Hêlîn
Mahmut Baksi
Invandrarförlaget
Zivistan zû derbas bû. Bihara xweş û geş dinê xemiland. Barana biharê mêrgan têr avî kir. Lehî gihîştin hev, zikê erdê qelaştin. Çi kete ber wan, bi xwe re birin. Berxik, karik, golik û pez bi kêfa dilê xwe çêriyan. Dinya kirasekî şin li xwe kir. Di vî kirasê delal û nerm de deqên sor, zer, kesk, spî, hasilî hemî rengên ku tên bîra meriv, tê hebûn. Di nav wan rengan de ; çivîk, kivroşk, kûsî, beq, mar û lawirên dinê kêfa biharê derdixistin. Nêrgizên kofîkwar, newroz, binefş û beybûn; newalan, mêrgan, çiyan, çeman dixemilandin. Gula palvedabûn ser nêrgizan; şîlan û sosin, beybûn û alal ketibûn naziya...
Lê bihar bi dirêjî ber xwe neda. Havîn bi ser ve girt, kirasê wê yê deqdeqî şewitand. Genim zer bûn. Me firîkan kizirand di nav tendûran de. Palên gund dasûkên xwe ji kewara derxistin, devê dasû.
HÊLÎNEK
Teyra Basbelek wek brûskê xwe ji serê Sipanê Xelatê berda jêr. Perr û baskên wê ruyê esmên qelaşt. Gul û sosin, nêrgiz û rihan, ji bayê baskên wê serhev de ketin. Nefel û giya bîneke xweş xistin dilê Sipanê. Sipan fûriya...
Teyra Basbelek bi lez û bez xwe dirêjê Gola Wanê kir, li hawirdora golê geriya. Gola Wanê ji heybeta perrên wê lecpya, kef da. Pêlan xwe li qerexê Çiyayê Sipanê dan û ketin naziya... Teyra Basbelek bi kêfa dilê xwe firiya, çû hat. Çavên xwe berda nava golê û sekiriî. Roj di dilê golê de tecjya. Ev gol ji hezaran sala vir de gola wê bû. Bi dil û can, bi eşq û evînî, bi golê re kete laqirdiyan. Porê xwe şûşt, biskên xwe xemiland, hesreta dilê xwe ji golê re got. Paşî berê xwe da Sipanê û firiya. Bilind bû. Sipan di bin de ma. Teyra Basbelek li hawirdora Sipanê çerixî. Pezkoviyan dît. Li xezalan mêze kir, rastê refên kewa hat. Dengê qulingan kete gohên wê...
Ber evarê Teyra Basbelek qerarê xwe da. Belê ewê hêlma xwe li serê dareke bilind û geş çêkira. Ev dar cinarê Xecê û Siyabend bû. Ev dar dara evînê bû...
Bi rojan teyra Basbelek xebitî. Bi şev û roj nesekinî. Ji xwe re hêlîneke xweşik û nerm çêkir. Piştî çend rojan hêlîna xwe bi çar hêkên delal xemiland, li ser hêkên xwe runişt û sekinî. Carna mêrê wê dihat balê, alikari dikir, jê re xwarin tanî.
Piştê çand heftan hêk di binde leqiyan. Çar zarokên piçûk serê xwe derxistin û giriyan. Bu çike çika wan u qariyan. Teyra Basbelek perrên xwe kir siwan, wan xiste dilê xwe, bi evîrii li wan mêze kir u keniya...
Zarok zû firoke bûn. Carna bi dê û bavê xwe re diçûn nêçirê û difiriyan. Roj bi roj hînê jiyanê dibûn û digeriyan.
Lê rojek, rojekê havinî, gurmînek bi serê Sipanê ket. Sîpan hêjiya, Sîpan giriya, Sîpan teqiya. Newal û zinar deng dan. Gola Wanê vereşiya.. Neçirwaneke zalim u bêbav berê tivinga xwe dabu dilê hêlîna Teyra Basbelek... Gurmmm gurmmmm... Henek zarok bê can ketin binê darê. Perr u baskên wan şikestin... Yên sax man bi çaralî reviyan...
Neçîrvan hêlîna wan xira kiribû...
Xecê u siyabend di nav gora xwe de dinaliyan...
Mahmut Baksi Stockholm/1984
Ez çawa hatîm dîne ?
Ez ji we re çawa bêjim. Ez pirr qels im. Bejna min zirav e wek tayikê. Bi pifeki ez dileqim, dihejim, difîrim. Piça goşt para min neketiye. Ranên min çerm û hestî ne. Çawa ku meriv derpêkî li maşekî bike, ez ji wilo me. Parsuyên min yek bi yek tên jimartin. Qorikên min wek hêkên çivîkan di nav derpiyê min de li hev dikevin. Pirr caran derpiyê min ji min dişeqite, dikeve nav lingên min. Destê min tim bi derpiyê min ve girêdayî ye.
Lê ez pirr zîrek im. Ji aliyê zanebunê ez ji hevalên xwe ne kêmtir im. Şika min ji hişê min tune ye. Ez jî difikirim, dikenim dipeyîvim. Lê dadê û bavo bi çavekî piçûk li min mêze dikin. Ji wan kiri ez tiştek nizanim û pirr saf im. Ew min li gora bejna min dipîvin. Ji bo vê yekê gelek caran şaşiyê mezin dikin. Mesela gava dilê wan bi hev şabûnê dixwaze, bavo eşkere ji dadê re dibêje û diçin dikevin nav ciya. Ji wan kiri ez bi van tiştan nizanim û fêm nakim. Lê bi rasti ew xwe dixapînin. Pirika min digot: “Aqil ne di sala de ye, aqil dî serî de ye."
Baş e, bi bîr û baweriya we, ez çima hew qas jar im? Ma ez têr xwarin naxwim? An jî di mala me de tiştê me yên xwarinê tune? Bi rasti mala me her dem tijî ye. Hûn çi bixwazin di mala me de heye. Bavo di vî ali de pirr baş e û dilsoz e. Tu car ...
Mahmut Baksi
Hêlîn
Invandrarförlaget
Invandrarförlaget
Hêlîn
Roman
Mahmut Baksi
Ev pirtok siftê bi swêdi hate çapkirin
Immigrant-Institutet
Ser. D. Barn- och laroböcker.
Nr 15. Helin / Mahmut Baksi
© 1984, Mahmut Baksi
Invandrarförlaget
Kvarngatan 16
S-502 44 Boras, Sweden
Sattning :Kurdiska kulturförlaget /1984
ISBN 91-85242-86-1
ISSN 0349-8417