Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Folklora Kurmanca


Nivîskar : |
Weşan : Neșîreta Hukumata Ermanîstanê Tarîx & Cîh : 1936, Yêrêvan
Pêşgotin : Rûpel : 664
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 140x215 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Lp. Kc. 84Mijar : Wêje

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Folklora Kurmanca

Versions

Folklora Kurmanca

Heciyê Cindî,
Emînê Evdal

Neșîreta Hukumata Ermanîstanê


w Silêman berê ew jî kurapê Emer axa bû. Îcar ew ji ba Emer axa xeydî, rabû çû nava Ereba: bal Hesê Dûdê bû xulamê wî.
Îcar nava ereba talan, tirs bû, wekî diketin pey talana vedigerrandin. Îcar ew Silêman qaçax bû: navê wî derket. Îcar xelqê mîrê ereba gava arê wana digiryan, digotin: "Hișbin Silêman hat".

Wekî Silêman hat wêderê, qîzekê navê wê Werdek bû, qîza Hesê Dûdê. Rabû qîza xwe da Silêmîn ra: Silêmin bû ...



KERR Û KÛLIKÊ SILÊMANÊ SILÎVÎ

Berhevkir û hazirkir H. Cindî

Ew Silêman berê ew jî kurapê Emer axa bû. Îcar ew ji ba Emer axa xeydî, rabû çû nava Ereba: bal Hesê Dûdê bû xulamê wî.

Îcar nava ereba talan, tirs bû, wekî diketin pey talana vedigerrandin. Îcar ew Silêman qaçax bû: navê wî derket. Îcar xelqê mîrê ereba gava arê wana digiryan, digotin: "Hișbin Silêman hat".
Wekî Silêman hat wêderê, qîzekê navê wê Werdek bû, qîza Hesê Dûdê. Rabû qîza xwe da Silêmîn ra: Silêmin bû zave Hesê Dûdê.

Sala wî wekî temam bû, jêra kurek bû: îcar hatin oda Hesê Dûdê, mizgînî dan, wekî, "Navê nevyê te çi daynin!"
Yek got: — Eh!
Yek got: — Husêyin!
Herek ji xwe ra navek lê kirin.
Hesê Dûdê go:—Silêmîn, tu navê kurê xwe bi eşq û dil çi datînî?
Go: — Navê kurê min xwedê danye!
Go: — Çi navî?
Go:—Kulik!

Du salê wî wekî temam bû, jê ra kurek jî bû. Disa hatin heryek navek lê kirin. Disa Hesê Dûdê ji Silîmîn pirs kir, go:
— Navê kurê xwe çi datînî?
Go: Xwedê daye, navê wî jî Kerr!

Îcar ma wekî kûrê wû bûn 4-5 salî, îcar rabûn nava kuçê da geryan; sere zara şkenandin. Bavê zara hatin cem Silêmîn, şikyat kirin, gotin:

— Heyran, kurê me ho dewar nînin, em girêdin, tembî bike kurê xwe, bira li zarê me nexin.
Îcar ma êvarê, wekî kurê wî hatin malê, go: — Kûro, we îro serê cend zara şkandye?
......




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar