La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gramatika zimanê kurmancî ya kurt


Auteur : Multimedia
Éditeur : Dewleta Ermenistnê Date & Lieu : 1949, Yêrevan
Préface : Pages : 158
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140 x 200 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Gramatika zimanê kurmancî ya kurt

Versions:

Gramatika zimanê kurmancî ya kurt

Qanatê Kurdo

Neșîreta Dewleta Ermenistnê


I. Derheqa sewta da

Zimanê kurmancî da cûre sewt hene:
1. Cûrekî ra dibêjin sewtêd denganî
2. Cûrekî ra jî dibêjin sewtêd bêdenganî
Her sewteke herdu cûra fikra wê xeberêda heye.

.....



PÊȘXEBER

Sala 1948-da bi arîkarîya ulmdarêd me Emînê Evdal û Heciyê Cindî ministrîyaya Ermenistanê ya Ronkaîê nivîsandina gramatîka zimanê kurmancî sparte min.

Rastî bêjim, nivisandina gramatîka zimanê kurmancî hê șixulekî hêsaya. Bextê minra gramatîka min ya ko bi zimanê rûsî ulmî hatiye nivîsandinê, hela hê neșir nebûye, neșirkirina  wê derengî dikeve. Lazime eșkera jî bêjim, ko ez naha bextewarim. Bextewariya min ewe, ko bi zimanê kurmancî min eva gramatîka nivîsî bona șkolêd kurmanca.Ser nivîsandina wê ez bi dil û can xebitîm. Nivîsandina vê kitêbêra zef giran bû pirsa termînê gramatîka kurmancî, çimkî heta naha termînê wê ne hatne tesdîq kirnê. Ji vê kitêbê pêștir Ermenîstana Sovetêda bona șixulêd kurmanca heta naha sê gramatîk neșir bûye; ew gramatîk ev in:

1. H. Cindî, Zimannema kurmancî bona mektebê orte, Êrêvan - 1935.

2. S. Movsesyan, zimannema kurmancî, bona mektebêd ewlîn, Êrevan - 1935.

3. W. Nadîrî, Zmannema kurmancî bona koma II, Êrevan - 1947.

Termînê van gramatîka bona șirovekirna qeyde qanûnê zimên ji hev têne cuda kirnê! ne mîna hevin û gelek cara jî ne rastin. Yekê jî kêmasîyê van gramatîka derheqa șirovekrna formêd xebera (formêd nava, yêd cînava, yêd fêla û efrandna wana) gelekin.

Bona nivîsandna gramatîka xwe min nîvê termîna teze çêkirin, nîvê wan jî min van her sê gramatîkê berê hildaye. Ulmdarêd me Emînê Evdal û Heciyê Cindî piraniya termînê vê gramatîkê qebûlkirne.

Bi fikra min xebata Mînîstrtîyê sparte min, angorî qewata min hatîye qedandnê. Formêd nava, yêd cînava, yêd fêla û xebtandna wan zimênda bi qeyde-qanûnê kurt hatne șirovekirnê. Lazime dersdar her dereca derbazbûnêda rind hîn bin șirovekirna termîna, fem bikin qanûnê gramatîkî û navê wana șagirtara derbazbin û wana rind bidne fêmkirnê. Gumana min heye, xebata min badîhewa haçe û wê arîkarike baș bide dersdarêd șkola û zarua.

Ez hîvîdarim jî xwendkar, xwendevan û dersdara ko fikra xwe derheqa kêmasîyêd vê gramatîkê jî minra binivîsin.

Lenîngrad
Sala 1949.



I. Derheqa sewta da

Zimanê kurmancî da cûre sewt hene:
1. Cûrekî ra dibêjin sewtêd denganî
2. Cûrekî ra jî dibêjin sewtêd bêdenganî
Her sewteke herdu cûra fikra wê xeberêda heye.

.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues