Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - IV


Nivîskar :
Weşan : Neșîreta AU R'SS Ermenîê Tarîx & Cîh : 1980, Êrêvan
Pêşgotin : Rûpel : 248
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 140x220 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku.Mijar : Wêje

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - IV


H'ik'yat'êd cimae'ta k'urdîê - IV

Heciyê Cindî

Neșîreta AU R'SS Ermenîê



Cmae'ta k'urdaye qedîm nava qur'in û zemanada kültûrake xwexwetîêye dewlemend e'frandîye. Nava wê da dereceke berbiç'e've zargotina wêye cmae'tîêye p'ir'janr û p'ircûreye kevin û t'eze, beyt'-serhatîêd wêye mêrxasîê û h'izkirinê, k'lamêd lîrîkîêye dilsoj, h'k'yat'êd wêye bedewnexiș, meselok û xeberokêd wêye p'ir'h'ezar û nimûnêd wêye dinê gelekî e'yan.

Di nava zargotina k'urdada cîê k'k'yat'a (ç'îr'oka) cuda heye. Ew, usa jî nmûne zargotinêye dinê, we'dê cude-cudeda, cîmisk'enê cuda-cudeda hatine û têne e'frandinê.

H'k'yat'êd cmae'ta k'urda saya îdêalêd xweye pêș, derecêd...



PEȘXEBER

Cmae'ta k'urdaye qedîm nava qur'in û zemanada kültûrake xwexwetîêye dewlemend e'frandîye. Nava wê da dereceke berbiç'e've zargotina wêye cmae'tîêye p'ir'janr û p'ircûreye kevin û t'eze, beyt'-serhatîêd wêye mêrxasîê û h'izkirinê, k'lamêd lîrîkîêye dilsoj, h'k'yat'êd wêye bedewnexiș, meselok û xeberokêd wêye p'ir'h'ezar û nimûnêd wêye dinê gelekî e'yan.
Di nava zargotina k'urdada cîê k'k'yat'a (ç'îr'oka) cuda heye. Ew, usa jî nmûne zargotinêye dinê, we'dê cude-cudeda, cîmisk'enê cuda-cudeda hatine û têne e'frandinê.
H'k'yat'êd cmae'ta k'urda saya îdêalêd xweye pêș, derecêd fantastîka h'ewask'ar, saya serecema xweye fe'mdare zelal, e'frandinêd here h'izkirî û naskirîne him ji alîê ahila, kal û pîra, him jî ji alîê cahila, zar'a. Me'neke belabûna nmûnê zargotina evê cmae'tê, pêr'a jî ya h'k'yat'aye wî teherî, usa jî nexwendîtîya cmae'tê bûye, t'unebûna nvîsara neșirkirî. Bedewnivîsara zarkî (zargotin) bi cur'êd xweva çawa qnyatê r'uh'anî nava cmae'têda makbûye, belabûye. Ji t'unebûna nvîsara neșrkirî bîranîna zargêja ze'f r'ind bûye. Saya wê yekê jî nmûnê zargotinê z'ef r'ind mane û ji silsiletekê derbazî ya din bûne hatine gihîștine rojêd me1.
Wextê xebata meye salaye bernvîsarê, me bi ç'e'vê xwe dît, wekî binelîê gunda, bawerbikn, gișk jî h'k'yat'êd cmae'tê zanin û ji wana h'iz dikin. Zarbêj p'ir'ê p'aê eva yanê ew h'k'yat' wextê zar'utîya xweda ji mezinê xwe bihîstine. Dibêjin: "Eva h'k'yat'a dya mine", "Pîrika min gotîye", "Min ji bavê xwe bihîstîye" û êd din. Ew h'k'yat' ji bona wana bûne bîranînêd buhurî, gotinê pêșiyaye buhurî. ...




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar