La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Raman û Helwesta Serxwebûnê: General Dr. Silêman


Éditeur : Ferwerî Date & Lieu : 2017, Berlin
Préface : Pages : 108
Traduction : ISBN : 978-3-940997-34-0
Langue : KurdeFormat : 135 x 2000 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Fer. Ram. N° 6619Thème : Littérature

Raman û Helwesta Serxwebûnê: General Dr. Silêman

Raman û Helwesta Serxwebûnê: General Dr. Silêman
Saît Çurukkaya

Ferwerî

Compte d'auteur

Generalê Kurdistanê, fermandarê mezin, heta ku Musil rizgar bibe ez dê venegerim digot. Û venegeriya. Lê hemin Musil dê bihête riz- garkirin, û ewAla Kurdistan ya ku wî bi pêl dikir bi sirûda netewî Ey Reqîb li ser Kelha Musilê bihête daliqandin.
Fermandar Seîd çûna te pir zû bû. Hîna gelek karên ku tu bikî hebûn. Divê te em bi tenê nehîştabana. Em xwe bêparast hîs dikin. Em ji te gelek tiştfêr bûbûn. Em dê bîranînên te bidin jiyandin. Doktor tu dilê min de yî.


Ey Reqîb

Ey reqîb her, maye qewmê Kurd ziman
Naşikê û danayê bi topê zeman
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Lawê Kurd rabûye ser pê wek şêran
Ta bi xwîn nexşîn bike tacê jîyan
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Em xortên Mîdya û Keyxusrewîn
Dîn îman u ayîman, her niştîman
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Em xortên rengê sor û şoreşin
Seyr bike xwîna dîyan me da rijand
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Xortê Kurd tev hazir û amadene
Canfîdane, canfîdane, her canfîda
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

RAMAN Û HELWESTA SERXWEBÛNÊ
General Dr. Silêman

Doktor Silêman, bi helwest û tevgera xwe ya bi vege- ra welat û tevlîbûna şerê serxwebûnê de dengekî mezin dernexistibû, lê şehadeta wî li her çar aliyên welat û di hemî welat û bajarên dîasporiyaya Kurd de dengekî wisa derxist, ku bi rastî pêwîst e, em bi kûranî li ser wê mijarê bisekinin, sedem û encamên wê lêbikolin.

Gelo çima fermanderek wek wî serkeftî û çalak, kesa- yetek wek wî şoreşger û netewperest di saxiya xwe û di dema bizava xwe de nekarî wisa dengekî mezin der- bixîne û li ser girseyên Kurd û bi taybet yên ji Bakûr de bandureke wisa bihêle? Û çima şehadeta wî wisa bi xem û şîneke mezin, bi evîn û dilsoziyeke bê mînak ji her parçeyên Kurdistanê de di nav dilê Kurdan de moreke mezin û kûr hîşt?

Belê ev herdu pirsiyar di heman demê pirsiyarên dûr û dirêj yên li ser pêvajoya serxwebûna Kurdistanê dihên kirin jî dikare bibersivîne, yan jî ji bo bersivandina wan pirsiyaran rê ji me re veke.

General Doktor Silêman, ku ew ji aliyê serokê Kurdis- tan birêz Mesûd Barzanî wek Generalê Kurd hate taltîf- kirin û ev biryare jî ji aliyê Parlemantoya Kurdistanê jî hate pesend kirin, ji malbateke welatparêz û şoreşger dihê. Ev malbat bi zarava Kirmanckî diaxifin û li gundê Çilkanî yê bajarê Çewlikê dijîn. Li ser vî gundî û her wi- sa li ser vê malbata bi nirx her hemin tesîreke mezin ya Şêx Seîdê nemir heye; her wisa tesîra Seyîd Rizayî jî. Jixwe bala mirov dikişîne ku di wê herêmê de, di bajar û navçeyên Çewlîk, Elezîz, Dêrsim de hem navê Riza gelek in û hem jî navê Seîd. Pir balkêş e ku di vê navçeyê de her çi qas wek zaravaxêv yek bin jî, yanê bi Kirmanckî biaxifin jî, di navbera herdu beşên Kurd de cûdahiyeke mezhebî û bawerî jî heye. Dêrsim û nîvê Elezeîz Kirman- cên elewî ne û Çewlîk û nîvê din yê Elezîzê jî Kirmancên sûnnî ne. Lê bandûra Şêx Seîd û Sêyîd Rizayî nemir li ser herdu beşan de jî, bêyî ku cûdahiyeke bi bawerî bihête seh kirin, heman bandur hîştine û ev bandur bi rastî jî pir mezin e.
Kesayetiya herdu serok û rêberên Kurd zana ne, dilsoz in, dilnizm in, evîndarê miletê xwe û ji hemiyan jî wêdetir fedakar û xwebexş in...
Belê em di vê derê de dibînin ku ev taybetiyên herdu serokên Kurd li ser wan devaran taybetiyên xwe yên mezin hîştine.

Di destpêka şoreşa Bakûr ya di sala 1975an de û vir de em dibin şahid ku ji deverên Dêrsim û Çewlik qere- man û dilsozên mezin yên bi wan taybetiyan ve xwe xemlandine derketine û gelek ji wan jî can û giyanê xwe dane rêya Kurdistan û şehîd bûne.

Belê wek Doktorên ezîz û welatperwerên mezin Seîd Elçî û Seîd Kirmizitoprak, yanê Doktor Şivan, Doktor Silêman (Seîd Çûrûkkaya) jî wek herdu Seîdên mezin û nemir di rêya rizgariya Kurdistanê de fedakariyeke pir mezin kir û piştî xizmetên xwe yên pir girîng yên di şerê dij dagirkeran û her wisa tekoşîna artêşa Pêşmergeya Hikûmeta Kurdistanê de dewreke mezin dît. Bi tenê em dibihîsin ku di pêşengiya General Doktor Silêman û hevalên wî yên giranbûha yên pêşmergeyên xwebexş yên Hêza Agirî, di nav du salan de bi hezaran mayîn û elxemên bi xeter û malzemeyên teqîna pir bi tesîr, ku yek ji wan dikare bi sedan kes bikûje, ji axên welat paxij ...


Ferwerî

Raman û Helwesta Serxwebûnê
General Dr. Silêman

Compte d’auteur

Compte d’auteur
Raman û Helwesta Serxwebûnê
General Dr. Silêman
Saît Çurukkaya
Ferwerî

© Ferwerî

Çapa 1.
Berlin / 21 Çile - 2017

han-grafik@hotmail.de

ISBN 978-3-940997-34-0

Raman û Helwesta Serxwebûnê
General Dr. Silêman
Saît Çûrûkkaya

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2025
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues