La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîroka Felsefe - I: Felsefeya Serdema Seretayî


Éditeur : Soran Date & Lieu : 2016, Berlin
Préface : Pages : 152
Traduction : ISBN : 978-3-945956-11-3
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Han. Dîr. N° 6617Thème : Littérature

Dîroka Felsefe - I: Felsefeya Serdema Seretayî

Dîroka Felsefe – II: Felsefeya Serdema Seretayi [Kurdî, Berlin, 2016]


Dîroka Felsefe - I: Felsefeya Serdema Seretayî

Zeynel Abidîn Han


Weşanên Soran

Em gaveke din bavêjin; fêylesofê Kurd Zeradeşt, yê ku ew di heman demê de yek ji fêylesofên sereke ye û gelek fêylesofên Yewnanî, wek Herakleîtos, Pîsago- ras, Demokrîtos, Empedokles ûwd. jê bi bandor bûne û di pirsiyar û bersivên vê mijarê de jê sûd wer- girtine. Bo mînak, pirsiyara bingehîn ya wê serdemê ev bû: Gelo yekemîn heyî ya bingeha gerdûnê avakirî çi ye? Bersiva Thalesê Miledî av, ya Anaxamandros bêdawzfz(apeiron), ya Anaxîmenes as(hewa), ya Pîsa- gor û Herakleitos jî agir e û di dawiyê de Empedok- les axê jî dixe nava van madeyan û her çar heyînên bingehîn wek madeyên sereta (arke) yên gerdûnê dihêne pesend kirin, di binhega avabûna gerdûnê de çar hebûnên bingehîn hene; ax, av, as, ar. Ev dest nîşana girîng ya felsefî bi heman şêweyî, dused sal berî Empedokles, ji aliyê Zeradeşt hatibû vegotin û bibingehkirin. Lê cûdahiyeke girîng hebû: Li gor Zeradeşt ar (agir) yekem aferîner bû û piştî du hezar salan bi teoriya Kant-Laplace ev pêşdîtina mezin ya Zeradeşt bi rêbazeke zanistî hate piştrast kirin.


Naverok

Destpêkirina Bizava Felsefî / 7
Axifîn, Ziman û Çand / 7
Destpêka çand û şaristaniyê / 25

Beşa Yekem / 29
Felsefe çi ye? / 29
Dîsîplînên Felsefê yên Bingehîn / 36
Çanda Helenî / 43
Çanda Helenîzmê / 45

Beşa Duyem / 47
Ramanên Kevin di Dîroka Felsefê de / 47
Felsefeya Kurd - Zeradeştî – Mazdeîzm / 48
Jiyana Zeradeştî / 51
Prensîbên Mazdeîzmê / 59
Felsefeya Çîn - Konfûçyûs / 75

Beşa Sêyem / 81
Felsefeya Yewnanî ya Kevin / 81
Dibistana Miledî / 85
Thales / 85
Anaxîmandros / 94
Anaximenes / 102
Pîsagoras / 106
Herakleîtosê Efesî / 117
Parmenîdes / 124
Empedokles / 129
Anaxagoras / 133
Demokrîtos / 140

Çend hilbijarde ji Aforîzmayên Demokrîtosî / 147
Ferhengoka Têgehên Felsefî / 148
Nexşeya çanda destpêkê ya li Kurdistanê / 150
Berhemên jêderî / 151


DESTPÊKIRINA BIZAVA FELSEFÎ

Axifin, Ziman û Çand

Mirov xwedî zimanekî rêkûpêk e. Mafê me heye, ku bes ji ber vê jî em bêjin, ew heyîneyeke bi taybet e. Bila ev peyîv bibe bingeha mijara me. Belkî di destpêkê de mirov dikare ji vê bingehê hin berencamên newekhev derbixîne, lê dîsa jî rastiya vê gotinê ji vê berencamê çi zirarekê nabîne.

Fêylesofê mezin yê serdema seretayî Arîstoteles gotibû; Mirov ajalek axiftêr e. Wî, hebûna mirov di nava pergala çîna ajalan de dabû nîşankirin. Bi aliyekî ve mirov bi taybetiyên xwe yên, ku ji koka heyîneya zindeyên bi tevger dihên, hatibû diyardekirin; lê di aliyê din de jî taybetiya herî girîng û balkêş ya mirov bi sînoreke diyarkirî, ji heyîneyên din yên zindetiyê, (ji ajalan) bi vî aweyî cûda kiribû.

Ev yek jiber jêhatiya mirov ya ji hêla axifînî bû, ku di heman demê de ev taybetiya berz û serkeftî ya çîneke ji nav ajalan, ya mirov bû. Jiber ku mirov li gel hin kêmasî û zeafiyetiyên xwe yên jiyanî, ya ku ji wê hêlê ve, ji hemî ajalên cîhanê zeyîftir û bêparastin bû, dikaribû biaxife û xwedî zimanekî rêkûpêk yê axifînî be.

Ev dihête çi wateyê?
Gelo zimanekî bêaxifînî heye?
Bi gotineke din mirov dikare vê pirsiyarê bike:
Axifîn û ziman bi çi rengî dûr û nêzîkî hev in? Gelo ev herdu têgeh ji heman naverokê pêk hatine yan na?

Yeqîn bersiva vê pirsiyarê dê erênî be, jiber ku axifîn û ziman hem pir nêzikî hev in û hem jî wek pêvajoyeke bizava ramanî ya dîroka mirovahiyê ye. Lê dîsa jî em xwe hinek bigrin û berî ku li ser bersivên vê mijarê rawestin, em dikarin hin têgehên wek ziman û axifîn bihînin ber hev û belkî jî bi vê berhevanînê ve di mejiyê xwe de wêneyekî zelal biliafirînin ku ew bersiv di hizra me de cîhê xwe baş çê bikin.
Bo mînak, têgehên çand û şaristanî yek ji wan e.

Di destpêka hebûna mirov û pê de her kiryarên, ku bi destê mirov hatine kirin, xwe wek çand didin diyarkirin. Her wisa di vê cîhanê de her tiştên ku ji aliyê mirov hatine pêkanîn û bûne sedema guherîna xweza û jiyanê, ew hemî jî berhemên şaristaniyê ne. Her tiştê ku ew ji aliyê mirov hatiye avakirin, ew di heman demê de berhemeke mirov ya xwe bi xwe ye. Li gel vê yekê jî, ew tişt, ew berhem bi tenê serê xwe nikare bibe çand. Ew bi hebûna berhemên din û bi kombûna van berheman yên li ser hev û di nava pergalekê de dikare têgeha çandê ji bo me bihemberîne.

Li vê derê divê em navbereke kurt bidin û li ser têgeha şar û şaristanê hinekî birawestin.

Di herdu zaravên bingehîn yên zimanê me de (Kirmanckî û Kurmanciya jêrîn-Soranî) ev peyva şar xwedî taybetiyeke hevbeş e. Di Kirmanckî de şar bi wateya gel (wek polî ya Yewnanî) û civaka em jê hatîne dihête bikaranîn.
Bo mînak, Şarê ma, Şarê Dêrsim... Di Kurmanciya jêrîn de jî ev heman peyîv wek bajar (polîs) dihête bikaranîn. Şarî Silêmanî, Şarî Dêrsim... Faris jî jê re dibêjin şehr. Zarava Kirmanckî wek serdema zimanê axifinî ji zarava Soranî kevnetir e û di kevnedîroka berê zayînê de, peyvên gel û bajar îhtîmal e ku pir caran pêkve hatine bikaranîn; jiber ku têkeliyeke mezin di navbera wan herdu têgehan de heye; mîna ku em dikarin bêjin "gel" elementa bingehîn ya bajar e. Peyva şaristanî jî, ji "gel" yanê ji "şar"avzê dibe û ev kombîneya têgehên di nav hev de, di Kurmanciya navendî de bi peyva "bajar" jî biencam bûye. Ez dixwezim di derbarê peyva şar û şaristaniyê de, balê bikişînin ser vê diyalektîka xurt ya zimanê me. Bi vegotineke zelaltir, em dikarin destnîşan bikin ku têkeliya şaristaniyê bêhtir bi jiyan û prensîbên jiyana şarî (bajarî) re heye; lê têkeliya peyva "çand" şar, şax, gund û deşt... hemî pêkve dibersivîne û jiber vê jî ev têgeh berfirehtir e.

Bo mînak; diyalektîka van hersê peyvên Kurdî di vê babetê de, dê mejiyê me ronîtir bike: derzî, ta û pişkok, derzî, ta û pişkok, her yek bi tenê serê xwe û di dem û mercên cûda de hatine îcad kirin. Dîsa her yek bi tenê serê xwe berhemên şaristaniyê ne, lê ew bi tenê sere xwe ne çand in. Ew bi şert û mercên bi têkeliyeke ya bi destê mirov û bikaranîna bi armancekê ve dikarin çandekê nîşan bikin. Berî hezar salan dirûtina pîneyekê ya bi derziyê hestî, tayê ji çermê ya bi destê mirov şaristaniyeke mezin û pêşkeftî bû. Lê îro ev pêkanîn ne bizaveke şaristaniyê ye, berevajî berhem- daneke seretayî (primitiv-zptîdni/î) yanê paşkeftî ye. Ji ber ku îro bi kardigerên (makîneyên) ku qet destê ...


Zeynel Abidîn Han

Dîroka Felsefe - I
Felsefeya Serdema Seretayî
Ji Zerdeşt heta Demokrîtos

Soran

Weşanên Soran
Rêza pirtûkên felsefî – I
Dîroka Felsefe – I
Felsefeya Serdema Seretayî
Ji Zerdeşt heta Demokrîtos
Zeynel Abidîn Han

© Weşanên Soran

Çapa 1.
Berlin / 21 Adar- 2016

Berg Design: Gazîn Han
Çap û Girêdan:
Concept Medienhaus GmbH
Bulowstr. 56-57 10783 Berlin

zeynelabidinhan@hotmail.com

ISBN: 978-3-945956-11-3

 



Fondation-Institut kurde de Paris © 2025
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues