La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bîrnebûn, n°51


Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 2011, Stockholm
Préface : Ali Çiftçi Pages : 82
Traduction : ISBN : 1402-7488
Langue : Kurde, TurcFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bîrnebûn, n°51

Versions:

Bîrnebûn, n°51

 Ali Çiftçi

Apec

Xelata Nobelê ya îsal bû para şair û nivîskarekî swêdî: Toas Tranströmer.

Tranströmer, yek ji wan navên nivîskaran bû ku ji gelek salan ve her weke berendamê Xelata Nobelê, li ser dihat minaqeşekirin. Lê îsal ev xelat bû para wî.

Li gor motevasyona akademiyê, nivîskariya Tomas Tranströmer tiştekî weha ye ku ew bi gotinên xwe: wêneyên xurt û zelal nîşanî me dide ku em dikarin pê rêya rastiyê bibînin.

Ji bilî şaîrî û nivîskariya xwe Tomas Tranströmer, psikolog bû ew weke werger jî tê naskirin. Tomas Tranströmer di sala 1931an de, li Stockholmê ji dayika xwe dibe. Piştî dê û bavê wî ji hev vediqetin, ew li ba dêya xwe mezin dibe û Xwedê dizane ev jî ruhekî şaîriyê lê peyda dike.

.....



JI BÎRNEBÛNÊ

Erdhej, tofan, şer, kuştin, serhildan, krîza aborî, "bihara ereban" û h.w.d., bi dehan bûyerên diltengiyê, mixabin di van sê mehên payîzê de, pir bi lez û bez rûdan. Berî her tiştî, em ji hemû xelkê Wanê re sersaxî û sebrê dixwa-zin û li vir, bi taybetî ji malbatên ku însanên xwe di vê qedestrofa xwezayî de wenda kirine re, dibên; serê we sax be. Êşa we êşa me ye, êşeka giran e!

Li gel vê êşa giran, em di malper, twiter, facebook heta rojnameyên li ser înternetê de, nîjadperstiya ku bi rêya mediya tirkan, di van salên dawî de li hember xelkê me bi awayekê hovane hatiye çêkirin, dibînin. Di rojên wiha de, divê insan hinekî bi merhamet bin!..

Hêvî û dawxaza me, bi taybetî ji desthilatdarên Tirkiyê ev e, ku ev dijminatiya ku tê avdan, bi dawî were! Bi salan e, di derheqê doza kurdî de, dezagahdarî li xelkê Tirkiyê têye belavkirin. Bi wan dezagahdariyana ev doza nayê çareserkirin.

Xwendevanên bi rûmet, ji vê hejmarê pê ve hinek guhartinên biçûk, ji aliyê form û nivîsan ve, hûn ê lê rast bên. Bi van guhartinan, em dixwazin kovar hê hêsantir bêt xwendin û hinek çewtiyên termînolojîk bên serastkirin.

Bi ya me, ji wan kêmasiyan yek; me ji destpêkê heta niha, xwe wek kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên Anatoliya navîn, bi lêv dikir.

Ev gotina "Anatoliya navîn" rastiya kurdên me nedida. Ji vir û ha em ê li şûna Anatoliya navîn, tenê bibêjin; Anatoliya.

Me di her hejmareka kovarê de daxwaz ji hevkar, dost û nasên xwe kiriye ku her çi, wêneyên cilûberg, serpêhatî, hekat, çirok, kilam, hebin ji kovarê re bişînin.

Em li vir careka din dixwazin dubare bikin ku em girîngiyekê didin folklor, ziman û kevneşopiyên xwe. Bi hevkariya we, em dikarin hem kovara xwe, di vi warî de dewlementir bikin û hem jî ji xezîneya çanda kurdî re bibin alîkar!

Ez li vir, careka din dixwazim ji hevkar, hezkir û nivîskarên kovarê re bêjîm, em li benda nivîsên we yên kurdî ne!

Hewce ye zimanê me di her warî de bi kar were! Ziman li benda we ye.

Ji kurdên Anatoliyê gelek hêjayiyên me hene. Di her aliyê civatê de. Hûn carcaran di nav rûpelên Bîrnebûnê de rastî çend navan bûne. Em li vir dixwazin navekî din lê zêde bikin. Ku umrê me zêde bibe, em ê ji vir û ha di her hejmarekê de, bi kêmasî navekî nû lê zêde bikin!

Hasan Hüseyin Deveci, navekî ji aliyê hunermendiya wênesaziyê ve têt naskirin. Me xwest em di vê hejmarê de wî bi riya hunera wî bi xwendevanên xwe bidin naskirin.

Deveci di sala 1972'an de li gundê Beşkardaşê, li Anatoliyê ji dayîk bûye. Ji sala 1995an vir ve li Almanyayê dimîne. Mamostê hunerê ye. H. Hüseyin Deveci bi navê Malmîme jî tê naskirin. Hunermend ev navê Malmîme, ji navê malbata xwe wergirtiye.

Xwendina xwe ya wênesaziyê, li bajarê Kölnê qedandiye. H. Hüseyin Deveci heta niha beşdarî bi dehan pêşangehan bûye û bi şêweyê xwe bal kişandiye.

Deveci wek pedagogê hunerê, li KIK (Kölner Institut für Kulturarbeit und Weiterbildung) Enstîtuya Kolnê ya perwerdê û xebatkarên hunerê), Akademie der Weltkunst (Akademiya hunerî ya çandên navnetewî) kar dike. Şêwirmendê hunerê yê Le Monde Diplomatique Kurdî ye.

H. Hüseyin Deveci ji bo bingeha hunera xwe wiha dibê:

Min hîmê hunera xwe, li ser du feylezofên, ji du demên cuda de jiyane, ava kiriye.

Yek, Mevlana Celaddiin-i Rumî ku dibêje; "Ev kesên ku eynî zimanî deng dikin ne, yên ku eynî hîsê parve dikin, karin hevdu fêm bikin"
Bertold Brecht jî dîbêje: "Hemû huner, ji hunera herî bilind, jiyanê re xizmet dikin."

Bi van herdu dîtinan hûn hunera H. Hüseyin Deveci li ser bergê dibînin.
Herwiha, nivîsên, folklorîk, çandî, hekat, serpêhatî û lêkolînên dîrokî, ji hevkar û nûserên wek, Metin Kara, Nesrin Bayram, Muzaffer Özgür, Nuh Ateş, Seyfi Doğan, Xizan Şîlan, Îbrahîm Korkmaz, Ecevit Yıldırım, Mem Xelîkan, Dr. Mikaîlî û Mehmet Bayrak di vê hejmarê de bixwînin.

Bi hêvîya ku ev hejmar jî, li gor dil û daxwaza we be, bimînin di xêr û xweşiyê de, heta hejmara bê!

Alî Çiftçi



Xelata Nobelê 2011

Xelata Nobelê ya îsal bû para şair û nivîskarekî swêdî: Toas Tranströmer.

Tranströmer, yek ji wan navên nivîskaran bû ku ji gelek salan ve her weke berendamê Xelata Nobelê, li ser dihat minaqeşekirin. Lê îsal ev xelat bû para wî.

Li gor motevasyona akademiyê, nivîskariya Tomas Tranströmer tiştekî weha ye ku ew bi gotinên xwe: wêneyên xurt û zelal nîşanî me dide ku em dikarin pê rêya rastiyê bibînin.

Ji bilî şaîrî û nivîskariya xwe Tomas Tranströmer, psikolog bû ew weke werger jî tê naskirin. Tomas Tranströmer di sala 1931an de, li Stockholmê ji dayika xwe dibe. Piştî dê û bavê wî ji hev vediqetin, ew li ba dêya xwe mezin dibe û Xwedê dizane ev jî ruhekî şaîriyê lê peyda dike.

Hunera şaîriya Tomas Tranströmer, li ser wezna antik, zimanê wî metaforîk û xas e. Bi vê hunera xwe hîn di salên şêstî de, bala xwendevanên xwe dikêşe û weke şaîrekî hemdema xwe tê naskirin.

Tomas Tranströmer di sala 1990î de tûşî nexweşiya felcê dibe û îro jî di peyivîna xwe de zehmetiyê dikêşe û nikane bipeyive. Tomas Tranströmer 80 salî ye.

Dîwana wî ya pêşîn bi navê 17 helbest, di sala 1954an de belav bûye û dûre jî gelek dîwanên wî yên din weşiyane. Dîwanên wî li gelek zimanen din hatiye wergerandin.

Çendek ji dîwanên wî ev in:

- Vediziyên di rê de
- Asimanên nîvçe
- Meydana kûvî
- Efsûniya mezin
- Golên rojhilat
- Bîrnebûn




Fondation-Institut kurde de Paris © 2021
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues