"Fermo, ji we re çîrokeke ji aliyê însanekî ku dizane bextewarî çi ye, çawa hatiye avakirin... Belê, bextewarî, bextewariya ku li hember hemû hewldanên hêzên dijber ku hê jî nikarin wê mîrata kulturî tune bikin. Bingeha kultura me li ser hîmên lihevkirinê tê pê, a Uzun li ser berxwedanê. Herçiqas mîrata kultura kurd di bin îskên mirinê, tunebûn û zordarîyê de be jî, hê jî bi hêz e, a me jî ewçend zeîf e."
Kerstin Ekman (Nivîskar, endamê Akademiya Swêd)
"Mehmed Uzun di nav nivîskarên hemdem yên Kurd de, bê şik yê herî berbiçav e. Ji bo ronesansa zimanekî ku demeke dirêj e di bin gefên tunekirinê de ye wî gelek tişt kirin..."
Joyce Blau (Li Unîversîta Sorbonne oryantalîst, kurdulog)
"Niviskarîyeke xweser, di dinya edebiyatê de pencereke xweser."
Tobias Regnell (Nivîskar, Swêd)
"Mehmed Uzun koçberekî avakarê ziman û edebiyateke modern e. Xwedî gelek kultur e, Kurd e, ji Tirkiyê ye, ji Enedolê ye, ji Mezopotamya ye, ji Swêd e, ji dinyayê ye."
Ottar Fyllingsnes (Nivîskar, Norweç)
Mehmed Uzun: Di sala 1953’an de, li Siwêrekê hatiye dinyayê. Dibistana yekemîn, a navîn û lîse li wir qedandiye. Piştî lîseyê li Enqera, Dibistana Mamosteyî a Teknîkî a Bilind xwend. Di 1972’an de hate girtin. Redaktoriya kovara “Rizgarî” kir. Di 1977’an de piştî hepsê, derket derveyî welêt û ji wê salê û vir de li Swêdê dijî. Redaktoriya kovarên “Rizgariya Kurdistan” (1979-81), “Hêvî” (1986-89), Kurmancî (1986-94) û “90-Tal” (1989-92, kovareke edebî ya Swêdî, endamê redaksiyonê) kiriye. Berhemên wî ev ên li jêr in:
- Tu (roman, 1985)
- Mirina kalekî rind (roman, 1987)
- Siya evînê (roman, 1989)
- Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê (roman, 1991)
- Destpêka edebiyata Kurd? (lêkolîn, 1992)
- Mirina egidekî (şiîr, 1993)
- Hêz û bedewiya pênûsê (nivîsar, 1994)
- Varlden Sverige (anatolojî, bi swêdî, tevî Madeleine Grive, 1995)
- Antolojiya edebiyata kurdî (antoloji, 2 cîld 1995)
- Bira qederê (roman, 1995)
- Nar çiçekleri (nivîsar, bi tirkî, 1996)
- Ziman ü Roman (hevpeyvin, 1997)
- Bir dil yaratmak (hevpeyvîn, bi tirkî, 1997)
- Ronî mina evînê tarî mîna mirinê (roman, 1998)
- Dengbêjlerim (nivîsar, bi tirkî, 1998)
Bûbûya Yûsifê Misrê li ken'anê beser peyda Nesîmê sinbil û sêvan seher da hebs û zîndanê Vebû qifla me bê mifte wê ringînî di qelbê da
Meleyê Cizîrî
Ji kalên rind Osman Sebrî, Cîgerxwîn, M. Hesen Hişyar, Hêmin, Feqî Husên, Şêx Îzeddîn Huseynî û Efîf Huseynî re spas ku wan rê li kalê Rindî vekir...
Ji bo bîranîna Seyda Cîgerxwîn
1
Min ew di berbanga wê şeva bi tirs û xof de nas kir. Wê şevê me tixûb li pey xwe dihîşt... Me berê xwe dida oxirê, pişta xwe dida felekê.
Çiqas rast e, ew qisa ku dibêje «jiyan tabloyeke rengin e ku bi rengên xweşik yên tesadufan ve hatiye neqişandin» çiqas rast e... Eger ez negihîştima berbanga wê şevê, - ew şeva ecêb ku di jiyana min de rûpeleke nû vekir û ez hê jî baş tênegihîştime ka ew şev şeveke çawan bû - bê guman, dê di tabloyê de şopên firça wî tunebûna. Heye ku niha - kî dizane - di şûna wan rengên jîndar û xweş de dê rengekî wekî rengê xweliyê hebûya. Rengekî mirî û ji. xweşî û jiyanê bi dûr...
(Niha, min parantezek divê. Kalê rind, ez divê niha, rast bi rast, bi te re bipeyivim. Di vê kurtedema nivisînê de ew rojên ku me bi hev re bihurandin, ew tiştên ku me ji hev re gotin, tu bi xwe û bîranînên te weke dilopên baranê li dor masa min direqisin. Tu, rûyê te, xet û xêzên rûyê te, kena te ya xweşik ji min bi dûr dikevin. Lê xatire û bîranîn diyar dibin, …
Mehmed Uzun
Mirina kalekî rind
Avesta
Avesta / roman – çîrok: 43 /8 Mirina kalekî rind Mehmed Uzun
Edîtor: Abdullah Keskin Berg: Ahmet Naci Fırat Tîprêzî û mîzanpaj: Avesta Çap: Gülen ofset Çapa yekem: 1987, Stockholm Çapa duwem: 1998, Stenbol