La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bîra Qederê

Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 1999, İstanbul
Préface : Pages : 372
Traduction : ISBN : 975-7112-67-4
Langue : KurdeFormat : 130x200 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3682Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bîra Qederê

Versions:

Bîra qederê

Êdî fotograf ê bipeyivin...
 
"Nav: Bîra Qederê

Gengre (çeşn): Roman

Tarîxa destpêka nivisînê: 15 Tîrmeh 1951

Destpêk: Herkes dimire; bira û birazî, yar û evîndar, heval û dost, hogir û rêger, nêz û nas.. hemû wefat dikin.
Dora min jî hat, niha jî dora min e.

Di rûpela yekemîn a deftereke biçûk de, bi destnivîseke gelek xweşik û xwar, weha hatiye nivisîn. Di vê şeva kesertijî de, ni- vîs bi ronahiya çirayeke biçûk, bi zehmetî dixuyin. Rêz, beri niha bi hefteyekê, hatine nivisîn û rêzên herî dawin in ku li pey Celadet Ali Bedirxan, neviyê mîrê dawîn ê mîrekiya kurdî Cizîra Botanê, Mîr Bedirxan, lawê kurdperwerê navdar Emin Alî Bedirxan, mane.

Şev e. Îşev 22'ê tîrmehê ya 1951-an e. Şev, şeva ku dora romana Bira Qederê rapêçaye, bi giranî daketiye. Dinya germ e. Şam, bajarê sirgûnê, warê derd û keseran, goristana malbata Bedirxanan, şahîdê mirina Celadet Ali Bedirxan, westiyayî, dikeve xewê. Şeva giran û westiyayî rûniştevanên bajarê kevn û navdar Şamê dixe nav hêlekana xewê û dilorîne. Xaliçeya ji stêrikan pêkhatî, li jor, li esmanan, bi rengên xwe yên xas ên welatê rohelatê, li xewa şeva Şamê nobedari dike.

Lê li Şama miqedes û Şerif a misilmanan, jineke navsal ranezaye; Rûşen Bedirxan, keça Salih Bedirxan, jina Celadet Bedir- xan, diya sê zarokan, Huseyma, Sînemxan û Cemşîd. Xew jê dûr e. Ev bûye hefteyekê ku xew neketiye çavên wê. Belê, bi temamî hefteyekê... Ew dixwaze, pir dixwaze ku razê, her tiştî ji bir bike, deng, pejn, his jê bi dûr bikevin û bikeve nav xewa bêdawîn û here da ku xwe bi hevalê xwe yê jiyanê Celadet Beg bigihîne. Lê nabe, xewa ku hertim li kêlekê bû, hertim dihat û çavên wê digirtin, niha winda bûye. Reh û damarên wê vekişiyayî, xwîna wê miçiqî, devê wê kilîtbûyî, bêhereket û bêlebat, ji hefteyekê û vir ve, ew hişyar e. Ji heş, bir û mêjî pê ve, her derê wê miriye, winda bûye. Bi tenê mêjî, heş û bir jîndar in, ji her cari bêtir û xurtir jîndar in. Roj û bûyerên bihu- rî, gotin û xeberdanên do, tahm û bîhnên jibirbûyi, niha, yek bi yek, tên û li dora Rûşen Xanimê digerin. Umrekî dirêj, jiyaneke rengin, niha, digel her kitekitê, bi ser wê de tê. Her tişt, her alî, her gotin, her gav, her rêz û rûpela jiyana Celadet Beg, niha, bi awayekî ecêb, tên bira Rûşen Xanimê.

Niha, di vê şeva germ û kambax de Rûşen Xanim ji dixwaze bikeve pey Celadet Beg, pê re bikeve nav xewa ebedi, here ba wî. Lê çawan?

Celadet Beg niha tune ye, winda ye. Meriv çawan hinî windabûn û windakirinê dibe? Kursiya wî ya ku ew hertim li ser. rûdinişt, niha, vala ye. Ken û dengê wî yê navdar di nav dîwaran de, li derekî, veşartîne. Peyv û gotinên wî yên kibar nayên bihîstin. Masa wî ya xebat û nivisînê, bêzar û ziman, li hêviya wî ye. Pênûs, defter û kitabên wî, peregende, li ser mase û refan, li hêviyê ne. Pakêtên wî yên cixarê, plakên wî yên musi- ka klasik li hêviyê ne. Kinc, cil û bergên wî li hêviyê ne. Zarokên wî li benda bavê xwe ne. Ehmedê Fermanê Kîkî, dengbêjê wî, nexweş, di nav nivînan de, li hêviyê ye. Kewên wî yen yekta, çavgirtî, li benda fîtika wî ne... Le ew nayê, ew tune ye. Ne li ve odê, ne li oda razanê, ne li hewşê, ne li kêleka bire, ne li çapxanê, ne li klûba tucaran a bajêr, ne li qahwexana taxa Muhacirîn û ne jî li tu derekî din...

Niha, bi tenê hîsa windabûnê ya biquwet û xurt heye. Meriv çawan fêrî vê hîsê dibe? Mirinê hat, Celadet Beg û bedena wî bir û li pey xwe jî ev hîsa kambax xiste nav malê. Vê hîsê ni- ha mal vegirtiye. Malê reşa xwe girêdaye. Ji roja mirinê û vir ve ye, mal, Rûşen Xanim, zarok, nas û xizm, meriv û dost li şînê rûniştine. Roj bi giri dest pê dikin û diqedin. Bi sedan, bi hezaran kes tên. Rûşen Xanim, herçî ew e, bûye dîla hîsên bêdeng. Ew li oda rûniştinê ya mezin, navenda jiyana wan a ku ew hîn bûbûn, li erd, diwar, têkber, xalîçe û kursiyan dinihêre û bêdeng difikire...

Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues