Weşan : Nassar | Tarîx & Cîh : 1947-01-01, Bêrût |
Pêşgotin : | Rûpel : 128 |
Wergêr : | ISBN : |
Ziman : Kurdî | Ebad : 150x225 mm |
Hejmara FIKP : Lp. Ku. 40 | Mijar : Wêje |
Danasîn
|
Naverok | Pêşgotin | Nasname | ||
Versions:
Şivanê Kurd |
Bıra pêşîn I-Malbat û Zarotiya min Şemo Şamil ji Eşîra Hesenî, Kurdekî bê milk bû. Di mentîqeya Sûrmelî de-berê tabiê Hikûmeta Erîvanê-şiwanî dikir. Piştî ko jina wî mir, Şemo her du kurên xwe - Bro û Derwêş - bi xwe re birin û ji wê derê derket. Di himbêzê de, bi van her du zarokan re bi rê ve çûn, jê re nehêsanî bû. Bro hîngê sê û Derwêş jî du salî bûn; ji bextê wî yê baş, pêre ji bo hilgirtinê tiştên din tunebûn. Li nêzîkî Qarsê, di gundê Azatê de, Şemo li cem Yûnavekî bi navê Todor bû şivan. Li cem Todor bi navê Naîme, Keçeke bêkes hebû. Şemo Şamil xwest vê keçikê ji xwe re bîne. Lê, Xadimeke bê dê û bav wek milkê axayê xwe tê hisab kirin. Todor dizani ku kurd jinên xwe bi pere tînin, ango qelen didin, ji lewre, ewî ji Şemo Şamil xwest ku du salan belaş pezê wî biçêrîne. Şemo careke dî çavên xwe li Naîme gerandin, û ji bo jineke ewqas delal xebata du salan kêm dî û bi dilxweşî razî bû. Di kadînekê de, bi kêfxweşî daw'eta wan çêbû. Naîme, xweş bi kêrî îşên malê dihat. Ji hiriyê rês dirist û benik çêdikir û jê jî merş diwûnandin. Her du xweşkên min-Çîçek û Gulzar - û ez Ereb Şemo, em di vê kadînê de hatin dinê. Diya min her du kurên mêrê xwe -Derwêş û Bro- diêşandin, lê em zaro me gelek ji hev hez dikir. Şemo di zivistanê de, li cem dewlemendan dibû rencber û li karên wan dinêrî. Zar û zêçên wî êdî pir bû bûn. Bi xebatên xwe yên rojê, dê û bav, bi zor em xwedî dikirin, Tenûra me di nav kadînê de, di zivistanê de, carna bi rojan ve bê agir dima. Tu dewarê me ne bû ku em ji ziblê wan sergîna çêkin û tevî kayê tenûra xwe pê germ bikin, ji ... |