Dîroka Felsefe - I: Felsefeya Serdema Seretayî [Kurdî, Berlin, 2016]
Dîroka Felsefe – II: Felsefeya Serdema Seretayi
Zeynel Abidîn Han
Soran
Di vê serdemê de felsefeya Yewnanî bi guherîneke mezin berdewama rêya xwe kir. Guherîn ew qas mezin bû, ku saya vê grûba ecêb û radîkal ya dîroka felsefê, gelek dîrokzanên felsefê yên cîhanê ev serdema han (5. sedsala BZ) wek Serdema Ronahiyê didin binavkirin. Wekî ku dihête zanîn, di hemî dîroka mirovayetiyê ya zelalkirî de em rastî serdemeke ronahi- yê dibin û ew jî PZ (Piştî Zayîne) sedsalên 17. û 18. ne û ev yek jî li Awrûpayê rû daye. Dû vê serdemê re dem bi dem dunya pêşkeftiye; şoreşên bûrjûwazî, şoreşên proleterya, avabûnên dewletên netewî, kapîtalîst û sosyalîst, şoreşa teknolojî, heta şoreşa digîtal jî hatiye; her wisa wêje, hûner, felsefe û hemî cûreyên zanistiyê yek bi yek û beş bi beş ketine jiyana mirov û em xwedî derfetên îroyîn bûne. Eve ronahiyeke wisa jî di wê serdemê de, yanê BZ sedsala 5. de di dema Sofîstan de qewimîbû. Hemin em nikarin pêdaçûneke wisa bikin û serde- ma ronahiya Sofîstan û ya PZ sedsalên 17. û 18 wekî hev binirxînin, jiber ku ew ronahî li gel ya Awrûpa pir pir seretayî dimîne; lê ji bo ku em bikaribin girîngiya serdema felsefeya Sofîstan baş fêm bikin, me pêwîstî dît, ku berhevkirineke wisa bi ya serdema Ronahiya Awrûpayê ve pêk bihînin.
Serdema Sofîstan ew qas girîng e, ronahiyeke ewende mezin e, ku em dikarin bêjin di Dîroka Felsefê de gelek bûyerên mezin û heta fêylesofên mezin, (wek Platon) her çi qas dij- mintiya Sofîstan kiribin jî, di warê mezinbûna xwe de ew qas jî deyindarê Sofîstan in. Em dê yek bi yek wan mijaran lê bikolin û bibînin, ku em di vê gotina xwe de gelek mafdar in.
Zeynel Abidîn Han, di sala 1961 de li navçêya Qereyazî ya girêdayî bajêrê Erzurmê hatiye dunyayê. Perwerdeya sereta û navîn li vê derê, amedeyî jî li navçêya Gimgim/Varto ya bajarê Mûşê xwendiye. Di sala 1980 de bi hinceta bizavên siyasî û Kurdayetî hatiye hepiskirin û ji 1981-84ê li hepsa Diyarbekrê ya bi navê "Jimare 5" maye û îşkence dîtiye.
Piştre derketiye û li Enqerê Zanîngeha Ziman, Dîrok û Erdjimarî de Beşa Felsefe xwendiye û di amedeyiyên taybet de dersên felsefe daye. Di sala 1995ê de ji ber zextên dewletê derketiye derveyî welat. Ji sala 2002 û vir de li Berlîn bajarê Almanya bi karê weşangeriyê ve mijûl e. Heta niha heft roman û heft dîwanên wî yên helbestan hatine weşandin. Her wisa ji 2015 û vir de edîtoriya kovara felsefî û rexneyî ya bi navê Xwenas dike.
Naverok
Peyva Eliyê Zozan / 9
Sofîzm / 11
Protogoras / 22
Gorgîas / 27
Nihêrîna Sofîstan ya li ser dewletê / 35
Sokrates / 41
Xweparêziya Sokrates / 51
Destpêka Felsefeya Sîstematîk – Platon / 101
Arîsto / 111
Ferhengoka Têgehên Felsefî / 119
Pirtûkxaneya Kurdî / 123
Peyva Bhartrihari / 129
ELIYÊ ZOZAN
Hin mirov hene tu vê dunyayê bidî, ew dunya din jî ji te re dikin dojeh. Hin mirov jî hene, tu silavekê bidî, ew vê dunyayê ji te re dikin bihişt.
Felsefe û fikir di rnirov de dunyayeke wisa kûr û berfireh çêdike, ku ji bo kesên ku ji vê dunyayê hez dikin ne karekî xêrê û xweşiyê ye. Jiber ku di vê berfirehî û kûraniya dunya ya ku fêylesof ew afirandiye de ew qas azad û dilşad e ku gava vedigere dunyaya rastî, xwe mîna di zîndaneke biçûk û tarî de dibîne. Ji ber vê yekê mehkûmên vê zîndanê dê ti caran naxwezin rastiyê fêm bikin. Rastiya wan biçûk û tarî ye. Rastiya fêylesofan jî. mezin û ronî ye... Eger di vê hevdijiyê de mehkûmên vê dunyayê bi ser bikevin, dunya dê bibe dojeheke biçûk û tarî. Karesata dunyayê ya pêşerojê ev e: Mirovahî eger naxweze di zîndaneke wek dojeh de hevûdu. bixwe, bila bide dû roniya şûna fêylesofan. Felsefe rêya bihiştê nebe jî, yeqîn ne ya dojehê ye.
Eliyê Zozan
Sofîzm
Sofîzm... Peyveke bi "xeter" e. Bi her aweyî divê mirov bifikire û eger mijar bibe dîroka felsefe, divê mirov ti caran nekeve bin hukmên pêşî yên ji layê bîrdoziyên felsefî hatine ava kirin. Di dîroka felsefê de hin peyîv û têgeh hene, ku yeqîn layek ji layan ji tevgera felsefê pir bi giranî dihête rexnekirin, heta bi rexneyê ve jî namîne, dihête berjêrkirin, yan jî berevajî, ji erdê heta asîman dihête pesnandin û pîroz kirin.
Sofîzm yek ji wan têgehan e.
Ji aliyekî ve, di serdema felsefeya destpêkê ya B.Z. sedsala 6. li Yewnanê peyva sofizmê bi têgehîştineke berfireh û erênî dihate bikaranîn; wek zanayên mezin, ramanêr, kesê wek pêyamberan, derwêşan dijîn, fêylesofan... welhasilî kesên ku li ber zanatî û jiyana wan ya derwêsahne rêz dihate girtin. Heta ev binavkirina han heta çanda me Kurdan de jî û heta îroyîn jî hatiye berdewam kirin. Eger di derbarê mela yan jî pîrekî de ne bi tinazî, yanê bi cidî ev peyva sofî hatibe bikar anîn, hûn bizanin ku behsa kesekî bi exlaq û xwedî helwesteke sûfiyane dihête kirin.
Di dema Yewnaniyên kevin de, di destpêka felsefeya xwezayê de, wekî ku me berî niha jî behsa wan kiribû, axifîn û gengeşî û zanatî pir girîng bû. Karê ku bi dest dihête kirin (nivîsandin jî tê de) ti caran nehatiye hez kirin, heta pir caran ev kare hatiye berjêrkirin. Yanê îhtîmameke mezin ya ji bo kesên zana û ronakbîr hebû. Jiber ku zanatî karekî esaletiyê dida destnîşankirin, zanatî bizaveke arîstokratan bû. Jixwe heta dema Romayî jî di dîroka felsefeyê de nehatiye dîtin ku kesek kole bikakribe asta fêylesofiyê bi dest bixîne.
Piştî, sedsala 6. BZ li Yewnanê guherînê mezin qewimîbûn; berî her tiştî şerê Yewnan û Persiyan jiyana civaka Yewnaniyan serûbin kiribû; gelek bajar xirabe bûbûn û gelek bajar û kolînî jî, yan ketibûn destê tîraniyan, yan jî teze ji destê tîranan rizgar dibûn. Eve bi vî halî civaka Yewnanîyan dikete sed- sala 5. Jiber xirabiyên şerê bi Persan û guherînên radîkal yên ji layê serûbinkirina şerê demdirêj di civaka Yewnan de ji layê çand, raman, û felsefe de jî guherînên mezin amade dikirin.
Eve yek ji wan û belkî jî ya herî girîng di vê peyvê de veşartî ye; sofizm...
Wateya duyemîn ya vê peyvê jî, berevajî ya yekem e; ya yekem pir caran rûmet û payebilîndî dida destnîşankirin, lê em dê bibînin ku gelek fêylesofên mezin (bo mînak Platon) demên xwe yên piranî dane şer û tekoşîna dij vê peyvê û heta neletkirina layegirên wê bîrdoziyê. Hemin ew berjêrkirinên wan mûbalexe bû û mirov nikare bêje ku ew fêylesof mafdar bûn. Lê dîsa jî hin sedem û hincet hene ku bûne tesîr û helwes- teke wisa bo wan hatiye danîn.
Wateya duyem ya sofîzmê ev e; nihêrîneke nû, helwesteke nû û bizaveke aktîv û xwedî helwesteke siyasî ya fêylesofên geriyanê:
Sofîstan
Di vê serdemê de felsefeya Yewnanî bi guherîneke mezin berdewama rêya xwe kir. Guherîn ew qas mezin û bingehîn bû, ku saya vê grûba ecêb û radîkal ya dîroka felsefê Sofîstan, gelek dîrokzanên felsefê yên cîhanê ev serdema han (5. sedsala BZ) wek Serdema Ronahiyê didin binavkirin. Wekî ku dihête zanîn, di hemî dîroka mirovayetiyê ya zelalkirî de em rastî sedemeke ronahiyê dibin û ew jî PZ (Piştî Zayîne) sedsalên 17 û 18 ne û ev yek jî li Awrûpayê rû daye. Dû vê serdemê dem bi dem dunya pêşkeftî ye, şoreşên bûrjûwazî, şoreşên proleterya, avabûnên dewletên netewî yên modern, şoreşa teknolojî, heta şoreşa digîtal jî hatiye; her wisa wêje, hûner, felsefe û hemî cûreyên zanistiyê yek bi yek û beş bi beş ketiySerdema Sofîstan ew qas girîng e, ronahiyeke ewende mezin e ku em dikarin bêjin di dîroka felsefê de gelek bûyerên mezin û heta fêylesofên pir mezin, (wek Platon) her çi qas pir dijmintiya Sofîstan kiribin jî, warê hebûna xwe heta mezinbûna xwe de ew qas jî deyindarê Sofîstan in. Em dê yek bi yek wan lê bikolin ...
Zeynel Abidîn Han
Dîroka Felsefe - II
Felsefeya Serdema Seretayi
Sofîstan, Sokrates û şagirtên wî
Soran
Weşanên Soran
Rêza pirtûkên felsefî - 2
Dîroka Felsefe – 2
Felsefeya Serdema Seretayi
Sofistan, Sökrates û şagirtên wî
Ji Protogoras heta Aristo
Zeynel Abidîn Han
© Weşanên Soran
Çapa 1.
Berlin/21 îlon-2016
Berg Design: Gazîn Han
han-grafik@hotmail.de
Çap û Girêdan:
Concept Medienhaus GmbH
Bulowstr. 56-5710783 Berlin
zeynelabidinhan@hotmail.com
ISBN: 978-3-945956-00-7