La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kadiz


Auteur : Multimedia
Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 2013, İstanbul
Préface : MultimediaPages : 376
Traduction : ISBN : 978-605-5402-85-3
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kadiz

Versions

Kadiz

Rojen Barnas

Nûbihar


Ev keçika ha hênizane
Ku bendetî ligiyanan bûye kiras
Û bendetî limêjiyan hevsar,



Rojen Barnas, naznavê nivîskariyê yê Mehmet Gemici ye, ku li Farqînê, li gora tescîla nufûsê di 5.1.1945, bi awayê salixdanê jî -ku 12-15 roj berî kuştina yuzbaşî Ferîdon- di roja şemiya 13.11.1943 û li gora nivîsa li pişt Mewlûda Kurmancî ya malê jî di "Kasım de hatiye dinyayê. Tarîxa kuştina Ferîdon 1943 be 1943, ne ku 1944 be hingê 1944 rast e.

Xwendegehên destpêkî û navîn li Farqînê, lîse û enstîtuya hînkariyê (eğitim enstitüsü) li Diyarbekirê xwendiye. Di 1966 de wek hînkarê koma edebiyatê (edebiyat grubu) dest bi kar kiriye û li hin xwendegehên navîn û li lîseya Silîvan xebitiye.

Ji ber xebat û tevgerên xwe yên welatparêzî, şoreşgerî û sendîkayî (TÖS) bi doza D.D.K.O.ya Silîvan di 5.5.1971 de ji aliyê îdara leşkerî ve hatiye girtin, pê re hatiye mehkeme kirin û jê du sal ceza xwariye. Li ser vê, agahiya fereh di pirtûka wî ya FARQîN Silvan/Silîvan de heye.

Di payiza paşîn a 1979an de beşdarî xebata beşê kurmancî yê kovara Tîrêjê bûye. Di Tîrêjê de bi nasnavên cihê şi'r, çîrok, çîrokên mîzahî, bend û nivîsên li ser folklorê nivîsiye. Piştî bûyera 12 êlûn 1980 ku xebata Tîrêjê rawestiyaye, ew jî mecbûr maye cîhela bibe û here Swêdê. Di 19/20 tîrmeh 1982 de çûye Swêdê û hê jî liSwêdê dimîne.
Yek ji kesên koma xebata Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye.

Pirtûkên wî yên çapbûyî:
1.Li Bandeva Spêde (şi'r), Tîrêj, (bê tarîx), İzmir, (1979).
2. Heyv Li Esmanê Diyarbekirê (şi'r), Invandrarförlaget, 1983, Boras.
3. Milkê Evînê (şi'r), Nûdem, 1995, Stockholm.
4. Hingê (çîrok), Nûdem, 1997, Stockholm.
5. Bi Kurmanciya Gewr (bend û gotar), Enstîtuya kurdî ya Parîsê, 2005, Parîs.

 



PÊŞGOTIN


(a Şi'r -I- ; berhevoka Li Bandeva Spêde û Heyv LiEsmanê Diyarbekirê)

Ev pirtûka di destê we de berhevoka herdû pirtûkên min ên pêşîn ên şi'ran e: Li Bandeva Spêde (1979/80, weşana Tîrêjê, li Tirkiyê) û Heyv Li Esmanê Diyarbekirê (1983, weşana Invandrarförlaget, li Swêdê).

Sedemê herduyan ji nû ve û pêkve weşandinê ne ji ber daxwaziya piyasa pirtûkan an bi hesret lêpirsîna xwendevanan e. Pirtûka pêşî çi bigire di destê tu kesî de nemaye, ya duduyan jî li Swêdê çap bûbû û negihiştibû destê kesî yên li dervayê Swêdê. Hem ji ber van sedeman û hem jî ji bona rastkirina hin şaşiyên di çapên pêşî daxwaziya weşandinê ji min re çêbû. Şi'rên di vê berhevokê de yên min ên hetanî sala 1983 ne.

Min ji sala 1958-59an pê de dest bi nivîsandina şi'ran kir. Ji 1961ê pêde şi'rên min di 5 rojname û 2 kovarên edebî-hunerî yên Diyarbekirê de çap û belav dibûn. Di forma berhemên edebiyata dîwanî û gelêrî ya tirkî de bûn. Biyografiya min ji wan kovaran di yekê de çap bû. Bêguman ev şi'rên min bi tirkî bûn. Herdû rojnamayên wek Gökalp û Şehir ne tê de, wekî dinê ji aliyê temamê rojnameger û çapkerên nav Diyarbekirê ve wek şair û nivîskarekî gênc dihatim nasîn. Min hem şi'r û hem jî nivîs dinivîsîn.
Di 1964-1965an de bi awakî siyasî-fikrîrastî rojhilatperwer, çepverûyên rojhilat û kurdperweran hatim. Di wê demê de li Diyarbekirê buroya Seîd Elçî û dikana pirtûkfroşî ya nivîskarê İslamiyet Açıszndan Şeyhlik ve Ağalık muftiyê Qulpê yê berê M. Emin Bozarslan mîna kewara mêşên hingiv ji çûnûhatina kesên navdar dixebitîn. Ez jî yek ji mudawimên herdu cihan bûm. Seîd Elçî ji tevgera 49an bû û seydayê Muftî bi pirtûka xwe li tevahiya Tirkiyê wek "aydın din adamı" nav dabû ku ji aliyê çepverû û kurdperweran ve dihate hez kirin. Livan herdu cihan ez rastî gelek kesan hatim ku hin di çapa Kurdistanê û hin di çapa Tirkiyê de navdar bûn. Bi qasî çend deqîqeyan be jî wek guhdar beşdarî sohbetên wan dibûm, ji dîtinên wan ên erênî yan neyênî min li gora femkirina xwe ders hiltanî.

Ez bi saya wan firsetan gihîştim wê qenaetê ku dewlet ne li hember hebûna me ya fizîkî ye, lê dixwaze ku me bi nasnameya me ya kurdî yanî bi zimanê me, bi kultura me ya devkî/nivîskî bibirîne, ji holê rake. Bi kurmancî axaftin qedexe, bi kurmancî nivîsandin qedexe, bi kurmancî stran qedexe bûn. Lê berhemên kultura me ya wek cil û lixwekirin, xwarin, govend û dîlan, meqamên stranên me bi wergerandina bi tirkî limerasim û resepsiyonên dewletê serbest bûn. Heta meriv dikaribû ji bona Cemal Gürsel bigota "Kürt Cemal Ağa", lê meriv nikaribû bigota ''ben Kürdüm". Ev sûcekî giran bû.

Ev qenaet hingî çû bi min re xurt bû, kemilî ku min ji xwe re got: Ku wisa be divê meriv bi vê metodê bersiv bide, yanî bi riya bikaranîn û pêşvebirina ziman û kultura me ya devkî/nivîskî.

Di camekanên piraniya eczexane û dikanên luks de lewheya "Vatandaş Türkçe Konuş!" hebû. Hingê divê meriv li her deverê ku hema îmkan hebe û xesara mezin jê negihîje kesî bi kurmancî bipeyive, bi kurmancî bistrê û kurmancî bide guhdarî kirin. Dewlet bi serê xwe bi tenê me asîmîle nake, ew türkücü/şarkıcı yê kurdnîjad ên stranên me werdigerînin tirkî û li ser navê hemşerîtiyê bi me didin guhdarî kirin, ew şair an nivîskarên kurdnîjad ku erfûedetên me bi tevlêkirina hin libên bêjeyên kurdî bi tirkî dinivîsînin û li ser navê rojhilatperwerî yan hemşerîtiyê bi me didin hezkirin, me ji dewletê deh car bêtir dihelînin. Wisa be ku bi ya min wisa ye: 1. Ez êdî nabim yek ji wan diranên çerxa asîmîlasyonê; ji name yan nivîsên resmî û zarûrî pê ve êdî bi tirkî nanivîsînim, 2. Heta ji min bê ezê hoza xwe bidim ser zimanê xwe, pê bipeyivim, pê binivîsim, pê bistrêm û guhdarî bikim.

Bivê rik an înadê min dev ji nivîsandina xweya pêşveçûyî -li gora sewiya min a wê demê- ya bi tirkî berda û dest bi ya kurmancî kir. Şi'rên min ên pêşî bi îmza Şêrgo Ciwanroj bûn. Cihekî ku lê biweşînim bêguman tunebû, min ew li dikana seydayê Muftî yan li buroya Seîd Elçî ji kurdperwerên pêbawer re dixwendin.

Piştî ku min xwendina xwe temam kir di havîna 1966an de mala me ji Diyarbekirê vegerî Farqînê. Min dîsa bi kurmancî ş'ir dinivisîn, lê kesî ku min ê ji wan re bixwenda an weşanekên ku min ê tê de çap bikira tunebûn. Derûdora min di teşqela "îro zû ye, sibê dereng e" ya şoreşa sosyalîst de bûn û ji bilî ahenga şi'rên Cegerxwîn guhê wan ên li hawirê min li melodiyek din venedibû. Ji şi'rên min ên wê demê yek di pirtûka xwendinê ya Dr. Kamran Ali Bedir-Xan de çap bû, yek jî "Danielê Sor" ji aliyê komela piştgiriya kurd û fransiz ve hate çap kirin û wek belavok di tevgerên 1969an de li Parîsê hate belavkirin. Kaniya min a şi'r zayinê ji ber riya xwe ya herikînê nedî, xitimî.

Şi'rên ku di vê berhevokê de ne, yên piştî 1975in. Yên berî 1975an ji ber îmkana weşandinê bi dest neket winda bûn an bi pirtûkên min ên dinê re hatin şewitandin. Şi'ra min a pêşî Çûm Diyarbekir ji ber ku min jiber kiribû û hê di bîra min de maye, cara pêşî bi vê berhevokê re diweşînim.

Piştî 1975an çi bigre ji mecburiyeta wijdanî dîsa min dest bi nivîsandina şi'rê kir: Mirina kesên mîna Kemal Badıllı û Edip Karahan li min tesîr kirin. Heryekî ku ji nav me diçû tevî zengîniya di nav serê xwe diçû û ev xezîne bi xwe re dibir gorê. Di rewşa wan rojan de ez ji wan çend kesan bûm ku baş bi kurmancî dizanibûn; yên ku hem ji aliyê bêjezaniyê û hem jî ji aliyê gramera giştî ve dikarîn çend gotinan bêjin. Heyfa, min lê hat ku ez wê zanîna xwe-herçend perîşan be jî- bi xwe re bibim axê û wê li xwediyan venegerînim. Ev, bi riya ferhengê yan gramerê dikaribû bibûna lê ji min re pratîk û pedagojîk nedihat. Min dixwest bêjezaniya xwe ya kurmancî bi riyeke dilbijandî û balkêş bigihînim nifşên nû. Ji bona vê jî ya herî pratîk û di ragihandinê de hêsa şi'r bû.

Ez niha lê diwarqilim ku kurmanciya min a hingê baş kulek bûye.
Şi'rên min bêguman şaheser nînin, lê gava wan bi şi'rên gelek şa'irên tirkên navdar û yên kurdan re didim berhev ji yên gelekan ne kêmtir in. Di vê mijarê de naxwazim zêde bipeyivim lewra ecibandina şi'rê jî dikeve nav kategoriya zewq û reng ku li serê nayê munaqeşe kirin.

Hêmanek girîng a belavbûn û biserketina şi'rê zimanê wê yî, ragihandinê ye. Di navbera şa'ir û xwendevan de riya ragihandinê yan famkirinê divê zelal û vekirî be: Herdû ji eynî gotin, daçek, mecaz û kînayeyê wek hevdû têbigihên. Di kurmancî de ev ne hêsa ye. Problemên kurmancî di vî warî de bê hesab in: Ji aliyê nêritî-mêyîtî (porê min, pora min), cihê cihê mane-dayina gotineke (poz:bêvil, poz:qûn), gotinên cihê yên manekê (poz, difin, bêvil, kepî), awayê cihê yên bi tewandina navdêran (Ya) Bişar/Bişêr/Bişarî (got), awayên cihê cihê yên telafûza gotinê (kûr, kiir, kwîr), ev gişt dibin astengên jihevfamkirina di navbera şa'ir û xwendevan de. Şi'r berhemek nazik e, mîna nukteyê ye ku tafilê neyê famkirin heba dibe.

Min ji hêla ziman ve şaşiyek mezin kir ku bi mebesta kurdiya yekbûyî bi riya ferhengan hin bêjeyên şaş tercumekirî bi kar anîn; herwekî gewre, karêz, kerane, pijak, pirole,
qeşeng (farisî), şîrav/çirav, xawên, zerzeng û w.d
Serpêhatî û sedemê bi kurmancî şi'r nivisandina min ev bû.
Bi rêz û selavên dostaniyê.

Rojen Barnas
Stockholm, 2001



Și'ra min a pêșî

ÇÛM DIYARBEKIR

Bi kêf û bi işqek çûm Diyarbekir
Ji Dersim, ji Botan, hezar diyarî
Bi izet, bi îkram min selav lêkir
Bi destek vala û bi şermezarî

Çûm qehwan gişt xortên bîst û yek salî
Bi berçavk, qerewat nasin dileyzin
Karê wan tewle bû, ji fikrê xalî
Bê omid, bê armanc, tevek bê feyz in

Rûsipî seknîbûn li ber mizgeftê
Tesbîhan dikşandin ji bona îrem
Ji wan ra jî wê der koşkê sedef tê
Nedgotin ta kengê dom bike ev dem

Berjor çûm li Derê Çiyê baxekî
Di nav da pîrekên asrî digerîn
Tenişta her yekê hebû mêrekî
Aleman difrotin, alem dikirîn

Qlûba Têciran bi zewq û îşret
Doktor û hakîm û zana tê hebûn
Ji pişta min û te dikrin sefahet
Digotin: "Hey garson bize viski sun!"

Ez reş û tarî bûm, sar bûm di cî da
Ev çi hal, ev çi xew, ev çi rexawet?
Me digot ji bo te canê me fida
Zeriya enîreş, bajarê Amed!

1965

feyz: bereket, bizêdayî
îrem: alîkî bihiştê
baxekî: (Emirgan çay bahçesi) li Deriyê Çiyê
Qlûba Têciran: Tüccarlar Kulübü
rexawet: sistî, ji xwe çûyîn




Fondation-Institut kurde de Paris © 2022
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues