PÊȘEKÎ Lêkolînewey zanistî le edeb da arezû û xeyal niye
Doktor Marûf Xeznedar
Ke xwêner le xwêndineweyî em pêșekiye debêtewe, degate encamêk û ewey bo rûn debêtewe ke min layengirî Ebdulsetar Tahîr Șerîfim le dijî Mesûd Mihemed. Eme rast e, boya her le seretawe be xwênerî degeyênim. Diyar e, emeș le ber ewe niye ke em laperaneyî lêre da bom çolkirawin sûdyan ziyadtir e le lapereyî govar û rojname ya kitêbêkî serbixweyî bimewê lem rûwewe çapî bikem le babet ew bîr û ra çewtaney le kitêbî Hacî Qadirî Koyî xoyan deniwênin. Ew aydolojiyetey binkey bîrkirdineweyî Mesûd Mihemede le binc da le gel aydolojiyetî ême rêknakewê, her weha le gel rêrew û bîrkirdineweyî Ebdulstar Tahîr Șerîfîș yektirî nagirnewe. Belam gelê lew bîr û bawere komelayetîy û felsefîy û lêkdanewew û corî bîrkirdinewe û boçûnaneyî Ebdulstar le meseleyî Hacî Qadir da le gel ême rêk dekewê. Le ber eweye, bitewê ya netewê, min debim bibim be leyengirî Ebdulstar, ne wekû tenya ewe, belkû layengirî hemû roșinbîrêkî serbest û dîmokratî û pêșkewtinxwaz û sosyalîst û ademîzadperist û zanistîperwer.
..... |