La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Birnebûn, n° 55


Auteurs : | | | | | | | | | | |
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 2013, Spanga
Préface : Pages : 78
Traduction : ISBN : 1402-7488
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Birnebûn, n° 55

Versions

Birnebûn, n° 55

Alî Çiftçî,

Apec


Ev hejmara di roja 21 sibatê, roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî de derdikeve. Ev roj bi taybetî bo me kurdên Bakûrê welêt, ên Anatoliyê û li derweyî welêt, rojeka girîng e ku divê em hinek li ser dawestin.

21ê sibata sala 1999an de bi biryara UNESCO ku organeka Yekitiya Netevan (YN) e, bi navê IMLD International Mother Language Day, yanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî (RZDN) li ser pêşniyaza Bangladeşiyan hat diyarkirin. Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê Pakistanê yê fermî, urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xistibûn. Polîs êrîş biribû ser xwepêşandaran û 11 kes hatibûn kuştin. Bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin. Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakistanê bibin zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî de qonaxeka girîng e. Ji ber vê yekê UNESCOyê ev roj pejirand. Bangladeş 1971an ji Pakistanê veketiya û bû welatekî ...



JI BÎRNEBÛNÊ


Ev hejmara di roja 21 sibatê, roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî de derdikeve. Ev roj bi taybetî bo me kurdên Bakûrê welêt, ên Anatoliyê û li derweyî welêt, rojeka girîng e ku divê em hinek li ser dawestin.

21ê sibata sala 1999an de bi biryara UNESCO ku organeka Yekitiya Netevan (YN) e, bi navê IMLD International Mother Language Day, yanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî (RZDN) li ser pêşniyaza Bangladeşiyan hat diyarkirin. Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê Pakistanê yê fermî, urdu, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneka girseyî li dar xistibûn. Polîs êrîş biribû ser xwepêşandaran û 11 kes hatibûn kuştin. Bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin. Hukumeta Pakistanê neçar ma ku di 1956ê de urdu û bengalî bi hev re li Pakistanê bibin zimanên fermî. 21ê sibatê, di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî de qonaxeka girîng e. Ji ber vê yekê UNESCOyê ev roj pejirand. Bangladeş 1971an ji Pakistanê veketiya û bû welatekî serbixwe.

Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin. Ji bo ku girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê, pirzimanî û pirçandî, bêt parastin û pêşxistin, konferans, civînên taybet û festîval tên organize kirin.

Armancên vê rojê ev in:
- Balkişandina ser mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî (dayikê)
- Bilindkirina famdariya ji bo civakeka pirçandî
- Bilindkirina toleransa li hember mirovên cihêreng

Sekreterê giştî ya UNESCO, îrina Bokova ji bo vê rojê dibêje;

"Pirzimanî kaniya hêz û îmkana mirovahîyê ye. Ev aliyên me yên pirçandinî, fikirandin, nûkrina dîtinan, tolerans û guhartinan pêş dixe "

Programa IMLDya 2013an wek tema; bi destxistina materialên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê hêsan be, hemû welatên endamên YN haydar dike ku bo pêşdabirina perwerdeya bi zimanê zikmakî li hemû dezgehên perwerdeyî; ji hêlîna zarokan bigrê heta zanîngehan û medya, bên peydakirin, divê bên dijîtalîzekirin û çapkirin.

Di derbarê vê rojê de li seranserê dinyayê bi hemû zimanên din meriv di malperên UNESCOyê de rastî adahdariyan dibe. Di malpera UNESCO ya Tirkiyê de, li ser vê rojê ti agahdarî tune ne. Pir balkêş e ku heta niha, ne ji aliyê UNESCOya navend ve û ne jî ji aliyê kurdan ve ev nehatiye rexnekirin û bal nehatiye kişandin.

Di vê hejmarê de li ser ziman û perwerde û herwiha nivisên ji pênûsên nû yên balkêş hatine weşandin.

Bi hêviya ev roja zimanê dayikê bi serkeftî be, bimînin di xêr û xweşiyê de!

Alî Çiftçî



Parastina bi kurdî:
Çîya za jê mişkek ket!

Nuhê Hecî Malê Herșîd (Nuh Ateș)

Bi guhêrîneke di pêşnûmaya qanûna dadgehkirinê (mehkemekirinê) da, beyî ku navê kurdî tê da derbas bibe, goya rê li ber parastina (berevaniya) bi kurdî jî bê vekîrin.

Li gorê vê guhêrînê zimanê dadgehkirinê dîsa tirkî ye. Tenê ji xwendina îdîanameyê û miteleya esasî bi şûn da tawanbarkirî (sucdar) dikane bi devkî parastina xwe bi kurdî bîne ziman. Sewa vê gereke ku ew van şertan bicîh bîne: Qasî ku xwe pê ifade bike bi tirkî bizane û wergêrekî (tercumanekî) bi xwe ra bîne û bedelê wî ji kîsê bide.

Ma tawanbarkirîyê xizan ê wergêrekî kurdîzan ji ku derê peyda bike? Tu dibêjî qey zaningeha wergêran ya zimanê kurdî li Tirkîyê heye.
Li ber tawanbarkirî yê tirkîzan du rê hene, ya ew ê ji parastina devkî ya bi kurdî fereget bike yan jî wergêrekî ji xwe ra peyda bike û bedelê wî helnê ser xwe. Berdana bedelê wergêr bi ser tawanbarkirî da meriv dikane wekî cezakirineke ji ber bikaranîna îmkana parastina bi kurdî va bihesibînê û wekî bêqimetkirina zimanê kurdî bibîne.

Wer xuya dike, ji guhêrîneke bi vê şeklê yek armanc jî ew e ku, tu belgeyên bi kurdî nekevin dosyayên dadgehê. Tawanbar dê parastina bi kurdî û bi devkî pêşkêş bike û wergêr jî wê bi devkî wergerîna ser zimanê tirkî.

Wer tê fehmkirin ku kurdekî tawanbar û tirkînezan, ji ber şerta tirkîzanîyê, nikane ji vê îmkanê istifade bike. Lê di pratîkê da kurdekî tawanbar yê ku tenê çar gotinên tirkî dizane dê wekî tirkîzan bê qebulkirin û bikane ji vê imkanê istifade bike, bêyî ku ew îdîaname û mitaleya bi tirkî fehm bike.

Ma hetanî niha jî ne weng bû? Tawanbarên kurd yên ku di eslê xwe da tirkînezan, lê ji ber ku dikanîn bi tirkî bibêjin „erê" û „na", li ber dadgehan wekî tirkîzan tên û dihatin qebulkirin. Û ew bêyî ku îdîanema û mitaleyan fehm bikin tên û dihatin dadgehkirin. Yanê tawanbarkiriyên hana dê li ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues