La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xezal


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : , Stockholm
Préface : Pages : 72
Traduction : ISBN : 91-88592-26-X
Langue : KurdeFormat : 122x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3703Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Xezal

Versions:
  • Xezal [Êrêvan, 1961-12-11]

Xezal

Bihar bû. Bihara Elegezê ya kin û bi gulan xemilandî, bû. Yên çûne Elegezê dikarin wê wextê wek cinetê xweş bi bîr bînin. Ew dikarin wê dema ku kulîlkên bînxweş dibişkifin, wê dema ku bîna gul û sosinan li her alî belav dibe, bi bîr bînin. Ew gulçîçekên ku ji meriv ra dibişirîn. Lê ew xulexula ava kaniyên sar, ku li deşt û mêrgan belav dibe û heta digihîje ber perrê çiya û baniyan? Ew cîhê ku çîveçîva çivîk û qebeqeba kewan jê kêm nabe, dengê çivîkan, qebeqeba kewan tevî dengê stranên qîz û xortan dibin û bi pêlên hewayê ra diçin, heta ku digihîjine cîhên dûr...

Ew ciyê wek cinet, gundê Elegezê ye. Çarnikalên Elegezê çiya û banî ne, ku kolxozên çîl û qerqaş ji meriv va têne xuyakirin. Ew çiyayên Elegezê...

Xelkên wir gişk xebathez in û bi marîfet in. Serê siban, şeveqê herkes bi lez û bez, ber bi xebatê va, ber bi deşt û cîhê kolxozê va diçe...


XEZAL

Bihar bû. Bihara Elegezê ya kin û bi gulan xemilandî, bû. Yên çûne Elegezê dikarin wê wextê wek cinetê xweş bi bîr bînin. Ew dikarin wê dema ku kulîlkên bînxweş dibişkifin, wê dema ku bîna gul û sosinan li her alî belav dibe, bi bîr bînin. Ew gulçîçekên ku ji meriv ra dibişirîn. Lê ew xulexula ava kaniyên sar, ku li deşt û mêrgan belav dibe û heta digihîje ber perrê çiya û baniyan? Ew cîhê ku çîveçîva çivîk û qebeqeba kewan jê kêm nabe, dengê çivîkan, qebeqeba kewan tevî dengê stranên qîz û xortan dibin û bi pêlên hewayê ra diçin, heta ku digihîjine cîhên dûr...

Ew ciyê wek cinet, gundê Elegezê ye. Çarnikalên Elegezê çiya û banî ne, ku kolxozên çîl û qerqaş ji meriv va têne xuyakirin. Ew çiyayên Elegezê...

Xelkên wir gişk xebathez in û bi marîfet in. Serê siban, şeveqê herkes bi lez û bez, ber bi xebatê va, ber bi deşt û cîhê kolxozê va diçe.

Sibeyeke biharê ya xweş bû, kolxozvanên gundê Elegezê ber bi xebatê va dilezandin. Du heval, Karê û Xezalê jî bi lez diçûne xebatê. Lê Karê melûl bû. Xezalê lê nihêrî ku Karê melûl e û xeber nade. Hema jê pirsî, got:

– Karê, tu çira wisan î? Ma diya te û bavê te nahêlin?

Xeberdana Xezalê hê di dev da Karê got:

– Ax Xezal, ez îşev qet ranezame. Me heta nîvê şevê wisan di ber hev daye; bavê min nahêle.

– Wî kitêbên min gişk qelaştin, tu çi bêjî anî serê min û diya min. Bavê min dibê, "Na, nabe ku qîza min êdî bixwîne, wê heta koma…




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues