La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kürt Çoban / Şivanê Kurd


Auteur : Erebê Şemo
Éditeur : Özgürlük Yolu Date & Lieu : 1977, Istanbul
Préface : Pages : 248
Traduction : Mustafa KayaISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 135 x 185 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Tur. Şem. Kür. N° 6604Thème : Littérature

Kürt Çoban / Şivanê Kurd
Versions

Şivanê kurd / Le Berger kurde [Français, Paris, ]

Şivanê Kurd [Kurdî, Bêrût, 1947]


Kürt Çoban / Şivanê Kurd

Ereb Şemo

Özgürlük Yolu

Şemo Şamil jı Eşira Heseni, Kürdeki bê milk bû. Dı mentiqeya Sürmeli de -berê tabiê Hıkûmeta Erivanê- şivani dikir. Pıştî ko jına wi mır, Şemo her du kurên xwe -Bro û Derwêş- bı xwe re birin û jı wê derê derket.
Dı himbêzê de, bı van her du zarokan re bı rê ve çûn, jê re ne hêsani bû. Bro hingê sê û Derwêş ji du şali bûn; jı bexlê wi yê baş, pê re jı bo hilgirtinê tiştên din tune bûn.
Li neziki Qarsê, di gundê Azatê de, Şemo lı cem Yûnaneki bı nave Todor bû şıvan. Lı cem Todor bı navê Naime, Keçeke bêkes hebû. Şemo Şamil xwest vê keçikê jı xwe re bine. Lê, Xadimeke bê dê û bav wek milkê axayê xwe tê hısab kırın. Todor dizani ku kurd jinên xwe bı pere tinin, ango qelen didin, ji lewre, ewi jı Şemo Şamil xwest ku du salan belaş pezê wi biçerine. Şemo careke di çavên xwe lı Naime gerandın, û jı bo jıneke ewqas delal xebata ...


ÇEND GOTINÊN WERGÊR

Xwendevanên delal,
Niviskarê vê pirtûkê, Ereb Şemo, Kürdeki Sowyetistanê ye. Ev pırtûk bı Kürdi hatıye nıvisandın, pıştre ew wergerandıne Rusi û dı sala 1935'an da lı Tifüse çap bûye. Şivanê Kurd, jı aliyê Bazil Nikitin hatıye wergerandin zimanê Fransızi û cardın Nurettin Zaza, niviskareki Kurd jı nıviskarên baştır ên dewra nuh, ew kırıye Kürdi û ji nuh ve çapkiriye. Ango ev wergerandina Tırki ji metnê Kurdi çê bûye û hûn di vê pirtûkê da herduya bı hevra dibinin.

Me, bo ku xwendavanên me yên Tirkiyê rehet bixwinın, tipa (i) wek elifba Tırki (i); (î) ji (i) nivisand.

Ereb Şemo di vê pirtûkê da bûyerên jina xwe şani me dide. Ew serboriyên wi ku ji şivantiyê heya seroktiya gelê xwe, heya mamostetiya zaningehê dirêj dibe, jineke gelek dijwar û bı zehmetan tıje ye. Ereb Şemo, li hawirdorên serboriyên xwe, tiştên gıring ku di jina koçerên Kurd da derbas bûye; beri Şorişa 17 li Qefqasiyê çi bûye, çi ne bûye; ji eşirtiyê derbasbûna sosyalizme lı ciwata Kurdan, bı awaki şirin û zelal teswir dike. Jı vê afirandinê pêve, bı navê «Kurdên Qefqasiyê û Derwêşên Kurd» afırandıneke wi û yên din ji hene.

Ev jina kewnare, dijwar û zalim ku lı vê pirtûkê da hatıye nıvisandın, nuha lı Sowyetistanê bo zarok û xortên Kurd, wek çirokên dewra berê ne, ku bapir û dapirênwan ji hin carcara behsa wan dikin. Tevli şoreşê û guhirandinê ew jina kewnare —mirovên ku bi pincar têr dibûn, bi sergina germ dibûn, keçên ku bi qelin dihatin firotan; tevli xulam, coleg, beg, axa, şêx û eşiran, ew jina feodal— di nav belgên dirokê da ma.

Lê jı bo me ji usa ye? Ev tiştên han, nuha ji bo welatê me û gelê me ne bıyani ne. Jiyin û rewşa piramya gundên me ji usa ye. Kedxweri û zordesti li her derê welat her roj li ber çavan e. Gelê me yê xebatkar bê erd, bettal û birçi ye. Bir û baweriyên kewnare û derew lı çar koşeyê welat dom dike. Lı rojhilatê Tirkiyê ji hertişt wek dema zaroktiya Ereb Şemo ye. Lı hin ciyan xelk disa koçer ın; digel vê, axa, şêx û kedxwerên din yên ku ji dema navçe heya iro mane, disa pêşta ne û ya xwe dikin; ewana, paşverû, tevli hêzên emperyalist û kolonyalistan li ber şerê gelê me ku bo azadiyê û jineke mırovi ye, dest dane hev û ci girtine.
Lê belê, lı vır ji ew dem wê bê û hertişt biguhure. Dmê usa lez diguhure ku kedxweri û zulım nıkare bı dirajahi li tu ci dom bike. Lê destxistina azadiyê, derkirina zulım ji jina mirovan û sazkirina dinêyeki bexteyariyê, pêştaçûnê û li hev hatinê ji bo mirovan, ne hêsan e. Serketıneke han, lı her derê, bi buhayê şerên dijwar, bi zehmetên mezin, bi jan û histêrên çavan dest dikeve. Mirovên me ji nuha di nav şereki usa dijwar da ne. Lê ew dinêya bexteyari ku ew bı ci binin, bı buhayê ewqas zehmeta dike.

1-Malbat û Zarotıya mın

Şemo Şamil jı Eşira Heseni, Kürdeki bê milk bû. Dı mentiqeya Sürmeli de -berê tabiê Hıkûmeta Erivanê- şivani dikir. Pıştî ko jına wi mır, Şemo her du kurên xwe -Bro û Derwêş- bı xwe re birin û jı wê derê derket.
Dı himbêzê de, bı van her du zarokan re bı rê ve çûn, jê re ne hêsani bû. Bro hingê sê û Derwêş ji du şali bûn; jı bexlê wi yê baş, pê re jı bo hilgirtinê tiştên din tune bûn.

Li neziki Qarsê, di gundê Azatê de, Şemo lı cem Yûnaneki bı nave Todor bû şıvan. Lı cem Todor bı navê Naime, Keçeke bêkes hebû. Şemo Şamil xwest vê keçikê jı xwe re bine. Lê, Xadimeke bê dê û bav wek milkê axayê xwe tê hısab kırın. Todor dizani ku kurd jinên xwe bı pere tinin, ango qelen didin, ji lewre, ewi jı Şemo Şamil xwest ku du salan belaş pezê wi biçerine. Şemo careke di çavên xwe lı Naime gerandın, û jı bo jıneke ewqas delal xebata du salan kêm di û bı dilxweşi razi bû.

Di kadinekê de, bı kêfxweşi daweta wan çêbû.
Naime, xweş bı kêri işên male dıhat. Ji hiriyê rês dirist û benık çêdikir û jê ji merş dixûnandin. Her du xweşkên mın-Çiçek û Gulzar- û Ez Ereb Şemo, em dı vê kadinê de hatın dinê. Dıya min her du kurên mêrê xwe -Derwêş û Bro- diêşandin, lê em zaro me gelek jı hev hez dikir.

Şemo di zivistanê de, lı cem dewlemendan dıbû rencber û li karên wan dinêri. Zar û zêçên wi êdi pır bû bûn. Bi xebalên xwe yên rojê, dê û bav, bı zor em xwedi dıkırın.
Tenûra me di nav kadinê de, dı zivistanê de, carna bi rojan ve bê agir dima. Tu dewarê me ne bû ku em ji ziblê ...

 


Ereb Şemo

Kürt Çoban / Şivanê Kurd

Özgürlük Yolu

Özgürlük Yolu Yayınları
Kürt Çoban
Şivanê Kurd
Ereb Şemo

Çeviren / Wergêr: Mustafa Kaya

Mart - 1977
Sanat dizisi: 1

Dizgi: Evren Matbaası
Baskı: Kültür Matbaacılık
Kapak düzeni: Mustafa Delioglu

Yönetim Yeri ve İsteme Adresi:
Özgürlük Yolu Yayınları
Dizdariye Medresesi Sok. Deniz Apt. No. 8 / 8
Çemberlitaş - İstanbul



Fondation-Institut kurde de Paris © 2025
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues