeva kesertijî de, ni- vîs bi ronahiya çirayeke biçûk, bi zehmetî dixuyin. Rêz, beri niha bi hefteyekê, hatine nivisîn û rêzên herî dawin in ku li pey Celadet Ali Bedirxan, neviyê mîrê dawîn ê mîrekiya kurdî Cizîra Botanê, Mîr Bedirxan, lawê kurdperwerê navdar Emin Alî Bedirxan, mane.
Şev e. Îşev 22'ê tîrmehê ya 1951-an e. Şev, şeva ku dora romana Bira Qederê rapêçaye, bi giranî daketiye. Dinya germ e. Şam, bajarê sirgûnê, warê derd û keseran, goristana malbata Bedirxanan, şahîdê mirina Celadet Ali Bedirxan, westiyayî, dikeve xewê. Şeva giran û westiyayî rûniştevanên bajarê kevn û navdar Şamê dixe nav hêlekana xewê û dilorîne. Xaliçeya ji stêrikan pêkhatî, li jor, li esmanan, bi rengên xwe yên xas ên welatê rohelatê, li xewa şeva Şamê nobedari dike.
Êdî fotograf ê bipeyivin...
"Nav: Bîra Qederê
Gengre (çeşn): Roman
Tarîxa destpêka nivisînê: 15 Tîrmeh 1951
Destpêk: Herkes dimire; bira û birazî, yar û evîndar, heval û dost, hogir û rêger, nêz û nas.. hemû wefat dikin. Dora min jî hat, niha jî dora min e.
Di rûpela yekemîn a deftereke biçûk de, bi destnivîseke gelek xweşik û xwar, weha hatiye nivisîn. Di vê şeva kesertijî de, ni- vîs bi ronahiya çirayeke biçûk, bi zehmetî dixuyin. Rêz, beri niha bi hefteyekê, hatine nivisîn û rêzên herî dawin in ku li pey Celadet Ali Bedirxan, neviyê mîrê dawîn ê mîrekiya kurdî Cizîra Botanê, Mîr Bedirxan, lawê kurdperwerê navdar Emin Alî Bedirxan, mane.
Şev e. Îşev 22'ê tîrmehê ya 1951-an e. Şev, şeva ku dora romana Bira Qederê rapêçaye, bi giranî daketiye. Dinya germ e. Şam, bajarê sirgûnê, warê derd û keseran, goristana malbata Bedirxanan, şahîdê mirina Celadet Ali Bedirxan, westiyayî, dikeve xewê. Şeva giran û westiyayî rûniştevanên bajarê kevn û navdar Şamê dixe nav hêlekana xewê û dilorîne. Xaliçeya ji stêrikan pêkhatî, li jor, li esmanan, bi rengên xwe yên xas ên welatê rohelatê, li xewa şeva Şamê nobedari dike.
Lê li Şama miqedes û Şerif a misilmanan, jineke navsal ranezaye; Rûşen Bedirxan, keça Salih Bedirxan, jina Celadet Bedir- xan, diya sê zarokan, Huseyma, Sînemxan û Cemşîd. Xew jê dûr e. Ev bûye hefteyekê ku xew neketiye çavên wê. Belê, bi temamî hefteyekê... Ew dixwaze, pir dixwaze ku razê, her tiştî ji bir bike, deng, pejn, his jê bi dûr bikevin û bikeve nav xewa bêdawîn û here da ku xwe bi hevalê xwe yê jiyanê Celadet Beg bigihîne. Lê nabe, xewa ku hertim li kêlekê bû, hertim dihat û çavên wê digirtin, niha winda bûye. Reh û damarên wê vekişiyayî, xwîna wê miçiqî, devê wê kilîtbûyî, bêhereket û bêlebat, ji hefteyekê û vir ve, ew hişyar e. Ji heş, bir û mêjî pê ve, her derê wê miriye, winda bûye. Bi tenê mêjî, heş û bir jîndar in, ji her cari bêtir û xurtir jîndar in. Roj û bûyerên bihu- rî, gotin û xeberdanên do, tahm û bîhnên jibirbûyi, niha, yek bi yek, tên û li dora Rûşen Xanimê digerin. Umrekî dirêj, jiyaneke rengin, niha, digel her kitekitê, bi ser wê de tê. Her tişt, her alî, her gotin, her gav, her rêz û rûpela jiyana Celadet Beg, niha, bi awayekî ecêb, tên bira Rûşen Xanimê.
Niha, di vê şeva germ û kambax de Rûşen Xanim ji dixwaze bikeve pey Celadet Beg, pê re bikeve nav xewa ebedi, here ba wî. Lê çawan?
Celadet Beg niha tune ye, winda ye. Meriv çawan hinî windabûn û windakirinê dibe? Kursiya wî ya ku ew hertim li ser. rûdinişt, niha, vala ye. Ken û dengê wî yê navdar di nav dîwaran de, li derekî, veşartîne. Peyv û gotinên wî yên kibar nayên bihîstin. Masa wî ya xebat û nivisînê, bêzar û ziman, li hêviya wî ye. Pênûs, defter û kitabên wî, peregende, li ser mase û refan, li hêviyê ne. Pakêtên wî yên cixarê, plakên wî yên musi- ka klasik li hêviyê ne. Kinc, cil û bergên wî li hêviyê ne. Zarokên wî li benda bavê xwe ne. Ehmedê Fermanê Kîkî, dengbêjê wî, nexweş, di nav nivînan de, li hêviyê ye. Kewên wî yen yekta, çavgirtî, li benda fîtika wî ne... Le ew nayê, ew tune ye. Ne li ve odê, ne li oda razanê, ne li hewşê, ne li kêleka bire, ne li çapxanê, ne li klûba tucaran a bajêr, ne li qahwexana taxa Muhacirîn û ne jî li tu derekî din...
Niha, bi tenê hîsa windabûnê ya biquwet û xurt heye. Meriv çawan fêrî vê hîsê dibe? Mirinê hat, Celadet Beg û bedena wî bir û li pey xwe jî ev hîsa kambax xiste nav malê. Vê hîsê ni- ha mal vegirtiye. Malê reşa xwe girêdaye. Ji roja mirinê û vir ve ye, mal, Rûşen Xanim, zarok, nas û xizm, meriv û dost li şînê rûniştine. Roj bi giri dest pê dikin û diqedin. Bi sedan, bi hezaran kes tên. Rûşen Xanim, herçî ew e, bûye dîla hîsên bêdeng. Ew li oda rûniştinê ya mezin, navenda jiyana wan a ku ew hîn bûbûn, li erd, diwar, têkber, xalîçe û kursiyan dinihêre û bêdeng difikire...
Mehmed Uzun
BÎRA QEDER (ÇAPA PÊNCAN)
Ez ve romanê pêşkêşî Xanima he ja ü delal Rewşen Bedirxan'e dikim... M. Uzun
Mehr licht (hinekî din ronahî)... GOETHE
avesta I ROMAN: 2 I l Bira Qedere Mehmed Uzun Edîtor: Abdullah Keskin Berg: Ahmet Naci Fırat Mîzanpaj û Tashîh Avesta Çapa Yekem: 1995 Çapa Duwem: 1996 Çapa Sêyem: 1999 Çapa Çaran: 1999 Çapa Pêncan: 2002, Stenbol Çap: Berdan Matbaacılık
AVESTA BASİN YAYIN REKLAM TANITİM MÜZİK DAĞITİM LTD. ŞTİ. Meşrutiyet Caddesi 136 / 4 Özbek İşhanı 2. Kat BEYOĞLU / İSTANBUL Tel-Faks: (0212) 251 71 39 (0212) 251 44 80 Ekinciler Caddesi Nurlan Apı Giriş Katı No: 2 OFİS / DİYARBAKİR Tel-Faks: (0412) 222 64 91 ISBN: 975-7112-67-4
MEHMED UZUN : Di sala 1953'an de li Siwêrekê hatiye dinyayê. Ji 1977'an ve li Swêdê dijî. Berhemên xwe bi kurdi, tirkî û swêdî dinivîse, demeke dirêj endamtiya rêvebiriya Yekîtiya Niviskaren Swêdê kiriye. Di Pen Kluba Swêd û Pena Navnetewi de dixebite. Endamê Yekîtiya Rojnamevanên Swed û Dinyayê ye. Heta niha 7 romanê wi bi kurdî çap bûne û gelek ji wan li tirkî û zimanên ewrûpî hatine wergerandin. Ceribandinên wî jî di koyar û rojnaman de bi dehan zimanan çap bûne. Ji bo çapa tirkî a "Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê" û "Nar Çiçekleri" di bihara 2001'ê de li Mehkema Ewlekariya Dewletê a Stenbolê dawe vebû lê beraat kir. Di eynî salê de xelata Yekîtiyê Weşangerên Tirkiyê ya Azadiya Fikri ku her sal dide, xelata edebiyatê ya İnstituta Kurdî ya Berlinê, xelatek ji ê herî giring a İskandinavya Xelata Penûsa Azadiyê a Torgny Segerstedt û di 2002'an de ji xelata Akademiya Swêd a bi navê Stina-Erik Lundrebrg wergirt. Kitêbên Mehmed Uzun: - Tu (roman, 1985) - Mirina Kalekî Rind (roman, 1987) - Siya Evinê (roman, 1989) - Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê (roman, 1991) - Destpeka Edebiyata Kurdê (lêkolîn, 1992) - Mirina Egideki (şiir, 1993) - Hêz û Bedewiya Pênüsê (nivisar, 1994) - Varlden i Sverige (antoloji, bi swêdi, tevî Madeleine Grive, 1995) - Antolojiya Edebiyata Kurdî (antolojî, 2 cîld, 1995) - Bira Qederê (roman, 1995) - Nar Çiçekleri (nîvisar, bi tirki, 1996) - Ziman û Roman (hevpeyvin, 1997) - Bir Dil Yaratmak (hevpeyvîn, bi tirkî, 1997) - Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê (roman, 1998) - Dengbêjlerim (nivîsar, bi tirkî, 1998) - Defter-i Amalım / M. Salih Bedirhan'ın Anılan (biranin, bi tirki, 1998) - Kürt Edebiyatına Giriş (lêkolîn, bi tirki, 1999) - Hawara Dicleye-1 (roman, 2001)